Lihevhatin Enqera û Şamê.. Erdoganê piştî hilbijartinan ne wekî yê berîya wê ye

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Di dirêjahîya sala borî da, serokkomarê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan herdem nîyeta xwe ya operasyoneka leşkerî ya nû li Bakurê Sûrîyayê dubare dikir. Ji ber destwerdanên berê yên Trikîyayê, beşek ji bakurrojavayê Sûrîyayê û beşek din ê rojhilatê welat li herêma di bin serwerîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) da, dagîr kir.

Dosyaya Sûrîyayê di xîtaba siyasî ya navxweyî ya Tirkîyayê da bi awayekî xurt cihê xwe digirt, di vê çarçoveyê da piranîya nîqaşan li ser alozîyê û rola Tirkîyayê di Sûrîyayê da û alozîya penaberan bû. A ji van hemûyan girîngtir, kaxeza ewlekarîya neteweyî ya tirkî ku di siyaseta navxweyî ya Tirkîyayê da cihê xwe girtî ye, ku  avakirina Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ya pirrengîya etnîkî, çandî û olî, wekî gefekê li ser ewlekarîya neteweyî ya tirkîyayî dibîne.

Di pêvajoya hemleya xwe ya hilbijartinan da, Erdogan nermbûneka zêde bi kar anî, gihaşt astekê ku metodekî nû li hemberî Şamê hilbijêre û ji bo hevdîtina serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed piştî qutbûneka deh salan, teşwîq bû. Lê ev teşwîq kêm bû, piştî ku bi ser ket û kete bin bandora pêdivîya Rûsyayê ya zêde ji Enqerayê ra ku şerê xwe li Ukraynayê berdewam dike.

Di vê lêkolînê da, em ê birêveçûyîna hewldanên normalîzekirinê ya navbera Şam û Enqerayê di gelek pêvajoyên guhartinê ku alozîya Sûrîyayê tê re derbas bû bi bîr bixin. Her wiha, ihtîmala pêkanîna vê normalîzekirinê bi awayekî giştî an jî beşî û xalên ku li ser digihêjin hev û yên bi nakok di navbera herdu alîyan da û senaryoya herî gengaz ku siberoja nêz da pêk were, bînin ziman.

Şam û Enqera berîya hilbijartinên çarenûsî li Tirkîyayê

Têkilîyên Sûrîyayê û Tirkîyayê bi serdana serokkomarê Tirkîyayê yê kevn Ehmed Necdet Sezer li Şamê di hezîrana 2000î da dest pê kir, bi hatina AKPyê ya îslamî li ser desthildarîyê ev têkilî gelekî baş bû û gihaşt asta ku ev têkilî taybetmendîya hevkarîyê wergire, ji ber ku Şam ji bo Tirkîyayê bû derîyê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, beramberî ku Enqera navbeyankarîyê di navbera El-Esed û dewletên rojavayî da bike, her wiha serpereştîya danûstandinên sûrîyayî-îsraîlî yên ne yekser, kir.

Ev têkilî zû bi pêş ket û taybetmendîyeka stratejîk di siyaset û aborîyê da wergirt, bi îmzekirina herdu alîyan hevpeymana bazirganîya azad, ku destpêkê tevgera rehet a kelûpelan misoger kir û piştre lihevkirinên li ser betalkirina vîzaeya derbasbûnê û hevpeymanên lihevkirinê di navbera wezaretên herdu welatan da çêbû û di navbera bajarên mezin da, lihevkirinên cêwîbûnê çêbûn.

Lê bi destpêkirina buhara ereban û koma Ixwan El-Mislimîn dikarîbûn li gelek dewletên ereban nexasim li Tûnis û Misirê rewşê berovajî bikin, siyaseta Tirkîyayê ya derbarê Şamê da hat guhartin, ango ji hevkarîya stratejîk veguhêrî ferizkirina şerûmercan li ser El-Esed, ku divê ixwanan beşdarî jîyana siyasî bike, lê Şamê ew yek red kir û bi vê yekê ra porê Muawîya yê di navbera xwe û Enqerayê da qut kir.

Tirkîyayê roleka girîng di dosyaya Sûrîyayê da lîst û ji destpêka alozîyê ve beşdar bû, di vê çarçoveyê da, Enqera hewl da ku rejîma El-Esed bi rêya pêvajoyên destpêkê yên alozîyê têk bibe û ev hewldan heta sala 2015an berdewam kir. Piştra, Tirkîyayê siyaseteka nû bi kar anî, ku ew jî bal kişand ser ku bi tena xwe dest deyîne ser oposizyona Sûrîyayê di alîyê siyasî û meydanî da û bibe hevsengê rola Rûsyayê li Sûrîyayê. Piştra, siyaset û hêza xwe ya leşkerî bala wan kişand li ser tunekirina Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, ku ev yek bû bingeha hemû bêjarên Tirkîyayê û hemleyên wê yên  hilbijartinê û operasyonên wê yên leşkerî.

Tevî ku însîyatîfên wê yên siyasî, Tirkîyayê nikarîbû ku rê li pêşîya avakirina birêveberîyeka serbixwe li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, bigire. Ji alîyekî din ve jî, Enqerayê 4 operasyonên leşkerî di navbera tebaxa 2016an û adara 2020î da, li Sûrîyayê pêk anî û di encamê da, li bejahîya Helebê ya rojhilat û bejahîya bakurê Reqayê û bejahîya rojavayê Hesekê belav bibe, ku berê tenê Tirkîya li Idlib û rojavayê Helebê hebû.

Piştî operasyonên leşkerî yên Tirkîyayê li Sûrîyayê, Enqerayê dikaribû sîstemeka nû li herêmê piştî sala 2016an feriz bike, ku di vê çarçoveyê da destek da komikên çekdar û jinûve di bin navê Artêşa Sûrîyayê ya Azad hatin birêxistinkirin, ku piştra sala 2017an navê wê bû Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê. Ev hêza borî endamên tirkumen tê da serdest bûn û endamên birêxistina DAIŞê piştî ku ji alîyê HSDyê ve hatin têkbirin, cihê xwe di nava Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê da girtin.

Di bin vê sîwanê da, Tirkîyayê perwerde, destekdayîn û pere dan çekdarên ku berîya wê bi demeka ne dirêj hinceta wê bo dagîrkirina Bab û Cerablusê têkbirina van kesan bû. Her wiha, ji bilî vê yekê Enqerayê hewl da ku bingeha birêveberî û desthildarîyê li herêmên dagîrkirî bi rêya avakirina sazîyên sivîl û encûmenên xwecihî û xizmetguzarî di beşên perwerde, tenduristî, binesazî û enerjîyê da deyîne û ev sazîyên borî bi sazîyên hikûmeta Tirkîyayê li wîlayetên sînor li Dîlok, Hatay (Lîwa Îskenderon), Kilis û Ruhayê, girêdan.

Siyasetên Tirkîyayê yên berfirehbûnê di destpêkê da di bin navê şerê dijî DAIŞê da û piştra şerê dijî daxwazên kurdan, hîşt ku Erdogan kaxezên hêzên ku bi awayekî berfireh di siyaseta xwe ya navxweyî da bi awayekî sereke bi kar anî  bi dest bixe û piştre cureyek ji cureyên hevsengîyê di navbera hevalbendên Enqerayê yên rojhilat (Tehran û Mosko) û rojavayî  (NATO û Yekitîya Ewropayê) da,  feriz kir.

Lê bandora van siyasetan êdî bi paş ve diçe. Ev yek bi awayekî zelal di hilbijartinên xwecihî ya sala 2019an derket holê, dema ku oposziyona Tirkîyayê beşek ji hemleya xwe ya hilbijartinê li dij siyasetên Erdogan ên taybet bi Sûrîyayê di dozên meydanî, siyasî û penaberan da, bi kar anî. Ev yek ji sedemên ku hişt di şaredarîyên bajarên mezin ên wekî Istenbol, Enqera û Îzmîrê da, bi ser bikevin.

