Normalîzbûna bi barbariyê re

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Beriya 110 salan, Anadolya, Kurdistan û Ermenistan ne tenê di aliyê erdîngariyê de ji hev parçe dibû, lê belê bûbû qada hilweşandina têgihaştina jiyana hevbeş. Li wir ne tenê rêzekomkujî çêdibûn, lê belê kêliya bi dawîbûna xêrê bû di dîrokê de: Kêliya roja qiyametê bû di jiyana gelên cîran de.

Dewlet êdî ji ber têkçûnên xwe li Balkanê, ji hev belav dibû û piştre jî derbasî hilweşandinên leşkerî di Şerê Cîhanê yê Yekem de li pêşiya Rûsya û hevalbendan, bû. Gelên misliman li Anadolya û Kurdistanê bi taybet, dît ku dewlet nikare êdî parastina wan bike. Lewra, hemleya koçberkirn û qirkirina ermenan bi fermana Telet Paşa hate pêkanîn û tirsa mislimanên osmanî bi dawî nebû. Ev hemle bi salan asta wê nehat naskirin. Cîranên ermenan herdem texmîn dikirin ku ermen di gundê xwe de ne û nedixwest ku biçin gundên wan, ji ber ku hêza wan a çekdarî tune bû, an jî ditirsiyan serdana wan gundan bikin. Lê piştre ji wan re piştî mehan, salekê û du salan ku ew gund vala ne û valabûn ev demek ser re derbas bûbû.

Tirsa osmaniyan ya dereng ku piştî çend sedsalên qelsbûnê ava bû, veguherî endazyariyeke bi zanebûn a kuştinê ku ne tenê ji ber tirsa ji derve, lê belê tirsa ji hundir ji cîranan. Di wê kêliyê de, barbariya Anadolyayê ya dijberî barbariya Kafkasyaya Rûsyayê derket holê: Kuştina pêşekî. Ji ber vê yekê jî biryar da ku dijmin di siberojê de têk bibe bi rêya tunekirina şiyanê wî yê jinûvezêdekirinê, ango bi rêya qutkirina wî ji erdîngariya wî bi rêya koçberkirinê û kuştina wî û spartina axê û revandina zarokên ku xelas bûne û ew xistin malên sêwiyan û piştre jî kesên ku beşdarî sûcê bûne, ew zarok ji xwe re birin. Gotinên kesên ku ji wê operasyonê rizgar bûn, meriv ecêbmayî dihêle: Çawa piştî wê rojê roja qiyametê ranebû?!

Min ev pêvajo bi salan lêkolîn kir û min hewl da ku vê kêliyê ji dîroka bakurê welatê Şamê û Kurdistanê û Anadolyayê, eşkere bikim. Gelo çi çêbû? Encama lêkolîna min wê wekî pirtûkekê di demeke nêz de bisernavê “Çawa Peymana Lozanê vegotina hezar salan ji pênaseya gelan û qebîleyan di Rojhilata Navîn de, guhart?” were weşandin.

Belê, ew kêliya ku mirovên li ser vê axê, veguherên kujerên baş. Şêx Seîdê Nûrsî jî hin bîranînên xwe di vê pêvajoyê de hişt, ew mirov ecêmayî dihêlin, wekî ku hişt hêzên rûsî ecêbmayî bimînim di dema ku dagîrkeriya Bidlîsê kirin, çawa ku Şêx Nûrsî hişt ku sivîlên ermenan bi awayekî ewle bigihêjin eniya Rûsyayê, lewra rûsan û ermenan heman tişt kir: Kurdên ku asê mane rê kirin eniya ku di bin destê kurd û tirkan de ye. Ew kêliyeke hevnasînê bû, her wiha kêliyeke redkirina barbariyê bû. Tekez e ku îroj bi dehên hezaran neviyên wan kêliyan hene.

Barbariya herî metirsîdar, “barbariya pêşîlêgirtinê” ye ku tenê bi tolhildanê sînordar nema, lê belê pêşî li dijminê muhtemel jî digirtin. Derfet nedidan ku ji dayîk bibe, xwe bîne ziman, pir bibe. Ji ber vê yekê jî, qirkirina bi zanebûn bû, ne kêliya dînbûn û parastinê bû, lê belê biryarek bû. Kuştin ne bertek bû, lê belê sîstematîk bû.

Kêliya barbariya xwecihî  ku di aliyê siyasî de koma “Îthad û Tereqî” di Anadolyayê de pêk anî û Rûsyaya Qeyser li Ermenistanê pêk anî, pêşekên wê yê mezin hebûn û hin şaştiyên ku elîtên osmanî û rûspiyên civakan giranî neda wan, ku cidakirina civakî ji tinaziyê dest pê dike û bi mafê “xwediyê mafê xeyalî” bi dawî dibe ku dibîne ji mafê wî dundeyê civakeke dijmin bibire.

Barbarî armanceke xwe hebû, ew jî kuştina pêşekî ye ne tenê tolhidan e. Diviyabû barbariya borî ya beriya 110 salan, di navbera 1915 heta 1923an, tenê li gel barbariya tolhildanê bisekine, lê belê plana xwe destnîşan kir ku divê di siberojê de ev dijmin ji nû re çênebe, encama wê jî qirkirina tevahî ya ermenan bû.

Em li welatê Şamê rewşeke nêzî wê dijîn. Lê belê ne ji aliyê saziyên xurt ve tê kirin, lê belê ji parçeyên dewletê  tê kirin. Ne ji aliyê artêşeke yekgirtî tê kirin, lê belê ji milîsên ku şerîta xwe hene,  tê kirin. Kêliya ku 14 salan dewam dike, bilind dibe û nizim dibe, qels dibe û tund dibe, ew kêliyek e ji kêliyên herî jêrîn di dîroka me de ye.

Lê cudahiya metirsîdar êdî ne pirsgirêk e, lê belê bûye sîstemek, rêbazekî jiyanê. Di her komkujiyeke “xwecihî” de, di her xîtabeke mezhebî de, di her wêneyekî ku ji zindanê derdikeve, em kopiya dubarekirî ji kêliya 1915an dibînin: Rûyekî bê xislet, qurbaniya ku kesekî xemgîn nake û kuştina bêhesab.

Ji ber ku di salên dirêj de, em di nava çerxeke wêrankirinê de dijîn, me dest bi normalîzekirina barbariyê re kir  û me kir çarçoveya pênaseyekê, ango xuya bike ku jê tê têgihaştin û bi hîleyan bihaneyan jê re bidin, wekî ku em bibêjin ew bertekek e tolhildanî ye. Çekdarên DAIŞê dema ku jinên êzidî sebî kirin, ne ji ber tolhildanê bû, lê belê vegerandina barbariya dîrokî bû.

Eger ku sedsala borî bi qirkirinê hate destpêkirin, dide tiştê mayî ji vê sedsalê bide zanîn ku qirkirin ne tenê kiryarek e şaş e, lê belê biryar e û divê em biryarê bidin.

Kunên ku barbarî jê derdiketin, niha bûne derî û ji tinaziya dîrokê divê em hêviyan li ser heman barbariyê ava bikin. Ku barbarî bibe pêvajoyeke demkî ji veguhastina ber bi tiştekî baştir ve, tevî ku ne merc e veguhastin ber bi pêş de be.