Peymanên ewlekarî yên di navbera Bexdad û Enqerayê de: Tirkiya dinivîse û Iraq jî îmze dike!
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên û hempîşeyê xwe yê tirk Hakan Fîdan di 15ê tebaxê de, tîpên destpêkê yên lihevkirina hevkariya leşkerî, ewlekarî û şerê li dij “terorê” îmze kir. Ev yek jî temamkirina peymanên ewlekarî ku di 22ê nîsanê de li Bexdadê de hatin îmzekirin, piştî ku serokkomarê Tirkiyayê Erdogan serdana Bexdadê kir û rêzepeymanên ewlekarî, enerjî, bazirganî, av, veguhestin, tenduristî, perwerde û avakirina komek planên hevbeş bi serokatiya herdu wezîrên derve yên herdu welatan bi rêya danîna lihevkirina “çarçoveya stratejî” ya ku ew di di dema serdana dawî ya serokê Tirkiyayê de hat îmzekirin.
Hikûmeta Iraqê di adarê de beriya serdana Erdogan ji bo Bexdadê, bi zanebûn ragihandin ku PKK “gefeke hevbeş e” û piştre jî PKK xist nava lîsteya “rêxitinên qedexekirî”.
Pejirandina Iraqê bi awayekî fermî ji van wesfan re derheqê PKKyê de, wekî pêşgotinek bû ku hişt Erdogan vexwendnameya serdanê û îmezekirina li ser rêzepeymanan û avakirina komîteyên hevbeş di navbera hikûmeta wî û hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de, qebûl bike. Her wiha, di çarçoveya siyaseta pêşkêşkirina kaşkerên beriya ku şanda Iraqê serdana Bexdadê bike, Bexdadê 3 partiyên kurdan di 6ê tebaxê de qedexe kir bi bihaneya ku ew dilsozê PKKyê ne, partiyên ku hatin qedexekirin jî wiha ne: Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî, Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê. Ev yek jî rêveberên fermî yên tirkan kêfxweş kir, ku qedexekirina van partiyan, derfetê dide ku Tirkiya bibe lîstikvanekî bibandor di siyaseta navxweyî ya Iraqê de.
Dibe ku peymana li Bexdadê de hatiye îmzekirin û li Enqerayê hate temamkirin, yek ji siyasetên ne zelal yên Sûdanî dimeşîne, ku divê dateyên wê were fêmkirin ku kî li pey wê ye. Ji ber ku her dem li ser hesabê Bexdad û Hewlêrê ye, her wiha hedu paytextên iraqî (Hewlêr û Bexdad) herdu destên xwe bi awayekî dildarî bi rêzepeymanên ewlekarî û leşkerî girê dan, ku li gor rewşa iraqê û nêrînên elîta siyasî û qanûnî, tu pêwîstiya wê ya mezin tunebû. Ji bilî vê yekê jî, hebûna leşkerî ya tirkî li Iraqê rewa kirin û êdî bi hêsanî Tirkiya di navbera herêmên ku baregehên wê yên leşkerî tê de ne, tevdigere. Di vê çarçoveyê de, piştî ku parlamentoya Iraqê di navbera salên 2015 û 2016an de banga derketina artêşa tirk dikir û hebûna wê li ser axa Iraqê wekî “hêzeke dagîrker” binav kir, êdî Bexdad hebûna tirkî rewa dike û bare hikûmeta xwe ya pê bi rêzepeymanên ewlekarî û leşkerî, giran kir.
Destwerdana leşkerî: Rêbazê tirkî yê kevn
Dîroka destwerdana leşkerî ya Tirkiyayê li Iraqê di dema şerê kendavê yê yekem ango ji sala 1983an ve dest pê kir, ji ber ku Iraq a ku bi Komara Îslamê ya Îranê re ketibû nava şer, siyaseta kêmkirina dijminan meşandin. Lewra, destûr da Tirkiyayê ku bikeve nava axa Iraqê ya li ser sînor.
Di sala 1984an de, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Tariq Ezîz bi hempîşeyê xwe yê tirk Wehîd Melih Halifoglu, peymanek îmze kirin ku destûrê dide hêzên Tirkiyayê bi kûrahiya 5 kîlometer derbasî nava axa Iraqê bibe, lê bi şertê ku ev peymana ewlekarî di salvegera wê ya yekem de, bi dawî bibe. Lê destwerdanên Tirkiyayê tenê bi peymanên lihevkirinê sînordar nema, ji ber ku ji sala 1992an de destwerdan kir û sala 1993an de navendeke îstixbarata tirkî li Hewlêrê ava kir, ku Tirkiyayê wê demê sûd ji nakokiyên partiyên kurdistanî wergirt. Di nîva salên 90î de jî, ango piştî 4 salan li ser şerê kendavê yê duyem û derketina paralela 36an ji destê hikûmeta navendî ya Iraqê û avakirina sîstemekî rêveberiyeke xweser a kurdî li Kurdistana Iraqê, Bexdadê destûr da Tirkiyayê ku bi kûrahiya 20 kîlometer bikeve nava axa Iraqê. Di sala 1995an de jî, Tirkiyayê operasyona “Pola” dest pê kir bi beşdarbûna 35 hezar leşkerên tirk û bi kûrahiya 40 kîlometer kete nava axa Iraqê. Her wiha eniya şer jî di nava axa Iraqê de bi dirêjahiya 220 kîlometer, ava kir. Piştî vê operasyona mezin, di heman salê de 2 operasyonên piçûk jî li dar xistin.
Destwerdana leşkerî di demên cuda de û hema bibêje salane berdewam kir, heta di pêvajoya piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên jî destwerdan berdewam kir, tevî ku zehmet bû Tirkiya di nava axa Başûrê Kurdistanê tevger bike, ji ber hebûna Amerîkayê Ii Iraqê û êdî pêwîstiya partiyên kurdistanî yên iraqî bi destekdayîna tirkî kêm bû. Ji ber vê yekê jî, operasyonên wê xebatên îstixbaratî û derbeyên sînordar li dij baregehên PKKyê bûn. Lê rêbazê Amerîkayê derbarê Iraqê hate guhartin û fikirên derketina ji Iraqê derketin holê, hişt ku Tirkiyayê bi awayekî lezgîn bixwaze ku destwerdana karûbarê Iraqê bike û valahiya ku wê vekişandin li pey xwe bihêle dagire. Lê ev xwestekê Tirkiyayê armancên wê hene, ji wan serweriya li ser Mûsil û Kerkûkê piştî kêmtirî sed salan ku ji destê wê derket, şerê li dij PKKyê û lîstina bi hebûna siyasî ya kurdî li Başûrê Kurdistanê. Her wiha xurtkirina hebûna tirkumenan li Başûrê Kurdistanê û belîkirina partiyên tirkumenî yên alîgirên wê, her wiha guhartina bêyî pêşketina rewşa bavxweyî li Başûrê Kurdistanê bi rengekî ku Bexdad nikare wê rêxistin bike an jî desthilata navendê li ser bike.
Dûrî peyman û lihevkirinên di navbera Bexdad an jî aliyên kurdan û Tirkiyayê de, Tirkiyayê di operasyonên xwe yên leşkerî de bihaneyeke qanûnî bikar anî, ew jî bikaranîna madeya 51ê ji mîsaqa Neteweyên Yekbûyî, ku rê dide dewletan parastina ewlekariya xwe ya neteweyî bikin û destwerdanê di dewletên cîran de bikin, bi armanca parastina ewlekariya xwe ya neteweyî. Tirkiyayê heman made (51) di dagîrkeriya xwe di Bakurê Sûriyayê de ji sala 2016an ve, bi kar anî.
Lê heger rewşa vê madeyê çi be jî ya ku Enqerayê bo xwestekên xwe yên berfirehbûnê çêkiriye, ew ji hêla qanûnî ve girêdayiye ku pêwîst e Tirkiya agahiyê bide Encumana Ewlehiyê berî ku operasyonên xwe pêk bîne, ev yek jî Tirkiya pêk naîne dema ku operasyonên xwe yên dagîrkerane pêk tîne.
Ji derbasbûnê ber bi dagîrkeriyê ve
Dibe ku dema lûtkeya destwerdana Tirkiyayê di nava axa Iraqê de ji sala 2014an ve bi awayekî mezin çêbû û heta dema me ya niha jî. Di vê çarçoveyê de, hejmara baregehên leşkerî û navendên Tirkiyayê di dirêjahiya 200 kîlometer û kûrahiya ji 10 heta 40 kîlometer, 80 baregeh û navend in. Her wiha, hejmara leşkeran zêdetirî 5 hezaran e û pisporên leşkerî hene, tevî bi sedan tank û erebeyên zirxî. Her wiha li hin baregehan jî, komgehên topavêjan û cihê daketina balafiran hene.
Operasyona leşkerî ya dawî ku Tirkiyayê di 26ê hezîranê de dest pê kir, zêdetirî 300 erebeyên zirxî derbasî herêmê bûn û bendên kontrolê li herêmên Badînan ên parêzgeha Duhokê, ava kirin. Dema ku leşkerên artêşa Tirkiyayê sivîlên kurd kontrol dikin û daxwaza nasnameya iraqî dikin û pirsa çûyîna wan dike, dibe ku ev yek meyla dagîrkeriyê ya artêşa Tirkiyayê rave dike, ku bi rastî jî serweriya xwe li ser gundewaran feriz kiriye. Her wiha, ji bo tirsandina sivîlan û radestkirina wan, artêşa Tirkiyayê daristan û gelek dar şewitandin û herêmên çiyayî yên derdorê topbaran dike û bi awayekî domdarî, guleyan davêjin.
Êdî operasyonên leşkerî yên Tirkiyayê tu dem an jî erdîngariyeke diyarkirî bi lihevkirina bi Bexdadê re an jî bi hêzên kurdistanî yên li Kurdistanê serwer, tuneye. Di vê çarçoveyê de, ew wekî hêzeke dagîrkerî tev digere û hebûna xwe bê peymanan feriz dike û piştre jî peyman têne îmzekirin, da ku rayedarên iraqî neyên rûreşkirin. Mînaka baregeha Zelîkanê ya li navçeya Beşîqayê, ji bo nirxandina vê mijarê, mînakeke kêrhatî ye. Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Heyder Ebadî di sala 2016an de, gelek caran daxwaz ji Tirkiyayê kir ku baregeha Zelîkanê vala bikin, lê bê encam bû. Hemwextî daxwazên Iraqê yên derketina Tirkiyayê ji baregehên leşkerî yên li Iraqê, lêvegerê şîî yê bilind Eyetullah Elî Sîstanî jî daxwaza derketina hêzên Tirkiyayê û rêzgirtina li hemberî serweriya Iraqê, kir. Lê diyar e, ku Iraq nikare Tirkiyayê rawestîne, lewra bi wê re kete nava lîstokek jîr ku hebûna Tirkiyayê bibe bi qebûlkirina Bexdadê ji ber ku Tirkiya bi darê zorê li wir heye, her wiha ev hebûna Tirkiyayê ji rewşeke dagîrkeriyê veguhere rewşeke lihevkirinê di navbera herdu cîranan de. Ji ber vê yekê jî, li gorî peymana dawiyê, wê du navendên kordîneya ewlekarî û perwerdeyê werin avakirin, bi armanca hevkariya di qada “şerê li dij terorê”, yek ji wan navendan li Bexdad û yek jî li Beşîqayê.
Iraqê çi bi dest xist?
Wekî encamên destpêkê, diyar e ku aliyê Tirkiyayê beşek ji siyaseta xwe ya serwerî û berfirehbûnê bi erêkirina Iraq û Hewlêrê vê carê pêk anî. Êdî tirk bi rewabûna hebûna leşkerî, di karûbarê navxweyî yê Iraqê de, gotina wê êdî bandor e û dibe ku ev destwerdan veguhere, destwerdaneke siyasî di avakirina hikûmeta bê de û hevalbendên parlamentoyê û karûbarê parêzgehên Iraqê yên di nava Kurdistanê û li Mûsilê û Kerkûkê de. Li beramberî wê jî, Iraq jî tiştên ji peymanan bi dest xistine kêfxweş e.
Heta van kêliyan, Iraqê tu berjewendiyên stratejîk qezenc nekirine, ji ber ku pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin û diyar e ku wê di demeke nêz de jî ji aliyê Tirkiyayê ve, nayê çareserkirin. Her wiha, Iraq ango ne hikûmeta navendî û ne jî Herêma Kurdistnaê, nikarin operasyonên leşkerî yên Tirkiyayê kontrol bikin an jî sînorekî ji avakirina baregehan re deyînin. Di encamê de jî, zehmet e ku welatiyên Iraqê ji alava şer a Tirkiyayê were parastin. Lê mijara projeya “Rêya Geşepêdanê” jî, tenê wekî pankêrtekê ye ku rê li ber hikûmeta El-Sûdanî vedike bi Tirkiyayê re bide û bistîne û rê li ber hikûmeta Erdogan veke ku pê siyasetên xwe yên ewlehî derbasî Iraqê dike, bi bihaneya ku çi lihevkirin û peymanên ku çêdibin dikevin berjewendiyê vê projeyê de.
Lê hin peymanên ku Iraqê bi Tirkiyayê re îmze kirin, Bexdadê dikaribû ku bi dewletên ji Tirkiyayê pêşketîtir re îmze bikira, nexasim di aliyê perwerde, pîşesazî, spor û enerjiyê de. Di encamê de jî, hevkarî tenê di asta bazirganî de û hinartina petrolê û nêrînên ji bo çareserkirina pirsgêka avê ya Iraqê, maye.
Bi her halî, a baş bo hikûmeta El-Sûdanî ew bû ku nekeve nava şerekî navxweyî yê di navbera Tirkiya û kurdên wê de, tevî ku li devereke çiyayî di hundirê axa Iraqê de ye jî, her wiha a baş ew bû ku mafê avakirina dagîrgehên herheyî nede wê ku rê li ber wê vedike di demên pêş de destwerdanê di siyaseta hundirîn a Iraqê de bike. Eger em bixwazin siyaseta ne zelal a ku El-Sûdanî ji bo razîkirina Tirkiyayê dimeşîne fêm bikin, em dikarin bibêjin ku tevahiya çîna siyasî ya Iraqê gelek belgeyên ku Tirkiyayê nivîsandine îmze kirine, bêyî ku metirisya vê yekê li ser Iraqê kurd û ereban, di siberojê de zanibin.