Piştî rawestandina êrîşên Îranê, wê êrîş li dij HSDyê zêde bibin?

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 Piştî ku Pasdarên Îranê destwerdan kirin û milîsên çekdar neçar kirin ku êrîşên xwe rawestînin, êrîşên çekdar li dij hêzên Amerîkayê li Iraqê ji dema kuştina leşkerên Amerîkayê li baregaha li Urdunê, kêm bûne. Lê li beramberî vê yekê jî, êrîşên çekdarî li Sûriyayê li dij HSDyê ji aliyê çekdarên girêdayî Îranê ve li herêmên kinarê El-Şamiye yê Çemê Firatê, zêde bûne. Her wiha, şer di navbera Hizbulaha Libnanê û Îsraîlê li herêma sînorî ji dema dawiya meha borî ve zêde bûye, ev yek jî nîşan dide ku pêkan e erdîngariya aloziyê were guhartin û giraniyê bidin Sûriya û Libnanê, di demekê de ku milîsên çekdar ên Iraqê êrîşan pêk nayînin û fişarê li hêzên Amerîkayê nakin.

“Îran fêr bû”

Ajansa Reutersê di 18ê sibatê de raporek belav kir û tê de xwe spart çend çavkaniyên îranî û iraqî ku serdana fermandarê Feylq El-Qudis yê girêdayî Pasdaran Îsmaîl Qanî ji bo Bexdadê, hişt ku êrîşên çekdarên hevkarên Îranê li Iraqê li dij hêznê Amerîkayê werin rawestandin. Heman çavkaniyan ev yek nîşan dan ku daxwaza Tehranê ye ku naxwaze şer berfireh bibe.

Qanî bi nûnerên gelek komên çekdar li balafirgeha Bexdadê di 29ê çileyê de civiya, ango piştî kêmî 48 saetan ji tawanbariya Washingtonê ku ev komên çekdar li pişt êrîşa kuştina sê leşkerên Amerîkayê di baregaha Burc 22 a leşkerî li Urdunê ne.

Ajansa Reutersê xwe spart 10 jêderan ku tevahiya wan got ku Qanî, yê ku pêşekê wî Qasim Silêmanî bi droneka amerîkayî li nêzî heman balafirxaneyê berî çar salan hat kuştin, komên çekdar agahdar kiriye ku rijandina xwîna amerîkayiyan, metirsiya bersiveke tund dide. Amerîkayê Qasim Silêmanî kuşt, wekî bersiva bûyerekê ku ji ya kuştina leşkerên amerîkayî li Burc 22yê bi gelekî siviktir bû. Ew bersiva êrîşekê bû ku Washingtonê hêzên Hizbulahê pê tawanbarkiribû û di encama wê de kesekî amerîkayî hat kuştin.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî ewlekarî yê Iraqê yê mezin got: “Îraniyan ji waneya tasfîyekirina Silêmanî fêr bûn û naxwazin ku dubare bikin.”

Her wiha, Qanî komên çekdar agahdar kirin ku divê ew dûrî rewşê bikevin, da ku êrîşên Amerîkayê li dij fermandarên wê yên mezin pêk neyin, an jî binesaziya wê ya sereke neyê rûxandin, an jî tolhildana yekser ji Îranê çênebe.

Rayedarekî amerîkayî jî li ser rola Îranê di sînordarkirina êrîşan xwe li xwe mukir hat û da zanîn ku ne diyar e, wê ev aramî berdewam bike an na.

Ji 4ê sibatê ve, tu êrîş li dij hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyayê çênebûne, di demekê de ku beriya serdana Qanî zêdetirî 20 êrîşan di du hefteyan de pêk hatin. Lê komên çekdar gelek êrîş li dij bendên kontrolê yên HSDyê li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê pêk anîn. Komên ku êrîş pêk anîn jî, girêdayî Îranê ne û li ser kinarê hember yê Çemê Firatê ne, ku ji aliyê Meyadîn û Bûkemalê ve davêjin û şaneyên wan li deverên Hêzên Sûriyaya Demokratîk hene.

Di vê çarçoveyê de, milîsên çekdar êrîş li dij stasyona avê ya Bûbedran ku HSD tê de bi cih bûye û xalên li bajarokên Siwsa û bicihbûnên biçûk ên HSDyê li gund û bajarên li ser qeraxa çem, pêk anîn.

Eger ku agirbesta ne ragihandî ya ji aliyê komên çekdar ên Iraqê ve berdewam kir, wê êrîşên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û herêmên Rêveberiya Xweser, vegerin rewşa beriya şerê Xezayê. Di encamê de, dibe ku êrîşên li dij HSDyê zêde bibin, beramberî êrîşên li dij Amerîkayê kêm bibin.

Ji aliyekî din ve jî li gorî Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan, hêzên Hevpeymana Navdewletî di 17ê sibatê de, rahênanên leşkerî li herêma zeviyê Konîkoyê yê gazê yê li bejahiya Dêra Zorê pêk anîn, da ku hêzên wê di rewşa amadehiyê de bin.

Êrîşa herî dawî li dij hêzên Amerîkayê di 15ê sibatê de li zeviyê El-Umerê yê petrolê  ku tê de hêzên Hevpeymana Navdewletî bi cih dibin, pêk hat. Lê asta êrîşê biçûk bû û tu gefên cidî çênedikirin, bi hevûrkirina êrîşên mezin ku komên Heşd El-Şebî di bin navê “Berxwedana Îslamê li Iraqê” de pêk dianîn. Ev tevger jî (Berxwedana Îslamê li Iraqê) di bin sîwana wê de komên çekdar ên şîî ên hevkarê Îranê hene û zêdetirî 150 êrîşên li dij hêzên Amerîkayê li Sûriya û Iraqê ji cotmeha borî ve, girtin ser xwe.

Alava şer a Îranê

Komên çekdar ên di “Berxwedana Îslamê” de yek ji pêkhateyên Heşd El-Şeibî ye û têkiliya wê bi partiyê siyasî yên şîî re xurt e. Amerîka komikên wê yên sereke xistiye lîsteya terorê. Lê ne bi tevahî komikên Heşd El-Şeibî van êrîşan digirin ser xwe. Komikên herî berçav ên wekî alava şer  a Îranê li dij Amerîkayê xuya dikin, komikên Hizbulah in, ew komikên herî nêzî Îranê ne û nûnerên wê di palementoya iraqî de hene. Ebû Mihdî El-Muhendis ê ku bi derbeyeke esmanî ya amerîkayî li Bexdadê bi Silêmanî re hat kuştin, ew damezirandine. Washingtonê ev komik bi êrîşa Urdinê ya ku 3 leşkerên amerîkayî tê de hatin kuştin, tawanbar kir.

Komika duyem a wekî “alava şer” tê dîtin Tevgera El-Nuceba ye, ku wekî şaxekî ji komikên çekdar ên din hat damezirandin û hebûneke wê ya xurt li Sûriyayê heye, da ku alîkariya rêjîma Sûriyayê û hêzên îranî bike.

Her wiha “Komikên Seyid El-Şuheda” jî heye, ew ji herdu komikên borî piçûktir e, wê jî li Sûriyayê bo El-Esed şer kiriye.

Ev hersê komik li Sûriyayê hene û li kinarê aliyê rastê (El-Şamiye) yê Çemê Firatê belav dibin, kinarê beramberî kinarê çepê yê ku Hêzên Sûriyaya Demokratik û Hevpeymana Navdewletî lê ne.

Ji ber wê, cihê van komikan ji komikên din ên Heşd El-Şeibî yên ku hebûna wan li Sûriyayê tuneye, cuda ye, mîna nijdevanên Ehl El-Heq yên ku wekî komika her bihêz bi serektiya Qeys El-Xizelî, tê dîtin. Her wiha Seraya El-Selam ya girêdayî Muqtede El-Sedir. Ev herdu komik tevgereke wan a siyasî ya xurt heye, li ser asta xwecihî û navdewletî. Di hesabên xwe de hişyar in ku di demên bê de tev li şerekî vekirî yê bi hêzên amerîkayî li Sûriya û Iraqê nebin.