Mazlûm Ebdî: Vê demê lihevhatina Tirkîya û Sûrîyayê bi ser nakeve

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî ku pir caran bi navê Mazlûm Kobanê jî tê naskirin, pêşbîn dike ku Tirkîya dê di sibata bê de êrîşeka bejahî li ser axa Sûrîyayê pêk bîne û Enqere hişyar kir  ku qeyranên xwe yên navxweyî derbasî Sûrîyayê neke.

Di hevpeyvîneka li gel kovara Al-Monitorê di 15ê çileyê de, Ebdî got ku ew gefên Tirkîyayê cidî dibîne û ji Enqereyê xwest ku ji bilî şer, aştîyê bi gelê xwe re hilbijêre. Ebdî girîngî neda ku ew û hin kesayetên ku di nav HSDyê de di asta bilind de cihê xwe digrin ku berê di nava refên PKKyê de cih girtibûn û got ku ew sûrîyayî ye û bi paşeroja Sûrîyayê mijûl e. Ebdî dîyar kir ku nabe Tirkîya kurdên Sûrîyayê ceza bike ji ber ku di hevdîtinên aştîyê yên li gel PKKyê de negihaştine encameka serkeftî.

Hevpeyvîna ku ji alîyê Al-Monitorê ve hatiye weşandin ev e:

Al-Monitor: Tirkîya dîsa dest bi gefên xwe yên li ser we kir û ew dibêjin ku dibe ji nişkan ve êrîşî we bikin. Ma hûn van gefan cidî digirin, ji ber eynî van gefan di mijdarê de kirin lê êrîş çênebû?

Mezlûm Ebdî: Em gefên Tirkîyayê cidî dibînin. Em texmîn dikin ku di meha sibatê de êrîşek pêk were. Dibe ku herêma Kobanîyê be, ji ber ku ji tevaya kurdan re sembol e, lewma ji xwe re dikin armanc. Niha Tirkîya ber bi hilbijartinan ve diçe û em dizanin ku Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dixwaze piştgirîya tevgera neteweperest bicivîne û di wê bawerîyê de ye ku  êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê dê têkeve xizmeta civandina dengan di hilbijartinên bê da.

Al-Monitor: Lê belê mesele ne tenê bi hilbijartinan ve girêdayî ye, ne wiha? Her tim dezgeha ewlekarîya Tirkîyayê daxwaza çareserîyeka leşkerî li dijî destkeftîyên kurdan dike ku bi cavê metirsîyê lê dinhêrin û Birêveberîya Xweser li Rojava û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk jî weke beşek ji wê metirsîyê dibînin?

Ebdî: Derfetê bide ku ez di vê mijarê de çend xalên giring bînim ziman: Tirkîya berê jî bi heman bihaneyan êrîşî me kir. A yekem, em tu gefan Tirkîyayê naxwin, ne gelê wê,  ne sînorê wê û  ne jî ewlehîya wê ya netewî. Min gelek caran, di hevpeyvînan de gotiye û bi we re jî digot, em kurdên Sûrîyayê, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Birêveberîya Xweser, pêwendîyên aştîyane bi Tirkîyayê re dixwazin. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyayê heta niha me tu carî ji nava sînorên xwe êrîşî Tirkîyayê nekiriye. Dema Tirkîya êrîşî me dikir tenê me xweparastina rewa bi kar dianî ew jî di nav xaka Sûrîyayê de. Ne niha û ne jî di pêşerojê de, nîyeta me ya dijminatîyê li hemberî Tirkîyayê qet nîne.

Al-Monitor: Bi rastî jî di rojên bê de hevkarîyeka berçav di navbera Tirkîyê û YPGyê de hebû, tê bala me leşkerên Tirkîyayê termên bapîrê osmanîyan “Silêman Şah”  veguhestin nêzîkî sînorê Tirkîyayê. Her wiha di wê demê de şervanên YPGyê yên birîndar ên ku şerê rêxistina DAIŞê kirin li nexweşxaneyên Tirkîyayê hatin dermankirin, û di heman demê de Salih Mislim û Îlham Ehmed bi rayedarên tirk re li Enqereyê civîyan. Niha çi guhartin çêbûn?

Ebdî: Erê rast e, me bi Tirkîyayê re di warê leşkerî û dîplomatîk de hevdîtin û danûstandin kirin. Lê dema hikûmeta Tirkîyayê di sala 2015an de biryar da ku pêvajoya aştîyê bi Abdulah Ocelan, PKK û Partîya Demokratîk a Gelan re bi dawî bike û rawestîne, êdî ji nû ve di sala 2015an de dest bi şerê li dijî PKKyê da destpêkirin, ji wê demê û şûn ve li hemberî me jî helwesteka dijminane nîşan da û dest bi şerê me jî kir. We dît dest bi êrîşa bejayî kirin li Cerablûsê, di pişt re Efrîn û di sala 2019an de Serê Kanîyê û TilEbyadê dagîr kirin. Ka vê meseleyê ez hîn bi rengekî zelaltir bibêjim: Em ne PKK ne, têkilîya me ya endamtîyê bi PKKyê re nîne. Em van tawanbarîyan qebûl nakin.

Al-Monitor: Lê belê, gelek ji we di demek ji deman de di nav refên PKKyê de çalak bûn. Her wiha li Rojava jî berpirsên PKKyê yên payebilind hazir bûn?

Ebdî: Nêzîkî /12/ sal in bi ser serhildana Sûrîyayê re derbas dibe. Me hewl da ku li vir li Bakurrojhilatê Sûrîyayê, em hîmên birêveberîyeka demokratîk a piralî ava bikin, bi ereb, xiristîyan û komên cuda yên etnîkî û mezhebî re birêveberîyê parve bikin û armanca me jî ku em ji bo tevahîya welatê “Sûrîyayê” vê tekoşînê dikin , da ku modelek be ji bo seranserî welêt. Ez kurdekî Sûrîyayê me. Pêşeroja min li vî welatî ye. PKKyê di şerê li dijî DAIŞê de bêgûman alîkarî kir. Lê îro tu rola PKKyê di birêveberîya me de nîne. Tirkîya dibêje ku em şaxekî PKKyê ne û em ne wiha ne. Belê, birêz Abdulah Ocelan ji bo me li Rojavayê sembolek e û ji bo kurdan li deverên din jî sembolek e, lê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê çi li Tirkîyayê, çi li Iraqê û çi li Îranê, tu proje û planên me nînin. Em bi Sûrîya û pêşeroja hemû gelên wê re pêwendîdar in. Em tu carî naxwazin ji bo çaresernekirina pirsgirêka kurd a Tirkîyayê bibin kelem, an bibin sedema tevlihevîyan. Jixwe me têra xwe êş û zirar kişandiye û em qebûl nakin her tim bi vî rengî êrîşî me bê kirin. Wekî hûn jî dizanin ku Tirkîya êrîşî binesazîya sivîl, santralên elektrîkê û bingehên petrolê dike û zirareka mezin dide wan. Ev jî tê wateya ku rêbazê êrîşan guhartiye û armanca wê jî têkbirina birêveberîya me ya xweser e. Divê Tirkîya dev ji cezakirina gelê me û kurdên din ên li derveyî sînorên wê dijîn berde, sedem jî têkçûna Tirkîyayê bi pirsgirêka kurdên Tirkîyayê re ye ku bi rêyên aştîyane yên demokratîk çareser nekiriye.

Al-Monitor: Gelo Amerîka tu hewldanên xwe hebûn ki bikeve navbera we û Tirkîyayê?

Ebdî: Birêveberîya Amerîkayê dijberiya xwe ji bo operasyonên leşkerî yên Tirkîyayê li Sûrîyayê ragihand û eşkere kir. Lê tevî vê yekê jî, weke ku hûn jî dişopînin, ku Tirkîya gefên xwe ranewestandine . Ev yek jî nîşan dide ku hewldanên Amerîkayê têrê nekirine, lewma dive ev hewldan zêde bibin.

Al-Monitor: Hûn bawer dikin ku Amerîka soza xwe ya mayîna li Bakurrojhilatê Sûrîyayê, herî kêm di serdema birêveberîya Serok Joe Biden de pêk bîne?

Ebdî: Belê, ka em wiha bibêjin, em dixwazin ji vê yekê bawer bikin. Lê belê ka ez vê yekê zelaltir bibêjim û divê hemû alî vê yekê berçav  derbas bikin: “Em aştîyê dixwazin”  Lê heger êrîşî me hat kirin, em ê bi hemû hêza xwe şer bikin. Em bibiryar in ku heta dawîyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Wê vê carê ne wekî berê be, “mîna Efrîn û Serê Kanîyê “. Her wiha dê operasyonên me yên li dij DAIŞê jî rawestin.

