Operasyona “Ewlekariya domdar”..Rûxandina “DAIŞê” di aliyê fikirî û leşkerî de

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) di 7 heta 13ê mijdarê de, operasyoneke berfireh a paqijkirin û lêgerînê bi navê “Ewlekariya Domdar” li dij herêmên başûr  û bakurê bajarê Holê û kampa wê li dar xist. Li kêleka wê jî, hêzên HSDyê di çarçoveya stratejiyta şopandina bermahiyên rêxistina terorîst û şopandina şaneyên wê û têkbirina çalakiyên ku plan dikin pêk bînin, li dij gelek cihên şaneyên rêxistina DAIŞê operasyonên taybet li dar xistin. Şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst jî, ji rewşa ewlekariyê ya ne aram li wan herêman “ji ber êrîşên milîsên girêdayî rejîma Sûriyayê û Îranê û bombebarana domdar a alava şer a Tirkiyayê li dij binesaziya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê” sûdê werdigire û plana êrîşan dike.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê, Odeya Operasyona “Ewlekariya domdar” ku ji HSDyê û hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk dihat, zêdetirî 5 hezar şervan beşdarî operasyonê bûn, bi destekdayîn û hevkariya ji Koalîsyona Navdewletî, zêdetirî 200 gundên herêmên sînorê Sûriya-Iraqê bi dirêjahiya 70 kîlometer çargoşe û kampa Holê û bajarê Holê, paqij kirin. Her wiha li gorî daxuyaniyê, li zêdetirî 60 baregehên şaneyên DAIŞê li Holê, Til Hemîs, bejahiya Til Koçer û rojhilatê bajarê Hesekê operasyonên taybet hatin lidarxistin û di encamê de, 79 kes bi tawana endamatiya rêxistina DAIŞê hatin girtin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Di heman demê de, di daxuyaniya HSDyê de hate ragihandin ku operasyonên taybet û bi encam, li ser sasê agahiyên îstixbaratî pêk hatin û di encamê de endamên rêxistina terorîst hatin girtin û derbe li sazûmaniya rêxistinî ya ku alîgirên DAIŞê hewl dan li di nava kampa Holê (40 hezar girtî) de ava bikin, hate xistin. Nexasim beşê bi navê “jinên koçber” ên rê nadin kesekî ku ji rêzikên rêxistinê derkevin û tundiyê bi kar tînin, di nav de jî pêkanîna tawana kuştinê û veşartina cenazeyan, ku lêpirsîn bi 17 jinan hat kirin ku guman li ser wan hebû ku ew endamên “jinên koçber in” û wan kiryarên îşkence kirine û alîkarî û agahî dane şaneyên razayî.

Her wiha, gelek alavên elektronîk ku peywendiya di navbera şaneyên DAIŞê di hundir û derve de hêsan dikir hatin desteserkirin, her wiha cih û tunelên şaneyên DAIŞê hatin wêrankirin û al û sembolên rêxistina DAIŞê jî hatin desteserkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca operasyonê ew bû ku da ku rêxistina DAIŞê nikaribe sazûmaniya xwe ava bike û ya herî girîng ji wan jî “Hisba jinan” û “Eşbal El-Xîlafe”, ev armanc jî piştî operasyona lêgerînê û serdegirtinê, hate pêkanîn.

HSDyê, ji sala 2021ê ve 3 operasyonên lêgerîn û serdegirtinê li dij kampa Holê û derdora wê li dar xistin. Di encamê de, bi dehan endamên “DAIŞê” hatin girtin û şaneyên DAIŞ û sazûmaniya rêxistinî û beşên “Hisbe” û “Ciwanan” hatin jihevxistin û çek û cebilxane û alavên peywendiyê hatin desteserkirin. Her wiha, sûcên kuştinê, veşartinê û girtina bi darê zorê di hundirê kampê de jî, hatin eşkerekirin. Operasyona çaremîn a vê dawiyê jî, berdewamkirina operasyonên berê bû, ku di çarçoveya agahiyên îstixbaratî yên piştrast derbarê hebûna planên “DAIŞ”ê yên êrîşa li dij Kampa Holê, da ku alîgirên xwe rizgar bike.

Li kêleka armanckirina rêxistina DAIŞê da ku nikaribe careke din di hundirê zindan û kampan de xwe birêxistin bike û jihevxistina şaneyên wê û desteserkirina alavên wê yên peywendiyê û îstixbaratî, HSDyê bi rêya hemleyên xwe yên lêgerîn û paqijkirinê yên berfireh ku li dar dixe, armanc dike dilrehetiyê bixe nava kesên ku dixwazin ji rêxistina DAIŞê û gefên endamên wê xelas bibin. Her wiha, HSDyê derftekê dide wan ku dev ji vê hizira tarî berdin û vegerin tevlî civakê û jiyana normal bibin di bin serpereştiya saziyên Rêveberiya Xweser û bi navbeyankarî û şopandia ji aliyê şêxên eşîran û rûspî û kesayetên civakî. Beriya wê jî HSDyê bi sedan kesên ku beşdarî kuştinê nebûne ji zindanan derxistin û derfet da wan ku vegerin nava civakê, piştî bangên ku ji kesayetên civakî û rûsipiyên eşîran. Hêzêzn Sûriyaya Demokratîk armanc dike ku rewşeke hevgirtî di navbera karê leşkerî û ewlehî bi rêya têkbirina şaneyên “DAIŞ”ê û jihevxistina rêxistina wê û zuhakirina kamiyên fînanse, leşkerkirin û rêklamê û serrastkirin û dana derfetê bo kesê ku dixwaze ji rêxistinê dûr bikeve û vegere nava civakê bi garantiya rîspî û kesayetên niştimanî yên binavûdeng. Di vê çarçoveyê de şandek ji eşîrên ereb û kurdan li herêma Cizîrê serdana fermandariya meydanî ya “Ewlekariya domdar” kir û piştgiriya xwe ji bo HSDyê ya ku şaneyên DAIŞê dişopîne û ewlekariyê li herêm, bajar û gundên herêma Cizîrê peyda dike, anîn ziman.

Heta niha jî gefên rêxistina DAIŞê dij herêmê mezin e, lewra heta niha ew çalak e û bi domdarî xwe birêxistin dike û şaneyên xwe amade dike û êrîşên bi lez li dij HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tîne, her wiha li dij kadroyên sivîl û rêveberî yên saziyên Rêveberiya Xweser jî pêk tîne. Hefteyek derbas nabe leşker û sivîl rastî êrîşên ji aliyê şaneyên “DAIŞ” tên, li kêleka wê jî çalakiyên teqandin û xerabkirinê yên domdar jî pêk tînin. Rêxistina DAIŞê jî di aliyê lojîstîkî û û kesan de ji bingeha xwe ya piştê li çolistana Sûriya û Iraqê sûdê werdigire, ku li wir hebûneke xwe ya mezin heye, di demekê de ku artêşên Sûriya û Iraqê nikarin li pey şaneyên wê bikevin û baregehên wê wêran bikin. Di heman demê de jî, rêxistina DAIŞê sûdê ji êrîşên domdar ên milîsên girêdayî rejîma Sûriyayê û Îranê li ser herêmên rojhilatê Firatê li kantona Dêra Zorê dibîne û hewl dide ku hebûna xwe xurt bike û gotina xwe xurt dike ku dibêje ew ê di demekê nêz de vegere û endamên dervayî qanûnê ber bi xwe ve tîne. Bê gûman, êrîşên dewleta Tirkiyayê yên domdar li dij binesaziya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û armanckirinên bi zanebûn ên ji navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Antî Terorê, derfeteke mezin dide DAIŞê da ku xwe birêxistin bike û êrîşên ji nişkan ve û çalakiyên teqandinê û xerabkirinê pêk bîne, pê re jî êrîşên esmnî û bombebarana tirkî.

HSD dibîne ku şerê li dij “DAIŞ”ê hîna bi dawî nebûye û rêxistina DAIŞê hîna jî ji hev belav nebûye, tevî jinavbirina paytexta wê Reqayê sala 2017an û tunekirina baregeha wê ya herî dawî Baxoz di sala 2019an de. Her wiha rêxistina DAIŞê jî heta niha heye û hewl dide ku li gorî rewşa nû tevgerê bike, bi rêya binerd û tunelan û bikaranîna rêbazên jinişkan ve û çalakiyên bi lez û derbeyên xerabkirinê. Di heman demê de, DAIŞ heta niha xeyal dike ku êrîşên mezin li dij zindan û kampan pêk bîne, da ku endam û alîgirên xwe rizgar bike û ji nû ve serweriyê li ser herêman bike û li eniyên diyar û naskirî şer bike. Ji aliyekî din ve jî, rêxistina DAIŞê xwe spartiye bi hezaran zarok û ciwanan ên ku ji wan re “Eşbal El-Xîlafe” tê gotin , da ku bibin endamên wan ên şerker. Di vê çarçoveyê de, rêxistina DAIŞê zêdetir balê dikişîne ser kampan bi rêya belavkirina hizirên xwe ku tundî û terorê çêdike û xîtaba xwe ya rêklamê digihîne wan û pê hestê hêviyê li gel wan çêdike bi rêya şanîkirina operasyonên rêxistinê li derve, bi taybet li deverên derveyî qada Sûriyayê (li Afrîkayê) ku rêxistin dibêje ew li dij artêşên dewletan bi ser dikeve û wê dest bi avakirina mîrnişîna xwe li wê deverê kiriye.

Têkbirina “DAIŞ”ê xwe dispêre pirkirina operasyonên leşkerî yên berdewan û rûxandina şaneyên wê û jihevxistina çarçoveyên wê yên rêxistinî, her wiha dûrxistina wê ji civakê û dana derfetê bo kesên ku dixwaze xwe jê dûr bixe û vegere jiyana normal. Ew programekî giştî ye gelek aliyên wê hene û tê de kideyên civakî roleke zelal û bandorker dilîzin. Hin rêyên din hene, mîna operasyonên geşepêdanê, projeyên aborî, başkirina xizmetguzariyan û çêkirina programên perwerdeyê yên li ser bingehê hevhezkirin û pirrengiyê tên avakirin. Ew şerekî hizirî ye, ku saziyê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pê radibin, tevî kêmbûna derfetan û êrîşên berdewam ji hêla dewletên herêmî yên mezin ve û ji hêla milîsên dersînor ku tev de bi “DAIŞ”ê re dibin yek bi armanca rûxandina nimûneya hevjiyanê ya ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê wê dinimîne, da ku berdêlê ava bikin: Deverên kaosê, mîrnişînên tarî û şerên navxweyî.