Kurdan bipêşketina dengan di herêmên xwe da parast

YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKΠ

Hevpeymana “Ked û Azadîyê” ya ku Partîya Çep a Kesk pêşengîya wê dike li seranserê Tirkîyayê %10,54 deng bi dest xist, yanî  66 parlementer derbasî parlamenê bûn, para Çep a Kesk (HDP) ji wan 61 parlementer e. Tevî ku hejmara nûnerên Partîya Çep a Kesk li gorî hilbijartinên 2018an 5 kursî kêm bûne jî, lê dîsa jî li vî welatî cihê xwe weke sêyemîn bloka herî mezin di Parlamentoya Tirkîyayê da piştî AK Partî û CHPyê girt, bi vî awayî  ew hem li pêş hevkarê hêzê, Partîya MHP (rastgira tund) û hem jî hevkarê opozîsyonê, Partîya Baş (IYI) a rastgir e.

Partîyê di welayetên Bakurê Kurdistanê da şûna xwe girt û li pêş bû, li vê herêmê tu binpêkirin pêk nehat ziman, li welayetên rojavayî rê li ber bipêşketina hevkarê xwe yê di hevpeymana “Azadî û Ked”ê da hat vekirin, “Partîya Karkerên Tirk” a çepgir piştî ku bi awayekî aktîf li wan deveran hazir bû, wan ji xwe ra tercîh kir ku bi lîsteyên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin, di dema ku partîyê 5 kursî wenda kir, hevkarê wê Karkerên Tirk, li welayetên rojava li ser Deryaya Spî ne, 4 kursî bi dest xistin, yanî kursîyek ji dest dan.

Li ser encamên partîya Kesk a Çep yên li welayetên kurdistanî nirxandinek kêrhatî ye ku rêjeya wê ji sedî: Amed 60.79, Mêrdîn 54.63, Şernex 62.49, Colemêrg 62.47, Wan 52.97, Sêrt 46.69, Batman 57.78, Bedlîs 40.20, Mûş 50.61, Agirî 54.51, Îdir 43.59, Qars 27.92, Dêrsim 42.83.

Di heman demê da ku partî li herêmên ser bi welayetên ku piranîya wan kurd in, ango li welayetên etnîkî yên di nav hev da bi ser ket, di piştrastkirina hebûna xwe da li eyaleta Ruhayê 4 kursî, li Erziromê jî kursîyek bi dest xist, li eyaleta Bîngolê jî bi bidestxistina kursiyekê ji sê kursîyan bû duyemîn û li Dîlokê jî kursîyek bi dest xist, her wiha li herêmên dûr jî , wekî Antalya, Kocalî û Edeneyê her bajarekî kursîyek bi dest xist, ji bo her eyaletê li Mêrsînê 2 û li Stenbolê jî 9 kursî bi dest xist.

 

Di piratîkê da, HDP/Çepa Kesk bi ferqeka mezin li pêş Partîya AKP û CHPyê li herêmên kurdî da ye, tevî zext û zordarîya siyasî, çewisandinên ewlehîyê û kampanyayên girtinê ku bi hezaran partîzanên HDPyê kirin armanc û girtina serkirdeyên wê yên bibandor  ji nifşê ciwanên kurd ra îlham didan.

Di tûrên berê yên hilbijartinê da, HDP ku di hilbijartinên dawî da bi navê Çepa Kesk ketibû hilbijartinê, rastî pêvajoyeka mezin a “girtinê” ya hikûmetê hat, di tîrmeha 2015 da, 93 serokên şaxên partîya kurdî li bajarê herî mezin ê Tirkîyayê û 194 serokên şaxên partîyê li bajarên piçûk hatin girtin û desthilatê hevserokên partîyê Selahedîn Demîrtaş û Vîgîn Yuksekdag bi 18 cîgir û 23 nûnerên partîyê û 21 endamên Desteya Serokatîya Partîyê girtin û her wiha 800 endamên karên partîyê li seranserê Tirkîyayê dikin ew jî hatin girtin, ji 24ê tîrmeha 2015an û vir ve hejmara giştî ya girtinên ewlekarîyê gihaştiye zêdetirî 17 hezar endamên partîyê, di nav wan da heta niha 5 hezar ji wan hevserok, cîgir û şaredar jî di nav da hatine binçavkirin, ev hemû piştî ku partîyê di hilbijartinên parlamentoyê da bi ser ket û wê demê 80 kursî bi dest xist.

Piştre jî di 21ê hezîrana 2022yan da Dadgeha Destûra Bingehîn dê doznameya Serdozgerê Komarê ya ku tê da daxwaza betalkirina HDPyê dike bi doza ku bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ra heye, pesend bike, ew hinceta fermî ye ku di çarçoveya siyaseta disîplîn a partîyê da ku ji alîyê hikûmeta Tirkîyayê ve tê meşandin, bandor li piranîya partîzanên HDPyê, parlamenter û şaredaran kir, ji bo vê yekê jî partîyê biryar da ku bi navê xwe yê bibandor di qada kurdî da rîskê neke û di bin ala çepa kesk da beşdarî hilbijartinan bibe, ev yek ji bilî daxwaza Dozgerê Giştî ye ji bo qutkirina alîkarîya xezîneyê ya ji bo Partîya Demokratîk a Gelan, berî ku dadgehê paşê biryara xwe bipaşve bikişîne piştî rawestandina demkî.