Vê serkeftinê hişt ku opozîsyona Tirkîyayê heman metodî di hilbijartinên serokatîyê û parlamentoyê di gulana borî da bi kar bîne. Di vê çarçoveyê da, opozîsyonê di 30ê çileya îsal da daxuyanîya xwe ya giştî ya hilbijartinan ku hejmara rûpelên wê 242 bûn û dabeşî sê beşên sereke kiribûn weşand û tê da ev her sê beş wiha ne: Hukimê qanûnê û alozîya aborî û siyaseta derve ku li ser vî esasî banga normalîzkirina têkilîyan bi Şamê ra û vegera penaberan û sînordarkirina dayîna nasnameyê û kişandina nasnameyê di rewşên dîyarker da û pabendbûna rêzgirtina yekîtîya ax û serwerîya dewletên cîran û ji nava wan Sûrîya û El-Esed û hikûmeta wî wekî hevkarekî muhtemel ji bo hevkarîya siberojê hate kirin, her wiha pêşnîyazkirina destpêkirina danûstandina bi hikûmeta Sûrîyayê ra û alîyên din ên herêmî ji bilî “birêxistinên terorîst” ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyayê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî.

Li beramberî wê jî, serokkomarê Tirkîyayê  hemleya xwe ya hilbijartinê bi gurkirina zimanê gefa lidarxistina operasyona leşkerî ya berfireh li ser axa Sûrîyayê, dest pê kir. Di 27ê mijdara 2022an da, wezîrê parastinê yê Tirkîyayê yê berê Hulusî Akar li ser sînorê Iraqê, ji fermandarên leşkerî ra got ku Tirkîya amade ye “erka xwe temam bike” li dij Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sûrîyayê. Di heman demê da, serokkomarê Tirkîyayê gef xwar û got “hêzên me wê di dema guncav da ji erdê ve wê êr’şî terorîstan bike”, her wiha Erdogan bawerîya xwe ya avakirina “korîdora ewlekarîyê” li Sûrîyayê li ser dirêjahîya sînorê Tirkîyayê dubare kir û Erdogan ev yek di axaftina xwe ya bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê ra Pûtin, dubare kir.

Tevî ku alîyên teqîna 13ê mijdarê ya li Istenbolê hatin tawanbarkirin çi ji alîyê PKK an jî HSDyê ve, bi nav û belgeyan derewên Tirkîyayê piştrast kirin, lê tevî vê yekê jî Enqeray; tedbîrên xwe yên ewlekarî û leşkerî yên tolhildanê yên tund berdewam kir û di encamê da bi dehan kes li herêmên Rêveberîya Xweser hatin kuştin. Ev yek jî hemû bi bihaneya ku hêzên leşkerî yên Rêveberîya Xweser li pişt teqîna Îstenbolê ye û serokkomarê Tirkîyayê ev êrîş wekî “tenê destpêka” operasyona mezin bi nav kir.

Di heman demê da, Erdogan ku rastîya hebûna El-Esed di desthildarîyê da bi piragmaztîmeka mezin danûstandin kir, hişyarî bû ku kaxeza Şamê ji destê opozîsyonê berî hilbijartinan derxîne. Di vê çarçoveyê da, daxuyanîyên erênî ji wî û wezîrên wî û rayedarên partîya wî derketin, ev yek jî bi hewldana ku atmosfêra giştî ya hûndir û derve ji bo gavên başkirina têkilîyên sûrîyayî-tirkîyayî, hat kirin.

Piştî peywendîyên li ser asta îstixbaratan, wezîrên parastinê yên Tirkîya û Sûrîyayê li Moskoyê di 28ê kanûna 2022yan da civîyan, ku ev yekem civîna li ser asta wezîran di navbera herdu welatan da ji dema hilweşandina têkilîyan sala 2011an, pêk hat. Piştî vê civînê, Erdogan daxwaza civîna bi El-Esed ra kir, bi bihaneya ku divê mijarên kesayetî li kêlekê bên dayîn, ji ber ku ji bo welatê wî xêr tê da heye. Tevî ku El-Esed guh neda vê daxwazê û li hemberî fişara Rûsyayê ya pêkanîna vê daxwazê li ber xwe da, civîneka li ser asta wezîrên karûbarên derve di 10 gulanê da bi beşdarbûna wezîrên derve yên Rûsya û Îranê hat lidarxistin, ku ev kaxeza herî girîng ku Enqerq ji Şamê stand di bin fişara Moskoyê da, ku dîyar e pêdivîya wê bi Erdogan û welatê wî heye, wekî kanala dîplomasî û aborî bi rojava ra, piştî şerê Ukraynayê.

Li beramberî wê jî, Şamê normalîzkirina têkilîyên wê bi Tirkîyayê ra wekî destkeftîyeka siyasî dît, tevî ku Şam tercîh dike ku bi Tirkîyayê ra di bin birêveberîya CHPyê ji AKPyê zêdetir da danûstandinê bike, nexasim ku Kiliçdaroglu bi hevrûkirina bi Erdogan ra, ê herî zêde ku bersiva daxwaza Şamê ya vekişandina hêzên Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê dide, ji ber ku Erdogan vê daxwazê red dike.

Lê daxwaza navxweyî ya El-Esed a têkçûna Erdogan, bandor li rastîya siyasî û tevgera dîplomatîk di navbera herdu alîyan da nekir, di vê çarçoveyê da Şam neçar ma ku pabendî birêveçûyîna hevalbendên xwe yên li Tehran û Moskoyê bibe. Lê li ser şertên xwe yên normalîzkirinê bi Enqerayê ra israr kir. Ji alîyekî din ve jî, bi vegera Sûrîyayê ya nava Komcivîna Ereban di 7ê gulanê da, destkeftîyek bi dest xist.

Lihevhatin wekî yek ji kaxezên propogandaya hilbijartinan

Bi biserkeftina Erdogan a cara sêyem di hilbijartinên serokatîyê da û hevalbendîya wî li dij komek hevalbendên opozîsyonê di parlamentoyê da bi ser ket, dîyar bû ku gotinên wî yên xweş derbarê lihevhatina bi Sûrîyayê ra tenê ji bo propogandaya hilbijartinan bû, ji ber ku helwestên opozîsyonê ji dosyayên normalîzekirin û vegerandina penaberên sûrîyayî alîgireka gelêrî wergirtibû, ev yek hişt ku Erdogan vê yekê pêk bîne.

Erdogan di bin fişara gelek astengîyan da, dest bi serdema serokatîyê ya sêyem kir. Welat di rewşeka bipaşketina aborî da ye, dibe ku fişareka siyasî ya mezin li ser metoda Enqerayê ya dervayê bi xwe ra bîne. Enqera hewl da ku bi rêya  erêkirina li ser tevlîbûna Siwêdê ya nava NATOyê, ji nû ve têkilîyên xwe di hûndirê NATOyê da birêkûpêk bike û alozîya bi Amerîkayê ra derbas bike, piştî ku Amerîka HSDyê wekî hevkarê sereke yê di şerê xwe yê li dij birêxistina DAIŞê di Sûrîyayê da, hilbijart.

Ji ber vê yekê, siyasetên Erdogan piştî hilbijartinan ber bi bazirganîyê ve  biçe , da ku alozîya bi rojava û NATOyê ra bi awayekî taybet sivik bike, beramberî ku “hevkarên Enqerayê yên rojavayî wateyê bidin metirsîyên wê”, ev hevok jî ku êdî dîplomatîkên tirkan di her boneyan da li ser birêveçûyîna têkilîyên tirkîyayî-rojavayî, dubare dikin.

Li beramberî wê jî, êdî Enqera nîşaneyên amadebûna xwe ji bo jinûrasazkirna têkilîyên xwe bi Moskoyê ra şandin, ev yek jî dibe ku bû sedema astengkirina normalîzekirina bi hevalbendê Moskoyê li Şamê. Her wiha, dibe ku hevkarên Tirkîyayê li rojava aciz bike, bêyî ku destkeftîyên din di siberoja nêz da herî kêm, bi dest bixe.

Rast e ku însîyatîfa lihevhatinê ji alîyê Tirkîyayê ve hat, lê pêşbînîyên serokkomarê Tirkîyayê yên bo lihevhatinê êdî ne zelal in. Tirkîyayê dest ji siyaseta xwe ya guhartina rejîmê li Sûrîyayê ji sala 2016an berda, lê li ser xîtabê xwe yê ragihandinê ku divê El-Esed biçe, ji bo peydakirina çareserîyê ji alozîya Sûrîyayê ra, ma.

Siyasetên ewlekarîyê yên Tirkîyayê di van demên dawî da, girîngî daye wê yekê ku êdî rê li ber hatina penaberên ku li bakurê Sûrîyayê dijîn bigire û lawazkirin, eger ku em nebêjin têkbirina serwerîya HSDyê li bakurrojhilat.

Eger ku em li herdu armancên borî binêrin, dîyar e ku normalîzekirina bi Şamê ra di vê demê da ne bi sûd e, an jî herî kêm yek ji wan. Hikûmeta Sûrîyayê ku êdî nikare pêdivîyên herî kêm ên jîyanê ji bo welatîyên xwe di bin serwerîya xwe da dabîne bike, lewra ihtîmala sivikirina metirsîyên Tirkîyayê ji pêleka nû ya koçberîyê, dibe ku tune be.

Lê ji bo plana Tirkîyayê ya şerê dijî HSDyê bi rêya Şamê û tunekirina Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, rewşa aborî û leşkerî ya Rêveberîya Xweser û têkilîya wê bi Kwalîsyona Navdewletî ya bi birêveberîya Washingtonê bi hevkarên xwe yên meydanî ra, rê nade ku hikûmeta Sûrîyayê ku tevgereka bi vî rengî bike. Nexasim ku encamên karasetê, dibe ku bi xwe ra têkçûneka din a aborî û jîyanî bi xwe ra bîne, di demekê da ku ereb di alîyê aborî da hêdî têkilîyan vedikin û hevalbendên wê ji destekdayîna berdewam dilgiran bûne, ji ber ku tu tuşt di destê Şamê da nemaye da ku pêşkêşî wan bike.

Dibe ku kordîneya bi Şamê ra ji bo pêkanîna armanca tunekirina Rêveberîya Xweser ku bibe sedemek nêzikbûneka bi sînordar, lê Enqera gavên ku Şam li dijî Rêveberîya Xweser bavêje, têrê nake ku şertên wê pêk bîne. Ji ber vê yekê, ew li ser hevkarîya bi wê ra li ser hin gavan li şûna lihevhatina giştî, hildibêjere. Bo mînak, bêyî ku ji Sûrîyayê vekişe, Enqera dikare rê bide Şamê ku serwerî li ser tevahîya rêya M4ê ya stratejîk a navbera Heleb û Laziqîyê da bike, li beramberî ku Şam hîna helwesteka tundtir li dijî Rêveberîya Xweser bigire.

Tenê îşareta bi derfeta normalîzekirinê di navbera Enqera û Şamê da derbarê hevsengîya hêzê di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê da ji bo Şamê, wê rê were dayîn ku têkilîya Tirkîya û Sûrîyayê hinekî baş bibe û Şam fişarên xwe li ser Rêveberîya Xweser bi desteka ji hevalbendên xwe li Tehran û Moskoyê yên dijberî hevalbendên “HSD”yê, berfireh bike.

Plana guhartina demografîk li şûna lihevhatinê

Lê heta niha serokkomarê Tirkîyayê texmîn dike ku armanca wî ya şikandina Rêveberîya Xweser dikare dûrî Şamê pêk bîne, bi rêya endezyarîya demografî ya li ser esasê vegera penaberên sûrîyayî li herêmên ku piranîya wan kurd in li ser dirêjahîya sînorê Tirkîya-Sûrîyayê. Ev plan jî ku Enqera bi rêya bicihkirina hejmareka piçûk a penaberan li herêmên dagîrkirî dest pê kiriye, lê bijardeya operasyona leşkerî ya 5emîn hîna di rojeva wê da ye, wekî rêbazekî esasî ji bo garantîya pêkanîna plana xwe bêyî tu astengîyên ewlekarî dibe ku ji alîyên hêzên leşkerî yên ku dijî dagîrkirina herêmên xwe derkevin were kirin, wekî rewşa Hêzên Rizgarîya Efrînê ku bi wê tenê sînordar namîne.

Lewra, pirsgirêka sereke ya birêveçûyîna lihevhatina di navbera Enqera û Şamê da di girêka ku bicihkirina texmîn û daxwazên herdu alîyan da ye. Şam du şertên berîya lihevhatinê ragihand: Bidawîkirina destekda leşkerî ji opozîsyonê ra û vekişandina hêzên Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê. Di rastîyê da, ji ber ku Tirkîya desteka siyasî û leşkerî ya sereke ji opozîsyona Sûrîyayê ra ye, bicihkirina van şertên borî, tê wateya xweradestkirina piratîkî bo El-Esed.

Ev hemû nayê wateya ku lihevhatina bi Şamê ra li dervayî armancên Erdogan e. Tirkîya heta niha dixwaze ku doza penaberan çareser bike û hewl dide ku serxwebûna siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê têk bibe. Her wiha, mirov dikare bibêje ku doza penaberan cihekî xwe yê girîng heye, nexasim bi nêzikbûna dema hilbijartinên xwecihî di adarê da, lewra vegerandina penaberên sûrîyayî li herêmên ku Tirkîyayê ew dagîr kirine, tekane rêya sivikirina hejmara wan di hûndirê Tirkîyayê da ye. Ev yek dihêle ku hebûna Tirkîyayê li Sûrîyayê berdewam bike û ev yek jî dijî daxwaza Şamê ya sereke ye û di encamê da, ihtîmalên lihevhatina bi Tirkîyayê lawaz dike.

Ji alîyekî din ve jî, dibe ku hevkarîya redkirina Rêveberîya Xweser ji alîyê Şam û Enqerayê ve, bihêle ku lihevhatin di navbera wan da çêbibe, di demekê da ku ne pêkan e Tirkîya siyaseta xwe li dijî Rêveberîya Xweser biguhêre, ji ber Erdogan di hilbijartinên borî da bi hemleyeka netewperestî ya bêsînor bi ser ket û di encamê da pirsgirêka kurdan li Tirkîyayê gur kir û plan dike ku vî rêbazî berdewam bike, heta hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an.

Pêkan e ku Erdogan siyasetên xwe yên netewperestîya tundraw duqat bike, ku çi xebatekî siyasî bi beşdarbûna kurdan wekî desteka terorê bi nav bike. Di encamê da, çi çareserîyeka doza kurdan wekî binpêkirina ewlekarîya neteweyî dibîne û tu têkilîya xwe bi maf û demokrasîyê ra tuneye. Di vê çarçoveyê da, lawazkirin û rakirina Rêveberîya Xweser, wê her dem bibin stratejîya destpêkê ya Erdogan.

Encam

Ji ber hestên Erdogan ên bidestxistina serkeftinê ji nava lepên têkçûnê û dabînkirina serokatî û parlamantoya girêdayî wê, bi rêya xîtaba xwe ya li ser esasê netewperestî û dijberîya bi kurdan û elewîyan û kêmneteweyên din, tevî ku nikarîbû bi mijara erdhejê ra bide û bistîne û encamên wê û enflasyon û daketina nirxê lîreya tirkîyayî, wê bihêle ku hîna zêdetir vê xîtaba xwe wekî baştirîn rêbazê dapînkirina serkeftina di şaredarîyên mezin da di hilbijartinên xwecihî yên bê de, bikar bîne. Ev yek tê wateya ku berdewamkirina siyasetên redkirina vekişandina ji axa Sûrîyayê, ji ber dagirkerîya xwe ya ji erdnîgarîya Sûrîyayê ra, bi pêwîstîyên parastina li ser ewlekarîya neteweyî ya tirkîyayî,  girêdide.

Hilbijartinên serokatîyê û parlamentoyê yên dawî yek ji sedemên sereke ne ku hişt Erodgan bi israr be El-Esed bibîne, bi rêya pêkanîna vê yekê berîya hilbijartinan, serokkomarê Tirkîyayê xwest ku nîşan bide ew dikaribe pirsgirêka penaberan bi rêya lihevhatina bi dijberê li Şamê  ra çareser bike. Ev soz jî opozîsyona Tirkîyayê jî da. Ji alîyekî din ve jî, El-Esed nexwest ku alîkarîyê di hilbijartinan da bide Erdogan. Lê niha û piştî bidawîbûna hilbijartinan, xwe neçar nabîne ku bipêşketinek di normalîzekirina bi El-Esed ra çêbibe. Berovajî vê yekê, ji ber helwestên bi nakok ên herdu welatan, em dikarin pêşbîn bikin ku hevdîtina her du serodan dê di rêjên bê da çênebe. Em bînin bîra xwe ku di roja piştî biserkeftina Erdogan di hilbijartinan da, berdevkê berê yê Erdogan Îbrahîm Kaln ragihand ku civînên bi vî awayî di vê dema nêz da, nayê texmînkirin ku çêbibe.

Mirov dikare bibêje ku zêdekirina xîtaba nefretê li dij penaberên sûrîyayî di hundirê Tirkîyayê da ji alîyê hevalbendîya desthildar û şaredarîyên girêdayî wê, êdî bûye wekî xîtaba oposizyonê û gavên tengavkirina ku ji alîyê şaredarîyên girêdayî desthildarîyê û oposizyonê tên kirin, êdî bûne wekî hev, li kêleka wê jî biryarên hikûmetê yên sînordarkirina tevgera penaberên sûrîyayî û koçberkirina  bi darê zorê. Hemû tiştên borî, mirov dikare bibêje ku ev amûrên hikûmeta Tirkîyayê yên nû ne di oxira pêkanîna plana guhartina demografîk ku Enqera wekî rêbazekî di cihê xwe da ye û altirnatîfa lihevhatina bi Şamê ra dibîne.

Dibe ku lihevhatina di navbera Tirkîyayê û Sûrîyayê da, bibe hevalbendîyeka li dij Rêveberîya Xweser, lê bandora Şamê ya dijî projeya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê sînordar e. Her wiha, tawîzên Tirkîyayê di vê dosyayê da jî wê sînordar bin. Di encamê da, vekişandina Tirkîyayê ya nêz dîyar e gelekî dûr e, di demekê da ku Mosko nikare nêrîna xwe di  dosyaya Sûrîyayê da li ser Enqerayê feriz bike bi berdewamkirina şerê Ukraynayê. Lê ya herî nêz ew e ku li beramberî gavên Tirkîyayê yên beşî, helwestên Sûrîya, Rûsya û Îranê yên dijî Rêveberîya Xweser çêbibe. Her wiha, dibe ku hinek rê werin vekirin û hinek herêmên li ser dirêjahîya rêya M4ê werin radestkirin, ku ev yek însyatîfa herî bilind a ku Tirkîya dikare bike.