Peymana civakî û avakirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê!

By Tariq Hemo

Di prosesa avakirin û birêvibirinê de, rola rexneyê girîng e. Rexne bi xwe jî kulturek pêşketî ya bicihkirin û encamdayîna xebatê ye. Ew felsefeyeke tekûzkirina kar e. Pêwîst e mafê rexne û nirxandinê di hemû astan de parastî be. Çi sazî û çi kes, pêwîst e rexne bê pirsîn û bibe beşekî pêwîst yê jiyana rojane. Nabe bi tu buhaneyan, mafê rexneyê ji destê mirovan bê wergirtin. Jixwe ragihandin jî rola çavdêriyê dike û erkê wê ew e, ku cih bide her kesî, da ku karibe xwe bi azadî îfade bike. Pêwîst e ragiahndin bibe platforma derbirîna azad/rexnekirinê ji bo girseyê û takekesane.

Ev çend gotinên derbarê rexnekirinê de girîng e ku em dubare bikin, berî ku em mijara peymana civakî û yekkirina her 7 kantonên Rojava li jêr yek herêmê, ew jî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, goftûgo bikin. Ev gaveke dîrokî bû, ya ku gelê kurd ev 100 sal bendewarê wê bû. Ev gava dîrokî ya bi xwîn û xwîdana bi sedhezar pakrewan û lehengan îro bû rastî. Pêwîst e em zanibin ku derçûna peymana civakî û yekkirina herêmê li jêr yek rêveberî û desthilatdarî gavek ne ji rêzê bû/ye.

Dema ku mafê me yê nirxandin û rexnekirina vî karê mezin hebe, divê di heman demê de jî, mafê me yê şahnaziyê hebe. Îro li welatekî mîna Sûriyayê, ku ev serê 12 salan bûye gola xwînê û bi qasî nîv milyon mirov hatine kuştin, ezmûneke bi vî rengî derkeve meydanê, ne karekî hesan û ji rêze ye. Ev encama tekoşînek dûr û dirêj ya pêşengên gelê kurd e. Peymana civakî û herêma yekgirtî ya bakurrojhilatê Sûriyayê destkeftiyek mezin a gelê kurd, hemû pêkhate û ya Sûriyiya û tevahiya mirovatiyê ye. Ji sala 2012an ve xweserî hatiye bichkirin û pêkhate mil bi mil dest bi prosesa avakirin û rêvebirinê kirine. Li ser bingeheke bihevrejiyan, biratiya gelan û xweparastinek hevbeş, ev xweserî hatiye pêşxistin. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwendinek rast ji rewşa Sûriyayê re kir. Hemû şêweyên tundrewiyê û şerê mezhebî hatine redkirin. Hemû hewledanên destwerdana hêzên derve û avakirina komên çekdar yên kirêkirî hatin şermezarkirin. Bawerî bi jiyanek hevbeş, cihêrengî, demokrasî û parastina hemû pêkhate/kêmmezheb/kêmnetewe hebû. Bawerî bi parastina jinê û bi nûjinî û layikbûnê hebû. Li ser vê felsefeyê rêveberî û xweparastin hat avakirin.

Gelê kurd serkêşiya guhertina demokratîk li Sûriyayê kir. Xwestekên welatiyan ên azadî û demokrasiyê dewrî ezmûnek xweserî û xwparastinê kir. Ev ezmûn ji sala 2012an û heta niha rastî êrîşên dijwar yên hêzên şofînî û terorîst hat. Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyayê pişta xwe dan rejîma El-Esed û berê xwe dan kurdan û Rojava. Bi alîkarî û destekdayina dewleta tirk bi dehan êrîş birin ser kantonên Rojavayê. Dema ku ev komên çete li hemberî berxwedana YPG û YPJyê têk çûn, dewleta tirk derfet da ku hêzên cîhadîst xwe birêxsitin bikin û berê xwe bidin kurdan. Bi vê yekê re, komên mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ derketin. Neyarên kurdan û dijminên demokrasî, azadî û jinê, hewl dan herêmên Rojavayê wêran bikin û rê li ber peydabûna herêmek xweser ya azad û demokrat bigrin.

Di sala 2015an de HSD ava bû. Vê hêza ku ji hemû pêkhatiyan e, dikarîbû DAIŞ têk bibira, qaşo paytexta wê Baxoz rizgar bikra û xwe mîna hevkara sereke ya Hevpeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê bida qebûlkirin. Rizgarkirina herêmên bakurrojhilatê Sûriyayê û têkbirina hêza terora global ya bi navê DAIŞê, buhayê wê 11 hezr şehîdên kurd, ereb û suryan bû.  Dewleta tirk xwe li vê yekê ranegirt û yekser destwerdana leşkerî kir. Di salên 2016, 2018 û 2019an de dewleta tirk êrîş bi ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û ew dagîr kirin. Di van herêman de guhertnek demografî pêk anî, kurd derbider kir û di milk û warên kurdan de malbatên çeteyên xwe bi cih kir. Her roj dewleta tirk û çeteyên wê herêmên  bakurrojhilatê Sûriyayê bombebaran dike.

Divê were zanîn ku peymana civakî û yekkirina her 7 kantonên bakurrojhilatê Sûriyayê gaveke mezin û ciyawaz e. Ew di rewşek dijwar de hatiye avêtin. Li herêmek ku bi dijmin û neyaran dorpêçkirî ye. Di serî de dewleta tirk û çeteyên wê, DAIŞ û rejîma El-Esed û çekdarên wê. Hemû li dij HSD şer dikin û hewl didin ezmûna bakurrojhilatê Sûriyayê têk bibin. Her roj êrîşên van hêzan li dij herêmê hene. Ew ji bo jiholrakirina vê ezmûnê hevkar in. Ew ji bo têkbirin û wêrankirinê budceyên bi milyar dolar û artêşên mezin xistine dewrê. Ji ber vê yekê, pêwîst e em rastiya dem û cihê zanibin. Em di herêmeke şer de dijîn. Jiyana herêmê jî li gorî aboriya şer tê dizyinkirin. Dijminên ezmûnê hebûn û serkeftina wê wek metrisiyek mezin li ser xwe dibînin. Pêwîst e rexne ji bo avakirin û xurtkirinê be, ne şêweyekî lûksusê be. Pêwîst e bakurrojhilatê Sûriyayê, ya ku wek herêmek hevgirtî û xwedî 5 milyon nişticih, bi hêza xwe ya parastinê, HSD û hevkariya hemû pêkhateyan, ji aliyê her yekî ji me wek roniya çavan bê parastin.