Ji sala 2015an û vir ve, partîyê têkoşîneka rastîn a hebûna xwe daye meşandin, di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtinê da, ji ber tecrûbeyên berê  ji sala 1990î û vir va hemû partîyên meyla xwe kurdî bûn di bin metirsîyên qedexekirî da dijîn, bi partîya (HEP) û pênc partîyên kurd ên piştî wê dest pê kir, lewma jî biryar da ku bi navekî nû beşdarî hilbijartinan bibe, ji ber civata kurd hîn fêrî navê partîya nû nebûye tenê du meh berî roja hilbijartinan bi navekî nû derketin holê, her wiha ji bo ku partîya nû jî neyê qedexekirin, ev yek di dengdêran da xuya bû ku HDP di derbarê nasnameya partîya nû û bernameyên wê da wernegirtine, tevî ku ew wek bernameyên partîya berê bin jî, piranîya partîyên Tirkîyayê bi navên xwe yên fermî beşdarî hilbijartinan bûne, ji xeynî Partîya Gelan a Demokratîk lewma jî ji ber sedemên ku li vir hatin ravekirin, neçar ma ku dev ji navê bandorker di wijdanê dengdêrê kurd da berde.

Girtina serkirdeyên bibandor ên partîya kurdî û endamên partîyê, bi taybetî yên ku di nav makîneyên wê yên birêxistinî û medyayî da kar dikin, bû sedema çêbûna valahîyekê ku partîyê di demeka nêzîk da dîsa tijî kir, lê belê ev sancîya birêxistinî ya ku ji alîyê desthilatdarîyê ve hat kirin, di çalakîya partîyê da jî xwe nîşan da, mîtîngên berê yên hilbijartinê bi navên ku piranîya wan niha di zindanan da ne, desthilatdarîyê pir baş hesab kiribûn, ev girtin ne keyfî bûn, ew qas jî hewl dida ku hêzên birêxistinî û medyayî û kesayetên karîzmatîk ên di nava partîya HDPyê da ji nav civakê dûr bixe, nêzîkatîya desthilatdarîyê ya di vî warî da dibe ku ger Serokomarê Tirkîyayê Recep Tayîp Erdogan li ser karê xwe bimîne, ji komkirina desthilatan û bandora wî ya li ser serxwebûna dadwerîyê û guhnedana wî ya biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn sûd werbigire, dibe ku ew dev ji polîtîkayên qedexekirinê bernede û Partîya Çepa Kesk jî  qedexe bike.

Ji alîyê din ve, namzedê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu li welayetên kurdan bipêşketinek pêk anî û encamên wî li Amed, Êlih, Colemêrg, Dêrsim û Şirnexê li gorî herêmên di bin bandora muxalefetê bi xwe da zêdetir bûn ev encama rêberîya ku ji hêla partîya Çep a Kesk ve hat çêkirin e, ev yek helwesteka gelêrî di welayetên kurdî da bi rêwerzên partîyê û daxwaza gel ji bo guhertin û veguheztina demokratîk nîşan dide. Bi her awayî, kurdan di nava sehneya siyasî ya Tirkîyayê da weke “padîşah çêker” pozîsyona xwe parastin, lêbelê, kêmasî vê carê ne ji çêkeran bû, bi qasî ku di çarekirina muxalefetê û lîstikên desthilatdarîyê da bû. Tê payîn ku hilbijêrên kurd bi berdewamîya piştevanîya opozîsyonê derbasî tûra duyemîn bibin.

Tevî ku HDPyê bloka xwe ya hilbijartinê heta asteka mezin parast û li welayetên kurdan bi ser ket lê partîyê nerîneka realîsttir nîşan da û kêmbûna kursîyan berpirsyarîya xwe dît, roja ku encamên dawî hatin eşkerekirin berpirsên partîyê Medhat Şengal û Pervîn Buldan di civîna çapemenîyê da neketin nava hinceta çima kursî kêm anîne, lê belê wan bang li alîgirên xwe (gel) kir ku rexne û reforman bikin, ev tê wateya ku ji nû ve nîqaşkirina polîtîkayên birêxistinî yên partîyê û mekanîzmayên beşdarbûna wê di hilbijartinê da û jinûvexwendina nexşerêya hilbijartinê bi awayekî ku ji kêmasîyan dûr bisekine û bikaranîna dengê kurdî di hilbijartinên bê da maqûl bike, her wiha tedbîr ji bo qedexeyên muhtemel ku bandorê li ser partîya nû ya kurdî jî bike. Dibe ku derketina dengên rexnegir ji nav çembera partîya piştgir ji bo dûbare nebûna paşveçûna ku rû daye, her çend ew sivik be jî garantîyek be, bi ser da jî, dengên ku daxwaza gotûbêja civakî û siyasî ya partîyê binirxîne hene.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim