Memed Drewş: Ocalan Rojava wekî ronahiya çavê xwe dibîne

Navenda Kurdî ya Lêkolînan şevê din bernameyek derbarê pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê û pêşketinên dawî li herêmê organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Dr.Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan Memed Drewş tevlî bernameyê bû û mijarên borî nirxand.

Rojnamevan Memed Drewş di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa tenduristî ya endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û da zanîn ku heta niha Onder di nexweşxaneyê de ye û hîna gelek kes diçin serdana wî, lê belê li gorî agahiyan rewşa Onder hîna xeter e û tê payîn ku bijîşkên Onder daxuyaniyekê bidin.

Memed Drewş derbarê pêvajoya aştiyê jî ev nirxandin kir: “Bi rastî li gorî daxwazê ev pêvajo nameşe, ango ev pêvajo pir hêdî dimeşe. Beriya ragihandina pêvajoyê jî plan ew bû ku dema rêber Apo banga xwe bike, wê hin tişt pêk bên. Bi gotineke din banga rêber Apo di çarçoveya bazara bi dewleta Tirkiyayê re pêk hat.”

Drewş sedemên destpêkirina vê pêvajoyê bi bîrxist û got ku dema Tirkiya dît ku wê girîngiya xwe ya jeopolîtîkî winda kir, lewra derfet da ku ev pêvajo were destpêkirin û wiha dewam kir: “Bi Şerê Cîhanê yê Yekem ve, Tirkiya hate damezirandin, vegera cihûyan li herêmê hate destpêkirin û peymana Seyks Bicotê kete meriyetê. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî, Îsraîl ava bû. Di Şerê Cîhanê yê Sêyem de jî, Tirkiya girîngiya xwe ya jeopolîtîkî winda dike û li şûna wê êdî Îsraîlê dikin hêza hegemon. Tirkiya jî ev yek dît û kete nava tirseke mezin, ji ber vê yekê jî Tirkiya dibêje eger ez kurdan negirim gel xwe ez ê winda bikin. Di encamê de jî, Tirkiya çû gel rêber Apo û li wir lihevkirinek pêk hat. Li gorî wê lihevkirinê jî, piştî banga rêber Apo, di nava hefteya destpêkê de divê Tirkiya mafê hêviyê pêk bianiye di 6ê adarê de, ango şertûmercên Îmraliyê bihatina guhartin û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têk bibira û li pêşiya xebata rêber Apo rê bihata vekirin. Di heman demê de, girityên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne, diviyabû bihatana berdan û gelek gav bihatana avêtin. Lê heta niha em dibînin ku dewleta Tirk tevdigere wekî ku tiştek nebûye û lihevkirin pêk nehatiye. Lê Tirkiya neçar e ku vê pêvajoyê bimeşîne. Bi awayekî giştî, Tirkiya wê hewl bide ku bi awayekî giran pêvajoyê bimeşîne.”0

Drewş destnîşan kir ku di hemû hewldanên pêvajoyên aştiyê yên berê de, diyar dibe ku Tirkiya herdem bi vî rêbazî xwe dimeşîne, ango derengmeşandin û wiha got: “Erdogan û Bahçelî du alî ne. Bahçelî li gorî berjewendiyên dewletê tevdigere. Lê Erdogan bi awayekî cuda tevdigere, ango Erdogan di siberoja desthilatdariya xwe de difikire, ji ber ku Erdogan ketiye nava sûc û qirêjiyên mezin. Lê piştî pêvajoyê, Bahçelî û Onder nexweş ketin, lê ji bo min ev rewş ne normal e. Lewra Erdogan dixwaze giran giran vê pêvajoyê bimeşîne, eger ku Bahçelî rewşa xwe baştir bûya, dibe ku pêvajo bi awayekî din bûya. Lê di encama berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê, Tirkiya neçar kir ku vegere ser maseya diyalogê.”

Der barê pirsa “Gelo têkiliya pêvajoya aştiyê bi girtina Ekrem Îmam Oglu ve heye an na” de, rojnamevan Memed Drewş wiha bersiv da: “Ekrem Îmam Oglu li Tirkiyayê fikireke pir xurt e û altirnatîfê Erdogan e û 2 caran Erdogan li Stenbolê têk bir. Mirov dikare bêje ku şansê Îmam Oglu ku bibe serok, bi girtina wî zêdetir bû. Lê Erdogan xwest di pêvajoyê de, CHPyê li derve bihêle û kurdan û CHPyê bîne rûbirûyê hev û kurd bibin aliyê Erdogan. Lê rêber Ocalan ev plan xerab kir, ji ber ku Ocalan bi rêya şandeyê, ji serokê CHPyê xwest ku di vê pêvajoyê de cih bigire.”

Memed Drewş di berdewamiya nirxandina xwe de, bal kişand ser rewşa HTŞ û HSDyê û ev nirxandin kir: “Tirkiya siberoja HTŞyê baş nabîne, her çiqas ku desthilatdariya HTŞyê ji bo Tirkiyayê erênî be jî niha. Lewra ditirse ku HSD û Mezlûm Ebdî bibin nûnerên tevahiya Sûriyayê.”

Drewş got ku Erdogan ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe dikare hemû tawîzan bide, lewra eger Erdogan mafê kurdan da û kurd nas kirin çi li Bakur çi jî li Rojava û rêber APO azad bû, tu pirsgirêk tune ye ku Erdogan careke din bibe serokkomar, lê di rewşa xwe ya heyî de Erdogan nikare careke din bibe serokkomar.

Rojnamevan Memed Drewş bal kişand ser berdewamiya şer li Herêmên Parastina Medyayê û got: “Êrîş zêdetir bûne, di desthilatdariya Tirkiyayê de aliyek heye dixwaze şer berdewam bibe. Mînaka wê jî Hakan Fîdan ji destpêka pêvajoyê heta niha, dijberiya vê pêvajoyê dike. Lê eger ku Erdogan bixwaze, dikare van kesan rawestine.”

Memed Drewş dîyar kir ku lidarxistina konferansa yekîtiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê encama hewldanên rêber APO û berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê ye û wiha dewam kir: “Di pêvajoya 2013-2015an de, dewleta Tirk ji rêber Ocalan xwest ku Rojava bidin Tirkiyayê, lê rêber Ocalan got Rojava ji bo me xeta sor e, lewra ew pêvajo hate hilweşandin. Şanda Îmaraliyê jî ji min re gotin rêber Ocalan li ser Şoreşa Rojava û destkeftiyên vê şoreşê gelekî disekine. Rêber Ocalan, Rojava wekî ronahiya çavê xwe dibîne û dil û hişê Ocalan de cihekî mezin ê Rojava heye, ji ber wê jî Ocalan dibêje ku divê Rojava were parastin. Di her hevdîtina bi rêber Ocalan re, mijara paratina Rojava û avakirina Sûriyaya nû heye.”

Rojnamevan Drewş got Îsraîl di dema niha de, cihê Tirkiyayê girt di Rojhilata Navîn de, lewra xwest ku Tirkiya baregehan li naverasta Sûriyayê çêbike, lê Îsraîl ew armanc kir û tê gotin endazyarên Tirkiyayê hatin kuştin.

Memed Drewş anî ziman ku heta niha ne diyar e ku şanda Îmaraliyê biçe gel Ocalan, lê rayedarên tirk dibêjin ku wê guhartinên mezin çêbibin.