Parlementa Ewropayê, Human Rights Watch û dagirkeriya dewleta Tirk!

By Tariq Hemo

Di vê dema dawî de li himberî dagirkeriya dewleta Tirk a heremên Bakurê Sûriyê hin helwestên navdewletî yên girîng diyar bûn. Parlementa Ewropayê û Human Rights Watch raporên berfireh weşandin, tê de hemû aliyên dagirkeriya Tirkiyê ya heremên Bakurê Sûriyê, di nav de komkujî û paqijiya nijadî ya li dijî pêkhateya kurd li Efrîn û Serê Kaniyê, şermezar kirin û ew wek sûcekî li dij mirovayetiyê nîşan dan.

Parlementa Ewropayê di raporekê de siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê şermezar kir û kiryarên ku komên çekdar yên girêdayî Enqereyê mîna sûcên li dij mirovayetiyê nîşan da. Di raporê de behsa Tirkiyê mîna hêzek dagirker hat kirin. Dagirkirina artêşa Tirk ya heremên Bakurê Sûriyê hat şermezar kirin û komkujî û derbiderkirina kurdan ji Efrîn û Serê Kaniyê jî hat rexnekirin. Her wiha HSD mîna hêzêk tekoşer li dijî DAIŞê hat diyarkirin û doza alîkarî û destekdayina wê li hikûmetên Ewropayê hat kirin.

Parlementa Ewropayê ji endamên EU xwest ku ew dagirkeriya Tirkiyê qebûl nekin û doza xwevekişîna Enqereyê ji nava axa Sûriyê, dawîanîna li êrîşên li ser binsaziya Herema Bakur- Rojhilatê Sûriyê û dawîanîna destekdayina komên çete yên derveyî qanûnê, bikin.  Ji hikûmetên endamên EU tê xwestin ku ew li van xalên ku Parlemeta Ewropayê eşkere kirîye, xwedî derkevin. Ew van xalan bişopînin û ji Tirikiyê bixwazin ku ew dawî li siyaseta dagirkerî, êrîş û pêşvexistina DAIŞê bîne.

Human Rights Watch jî raporek berfireh li ser dagirkeriya Tirkiyê weşand. Di vê raporê de bûyerên revandin, girtin, tundiya zayendî û êşkenceya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, di 75 rûpelan de hatin tomarkirin. Rêxistinê, destnîşan kir ku destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û îstixbaratê di wan sûcan de heye û da zanîn ku di nava wan sûcan de, binpêkirina mafên bicihbûnê û milkiyetê, dizîn û talankirina mal û milkên şêniyan û şantajkirin hene. Rêxistinê her wiha da zanîn ku li himberî binpêkirin û sûcên şer hesab ji sûcdaran nayê pirsîn.

Daxuyanî û raporên ku Parlementa Ewropayê û Human Rights Watch li ser dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li himberî heremên bakurê Sûiryê û siyaseta komkujî û derbiderkirina pêkhateya kurd li Efrîn û Serê Kaniyê weşandine, gelekî girîng in.  Parlementa Ewropayê wijdana gelên Ewropayê temsîl dike û Human Rights Watch jî rêxisitnek gerdûnî ya parastina mafên mirovane û xwedî nav û dengekî mezin e. Îro dewleta Tirk a ku ji aliyê olîgarşiya mafyozî ya AKP/MHP tê rêvebirin, eşkere wek aliyekî dagirkir, sûcdarê li dijî mafên mirovan û alîkara komên çete û DAIŞê tê diyarkirin. Ji civaka navnetewî tê xwestin ku ew li dijî dewleta Tirk helwestên xurt nîşan bidin û zextan zêde bikin, da ku AKP/MHP dawî li dagirkeriyê  û alîkariya terorê bîne.

Diplomasî û siyaseta herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li ser bingeha daxuyanî û raporên ku Parlementa Ewropayê û Human Rights Watch li dijî dewleta Tirk weşandine, bikevin nava liv û tevgereke mezin û rêkûpêkirî. Li ser asta navnetewî divê dewleta Tirk were teşhîrkirin û hetikandin. Divê naveroka daxuyanî û raporên ku Parlementa Ewropayê û Human Rights Watch belav kirine, li her cihî werin vegotin û di destê Xweseriya herema Bakur û Rojhiltê Sûiryê de bibin belgeh û delîlên li ser komkujiya ku  desthilatdariya AKP/MHP li dijî kurdan dimeşîne. Ew sûcên ku hatine tomarkirin û navên qurbaniyan û rastiyên dayina gelek ji berpirsên eskerî û sivîl yên dewleta Tirk, biryarên dagirkerî û kuştina mirovan, divê hemû bêtin vegotin û dubarkirin. Divê hesab ji Enqerê were xwestin û rûyê AKP/MHP yê reş li her deverê were eşkerekirin.

Ji diplomasî û siyaseta herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku ew tîmekî navnetewî ji parêzer û mafnasan amede bike, da ku karibe li dijî dewleta Tirk dozên sûckirin û binpêkirina mafên jiyanê veke. Li cem dadgehên navnetewî yên têkildar ev doz dikarin werin vekirin. Divê diplomasiya Xweseriyê vê gavê bişopîne û di zûtirîn dem de vê tîma pispor ava bike. Divê li dadgehên navnetewî û her wiha li yên lokal jî li dijî dewleta Tirk dozên lezgîn werin vekirin û doseyên bi belge û delîl yên ku hemû cûcên şer û komkujiyan bi dem û cih tesbît dikin, werin pêşkêşkirin. Diplomasî û siyaseta herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya vî karî dikare dewleta Tirk tengav bike û wê di warê hiqûqî û diplomasî de têk bibe û rûyê wê yê reş li himberî hemû cîhanê eşkere bike.