NKL rewşa Îran, Tirkiya û Sûriyayê  nîqaş dike

Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 2yê tîrmehê de bernameyek bi zimanê erebî derbarê rewşa dawî li herêma Rojhilata Navîn (Sûriya, Tirkiya û Îranê) organîze kir.

Bername ku ji aliyê Dr. Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û lêkolînerê di karûbarê Tirkiyayê de Serkîs Qesarjiyan, nivîskar û lêkolînerê siyasî Şoreş Derwîş û rojnamevan û berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, beşdarî bernameyê bûn û gelek mijar nirxandin.

 Bername li ser şerê Îsraîl û Îranê hate destpêkirin, Serkîs Qesarjiyan got ku ev şer texmînkirî bû, lê dikare were gotin ku wê nêrîn di navbera kesên ku li dijî berfirehbûna Îranê li herêmê ne û kesên ku li ser bidawîhatina tevahî ya bandora Îranê hişyar in, dabeş kir û wiha dewam kir: “Îsraîl armanca xwe pêk neanî, tevî ku êrîşa destpêkê ya li dij Îranê xurt bû û şok bû, lê îraniyan dikarîbû ku bi awayekî leztir bikevin tevgerê, berovajî Huzbelahê dema ku rastî êrîşa pagerê hat. Lê encamên vî şerî dikare piştre were eşkerekirin, encama herî eşkere jî xurtkirina rola hêzên opozîsyona îranî ye û hate piştrastkirin ku şiyan hene, rejîma Îranê di hundir de were hejandin û guhartina wê pêkan e. Lê em nikarin pişrast bikin ku Îran êdî ne xwedî şiyanên palîstî an jî nuklerî ye. Herwiha diyar e ku di pêvajoya bê de, Îran bibe wekî Sûriyayê, ango Îsraîl dema bibîne gef hene li dij wê, wê Îranê hedef bigire.”

Ji aliyê xwe ve jî, Şoreş Derwîş destnîşan kir ku ev şer çîroka ku dibêje Tehran nayê hedefgirtin, şikandin. Herwiha çîroka ku dibêje jî Tilebîb xurt e û xwedî sîstemekî parastina hewayî ya pêşketî ye şikand û wiha dewam kir: “Em nikarin bibêjin ku di vî şer de, encam ji bo herdu aliyan wekî hev e. Îran bi birîndarî ji vî şerî derket û di kûrahî de hate hedefgirtin û beşek ji bernameya xwe ya nuklerî winda kir. Herwiha, di hundirê Îranê de jî tevger heye, ev yek jî hişt ku Îran careke din bifikire, derbarê rêbazê xwe yê herêmî û derbarê danûstandina xwe bi hêzên hundir re. Formula dawî ew e ku rejîma Îranê lawaz bikin, ji bo ku zemîna guhartinê di hundir de çêkin, wekî rewşa Yekîtiya Sovyetê an jî Yugoslaviayê. Lê di vî şerî de, kesên xisar dîtin di vî şerî de li ser asta kesayetî, Xamineyî û Netanyahu bû. Herwiha, nîqaş li Washingtonê hene, derbarê rêbazê Netanyahu di gurkirina şer de, ji bo ku xwe ji cezakirina li ser sûcên xwe di Xezayê de, birive.”

Berpirsê NKLyê Newaf Xelîl jî behsa şerê Îran û Îsraîlê kir û got: “Ev şer qelsbûna rejîma Îranê di hin aliyan de eşkere kir, ku rêveberên wê yên asta yekem yên leşkerî, zanyar û îstixbaratî hatin kuştin. Lê tevî vê yekê jî rojava nehişt ku rejîma Îranê were hilweşandin. Dema ku em nexşeya Rojhilata Navîn ya nû binêrein, gotina serokê Amerîkayê Trump bînin bîra xwe ku got “Em dixwazin Îran geş be, lê di çarçoveya sînorê xwe de”. Dibe ku Îran di pêvajoya siberojê de, zêdetir giranî bide hundir û çewisandina li dij opozîsyonê zêdetir bike. Tevî rewşa aloz a gel ji belavbûna bêkariyê, hejarî, çewisandin û darvekirin derheqê opozîsyonên siyasî de, lê rejîma zordar a li Îranê li xwe venegeriya û wê heta dawiyê bi desthildariya xwe ve girêdayî be, wekî ku çawa rejîma El-Esed li Sûriyayê kir. Diyar e ku xelka li derdora Xamineyî zimanekî wan ê taybet heye ji bo ku hin tawîzan bidin û şer bi dawî bikin û nehêlin ku Xamineyî bikeve, wekî ku Rifsencanî bi Xamineyî re di sala 1988an de kir, ku agirbest erê kir. Pirsa herî girîng ew e ku Amerîka û rojava çawa ev pêşketin nirxandin.”

Têkildarî pêvajoya aşitiyê li Tirkiyayê û pêşketinên roja dawî ya derbarê merasîma çekdayînê ya li Herêma Kurdistanê, rojnamevan Serkîs destnîşan kir ku ev merasîm gaveke gelekî girîng e ji bo meşandina pêvajouya aşitiyê, herwiha gaveke ji bo Erdogan berdewam bike û wiha dewam kir: “Merasîma sembolîl ya çekdayînê gaveke jêhatî ye ji aliyê şervanên PKKyê ve, ji bo ku fişarê li ser hikûmeta Tirkiyayê bikin û wê neçarî pabendbûnê bikin. Pêvajoya aşitiyê êdî nîşaneyên wê diyar dibin û li Tirkiyayê kesên geşbîn ji vê pêvajiyê re hejmara wan zêdetir dibe. Herwiha, em li pêşiya guhartinên pir mezin û pêwîst e ku destûr were guhartin û pêwîstiya Erdogan bi destekdayîna kurdan heye.”

Di heman çarçoveyê de, nivîskar Şoreş Derwîş mijara perwerdekirian civakan li ser hizira aşitiyê piştî şerên çekdarî gelekî girîng e, wekî tecrubeya “ETA” li Bask û “FARC” li Kolombiya û tecrubeya Başûrê Afrîkayê û wiha dewam kir: “Hizira çekdanînê, gaveke cidî ye ji bo pêkanîna bingehên aşitiyê. Tirsa sereke ya dewetla Tirkiyayê ew bû ku pêvajoya çekdanînê beriya aşitiyê be an jî piştî wê bê, lê niha ev bihane ji holê rabû û êdî divê dewleta Tirkiyayê gavan biavêje. Dewleta Tirkiyayê dizane ku herêm wê rastî guhartinên mezin were û planên Amerîka û Ewropayê dizane û ew dizane ku li pêşiya du rêyan e: An divê guhartineke navxweyî çêbike an jî guhartin ji derve ve bi awayekî karaset li ser gelan de were. Herwiha, dewleta Tirkiyayê asta metirsiya pêşketinên dawî piştî şerê Îsraîl û Îranê û îhtîmala guhartina rejîma li Îranê dizane, ku piştre wê dema Tirkiyayê were.”

Berpirsê NKLyê Newaf Xelîl bal kişand li ser çarçoveya dîrokî ya hewldanên pêvajoyên aşitiyê li Tirkiyayê û têkçûna wan ji aliyê desthildariya Tirkiyayê ve û wiha got: “Piştî 7 salan ji destpêkirina têkoşîna çekdarî di sala 1984an de, dewleta tirk qebûl kir ku doza kurdî heye û kurd li Tirkiyayê hene, lê ev doz çareser nekir. Di sala 1993yan de bi navbeyankariya Mam Celal Talebanî hewldan hatin kirin ji bo pêvajoya aşitiyê, piştre jî di navbera salên 2008 û 2011an û piştre jî danûstandinên Îmraliyê 2013 û 2015an, hewldan çêbûn. Lê vê carê cuda ye, ji ber ku ne tenê herdu aliyan digire nava xwe û gelek aliyên bi bandor ketin pêvajoyê. Herwiha, rêzdar Ocalan jî got pêwîstiyeke girîng heye bi mîsaqeke tirkî ya nû û destûr heye ku kurdan û mafê wan nas bike û avakirina aşitiyê di çarçoveya biratiya gelên kurd û tirk de.”

Der barê rewşa Sûriyayê de jî, rojnamevan Qesarjiyan got: “Du hizirên sereke hene; a yekê asta şiyana dewletên herêmî ji bo ku bikaribin El-Şeri serwerî li ser her tiştî li Sûriyayê bike, ji ber ku heta niha îhtîmal heye El-Şeri ji aliyê komên tundraw yên li Sûriyayê, rastî derbeyê were. A duyem jî, peymana 10ê adarê ye ya navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyayê ya demkî ye, di navbera daxuyaniyên siyaseta derve ya Amerîkayê û saziya leşkerî ya Amerîkayê de derbarê HSDyê de, herdu ne wekî hev in. Herwiha fişarên Amerîkayê hene li ser Enqerayî derbarê pyemana hikûmeta Sûriyayê bi Rêveberiya Xweser re. Di mehên bê de, wê gelekî girîng be, eger ku lihevkirin bi Îsraîlê re çêbû wekî ku tê gotin. Ger vetoya Îsraîlê li ser hebûna wan a berdewam were rakirin, baregehên leşkerî yên Rûsyayê jî hene. Rola Amerîkayê li ser piştgiriya peymana Rêveberiya Xweser a tevahî bi Şamê re, herwiha bi elewî û durzuyan re berdewam dike. Ev tenê dikare were bidestxistin ger şertên herî kêm ji bo hevjiyanê werin bicîhanîn. Çareseriya herî baş ji bo aramiya Sûriyayê nenavendîbûn e, ku Amerîka heta niha li dijî wê derneketiye.”

Nivîskar Şoreş Derwîş di berdewamiya nîqaşa li ser Sûriyayê de destnîşan kir ku niha rastiyek tirsnak heye ku tê jiyîn, ji ber ku gelê Sûriyayê bingehên avakirina dewletê yên rejîma heyî, wekî demokrasî, azadî û başkirina aborî û şert û mercên jiyanê, daxwaz nake. Ew ji rejîmê di rewşa wê ya xirab de razî ne, heta ku rakirina sizayên amerîkayî wekî serkeftinek ji bo rejîmê dibînin ne wekî siyasetek sîstematîk a amerîkayî. Rejîm li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya sloganan bêyî ku çareseriyên siyasî yên radîkal çareser bike, disekine. Bê guman, rojava ne ewqas bi demokratîkkirina Sûriyayê re eleqedar e, lê bi parastina bandora xwe li herêmê re eleqedar e. Mijara aştiya sivîl bi cidî nayên nîqaş kirin û sûcên li dij elewî, xiristiyan û yên din berdewam dikin, wekî ku vê dawiyê ji hêla Reuters ve hatî belgekirin. Gelek pirs li ser guncawbûna vê rejîmê ji bo pêvajoyek siyasî ya veguhêz û herwiha mijara maf û azadiyên mirovan li Sûriyayê têne kirin. Baldarî li ser “derew” a parastina yekîtîya axa Sûriyayê ji aliyekî ve ye û li ser berdewamiya endazyariya civakî di hundurê Sûriyayê de û welatîkirina biyaniyên ku bi rejîmê re hevbend in ji aliyê din ve ye. Şoreş Derwîş herwiha bal kişand ser fikra ku li gorî biryara Amerîkayê, ji bo parastina hevsengiyek li hember berfirehbûna Îranê, divê Tirkiya li herêmê azad be. Niha ku bandora Îranê ji holê rabûye, hebûna Tirkiyeyê jî wê kêm bibe û divê pirsgirêka Sûriyayê bi navxweyî were çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve, rêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl, got ku pratîkên rejîma heyî ji avakirina dewletek demokratîk dûr in ku rêzê li mafên her kesî bigire. Ew li dû kontrolkirina deveran e, ne li ser rêveberiyê ye û tevî piştgiriya eşkere ya amerîkayî û rola alîkar a Siûdiyê, ev zihniyeta alîgiran berdewam dike. Pirsgirêk ev e ku her gava rejîma heyî ya Sûriyayê di encama hewldanên ereb an rojavayî de destkeftiyek derveyî bi dest dixe, ew kampanyayan dest pê dike da ku daxwazên Sûriyayê red bike û Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Dempkratîk reş bike. Pirsgirêka rakirina cezayan dê rêya xwe ya rastîn negire heya ku rejîm zihniyeta xwe neguherîne û aştiya sivîl ava neke. Di dawiyê de, ew ê nikaribe welatên ereb, rojava û heta Îsraîlê jî razî bike an jî bixapîne da ku pratîkên xwe yên tepeserkirinê bidomîne. Rêya derketina ji dojeha Sûriyayê dê bi rêya bicîhanîna şertên peymanê bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re û bidawîkirina binpêkirinên li dij sûriyayiyan be.