Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 27 çileyê de, bernameyek bi zimanê erebî bi boneya salvegera 6am a dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyayê ve û pêkanîna siyaseta guhartina demografîk û koçberkirina kurdan, organîze kir. Bername ku ji aliyê lêkolînerê navendê Şoreş Derwîş ve hate birêvebirin û li ser malperên medyeya civakî hatin belavkirin, nivîskar û mamosteyê zanîngehê yê awusturyayî Thomas Schmidinger û doktor û rêveberê servîsa îngilîzî ya Navenda Kurdî ya Lêkolînan Thoreau Redcrow, bûn mêvanên bernameyê.
Thomas Schmidinger di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser tecrubeya herêma Efrînê beriya dagîrkeriya Tirkiyayê û hevgirtina civakî li herêmê ku di nava xwe de kurd, ereb, misliman, xiristiyan û êzidî dihewandin, her wiha rewşa pêşketinê di wê demê de ku li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê yekem zanîngeh li Efrînê hate vekirin û got: “Efrîn tecrubeyeke pêşketî û herêmeke bi ewle û aram bû, Tirkiyayê jî dixwest vê nimûneyê bi hêza leşkerî rake. Ev jî sedema rasteqîn a êrîşa Tirkiyayê li Efrînê ye û dagîrkeriya wê ye, ku bi hevkariya komên çekdar ên alîgirên xwe pêk anî.”
Her wiha Schmidinger da zanîn ku tiştê Tirkiyayê Ii Efrînê dike ji tiştê ku Îsraîl li Xezayê dike xerabtir e û wiha dewam kir: “Efrîn ne axeke Tirkiyayê ye, lê ew axeke ku ji aliyê Tirkiyayê ve hatiye dagîrkirin. Tirkiya rê nade ku xelkên resen ên Efrînê vegerin û ev jî hemû binpêkirin in. Her wiha, gelek hewldanên mezin ên qirkirina etnîkî û guhartina demografî hene û ev jî kiryarên gelekî xeternak in.”
Schmidinger bal kişand ser binpêkirinên Tirkiyayê û diyar kir ku ev binpêkirin gelekî xeternak in û di nava deh salan de dibe ku herêma Efrînê bi temamî were guhartin û hewldanên guhartina demografî dibe ku bigihêje asteke metirsî û got: “Demek e dirêj e ku Tirkiya hewl dide desthilata de fakto ferz bike û paçeyekî ji axa Sûriyayê tev li axa xwe bike, ew van binpêkirinan berdewam dike, rajava jî li hember wê, bêhelwest e.”
Schmidinger got ku Tirkiya berpirsa binpêkirin û sûcên li Efrînê dibe, ji ber ku dewletek ku Efrîn dagîr kiriye û bi bîr xist ku ew sûc di gelek raporên navdewletî û raporên rêxistinên mafên mirovan de hatine belgekirin.
Li bara pirsa ku heta kengî dê xelkê Efrînê li dervayî Efrînê bimîne, di bin konên koçberiyê de, hevdemî berdewamkirina revandin, destdirêjî, birînda darên zeytûnan û dizîya kevneşopan ji hêla komikên bi ser Tirkiyayê ve, Thomas li bara rewşa heyî ya ku bo vegera xelkê Efrînê nealîkar e, nîgeraniya xwe nîşan da, ji ber ku dagîrkerî berdewam, binpêkirin û tawan berdewam dikin, civaka navdewletî jî bi krîzên din mijûl e, di serî de şerê Xezayê û beşek mezin ji mijûliya navdewletî li gel wê ye.
Schmidinger bal kişand ser wê yekê ku li Efrînê tu saziyên ragihandinê yên serbixwe tunene, da ku rastîyê bibêjin û binpêkirinan bi belge bikin û wiha dewam kir: “Tirkiya rê nade ku saziyên navdewletî yên serbixwe û rêxistinên navdewletî yên ne girêdayî hikumetan, derbasî Efrînê bibin û lêkolînan bikin. Em agahiyên xwe ji xelkê herêmê û dezgehên çapemeniyê digirin, ji ber ku zehmet e em xwe bigihînin belgeyên serbixwe derbarê tiştên ku li ser erdê çêdibin.”
Ji aliyê xwe ve jî, Dr. Thoreau Redcrow behs kir ku çawa hevgirtina civakî li Efrînê hate guhartin û sedemên ku hiştin Efrîn ji aliyê Tirkiyayê ve were dagîrkirin û got: “Efrîn herêmeke ku piraniya xwe kurd bûn û Tirkiya jî bi rêya operasyona xwe ya leşkerî hewl dide guhartina demografî li herêmê biguhere û kurdan neçar bike ku ji herêmên xwe koçber bibin. Her wiha, di dema dagîrkeriyê de û piştî wê gelek binpêkirin pêk hatin.”
Redcrow destnîşan kir ku civaka navdewletî bi tevahî şahidê operasyona Tirkiyayê ya li dij Efrînê û sûcên ji roja yekê pêk hatin û heta roja dewam dikin û got: “Li Efrînê revandinên bêserûber, rewşên destdirêjî û windakirinê ji aliyê çeteyên li Efrînê pêk hatin. Her wiha gelek tax bi tevahî hatin rakirin ji bo avakirina cihên leşkerî, her wiha cihên perestgehan jî li Efrînê hatin wêrankirin.”
Redcrow anî ziman ku tiştê li Efrînê çêdibe siyaseteke bi zanebûn ku ji bo herêmê gefek e û hewldaneke ji bo tev li Tirkiyayê bikin.
Redcrow diyar kir serokkomarê Tirkiyayê Erdogan durûtiyê bi kar tîne, ji ber ku tiştên li Xezayê çêdibin wekî qirkirina komî û sûc û binpêkirinên li dij mafên mirovan dibîne, lê di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bombebaran dike û binesaziya wê wêran dike û beriya wê jî bi hezaran xelkê Efrînê ji herêmên wan derxistin bêyî ku li qirkirina ku pêk, mukur were.
Redcrow di dawiya axaftina xwe de got: “Tirkiya wê siyaseta xwe ya berfirehkirina osmanî berdewam bike û mixabin NATO nikare Tirkiyayê rawestîne û naxwaze ku fişarê li ser bike, her wiha civaka navdewletî nikare Tirkiyayê ji ber binpêkirin û sûcên ku li Efrînê kirine, ceza bike.”