Al-Monitor: Gelo tu bertekeka erênî ji alîyê Enqereyê ve li hember hewldanên Washingtonê ji bo aramkirina rewşê hebû?

Ebdî: Divê hûn vê pirsê ji kesên pêwendîdar bipirsin.

Al-Monitor: Tirkîya hûn bi teqandina Stenbolê (a di meha mijdarê de) tawanbar kirin û niha jî dibêje ku bi destên hêzên we serbazekî Tirkîyayê li Sûrîyayê hat kuştin?

Ebdî: Me heman nûçe ji çapemenîyê bihîst. Em dizanin ku li alîyê rojavayê herêma El-Babê şer û pevçûn rû dane û hêzên me jî li wê deverê nînin, di encama êrîşa ku ji alîyê baregeha Tirkîyayê ve li wir dest pê kiribû, di encama bersiva wê êrîşê de leşkerek hat kuştin.

Al-Monitor: Di vî demê dawê de em dibihîzin ku Enqere ne tenê bang li Amerîkayê dike ku dawî li hevkarîya xwe bi we re bîne, lê her wiha daxwaz dike ku hêzên amerîkayî bi temamî ji Sûrîyayê vekişin. Ev veguhartineka mezin e?

Ebdî: Bê guman, tevgera Tirkîyayê ji bo lihevhatina bi rejîma Beşar El-Esed re, di heman demê de jî dest bi daxwaza vekişîna Amerîkayê ji Sûrîyayê kir. Tirkîya bi navbeynkarîya Rûsyayê hewl dide ku tifaqan li dijî me ji nû ve zindî bike, Peymana Edeneyê ji nû ve çalak bike û berfireh bike.

Al-Monitor: Hûn van hewldanan cidî digirin an jî ji bo Erdogan lîstikeka din a hilbijartinê ye? An jî ji alîyê dezgehên ewlekarîya Tirkîyayê ve tên dayîn?

Ebdî: Bi rastî her du jî. Ez li ser vê mijarê zêde dikim û wiha dibêjim: Pirsgirêka kurd bi rêyên leşkerî çareser nabin. Ev rastî dîrokê tekez kiriye. Pirsgirêka kurd, çi li Sûrîyayê, çi li Tirkîyê û çi li devereka din, tenê bi dîyaloga aştîyane û dirust çareser dibe. Gotûbêjên aştîyê yên Tirkîyayê bi PKKyê re hat kirin, bê gûman bandoreke erênî li ser me li Rojava jî kir. Niha pêvajoya aştîyê hatiye rawestandin, Em dibin şahidê rewşeka bi temamî berevajî.

Al-Monitor: Em hemû dizanin ku Rûsya roleka xwe ya mezin hebû ji bo nehiştina êrîşeka din a Tirkîyayê . Lê belê, ew gefa zextê li we dikin ku dev ji hevkarîya xwe ya bi Washingtonê re berdin û bi rejîmê re li hev bikin. Di heman demê de gefan li Tirkîyayê dixwin ku eger bi El-Esed re li hev neke, hûnê berî wan bi rêjîmê re li hev bikin?

Ebdî: Rûsya hewl dide pirsgirêkên heyî  li Sûrîyayê bi anîna Tirkîya û rêjîma Sûrîyayê li dora maseya danûstandinan çareser bike. Lê belê, ez bawer nakim ku hewldanên bi vî rengî bi ser kevin. Rejîma Sûrîyayê tu carî dev ji daxwazên xwe bernade, ew daxwazên herî berçav jî ev in: Tirkîya hemû hêzên xwe ji axa Sûrîyayê vekişîne û piştgirîya xwe ji komên çekdar ên opozîsyonê re rawestîne. Di heman mijarê de ez bawer nakim ku rejîma Sûrîyayê bersivê bide daxwazên Tirkîyayê yên têkbirina Birêveberîya Xweser li Bakurrojhilatê Sûrîyayê, ew nikare vê yekê bike, a din jî şert û mercên niha ji bo planên wiha ne guncaw in.

Çavkanî: Al-Monitor

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim