Muftiyê dawî yê Kurdistana Îranê

Lêveger: Mihemed Şemdîn

Pirtûk: Muftiyê dawî yê Kurdistana Îranê; bandorên etnîkî û olî li herêma Rojhilata Navîna Mezin

Nivîskar: Elî Izetiyar

Çapkirin: Palgrave Macmillan-2016; hejmara rûpelan: 249

Pêşgotin

Elî Izetiyar parêzer û dîplomatekî amerîkayî û Endamê Ecnûmena Pasfîkî ye (US Agency for International Develoment). Beriya ku derbasî xebata wezareta karê derve ya Amerîkayê ya geşepêdana navdewletî bibe, li gelek şerîketên navdewletî yên navdar xebatên qanûnî kiriye. Her wiha, li Zanîngeha California li Berkeley, wekî Berpirsê Cibcîkarî ya Navenad Pêşengtiya Karsazî û Geşepêdanê li Rojhilata Navîn, kar kiriye.

Nivîskar bi eslê xwe kurdê îranî ye, li rojava ji dayîk bûye û li Pakistanê dimîne. Herçendî  ji me re behsa xwe û têkiliya ya derbarê lêkolînkirina mijara pirtûka mezin nekiriye, lê dema ku hinek dema xwe li Îranê wekî perwerdekar di şerîketeke şêwirmendiyê ya taybet li Îranê derbas kiriye, diyar e ku girîngiyek mezin daye muftiyê Zade û rewşa kurdan li Îranê di dema serokatiya Mihemed Xatimî de (1997-2005).

Di beşê yekem de, ku têde rêveçûyîna dîrokî ya derketina îslama siyasî û neteweyî li Kurdistanê xêz kiriye, xwe spartiye wêjeyên di zimanê înglîzî de. Lê beşên din ên pirtûkê, bi xwespartina li ser çavkaniyên yekser nivîsandiye; ango heta asteke mezin spartiye diyalogên dirêj ên bi zimanê farisî an jî kurdî yên bi xizim û hevkarên berê yên Muftî Zade, her wiha hevpeyvînên bi rêya telefonê bi hin çavkaniyên sereke re, di heman demê de nameyên Muftî Zade yên ji zindanê xwendiye, ku li gel koma “pirtûkxaneya Quranê” ye. Nivîskar wêneyên hestiyar pêşkêş dike, lê di heman demê de jî rexnekirina Muftî Zade wekî ronakbîrekî misliman û siyasetmedarekî xwedî arezû. Tekeziya wî li ser îslam û metirsiyên îslamî di dîroka civakî ya Kurdistanê hebû, ku nêrînên belabelav ên ku dibînin îslam rê li ber kêferatên civkakî û siyasî digire, serrast kir.

Têgeha Kurdistanê

Destpêkê, divê were vegotin ku dibe hin kes îdîa bikin ku dîroka Kurdistanê ya nûjen bi 4 caran ji dîroka cîranên xwe tevlihevtir e, ji ber tevî ku nêzîkbûneke qebîlî, çandî û zimanî li hemû herêmên ku kurd tê de dijîn hene, lê piraniya kurdan li ser sînorê herçar dewletên neteweyî ji hev cuda ne, ku her yek dîrokeke wê ya tevlihev û taybet heye. Lê piraniya analîza di vê pirtûkê de, girîngiyê dide Kurdistanê ku tê de Ehmed Muftî Zade jiyan kiriye û bi awayekî sereke serokê Kurdistana Îranê, ji ber vê yekê jî peyva “Kurdistan”ê ya ku hatiye bikaranîn, nîşaneya herêmên ku tê de piraniya niştecihên xwe kurd in; Kurdistana Îranê jî ew beşê îranî yê ku tê de niştecihên wê piraniya xwe kurd in. Ji ber vê yekê jî divê were gotin, bikaranîna peyva Kurdistanê di vê pirtûkê de, tu nêrîneke siyasî tê de tune ye. Bi gotineke din: Tevî nîşaneyên siyasî yên girêdayî peyvê (Kurdistan), lê peyva Kurdistanê bi awayekî hêsan rêbazê herî baş ê binavkirina wan herêman e.

Diyardeya Muftî Zade

Ehmed Muftî Zade, encam û berhema serdemeke balkêş di dîroka Îranê ya nûjen de bû. Her wiha, em di vê pirtûkê de, bibînin ku Muftî Zade di malbateke ku cihekî xwe hebûye, hatiye dunyayê. Di vê çarçoveyê de, bapîrê wî ji aliyê Nesirdîn Şah Qacar (1842-1897) ve, wekî muftiyê Kurdistana Qacariyê hate erkdarkirin, ev navlêkirin jî bû sedem ku bibe kesayetekî oldar ê sunî yê herî zana be, da ku qanûnên şerîeta îslamê şirove bike. Li ser esasê “belgeyên çîrokî”, wezîrên Şah li kesayeteklî olî sunî ya zana digeriyan, da ku Şah bi wî re mijara olî ya hesas nîqaş bike (r.55). Zilamên Şah, kesê guncav ê pêkanîna vê erkê bapîrê Ehmed Muftî Zade, Ebdullah Dîşî dîtin.

Piştî hevdîtina bi Şah û zanyarên olî yên din, zanebûna olî ya berfireh ya Ebdullah Dîşî cihê heyraniyê bû , gihaşt astekê ku “Nasiruldîn Şah bi navê muftiye sune li Îranê bi nav kir. Ji wê demê (derdora sala 1895), Ebdullah Dîşî bi navê Meleyê Ebdullah Muftî hate naskirin. Her wiha bû yekem muftiyê fermî yê sune li Îranê” (r.56).

Êdî muftî li Senendecê (sune) ji aliyê xelkê ve rêz jê re dihate girtin. Kurê Mele Ebdullah ango bavê Ehmed Muftî Zade piştî bavê xwe, wî ew sazî bi rê ve dibir. “Êdî mewlana Mehmûd (bavê Ehmed) ku yekem muftiyê dema herî dirêj xizmeta dîroka îslama sunî li Îranê û tevahiya Kurdistanê kir, bû rêveberê Dar El-Ihsan (mizgeft) bi rêya keda xanedana Pehlewî ya nûkirina xwestekên xwe. (r.59)

Di vê pirtûkê de ku dabeşî sê beşên balkêş bûye, girêdana di navbera beşan de bi awayekî eşkere diyar dibe:

Sune, şîa û kurd: Kurtedîroka îslama siyasî li Kurdistanê

Di beşê yekem ê vê pirtûkê de, çarçoveya dîrokî ku jê bûyerên jînenîgariyê bi pêş ketine, pêşkêş dike. Bi rêya lêkolîna kurt a ji Rojhilata Navîn de di sedsala 20î de, tê pêşnîyazkirin ku çarçoveya xebatek ji bo fêmkirina derketina îslama siyasî li Kurdistanê di dema borî de û dema heyî de û îhtîmala derketina wê di siberojê de, were danîn.

“Rola ku îslamê di tevgerên siyasî yên kurdan de, di dîrokê de lîstiye, nakok e, her wiha bi awayekî eşkere jî nakok e. Ew bi rêya kêmbûneke rêjeyî ya oldariyê (ya kevneşop) ya ortodoksî di navbera niştecihan de destnîşan dibe û bi rêya rola sereke ya rêvberî û sembolî ya îslama navî. Di heman demê de, yek ji şirovekaran bal kişand ser şepêlên siyasî li Kurdistanê di nîvê destpêkê yê sedsala 20î de,  ku ew olî-ilmanî ye ku ev jî rêbazekî biyan e û eger ku baş be, bo têkiliyan di navbera van tevgeran û îslamê de were binavkirin” (r.11).

Di beşê yekem de, pêşgotinek li ser derketina neteweya kurdan û têkiliyên xwe bi netewe û îslamê re heye, her wiha tê de gelek tevgerên kurdan ên girîng hene û ji her yek ji wan encam pêşkêş kiriye û derbasî beşê taybet ê jînenîgariyê dibe:

 “Di sala 1945an de, derbirinên eşkere li ser neteweya kurdan bi awayekî berfireh, belav bû. Her wiha, li ser esasê hestekî nû yê bi nasnameyê ku li herêmê derketibû, yek ji kesayetên navdar ji bajarê Mehabadê xîtabeke bandor di mijdara heman salê de da. Di xîtaba xwe ya li navenda çandî li Mehabadê de, ragihand ku Partiya Demokrat a Kurdistanê kete şûna (Komeley Jiyanewey Kurdistan) Partiya Vejînkirina Kurdistanê. Di çileya 1946an de jî, piştî qewitandina bermahiyên hikûmeta navendî ji Mehabadê, Qazî Mihemed damezrandina Komara Mehabadê ragihand. Mihemed yekem dewleta neteweyî ya kurdî ya serbixwe di dîrokê de, damezrand.”

Zindan di dema rejîma Pehlewî de û pêvajoya beriya sala 1979an

Beşê duyem ê pirtûkê, ku mezintirîn beşên pirtûkê ye, wêneyek zelaltir li ser jînenîgeriya Muftî Zade ya xweser pêşkêş dike. Ji ber ku ji bilî nirxê dîrokî yê ku nivîskar pêşkêş dike, jînenîgarî mînakeke tevgera îslamî dibe bi awayekî eşkere ne tund be û bo nirxê wê yê civakî pêşkêş dike, tevî ku di aliyê olî de “ortodoks” bû.

Ehmed Muftî Zade nimûneya kesayeta kurd a olî bû ku hevdemî wê hizira hevgirtina çandî û hevgirtina hizira îslamî li tevahiya Îranê qebûl kir tevî ku bi asteke kêmtir, ev yek jî di oxira rojavakirina çandê de bû. Têgihaştina kesayeta kurdî ya olî (kurdbûna olî) pişttrast dike ku ol beşek damezrandinê bû, ji bo îlhamên hewldanên kesayetî an jî tevgerên birêxistinkirî ji bo bi destxistina mafên siyasî, çandî û civakî yê kurdan. Ev yek jî cudahiya wê ji tevger an jî partiyên siyasî yên din ku îdeolojiya xwe bi têgehên ne olî pênase dike. Ji ber vê yekê jî, divê balê bikişînin ser hin encamên çandî ji bo nûjekirina Şah Mihemed Riza Pehlewî ku di salên 60î û 70yî zêdetir bû û piştre jî girîngdayîna li ser cehwerê şoreşa 1979an. Helwestên siyasî yên Mewlana Mehmûd ji helwestên siyasî yên kurê wî Ehmed piştî wî ji xwe re kir rêbaz, cuda bû, sedema vê yekê jî ji ber du rêveçûyên dîrokî yên cuda bû. Di dema Ehmed de guhartinên çandî  û fikirî yên kûr di Îranê de çêbûn, lê Mehmûd hewl da têkiliyeke bêalî û xweş bi hikûmeta navendî re ava bike derbarê tiştên girêdayî olî, her wiha xwe nedidît di karûbarên siyasî de çalak e. Di heman demê de, tu nimûneyên navdar tuneye ku piştrast bike, Mehmûd endamekî siyasî di desteya zanyaran de bû.

“[…] lê gelek nimûne li ser jiyana wî hene ku piştrast dike ew xwedî taybetmendiyên jîrbûna siyasî û hestên neteweyî bû. Ev jî encama zanebûna wî ya ji çanda kurdan re û li gorî nêrîna wî, desthilatdariya Muftî di asta yekem de olî ye û ne ji hakim bi dest dixe” (r.59).

Xebatên siyasî yên Ehmed Muftî Zade herî kêm vedigerin slên 60î, dema ku ew û çalakvanên kurd ketin zindanê. Di wan salan de, xwe dûrî saziya fetwayê xist, ji ber ku “rewabûna xwe ji Şah digirt” (r.69). Lê tevî vê yekê jî, diyar e ku sedemên hizirî jî hene, ji ber ku berê xwe da hizirên îslama siyasî ya Seyid Qutib û koma Ixwan El-Mislimîn, lê belê parastina aliyên “zanistî” yên quranê kir, her wiha destek da şiroveya Wehabî ya ji sune re. Ji ber vê sedemê jî, “êdî ne wekî melayekî tev digeriya û li şûna cilên xwe yên olî,  êdî cil û bergehên rojavayî li xwe dikir û jiyaneke hêsan ji xwe re hilbijart” (r.69). Li gorî çîrokên devkî, qutbûneke îdeolojîk û rêxistinî ya mezin di navbera wî û çalakvanên kurd ên ji tevgera kurdbûnê (ilmanî) di nîvê salên 70yî de, çêbû. Di encamê de, Muftî Zade xwe dûrî çalakvanên kurd ên din kir  ku bi awayekî eşkere meyla wan ber bi çepgiriyê ve çû û bi awayekî eşkere li dij rejîma Pehlawî disekinîn. Ev yek di xîtaba wî ya di merasîma oxirkirina helbestvana bi navê Siwar El-Xanî Zade ya ku nêzî malbata hevjîna Muftî Zade bû, diyar dibe (r.108). Lê di heman demê de, îslambûna xwe ya siyasî ya nû di rexnekirina şopînerên ola behayî derxist. Di çavê şopînerên mezhebên din li Îranê, behayiyan li ser hesabê mezhebên din, piştgirî ji rejîma Pehlawî werdigirtin. Di heman demê de jî, bi awayekî zêdetir renxe li dij çepgiriyê û Markisiyê dikir, lewra bi awayekî tam ji çalakvanên kurd ên din dûr ket, yên ku di destpêka salên 60î de hevparê heman hizir û rêxistinê bûn, ku wê demê bê guman Ehmed Muftî Zade xwedî çalakiyên siyasî yên neteweyî bû.

Di nîvê salên 70yî de jî, rexneyên wî yên li dij hizirên çepgiriyê “digihaşt asta helwesteke dijminahî”. Di rastiyê de, di pêvajoya wî ya di zindanê de di sala 1964an de, bandora xwe ya yekser li ser kesayeta wî ya siyasî hebû, her wiha mirina hevjîna wî di sala 1971ê de di aliyê giyanî de hate guhartin. Her wiha, bandor li ser rêbazê jiyana wî ya dilnizm û olî kir.

Ji ber ku ramanwerekî olî bû, cihê wî yê civakî jî girîng bû, di aliyê hizirî û pratîkê de. Senendec/sune, navenda herêmî li Kurdistanê bêhtir ji çi bajarên kurdî yên din li Îranê, bi rojavabûnê bandor bûn, ji ber alavên nû yên mîna: Televîzyon û radyoyê, ku programên wan roj bi roj rojavayîtir bidûn.Di rastiyê de, pêşketina teknolojî hişt ku Muftî Zade bibe kesekî navdar, herî kêm li Senendcê. Di vê çarçoveyê de, kanala televizyonê ya ku bi zimanê kurdî weşan dikir, di meha remezanê de di sala 1976n de bernameyek derbarê mijarên olî di êvarê de di dirêjiya meha remezanê pêşkêş dikir û Muftî Zade dikir mîvanê xwe û “tu guman li bara vê mijarê tunebû ku ka gelo kî guncav e bo pêşkêşkirina vê bernameyê.” (r.107)

Li bara hebûna jiyana olî ya çalak li Kurdistanê, li tenişta pêkhateyên hizirî û siyasî yên cuda, girîng e ku em Ayetullah Mihemed Merdox (1880-1975) bi bîr bînin, yê ku bi dîroka kurd û Kurdistanê binavûdeng e, nûnertiya desthilateke olî ya din dikir ku belîtir bû û parastina olê kir di jiyana rojana de bi gelek rêyan, di nav de jî nivîsên wî. Ji Senendecê jî, destwerdan di guftûgoyên olî de bi rêya tevlîbûna diyaloga bi hizira olî ya şîî, ji ber wê pirtûkek di destpêka salên 60î de nivîsî, tê de idîa kir ku têgiha “seyidê şîî” şaş e. Hinên din jî hebûn, mîna Şêx Izedîn El-Huseynî (1922-1979), li pêşiya kombûna li Mehebatê sala 1979an û axêverê pêşerojê bi navê şandeya hevpeyvîna kurdî sala 1979an.

Tevgerên siyasî yên ku Şêx Izedîn El-Huseynî pê rabû bo damezirandina Komara Kurdî re sala 1946an, dest pê kir. Ku netewe di ser olê re girt. Dibe ku Huseynî, ne Muftî Zade, ew bi awayekî baştir piştgiriya gotina dawîtirîn muftiyê Kurdistanê dike, li bara paşveçûyîna dîrokî ya kurdan ji îslama siyasî û tundiya îslamî.

Tevî ku îslama siyasî ya ku Muftî Zade ew ji xwe re girt piştgiriya tundiyê nedikir, lê îslamkirina siyasetên wî, guman tê de tuneye. Her wiha dûrketina ji tundiyê dihêle ku pêkanîn baştir be. Tevgera Ehmed Muftî Zade ku ew dibistana quranê ya kurdî ye, ne saziyeke nesiyasî yan jî pir aştiyane bû. Wekî mînak, nearamiya di navbera Muftî Zade û Sefderî nûnerê Xumeynî li Kurdistanê, hişt ku şerê Senedecê yê bixwîn di adara sala 1979an e=de pêk were, piştî çar heftiyan tenê ji serkeftina şoreşê. Piştî çend mehan, nearamiya di navbera ofîs û hêza siyasî û civakî yên din li bajarê Merîwanê hişt ku pevçûneke bixwîn rû bide di 14ê tîrmeha 1979an de.

Tecrubeya Muftî Zade û Merdox û derketina dibistana Quranê di sala 1979an de, tekez dike ku mezinbûna tevgerên olî, tevî ku piçûktir bin ji tevgerên civakî yên din, bi awayekî mezin girîdayî nûjenkirina Îranê bû.  Di rastiyê de, hizira dibistana Quranê, encama hizira Muftî Zade ya olî bû ku pirtûka pîroz xist navenda jiyana civakî. Di nîva salên 70yî de, bû rexnekarê oldaran û rêbazên qels ên şirovekirina Quran û gotinên pêxember û ola ku di nêrîna wî de “vala” bûye di çavên xelkê de. (r.101).

Ji ber wê a rast ku em bibêjin ew e ku “îslamiya gelêrî ya ku Elî Şerîetî ew girt ser xwe (yek ji nêrînkarên bandorker ên şoreşa îslamî ye û di sala 1977an de koça dawî kiriye) bondor li rêbazê hizirîna Muftî Zade kir, her wiha kesayet û hizirên Mihdî Bazirkan jî bandor li Muftî Zade kir.” (r.101). Girîng e ku em têbînî bikin ku kiryarên olî bi paş kein piştî vejîna nêrînên nifşê nû yê perwerdedîtî di civaka kurdî de. Her wiha ilmaniya pehlewî her kes razî nekir, bi taybet nifşê temenmezin ê ku  kiryarên olî bi çalakiyeke mezintir pêk dianîn di dawiya salên 70yî de.

Di navendên bajarî de, ku baweriyên olî lê bi paş ketin, adet û rêbazê jiyanê yê nû ji xwe re giritin, her wiha şînç hêdî hêdî careke din dixwestin kiryarên olî pêk bînin ên mîna hecê û şahiyên din.

Hizirên olî û siyasî yên ku Muftî Zade di salên 70yî de girt ser xwe, heta radeyekê dişibiyan hizirên Ixwan El-Mislimîn, wekî mînak,   tekezkirina ser şûrayê wekî teşeyê demokrat ê îslamê. Lê hizirên wî rastî guhartinên mezin hatin bo ku li rewşa siyasî were. Xuya dike jî ku hizirên wî yên olî di salên zindanê de gihan lûtkeya nûjeniya xwe di bin banê Komara Îslamî de, ku suruş ji tecrubeya Şoreşa Îslamî girt û ji rêya wê ne razî bû. Beşa ku nameyên Miftî Zade di zindanê de yên bo xizimên xwe beşê herî balkêş e di vê pirtûkê de. Mijarên sereke di van nameyan de ew e nêrîna li bara Quran ku ew nivîseke zindî ye û tu wateyeke sabit û tekane jê re tuneye di hemû serdeman de, lê pêwîstiya wê bi şirovekirinê heye li gorî rewşên guhêrbar; û sîstema şûrî ya desthilatê; û pêwîstiya cudakirina olê ji siyasetê; û netundî di îslamê de û her wekî din ji meseleyên nakok mîna nameyên ku Muftî Zade di zindanê de nivîsîn ku li ser karderkirina rola jinê û dilnizmiya bi nêrînên cuda tekez dike. Her wiha nameyên giyanî yên îslamî di ser xwendina hûrbîn a ferzên olî digire (fiqih) û banga rêzgiritina hermû olên din dike û nefreta li ser esasê olê rd dike. Her wiha amajeyê bi ê yekê dike ku pêwîst e jin bi hevsengî di biryardariya siyasî de hevpar be û heman mafê berdanê di destê wê de hebe mîna yê di destên mêr de. Her wiha di dîlanên kevneşop ên kurdî de, jin dikare bi mêr re dîlanê bike.

Di demekê de ku Muftî Zade di hevdîtina bi Yûsif Neda berpirsê berê yê têkiliyên navdewletî yê Ixwan El-Mislimîn sala 1980yî de, xuya dikir ku tijî nefret e li hember rikberên xwe yên çepgir, lê nameyên zindanê xuya dike ku ew kesekî ku hukumê li ser kesên din red dike û tu carî gotineke nexweş ji celadên xwe re nabêje.

Tevî gelek pêlên girtinên komî yên ku li dij endamên wê pêk  hatin, lê Tevgera Dibistana Quranê karîbû wekî komeke îslamî ya kurdî ya cihêwaz bimîne, ku rêzê ji Muftî Zade re digirin, her wiha nêrîneke wan a aram hebû li bara giyaniya îslamî. Lê hin hevalên wî yên nêz xwe ji komê qut kirin:

“eyba mezin di Muftî Zade de ew bû ku dixwest îslam lîberal û dermokrat û yekgirtî be (…) wî hewl dida eqîdeya îslamî ji rê bixe da ku vî hawî bi serê wê bîne (…) lê ev herdu metel li hev nedihatin wekî ku wî dixwest  … wî hewl dida heta ku karibe beşên tarî ji Quranê giftûgo bike (mîna jêkirina destan wekî cezayê diziyê). Herçar erkanên îslamê pir girtî bûn li gor Muftî Zade (…) mezintir bûn ji wê yekê ku têkevin çaçoveya îslamê. Lê wî hewl dide xwe bixe vê çarçoveyê û hewl dida çarçoveyê berfireh bike, lê di dawiyê de pir bêliv bû”. (r.187-188).

 

Bandorên etnîkî û olî li devera Rojhilata Navîn a Mezin

Di dawiyê de, di beşê sêyan ê pirtûkê de, behsa siberojê dike, bi rêya pêkanîna derencamên puxtekirî ji herdu beşên pirtûkê û şirov dike ku çawa pêşketina siyasî li Kurdistanê bandorê li şepêlên siyasî yên ku desthilatê li civaka Rojhilata Navîn dikin, dike.

Izetyar hiceteke siyasî ya dirêj pêşkêş dike da ku xwediyên biryarê li rojava qani bike, bi taybet Amerîka, da ku hizira ku dibêje “kurd hevalbendên xwezayî yên rojava ne” erê bikin, di rola ku dê di siberojê de bilîzin. Di vî beşî de, em wê yekê lêkolîn dikin ku ka geli çima Kurdistan girîngiyeke wê ya sereke heye di çarekiria gelek pirsan de, mîna: hevalbendên van dewletan dê kî bin? Gelo dijminatiya Amerîkayê li van devera veger ji ser tuneye? Hebûna dewleteke îslamî ya herheyî bo devereke fireh ku digihêje Çînê çi wateya wê ye? Mîrata dewleta îslamî di hişê mislimanên paşguhkirî de li ser dirêjahiya sedsalên bê li deverên mîna Pakistan û Malîzyayê heta ku dewleta îslamî bê rûxandin jî, çi ye? Amerîka li ku dikare desthilata xwe bi dest bixe, an jî bi kêmanî parastina welatiyên xwe bike? Ev pirs dê siyaseta derve di salên bê de destnîşan bike. Di vê nivîsê de, em têbînî dikin jî ku ka gelo çima Kurdistan pêwîstiyek e bo bersiva van pirsan. (r.6).

Nivîskar bi rêya vegotina dîrokî ya redkirina kurdan ji îslama tund, bersiva van pirsan dide. Ew jî, ango tundî, rojava xema wê dixwin. Di heman demê de jî bijartina kurdan wekî hevalbendên xwezayî ji rojava re ji pêşkêşkirinên pirtûkê ne yên li bara “nirxên civakî yên hevbeş û têkiliyên hevbeş” di nava têkiliyên navdewletî de.

 “Nirxên civakî yên hevbeş di navbera kurd û rojava de” tê wateya ku kurd “dê bimînin hevalbendekî xwegir û dûvdirêj ji rojava ye li Rojhilata Navîn”, di demekê de ku têkiliyên hevbeş, bi xwespartina ser belgeyên dîrokî, “meyla wê ber bi avakirina hevalbendên xwegir heye”, wekî mînak, mîna heman rêya ku “hevalbendiya Sûriya û Îranê di dema şerê Îran û Iraqê de ava bû.” (r.211).

Ji hêleke din ve, têgihaştina dîrokî ya îslama siyasî di pirtûkê de li ser hizira rûxîna têkiliyê di navbera îslama siyasî û nasnameya kurdî de hat avakirin, wekî çawa ku di nivîsa jor de hat şirovekirin. Ji ber wê, “redkirina Kurdistanê ji îslama siyasî re tiştek xwedînirx e, bi taybet di vê serdemê de, ku îdyolojiya olî ya tund sedema sereke ya nearamiya deverê ye, dibe ku ya cîhanê jî.” (r.212). Ji ber wê, “nayê tercîhkirin ku pêşkeina kêliyên siyasî yên girîng li Kurdistana îroj an jî ya dema bê, li ser îslamê bê avakirin. Çîroka Ehmed Muftî Zade beşek e ji pêşketina îdyolojî li Kurdistanê, ya ku sînorekî ji îslama siyasî re di civaka kurdî de, ava dike.” (r.212).

Ev lêkolîn hewl dide tekez bike ku xwesteka kurdan di îslama siyasî de tuneye û ev yek rê li ber wan vedike ku hevalbendên xwezayî yên rojava bin. Bi balkişandina ser kesayeta Muftî Zade, pirtûk xwe dispêre du nêrînan: Têkiliya rûxandî di sedsala 20î de ya di navbera kurd û îslama siyasî de û xwezaya kêmbandor a têkiliya di navbera îslamiya îranî û îslamiya kurdî.

Heta roja îroj jî, kesayeta Muftî Zade li Kurdistanê, gotegot li ser hene, ku hin wî xayin dibînin ji ber piştgiriya wî ya destpêkê ji komara îslamî re, hin jî wî siyasetmedarekî bibehre û kêmaqil, lê belê xwedî nêteke paqij, dibînin. Izetyar amajeyê bi wê yekê dike ku binkeftina Muftî Zade tê wateya têkbirina îslama siyasî wekî berdêl li Kurdistana îranî. Lê ew têbîn dike jî ku Muftî Zade hê jî sembolek e ne tenê ji Dibistana Quranê ya ne siyasî re, lê belê ji îslamîstên siyasî yên ku meylên xwe yên îslamî didin xuyakirin li Îran û Iraqê. Ji van têbîniya, em dikarin lê zêde bikin ku Muftî Zade piştî mirina wî navûdengiyeke baş di nav çalakvanên misliman li Bakurê Kurdistanê bi dest xist, ew jî bi seba Bîranînên Yeqûb Aslan (2014), ku ew çalakvanekî îslamî ye, piştî derbeya 1980yî ji Tirkiyayê reviya. Aslan hinekî bi komikên şoreşgerî yên îranî û mucahidên efgan re ma, lê bi lez ji herdu aliyan bêzar bû û di dawiyê de, ji xwe re derdoreke baştir bi koma Dibistana Quranê re dît.

Pirtûka Izetyar, destwerdaneke baş dike di wêjeya ku behsa cihê olî di civaka kurdî de dike, kir, her wiha pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê di bin hukumê Rîda Pehlewî û kurê wî Mihemed, her wiha Komara Îslamî jî. Ew bi awayekî tekez dike ku Ehmed Muftî Zade hêja ye ku em wî wekî yek ji girîngtirîn kesayetên kurd ên misliman û yê herî resen di sedsala borî de, bi bîr bînin.

Mihemed Şemdîn: Lêkolîner û wergêr, master di têkiliyên navdewletî de bi dest xistiye.