NKLyê di bernameyekê de rûbirûna Amerîka-Îranê li herêmê nîqaş kir

 Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) di 10ê sibatê de, bernameyek bi zimanê erebî bi rêya Zoomê derbarê rûbirûna Amerîka  û Îranê li Rojhilata Navîn û bandora vê yekê di siberojê de, organîze kir. Bername ku ji aliyê endamê NKLyê Şoreş Derwîş ve hate birêvebirin, profîsorê qanûna navdewletî û endamê encûmena şêwirmendiyê yê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump Dr. Cebraîl Sawma û şêwirmendê Navenda Ihramê ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Cemal Ebdulcewad, bûne mêvan û mijara rûbirûna Amerîka û Îranê li Rojhilata Navîn, nirxand.

Bername, bi pirsa awayê rûbirûna di navbera Amerîka û Îranê de ku piştî 7ê cotmehê hate destpêkirin, ber bi ku ve diçe, nexasim ku Îranê gelek caran baregehên Amerîkayê li Rojhilata Navîn di 1ê sibatê de armanc kirin, dest pê kir. Dr. Cemal Ebdulcewad bersiv da û da zanîn ku tiştê çêbûye, lûtkeya daxwaza Îranê li herêmê bû ku nameya xwe bigêhîne her kesî ku hêza wan heye xwe bigihînin hemû herêmên girîng di demeke kurt de û Amerîka jî bersiva vê nameyê da.

Ebdulcewad diyar kir ku Îran naxwaze şer gur bike an jî bikeve rûbirûneke yekser di vê demê de, ji ber ku ew di bikaranîna şaxên xwe li herêmê de, gelekî pispor e û wiha dewam kir: “Em texmîn nakin ku dê di demeka nêz de heman dîmen dubare bibe, ji ber ku Îran dizane çawa parastina rêzikên hevsengiyê bike.”

Ebdulcewad destnîşan kir ku guhartineke ku bûyerên wê nayên texmînkirin heye ew jî Xeza ye, lê Îran ji bo çarenûsa xelkê Xezayê xwe berpirsyar dibîne û tiştê li Xezayê çêdibin berfirehbûna Îranê hêsan dike û armancên wê pêk tîne. Ebdulcewad got: “Axaftinên ku dibêjin şaxên Îranê bi awayekî ferdî tevdigerin ne beraqil e, ji ber ku ew ne xwedî siyaseteke taybet in. Ji aliyekî din ve jî, Hemas ne girêdayî Îranê ye, lê Hizbulah wekî nimûneya herî baş a girêdanbûna bi Îranê re ye. Îran jî rêyên wê yên cur bi cur hene ku pê serdestiyê li îradeya siyasî ya alîgirên xwe bike.”

Pirsa derbarê bûyera baregeha Burc 22 ku tabûrên Hizbulahê pêk anîn û bersivdayîna Amerîkayê dereng da û parçebûna nêrînan di kongresa Amerîkayê de, Dr. Cebraîl Sawma da zanîn ku siyaseta Biden wekî siyaseta Obama ye, ku nefretê ji dewletên erebî dike û armanc dikir ku têkiliyên balkêş bi Îranê re veke û roleke mezintir bide Îranê ku rêveberiya Rojhilata Navîn bike.

Dr. Sawma anî ziman ku Biden derbarê mijara nuklerî de dixwest Îranê vegerîne maseya danûstandinê û biryar da ku firotina balafirên F35 ji Erebistana Siûdî re rawestîne û Hûsî ji lîsteya terorê derxist, wekî ku dixwaze bi Îranê re danûstandiyeke baş bike, berovajî serokê berê Trump. Dr. Sawma di berdewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku di dema Trump de Îran ji Amerîkayê ditirsiya, her wiha têkiliyên Amerîkayê bi Çîn, Rûsya û heta Koreya Bakur re jî baş bûn, lê dema ku Biden hêzên Amerîkayê ji Efganistanê bi rêbazekî qerebalix vekişand û siyasetên şaş li dij dewletên mezin û dewletên Rojhilata Navîn bi kar anî, rewş hate guhartin.

Cebraîl Sawma destnîşan kir ku şaxên Îranê û Hemas jî cesaret ji refleksa Biden a lawaz wergirtin û piştrast kir ku Îran armanca wê ya sereke derxistina hêzên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn e, da ku karibe serweriya tam bike û nexasim li ser dewletên Kendava Erebî  û bi vê yekê jî bibe dewleteke gewre û Îsraîlê tune bike û got: “Ev yek li ser tevahiya gelên herêmê, di nav de jî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) metirsîdar e.”

Derbarê pirsa şiyanên Îranê yên derxistina tevlîheviyê li herêmê û rêgirtina li çareseriyên gengaz ên di navbera Filistîn û Îsraîlê de, Dr. Ebdulcewad bersiv da û got: “Armanca Amerîkayê ya yekser rêxistinkirina rewşa herêmî ye ku  dewletên kendavê û Îsraîlê bikevin bin sîwana Amerîkayê û dapînkirina şiyanên nuklerî yên Erebistana Siudî, lê ev yek pêwîstiya wê bi hêmanekî siyasî heye ew jî projeya mezin a derbarê “çareya du dewletan”. Her wiha meyleke Erebistana Siudî di vî alî de heye, ji ber ku Erebistana Siûdî û Îsraîl ditirsin ku Îran bibe dewletke nuklerî ku serweriyê li herêmê bike û divê di yek eniyê de li pêşiya gefên Îranê bisekinin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew texmîn nake ku Îran dikare hevkariya Erebistana Siûdî û hin dewletên din ên kevdavê bi Îsraîlê re ji hev bixe. Her wiha diyar ku Erebistana Siûdî siyasetên xwe bi pêş xistiye ku gihaye asta ku nema xema wê bê kî di hilbijartinên Amerîkayê de bi ser bikeve, ji ber ku ew dikare nêzîkî wan bibe.

Derbarê pirsa hevkarê me Şoreş Derwîş, a vebijêrkên di hilbijartinên siberojê ên Amerîkayê de, eger ku em texmîn bikin Biden careke din bi ser ket, wê demokratîk rêbezekî pir eşkere ji bo bersiva Îranê bi kar bînin? An jî eger ku serokê berê yê Amerîkayê Trump bi serket, wê siyasetên vekişandinê ji Rojhilata Navîn û nexasim Sûriya û Iraqê, werin xurtkirin?

Dr. Sawma wiha bersiv da: “Siyaseta Biden ew e ku serweriya  Îranê li Rojhilata Navîn zêde bike. Lewra, eger ku Biden careke din bû serok, bê gûman wê Îran enerjiya nuklerî hilbirîn bike, ev yek jî wê wêrankirina giştî ji bo dewletên Rojhilata Navîn be û gefên ji bo dewletên cîran be. Îran dibîne ku dewletên ereban û tevî artêşên wan ji aliyê rojava ve hatine çêkirin. Îranê wekîlên xwe li Rojhilata Navîn çêkirine da ku serdestiyê lê bike heta gihaye asta ku serokên gelek dewletan fermanên xwe ji Îranê werdigirin û bi taybet Iraq, Sûriya, Libnan û Yemen. Îran dê heman tiştî bi Dewletên Kendavê re bike heger derfet bi dest wê ket. Her wiha texmîn dike ku heger Trump careke din bigihêje Koşka Spî dê deranîna petrola îranî qedexe bike û dê aboriya Îranê pûç bike.

Her wiha, derbarê derfetên pêkanîna şerekî yekser, Dr. Ebdulcewad got: “Ez vê yekê dûr dibînim. Şerên yekser û vekirî pêwîstiya wê bi gelek pêşketinan û astên mezin ji şer heye. Her aliyek nameyên xwe rê dike ji aliyê din re û dihêle ku helwestên tund nîşan bide, lê wî dûr nexist ku şer berfireh bibe û asta tundiya wê bilindtir bibe, ku amaje bi wê yekê kir ku her aliyek berjewendiyên wê hene ku vê kêferatê rêxistinkirî bihêlin, ji wan jî Çîn, a ku ne ji berjewendiyên wê ye ku Amerîka ji Rojhilata Navîn derkeve, ji ber ku ew azadiya çûnûhatinê li deryaya Sor bi alîkariya Amerîkayê, dixwaze.