NKLê nakokî û xwestekên  siyasî di navbera Bexdad û Başûrê Kurdistanê de nîqaş kir

Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 10ê adarê de, rûniştineke dîyalogê bi sernavê “Kurdistan û Bexdad, xwestek û nakokî” ji bo nîqaşkirina rêveçûyîna siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê di demekê de ku destwerdanên derve  û herêmî tê de çêbûne, organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Şoreş Derwîş ve li ser Zoomê hate birêvebirin, nivîskar, rojnamevan û berpirsekî payebilind ê YNKyê Stran Ebdulah, mijarên borî nirxand.

Bername bi pirsa li ser rola dadgeha federal a Iraqê ya ku hebûneke wê ya berçav çêbûye ku bûye aliyekî dadwerî di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybet piştî sala 2017an dema referandoma serxwebûnê. Ev dadwerî û destwerdana yekser bandor li serxwebûna petrolî û aborî ya Herêma Kurdistanê kir, hin jî dibînin ku bingeha pirsgirêkê nelihevkirinên kurdistanî ne ku rê li ber destwerdanê vekir.

Stran Ebdulah da zanîn ku biryarên dadgeha federal ên dawî yên girêdayî Herêma Kurdistanê, di encama giliyên ku YNKyê li ser serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye, derket, tevî ku tê zanîn erka serokê parlamentoyê ji para YNKyê ye û bi vê yekê jî YNKyê gilî li ser “gotina rêjeya nûnertiya pêkhateyan” kir, Ebdulah wiha berdewam kir: “Dîyar e ku rêjeya nûnertiya pêkhateyan, li gorî berjewendiyên aliyekî siyasî ye û di pêkanîna mafê kêmneteweyan de ji wateya xwe derketiye û veguheriye alaveke di desteê hin aliyên siyasî de ku çarenûsa wan kêmeteweyan ew dîyar dike.”

Ebdulah diyar kir ku giliyê ku YNKyê pêşkêş kiriye, naveroka wê ji biryara dadgeha federal hinekî cuda ye, lê encam yek e û wiha berdewam kir: “Herêma Kurdistanê beşek ji desthilatdariya dadgeha federal e, her wiha beşekî girîng ji desthildariya siyasî ya Komara Iraqê ya Federal e û gelek kesayetên giring ên kurdistanî ên wekî Mam Celal Talebanî û birêz Mesûd Barzanî û birêz Nûşêrwan Mistefa û hwd, roleke sereke di mafên heyî yên di destê Herêma Kurdistanê de di nava sînorê dewleteke navendî de lîstine.”

Her wiha Ebdulah anî ziman ku pirsgirêkek di prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û Bexdadê de heye û piştrast kir ku herdu alî pabendbûnên xwe pêk nayînin. Ebdulah bal kişand ser nakokiyên di navbera hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê û got: “Em wekî YNKyê di wê baweriyê de ne û piştrast dikin ku biryara dadgeha federal di encama wê yekê de ye ku proseya siyasî li herêmê xetimî ye, lewra me gelek çareserî pêşkêş kirin, lê heta niha hîna cemidî ye.”

Stran Ebdulah bal kişand ser mijara dema dirêjkirina gera  parlemetoya Kurdistanê û da zanîn ku ev mijar di navbera PDK û nûnerên kêmneteweyên din bê hebûna nûnerên YNKyê pêk hat û piştrast kir ku ev yek ne qanûnî ye û wiha berdewam kir: “Parlamento êdî civînên ne ragihandî di dema piştî biryara serokê parlementoya Kurdistanê ya bidawîkirina dema parlementoyê û pêwîstiya bi hilbijartinên nû, li dar dixe. Heta ku biryara Dadgeha Yekîtî derket ku dirêjkirina dema gera hilbijartinî ya parlemntoya Kurdistanê û di nav de jî hikûmeta herêmê û serokatiya wê, têk da.

Ebdulah destnîşan kir ku derketina dadgeha federal li ser dikeya siyasî û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê, di encama saziyên Herêma Kurdistanê yên “jihevketî” de ne ku nikare bi rola xwe ya erkdarî bilîze û got: “Mirov tenê kurd be, têrê nake ku xwestekê kurdî pêk bîne û ew nikare Dadgeha Yekîtî sûcdar bike tenê ji ber ku ereb tê de hene.” Her wiha amaje bi meyla şovenî û şîî ya ku li dij kurdan in di Dadgeha Yekîtî de heye, kir. Lê wî dît ku ev jî dibe rêyek da ku pê ji mafên di destûra iraqî de qezenc bikin û heger hat xwestin jî, dê YNK giliyê xwe li gel Neteweyên Yekbûyî bike.

Derbarê pirsa hevkarê me Şoreş Derwîş li ser pirsgirêkên herêmî yên li Herêma Kurdistanê şax didin û binpêkirina berdewam a serweriya Iraqê û avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyayê û êrîşên Îranê, Stran Ebdulah wiha bersiv da: “Divê hêzên kurdistanî di gelek aliyan de li hev bikin û nakokiya di navbera YNK û PDKyê de êdî bûye cureyên siyasetan. Di destûra Iraqê de, gelek madeyên girêng ên ku derfetê didin hêzên siyasî yên kurdî ku parastina mafên gelê Kurdistanê di destûrê de bikin, lewra divê xîtaba kurdan yek be.”

Derbarê doza Kerkûkê de jî, Ebdulah piştrast kir ku YNKyê beriya du salan daxwaz ji PDKyê kir ku bi yek dengî biçin Bexdadê derbarê hilbijartinên xwecihî ya parêzgeha Kerkûkê, lê PDKyê ev daxwaz red kir. Û da xuyakirin ku pirsgirêk ew e ku “YNK ji qada siyasî ya herêmê winda bûye, em nikarin bibêjin ku kêferata yekîtî-demokratî sivik bûye, lê belê dermokratî bi windabûna yekîtî re bûye serokê helwestê.” Her wiha tekez kir pêwîstî bi avakirina hikûmetekê heye ku kesayeta wê xurt be li beramber Bexdadê û daxwaza mafên kurdî bi hêzê bike,  got “ cudahî di anavbera  van herduyan de heye ku aliyekî siyasî yê kurdistanî daxwaza serxwebûna Kurdistanê bike û yê din daxwaza tenêtiya xwe bi Kurdistanê re bike.”

Nivîskar û rêveberê di YNKyê de Stran Ebdulah dît ku pirsgirêka di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî de û neşandina mûçeyan bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke metirsîdar e û heybeta herêmê dişkîne. Çare ew e hilbijartinên zû li dar bikevin, her wiha  tekez kir ku “berdêla ku em bihêlin ku herêm parçe bibe, pêwîst e em ji nû ve herêmeke nû ava bikin, bi hikûmeteke nû, parlementoyeke nû û xîtabeke siyasî ya nû.”

Li bara daxuyaniyên dawiyê yên serokê YNKyê birêz Bafil Telebanî ku gor ew nabîne ku Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeke terorîst e  û nepêkan e ku ew di rûyê wê de raweste, Stran Ebdulah tekez kir ku ev helwest helwesteke kurdistanî ye û hebûna hin pirsgirêkan bi PKKyê re nayê wateya dijminatiyê. Ev gotina xwe berdewam kir û got ku “pirsgirêka Tirkiyayê ne tenê bi PKK û Rojavayê Kurdistanê re ye, lê belê bi çi kesê ku kurd e re ye, heta ku bi wan re giha asta ku heger dewleteke kurdî li başûrê Afrîkayê ava bibe ew dê dijminatiya wan bikin.”

Li bara pirsa ku gelo pêkan e YNK xeyalê Mam Celal Telebanî bi dest bixe yê dema ku rolek di pêvajoya veguhartinê di siyaseta Tirkiyayê de ya li bara kurdan di dema Turgut Ozal de pêk hat. Ebdulah zelal kir ku “tu kes niha nikare cihê Mam Celel bigire û heta ku YNK karibe vê rolê bilîze pêwîst e YNK rehet bibe û pêvajoya siyasî li herêmê rehet bibe”. Her wiha tekez kir ku destdirêjiyeke herêmî ya berdewam li ser serokatiya Iraqê û Herêma Kurdistanê heye.

Di dawiya hevdîtinê de li bara pêşbîniyê wî yên li bara vekişandina Amerîkayê ji Iraq û Sûriyayê û pêkaniya teqîna rewşê û jidestçûna destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê û senaryoyên ku ew dibîne, pirs ji mêvanê me hat kirin. Nivîskar û rêveberê di YNKyê de Stran Ebdulah got ku em nikarin siyaseta Amerîkayê pêşbîn bikin, lê tê texmînkirin ku dê hebûna Amerîkayê kêm bibe, ne ku xwe vekişîne, ji ber ku rêxistina DAIŞê ya terorîs hê hebûna wê li deverê bi rengekî metirsîdar heye. Gotina xwe berdewam kir û got: “Li vir divê em ji xwe bipirsin ku em wekî hêza siyasî ya kurdî çiqasî sûdê ji hebûna Amerîkayê digirin?”