Lêkolînerê kurd: Kerkûk cehwerê pirsgirêka di navbera kurdan û Bexdadê ye

Navenda Kurdî ya Lêkolînan roja şemiyê 16ê adarê, bernameyeke diyalogê bi zimanê kurdî organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, lêkolîner û dîroknasê kurd Dr. Cebar Qadir e rewşa Kerkûkê û têkiliya di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, nirxand.

Lêkolîner û dîroknasê kurd Cebar Qadir di destpêka axaftina xwe de, şehîdên Helepçeyê bi bîr anîn û da zanîn ku ew wekî rojeke reş di dîroka rejîma dîktator a Beis de ye. Cebar Qadir bal kişand ser Kerkûkê û got: “Kerkûk bi xwe cehwerê kêşeya di navbera kurdên Iraqê û dewleta navendî ya Iraqê de ye. Bi gotineke din, doza Kerkûkê dozeke pir kevn e. Gelek lêkolînerên wekî ji Rûsya, Alban û hwd, di lêkolînên ser li ser herêmê de serdana Kerkûkê kirine û di lêkolînên xwe de dibêjin ku piraniya niştecihên Kerkûkê kurd in.”

Qadir da zanîn ku piştî sala 1963an, prosesa erebkirina Kerkûkê ya aşkere destpê dike û ev jî siyaseta dewletê bû û beriya vê dîrokê jî bi rengekî veşartî ev siyaset dihate meşandin û wiha dewam kir: “Di sala 1927an de, dema ku petrol li Kerkûkê derket û 1934 êdî petrol ji Kerkûkê derdiket, wê demê êdî Kerkûk bû navendeke ku her kesî berê xwe dayê. Di navbera salên 1934 heta 1947an, 19 hezar kes hatin Kerkûkê ku bi eslê xwe ne ji Kerkûkê ne. Mirov dikare bibêje ku ev yek wekî guhartina demografîk bû, lê sala 1963 dema ku Beis hatin ser desthildariyê, êdî li Kerkûkê siyaseta guhartina demografîk bi fermî dest pê kir. Yekemîn tişt ku Beisê kir, gundên derdora petrolê ku hemû yên kurdan bûn, ew gund bi tevahî rûxandin û xelkê wan gundan koçber kirin.”

Qadir diyar kir ku di mêjiyê erebên Iraqê de hatiye çêkirin ku eger Kerkûk bibe girêdayî Herêma Kurdistanê, wê kurd cuda bibin, lê rewşa navdewletî îro destûrê nade ku li Herêma Kurdistanê dewletek were avakirin.

Qadir bal kişand ser hilbijartinên dawî yên li Kerkûkê û wiha dewam kir: “Pirsgirêka niha li Kerkûkê diyarkirina parêzgeh ye, ji ber ku ew wekî serokê hikûmeteke xwecihî ye û parêzgeh gelekî girîng e. Eger ku pêkhateyên li Kerkûkê li ser diyarkirina parêzgeh li hev nekirin, ev pirsgirêk derbasî dadgeha federalî ya Iraqê dibe. Dadgeha federalî jî dikare hilbijartinên Kerkûkê îbtal bike. Lê dadgeha federal dikare biryarê bide ku her du salan parêzgeh ji pêkhateyekê be. Lewra heta niha stratiyeke kurdan ji bo Kerkûkê tune ye.”

Lêkolînerê kurd Qadir da zanîn di destûra Iraqê de hatiye gotin ku divê dadgeha federalî were avakirin, lê dadgeh hîn nehatiye çêkirin, lewra ev dadgeha ku niha heye bi fermana desthildariya demkî hate çêkirin,  ji ber vê yekê jî  li gorî qanûn û destûrê, dadgeha federalî ya Iraqê ya heyî ne qanûnî ye, ji ber ku divê dadgeheke nû were çêkirin. Qadir wiha dewam kir: “Hinek biryarên dadgehê hene rast in, bû mînak parlamentoya Kurdistanê nabe ku erka xwe dirêj bike, ji ber ku ev 4 sal in hêzên Başûrê Kurdistanê li ser qanûna hilbijartinan û dema lidarxistina hilbijartinan li hev nekirine, berovajî vê yekê şerê hev dikin. Lewra dema dîtin ku nikarin li hev bikin, dibêjin bila erka parlamentoyê dirêj bikin, ev jî diyardeyeke xerab li Herêma Kurdistanê ye.”

Cebar Qadir anî ziman ku li Herêma Kurdistanê gendeliya siyasî, rêveberî û darayî heye, lê li Iraqê ev gendelî hîna zêdetir e û wiha dewam kir: “Iraq ji sala 1921ê ve, hebûna kurdan wekî rêveberî qebûl nake.”

Her wiha, Qadir destnîşan kir ku hêzên şîî bi zanebûn di şerê li dij DAIŞê de, herêmên sina wêran kirin û bi vê yekê re jî sina lawaz kirin û hebûna şîî xurt bû.

Qadir got: “Îro li Herêma Kurdistanê du enî çêbûne, a yekê herêma Silêmaniyê ya di bin serweriya YNKyê de bûye girêdayî Îran û şîî û Hewlêr jî ya di bin serweriya PDKyê de bûye girêdayî Tirkiyayê, Erebistan Siûdî û Îmaratê de.”

Cebar Qadir diyar kir ku Tirkiya di sala 2003yan de, dema ku rê neda ku artêşa Amerîkayê ji Tirkiyayê derbasî Iraqê bibe û li dij Sedam Hisên şer bike, şaştiyek kir ji ber vê yekê jî kertekî herî bi hêz di destê Tirkiyayê de şewitî.

Qadir destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê tenê ji sedî 5 ji budceya Iraqê distîne  û ragihandina Iraqê jî dide destnîşankirin ku ji sedî 17 budceyê didin Herêma Kurdistanê û wiha dewam kir: “Mixabin li hemberî vê yekê jî ragihandina kurdan jî bi rola xwe ranebe.”

Dr.Cebar Qadir di dawiya nirxandina xwe de, da zanîn ku dadgeha federalî ya heyî alava herî bi hêz ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê li pêşiya Iraqê ye û got: “Mixabin ew nakokiyên di nava kurdan ku herî ya xerab li Herêma Kurdistanê ye, nikare biryarekê bigirin û karekî cidî bikin. Mixabin ew rêveberên kurdan siyasteke pir xerab bi kar tînin, tenê siyastekê ji bo xwe bi kar tînin û ev jî ji bo welat û gel xerab e. Lewra, berpirsên sereke yê vê yekê jî PDK û YNK ne.”