• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Karê dîplomasî û pêwîstiya bi şêwirmendiyeke profesyonal!

November 1, 2024
Karê dîplomasî û pêwîstiya bi şêwirmendiyeke profesyonal!

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, li Reqa

Share on FacebookShare on Twitter

Êrîşên dewleta tirk li ser binesaziya herêma  Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji 23yê vê mehê heta niha dewam dikin. Ev cara  sêyem e ku dewleta tirk êrîşeke berfireh û giştî li dij binsaziya herêmê  pêk tîne. Armanca dewleta tirk têkbirin û jiholrakirina hemû çavkaniyên jiyanê ye. Dewleta tirk dixwaze hemû saziyên hilbirîn û xizmetguzariyê birûxîne, gelên herêmê bêderfet bihêle û naçarî koçberiyê bike.

Ji bo ku li ser asta navnetewî ev êrîş bên hetikanin û armanca wan ya rast bê diyarkirin û dişîfrekirin, pêwîstî bi karekî dîplomasî û siyasî yê mezin heye. Divê dîplomsiya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê van hemû êrîşan tomar û dokoment bike û radestî aliyên navneteweyî yên pêwendîdar bike. Divê li ser asteke global rûyê dewleta tirk ê reş bê eşkerekirin. Ji bo ku ev kar bi awayekî profesyonal pêk were, divê rêxsitinên mafên mirovan ên kurdî, sûrayî û navnetewî jî alîkar bin.

Divê civaka navnetewî, Yekîtiya Ewropayê, NATO û DYA, wek aliyekî fermî, her wiha wek civakên sivîl, kiryarên dewleta tirk li herêma  Bakur-Rojhilatê Sûriyê nas bikin û ji hemû binpêkirinên mafên mirovan agahdar bin.

Wekî din mijarek girîng heye, ew jî pêwîstiya dîplomasiya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi şêwirmendiyê ye. Di vê demê de şêwermendî karekî çarenûsyane ye, eger bê xwestin ku karê siyasî û dîplomasî bi şêweyekî profesyonal were birêvebirin. Ji bo rêvebiriya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê û MSD pêwîstî bi şêwirmenidyê heye. Derbarê têkliyan bi aliyên siyasî yên sûriyayî re (çi rejîm an jî hêzên opozîsyonê) divê berpirsên herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê û MSD xwedî agahiyên berfireh û nûjen bin. Ev agahî tenê dikarin bi rêya tîmeke şêwirmend werin bidestxisitin.

Bi rêya tîma şêwirmendiyê, rêveberî û MSD dikarin ji hemû datayên aliyên din agahdar bibin. Derbarê hikûmeta Şamê, hêzên opozîsyonê de, dikare agahî û şîroveyên rasteqîn werin bidestxistin. Her wiha têgihaştinek û dîmenekî rasteqîn li gel kesên berpirsyar derbarê van aliyan de durust bibe. Karê siyasî û dîplomasî tenê dikare bi rêya hebûn û peydabûna tîmeke şêwirmendiyê ya pispor pêk were. Ev tîm dikare ji aliyê navendên lêkolînan an jî kesayetiyên zanistî û rewşenbîrî, yên xwedî zanîn, hizûr û tecrube, were peydakirin.

Bi rêya şêwirmendiyek pispor û li ser kar, dikare hemû karên siyasî û dîplomasî, çi têkilî dibin, an jî çi civîn û kongre dibin, bi awayekî tekûz û profesyonal werin meşandin. Eger kar bê şêwirmendiyek pispor bê birêvebirin, dê geke kêmasî derkeve. Dê aliyê dijberî herêmê û MSD xwe serwer û li jor bibîne û hewl bide kêmasiyan ji bo xwe bike destkeftî û herêmê û MSD reş bike.

Divê em zanibin ku li dij herêmê û MSDyê îro dewlet dixebitin. Dewleta tirk û hevalbendên wê bi dehan navendên lêkolînan ava kirine û bi milyonan dolar ji bo şerê herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê, MSD û HSD finanse dikin. Her wiha rejîma Şamê û derdorên wê jî xwedî heman derfet in. Ji ber vê yekê, divê herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê û MSD jî xwedî heman hêz bin. Jixwe navend, pispor û rewşenbîrên alîgerên herêmê û MSD, yên ku forma xweseriyê, mafên mirovan û jinê esas digrin, li dij nijdperestiyê û îslama siysî ne, pir in û ew dê ji bo alîkariyê û dayîna şêwirmendiyeke ji dil û rasteqîn amade bin.

Pêwîst e niha kar li ser vê mijarê were kirin…

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Piştî tekezkirina hebûna kurdan.. Peyamên der barê rêxistina civakî de
Gotar

Piştî tekezkirina hebûna kurdan.. Peyamên der barê rêxistina civakî de

July 16, 2026
Ji dewlet û bazarê ber bi sazkirina fêrbûnê ve: Xwendinek der barê pirsa geşepêdanê de li Sûriyayê
Gotar

Ji dewlet û bazarê ber bi sazkirina fêrbûnê ve: Xwendinek der barê pirsa geşepêdanê de li Sûriyayê

July 15, 2026
Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?
Gotar

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?

July 13, 2026
Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”
Manshet

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”

July 12, 2026
Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?
Gotar

Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?

July 9, 2026
Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?
Gotar

Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?

July 8, 2026
Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê
Gotar

Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê

July 6, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN