Navenda Kurdî ya Lêkolînan mijara nasnameya niştimanî li Sûriyayê nîqaş kir

Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 10ê tebaxê de, rûniştineke diyalogî bi zimanê erebî di bin sernavê “Kîjan nasnameya niştimanî  bo kîjan Sûriyayê?” organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Şoreş Derwîş ve hate birêvebirin, Berpirsê Navenda “Hemwelatîbûna Wekhev” parêzvan û çalakvanê hiqûqî Fayiq Hiwêca û lêkolînerê di mijarên rêvebirin û nasnameyê de Dr.Zeydûn El-Zubî, mijara borî nirxandin.

Di destpêkê de, behsa têgiha nasnameya niştimanî hate kirin û di vê çarçoveyê de Fayiq Hiwêca da got ku ev mijar li gelek dewletan dibe rojev, nexasim li dewletên ku alozî tê de hene û di aliyê civakî, erdîngarî û demografî de parçebûn heye, da ku ji nû ve ava bikin. Hiwêca da zanîn ku ev têgih ne kevn e, lê belê zêdetir bal dikişand ser têgehên dewlet û neteweyê û gelo divê her neteweyek xwedî dewlet be û bi xwe re gelek pirs derdixistin holê. Hiwêca got: “Pênasekirina nasnameya niştimanî, civakeke ku xwedî dîrokek û çandeke hevbeş e an jî nêzî hev û berjwendiyên wan ên hevbeş hene, ne bi şertê ku hemû zimanekî wan ê hevbeş hebe, lê belê zimanek hebe jê fêm bikin di nava erdîngariyeke diyarker de, ku her kes karibe neteweyekê ava bike.”

Ji aliyê xwe ve jî, Dr. Zeydûn El-Zubî anî ziman ku nasnameya niştimanî, ew nasnameyek e ku hatiye çêkirin “ango dikare were çêkirin” li gorî pêwîstiyan, wekî nasnameya Amerîkayê ku hate çêkirin, heta ku neteweya Amarîkayê ava kirin û wiha dewam kir: “Hebûna nasnameya niştimanî pêwîstiyeke girîng e, da ku civak hevgirtî bimîne di nava dewletê de û mirov dikare wekî “heriyê”  bi nav bike heriya ku koka dewletê ji têkçûnê diparêze”.El-Zubî bal kişand ser nasnameya sûriyayî û diyar kir ku nasnameya niştimanî ya Sûriyayê pêwîstiyek e da ku aloziya heyî çareser bibe, ji ber ku hemû sûriyayî yên bi hemû meylên xwe yên “îslamî, erebîparêz, cudaxwaz..”, bi sînorê heyî yê Sûriyayê razî nabin û daxwaza avakirina Sûriyeyeke ne wekî Sûriyaya heyî dikin û got: “Dema ku partiya Beisê desthilatdarî bi dest xist, li ser hemû sûriyayiyan nasnameya erebî feriz kir, lewra alozî ma û di destpêka sala 2011an de teqiya.”

Fayiq Hiwêca jî da zanîn ku “Sûriya di dîroka nûjen de, ne tenê yek dewlet bû, lê belê gelek dewletên piçûk bûn ku hin caran hevkar bûn û hin caran jî şerê hev dikirin. Her wiha bazareke wê ya borî ya tekane tune bû ku di encama wê de yek netewe ava bibe. Sûriyaya heyî jî ya ku di sala 1920î de ava bû di encama Peymana Seyks Pico, rojekê jî nûnertiya îradeya gelê Sûriyayê nedikir û ne jî hemû pêdiviyên wê bi cih tanî. Ji ber vê yekê jî pêwîst dikir ku nasnameyeke niştimanî di hundir de were avakirin, lê berovajî wê nasnameya ku dewletê dixwest li gorî têkilî û aloziyên bi derve, hate feriz kirin. Karîgerên wê yên tevlîbûna hundirîn jî wek xwe ma wekî çaxa dewletokên sûriyayî û çawa ku dewlet hejiya, zemîna civakî tev de pê re hejiya û civaka sûriyayî li gorî nasnameyê parçe bû. Her wiha Hiwêca bal kişand ser karîgereke din ku bondor li rewşa parçebûnê kir ew jî zilma dîrokî ya ku gelê kurd li bakurê Sûriyayê tê re derbas bû û got ku avakirina nasnemeyeke niştianî ya sûriyayî ne pêkan e ji bilî di çarçoveyeke nenavendî de, ku bi wê rê li ber her kesî vebe ku li gor xwe jiyana xwe bikin.

El-Zubî behsa elîteyên ku Sûriya ava kirin, kir û got: “Elîteyên sûriyayî yên ku Sûriya ava kirin, bûne sedem ku nasnameyeke niştimanî ya hemû sûriyayiyan neyê avakirin. Dema ku Sûriya di salên 20î de, ji gelek wîlayetan pêk dihat, niştecihên wîlayeta Helebê û Şamê, texmîn dikirin ku “neteweya Sûriyayê” heye, lê bi avakirina tevgerên gelêrî êdî dest pê kirin li bara wê yekê biaxivin ku Sûriya beşek ji welatê erebî ye. Lê tevî vê yekê jî, kesekî jî bawer nedkir ku Sûriya ew welatê dawî ye”. El-Zubî destnîşan kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyayê jî ji ber ku gelê Sûriyayê baweriya wan bi “neteweya Sûriyayê” tune bû, derket holê, lewra pêwîst e ku em li xwe mukur werin ku Sûriya welatê dawî yê hemû gelê Sûriyayê ye û Sûriyayê welatekî xwedî pirnasname ye, da ku bibe bingeha avakirina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê ku wê me ji şerê navxweyî biparêze.

Derbarê metirsiyên li ser bilindkirina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê li ser hesabê nasnameyên şaxî, Fayiq Hiwêca got ku dema ku Sûriya serbixwe bû di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem de, li Sûriyayê 3 şepêlên cîhanî derketin holê û ew jî wiha ne; Şepêla neteweyî, şepêla sosyalîst û şepêla îslamî” û wiha dewam kir: “Ev hersê şepêl jî hewl didan ku nasnameya niştimanî ya Sûriyayê li gorî îdeolojiyên xwe ava bikin, ango tu şepêl têkildarî avakirina nasnameyeke giştî ji bo Sûriyayê nebû. Ji ber vê yekê jî, daxwazên rasteqîn ên derbarê nasnameyên şaxî derketin holê, dema ku şepêla neteweyî hat û xwest Sûriyayê bike çarçoveyeke erebî û êdî nasnameya erebî li hemberî nasnameya niştimanî bi ser ket û her kesê ne ereb şerê wî dihate kirin. Di encamê de, zulm li kêmneteweyan hate kirin û di serî de jî li kurdan”. Hiwêca bi bîr xist ku avakirina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê, wê tenê bi çarçoveya dewleteke navendî ya tekane ku tê de sîstema nenavendî hebê, da ku nasnameya niştimanî di destûrê Sûriyayê de were bicihkirin.

Di heman çarçoveyê de, Dr. Zeydûn El-Zubî destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya li Sûriyayê ew e ku em nikarin çareseriyeke nerm ji bo avakirina nasnameya niştimanî hilbijêrin, ango yan em ê nasnameya erebî ya îslamî feriz bikin, an jî em dê bihêlin ku di nav nasnameyên şaxî de belav bibe.

Derbarê mijara pênaseya têgeha nasnameya şaxî de, Dr. El-Zubî diyar kir ku nasnameya şaxî ew nasnameya xwecihî ye, nasnameya neteweyî beşek ji nasnameya resen e, ango em nikarin bibêjin ku nasnameya kurdî li Sûriyayê, ew nasnameyeke şaxî ji nasnameya erebî ya Sûriyaya “navendî” ye, ji ber vê yekê jî pêwîst e em pirrengiyê wekî rehendekî sereke di nasnameya niştimanî ya giştî de bibînin. Ji aliyê xwe ve jî, Hiwêca got ku eger ku me nasnameya niştimanî ya Sûriyayê ava kir, wê nasnameya erebî û nasnameya kurdî û hemû nasnameyên neteweyên din, bibin nasnameyên şaxî wekî hev bin û bibin beşek ji nasnameya niştimanî.

Di dawiyê de, li ser pirsa gelo avakirina nasnameya niştimanî ya Sûriyayê wê roleke çalak di rawestandina şerê navxweyî yê Sûriyayê de bigere, Fayiq Hiwêca got: “Nasnameya niştimanî li Sûriyayê nasnameyeke negihayî ye ku di şer û destwerdanên herêmî û navdewletî re derbas bûye û wî şerî welat parçe kir, her wiha rêya herî ku pêkan e pêk were ew e ku em li ser vegerandina dewleta Sûriyayê kar bikin, dewleta ku li ser bingehê hevpariya giştî ya vegerandina nasnameya niştiamnî tê avakirin, nasnameyeke ku mafê hemû kom û kesan yê ziman, çand û hwd bi awayekî destûrî dide wan. Heger ne wiha be em nikarin li bara dewleta Sûriyayê ya yekgirtî biaxivin. Ji hêla xwe ve lêkolînerê dozê rêvebirinê Dr. Zeydûn El-Zubî got ku çareya krîza Sûriyayê ji meseleya avakirina nasnameya niştimanî ya sûriyayî zehmettir e, lê belê dikare bibe rêyeke bingehîn û çalak bi gihaştina lihevkirnia siyasî ya di navbera êlîtên siyasî yên bibandor de.