Ji ber çi peyva “terorê” ji lêkera “terorê” xeternaktir tê dîtin?

DR. THORO REDCRO

Heger bi dest min ba min ê peyva “terorê” ji zimanê înglîzî rakira, an jî kirdenavê wê “terorîst” rakira. Ev têgeh yek ji peyvên ku pênaseyeka xwe ya hevbeş nîne, ango her kes gorî xwe pênas e dike. Têgeheka pêpirkî ye, tu kes xwe terorîst nabîne, di şer da her alîyek yê din bi terorê tewanbar dike.

Ji bo axaftina me bêhtir piştrast bibe gerek e em vegerin dîrokê, em ê bibînin ka heman mucahidîn li Afganîstanê ji “şervanên azadîyê” zivirîn, li gorî serokê Amerîkayê yê wê demê ku ew di Koşka Spî da pêşwazî kirin dema ku şerê Sovyetê dikirin, eynî wan kesan jî navê wan bûn tevgera terorê ya Talîbanê ku Amerîka bi milyaran dolar şerê wan dikir, durûtî di vir da eşkere ye. Ev nementiqî, zêdetirî sed salan e  tê zanîn, dema ku rojnamevanê fransiz Octave Mirbeau hişyarî da me ku “metirsiya herî mezin a terorê ew ehmeqî ye ku bi teqîna wê belav dibe.”

Yek ji rêbazên komîk ku teror pê pênase dibe “ew kesê ku bombe di dest da ye lê alîkarîya ezmanî li gel wî nîne.” Dibe ku ev pênase ya herî xerab be: Ew dijberê îdyolojîk ê ku çekên bipaşketî hildigire ye û wêrekîya wî heye ku bersivê bide sazûmanîya hikûmetê bi heman şêwazê ku hikûmet  pê ra bi kar tîne.

Tundîya girgînî, wekî têgeheka nû gûman ser rastîya wê hene ji ber peyva “teror”ê di rastîya xwe da ew gotineka bêwate ye, lê ew rêbazekî ji rêbazan her êrîşekê rewa dike ji ber ew li ber xwe dide ne ku nexweşî ye. Her wiha di navbera êrîşkarekî ji nişkan ve û xwekujekî da cudahîyeka exlaqî ya hindik heye, ji ber her du jî xelkê dikujin ji bo berjiwendîyên siyasî û hemû kujtinên bi hov encama wê ew e ku tirs û xofê diafrîne.

Ji bilî vê jî, fikra terorîzmê pir xerab e ji ber ku ew kesên ku dijminatîya wê dikin wekî xwedîyê helwestea bêalî, xwezayî, ne îdyolojîk û mentiqî dibîne. Ji ber vê yekê, rakirina vê serdestîya neçar a “hişa rast” pir dijwar e, hinek kes dê du caran bifikirin berî bipejirînin ku divê em her tiştî bikin da ku “terorîzmê” rawestînin an “terorîstan” têk bibin, ji alîyekî din ve, pirsgirêk ev e ku ev xwestek piştgirî û tevkarîya kesane ya ji bo tiştê ku ew bawer dike ku li dij wî ye ango terorê nagire nav xwe, bi taybet jî terora dewletê û pir caran jî di bin navê pêşîlêgirtia wê da ye.

Terorê rawestînin

Bi gelemperî vexwendin ji bo rawestandina terorê, dibe sedema seknandina şîyana fikirê rexneyî li cem mirovan û hêza wî ya anelîza mentiqî qels dike, ji ber bi xwe ra xweşbîrîya civakî derdixe holê û bûyeran ranêvhev dixe. Bersiva ku hinek dewlet ji cezaya kuştinê diflitin ev in ku Derek Johnson di pirtûka xwe ya bi navê “Pirsgirêka şaristanîyê” da şîrove dike:

“Şaristanî xwe dispêre pilebendîyeka pîramîdî ku bi zelalî û berferhî tê avakirin, lê pir caran nayê vegotin, her dem ew kesên ku li jor pîramîdê tundîyê bi kar tînin xuya nakin û kesek wan nabîne. Dema ku eşkere jî dibin çavên xwe ji wan ra digrin. Lê dema ew kesên li jêr pîramîdê tundîyê bi kar tînin ku çi qas piçûk be jî û dema eşkere dibin bi rengekî veceniqî û ecêb li wan dinêrin.”

Ev analîz ji me ra dide xuyakirin ku dema xelkê cîhana sêyem bombebaran dibin û bi hezaran tên kuştin, di çapemenîya rojavayî da wekî nûçeyeka piçûk tê derbaskirin, li hamberî vê yekê dema ku terorek tenê bûyerekê li bajarekî Amerîka yan jî Ewropayê tevî ku qurbanî jî kêm bin dezgehên ragihandinê dunyayê dihejînin û di dawîyê da jî digihêjin armanca xwe ku raya gihiştî sor dikin ji bo ku bûyer dubare nebe.

Di prensîbê da, taybetmendîyeka hevpar a rejîmên zordar hene ku her berxwedanek li hember wan radibe, ji bo serdestîya wê dibe hincet ku hîn kûrtir bike û çembereka jêderî ava dikin ku tê da bi kêfa xwe kontrol û rûbirûbûnê dadimezrînin.

Ji ber şensê xerab, pêşîlêgirtina van mînakên kêmendam ên “êrîşên terorîstî” ji bo kesên ku guman tê kirin ku bibin êrîşkarên siberojê, gelek mirov dibin qurbanî. Ev yek jî wekî derman “zirara di ber ra” pêşkêş dike û “zirara di ber ra” jî têgeheka nerast e ku tenê ji bo zarokên mirî yên ku ji hêla ne-terorîstan ve têne kuştin di hewildanek ji bo rawestandina “terorîzmê” da derbas dibe.

Lê sedema ku dixwazin pergala civakê dûrî terorê be, ew bixwe tiştekî girîng e, ji ber dewletên netewe-dewlet di bin îdîaya xapînok da dixebitin ku di şer da her tiştî rewa dikin, dema ku ew in yên kuştinê dikin. Her hikûmeteka zordar an rêjîm an hikimekî dîktatorî dema ku bi serîhildan û şerê gerîlayî ra rûbirû bimîne dê îdîa bike, ku şerê dibe ne wekhevî tê da heye. Bi awayekî din ne cûdayî  îtîraza leşkerên Brîtanîyayê li hember sekvanên amerîkayî ji ser daran diavîtin wan li şûna ku rasterast rûbirûyê topên brîtanî bibin, îroj têgeha “terorê” pir tê gotin ji bo ku her berxwedaneka rewa ya xweparastinê ji holê rakin, tevî ku armanca wê berxwedanê leşker tenê bin jî.

Di bingeh de, hemû cureyên opozesyonê ku hinek tundî tê da hebe yekser wan tewanbar dikin ku teror e, ji bo xwestekên wan yên rewa ji holê rakin, ev tektîk jî her car bi ser dikeve. Di prensîbê da, tayîbetmendîya hevpar a rêjîmên tund ew e ku her berxwedanek rû bide, ji xwe re rewa dibînin ku desthilata xwe xurt bikin û çembereka bingehîn ava bikin da ku hîn bihtir rûbirûyî wan derkevin, newekhevî û qurbanî ji wan naflitin, bi reftarekî ne pêwîst wan kontrol dike.

Berxwedana kurdan wekî nimûne

Ji bo Tirkîyayê, piştî her êrîşeka xweparastinê ji alîyê PKKyê ve, artêşa Tirkîyayê van gotinan dibêje: “Ji ber ku hûn dixwazin min dagîr bikin, lewma jî ez vî rêbazî bi we ra bi kar tînim.” Her wiha bandora van gotinan dihêle ku hemû cureyên berxwedana kurdan li hindir û derve bêbandor bibe (wekî ku min berê di gotara xwe da anî ziman di NLKyê da li bara derbarê “çawa netundî ji şervanên kurd ra emtiyazeka qedexekirî ye”). Weke mînak, Tirkîya berdewam dike li ser qirkirina sivîlên kurd û paşê jî digirî, dema ku şervanekî PKKyê kemîna karwaneka leşkerî ya ku bi pêş da diçe yan jî êrîşî qereqola polîsan dike. Bi paşguhkirina rêbazê artêşê ku dibe sedema zayîna kurdekî bêhêvî û bi êrîşeka wiha tolhildanê pêk tîne.

Rast e ku hemî tundûtûjî ne azadker e û ne xwedî armanc e, nabe ku di vê rewşê da ew kesên xwedî biryar ew tenê xwedî cek û hêz bin û di heman demê da xwedî qurbanî bin, ku wan jî dest bi dijberîyê kir. Her wiha ku rê li pêşîya her berxwedaneka rewa ya çekdarî bigirin, tê wateya ku rê li pêşiya artêşeka dagîrker û tund tê vekirin û bi kêfa xwe zilm li xelkê resen were kirin, yekane rêya “ji hêla exlaqî ve tê qebûlkirin” an jî “ne-terorîst” qebûlkirina teslîmbûn an mirinê ye. An jî, wekî gotina şervanekî kurd  ku  çend salan berê  ji min re got, “Destûra ku Tirkîya me pênase bike, mîna ku ji tecawizekî  bixwazî mexdûra xwe pênase bike.”

Tevî vê jî, lêkolînên min yên berfireh  li ser tevgerên berxwedanê ji min re zelal bû ku tevgerên serîhildanê – nikarin xwe ji daxa terorê dûrbixin, dema ku ev tevger li ber hebûn û tunebûnê li ber xwe didin – piştî demeka dirêj ji serdestîyê, zilm û zor çêdibe. Di bingeh da û em ji  Şoreşa Frensayê hevokekê bînin, wê demê şervanên PKKyê wiha pênase dibin “bahozek e ku bi salan e kom dibe û dema teqemenîyek biteqe lomedar nabe.”

Weke mînak di pirsa PKKyê û dagîrkerîya dewleta Tirkîyayê ya li Bakurê Kurdistanê da, ku em zêdetirî 4 hezar gundên kurdan ên ku artêşa tirk di salên 1990î da şewitandin veqetînin, di dawîya sala 2015an da AKPyê bi temamî ev herêm desteser kir, di wê demê da rêjîma dîktator a serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo herêmên kurdan ”Sûr, Amed, Nisêbîn, Cizîr û Sulûbî” wêran bike, dest bi qedexeya derketina derve ya li derveyî mirovahîyê kir. Di vê navberê da parlementerê HDPyê Dîya Pîr jî helwesteka wiha vegot “Leşker, polîs, yan jî hinek kesên nefermî yên ku ez jê ra dibêjim ‘nêçîrvanên serîjêkirinê’ li her derê digerin û dixwazin jîyanê li ku derê dibînin bifetisînin. Her wiha di wê demê da Seroka Sazîya Mafên Mirovan a Tirkîyayê (TIHV) Profesor Şebnem Fencancî rewş wiha nirxand: “Sekvanên  [artêşa tirk] gule berdane tankên avê û elektrîk qut kirin. Ew rasterast mirovan gulebaran dikin. Ev jenosîda li Bosnayê û gorên komî yên ku ez lê dixebitim tîne bîra min.” Li bara vê komkujiya ku li dij gelê kurd pêk hat, rojnamegerê tirk Ozay Bulut wiha got:

“Di van qedexeyên derketina derve da leşker û polîsan hemû taxên kurdan hedef girtin û hilweşandin. Bi vê qedexeya derketina derve ra  êrîşên leşkerî li ser xelkê sivîl pêk hatin – mal, kargeh, ofîs, bîrên dîrokî, xezîne û binesazîya wan hatin bombekirin û wêrankirin… tirkan bombebarên ezmanî, sekvan, tang, top, helîkopter û bi hezaran leşker bi kar dianî. Di vê navberê da ku yekî sivîl nexweş diket û pêwîstî bi nexweşxaneyê hebû ew li kolanan dikuştin, an jî pir caran ku li ber pencerên xwe ne rastî guleyên sekvanan dihatin, nemaze li bajarê Silopîyê erebeya polîsan di kolanan da bang dikir, qedexeye ku hûn di pencereyan ra binêrin.”

Li heman bajarî (Silopî) jineka 57 salî bi navê Teybe Enan hat kuştin ji ber ku qedexeya derve pêkneanî. Leşkerên tirk tekez kirin ku laşê xwe li kolanê genîbû ji ber heft rojan ma û zarkên xwe ye bêguneh bûyer dişopandin ku 150 Metir ji mala wan dûr bû. Piştra kurê wê Tamir ev bûyer vegot û got hewldana rakirina termê dêya xwe da apê wan jî rastî guleyê tê. Bûyereka din ya kuştinê ji bo qedexeya derve keçeka kurd a deh salî ye  bi navê Cemîle Kcîrga ji alîyê leşkeran ve hat îdamkirin li dervayî mala wê li bajarê Cezirê, malbata wê neçar dimînin ku termê wê 3 rojan di malbûzê da bihêlin ji ber taxa wan dorpêç kirîbû.

Ji ber vê yekê rewş ew e ku dewleta tirk bi hemû îmkanên leşkerî li ser gelê kurd yê herêmê terorîze dike û bi hezaran zarokên kurd di nav vê rewşê da mezin dibin, di heman demê da bi hezaran kurdên sivîl dikuje. Mînak li ser bûyereka tenê li bajarê Cizîre em bînin ziman, artêşa tirk 178 kes li sê avahîyên çemberkirî  şewîtandin.

Tevî vê yekê jî ku ciwanekî kurd yek ji malbata wî hatibe kuştin, ew jî bihêrs damençeyekê rake û guleyan bera ew leşkerê ku sivîlan dike armanc, dê qiyamet di çapemenîya Tirkîyayê da rabe, dê bûyer bi vî rengî bihata vegotin “terorekî kurd leşkerek kuşt” û dê dewletê mersîmeka ku tijî tirkperst ji wî leşkerî ra li dar bixista, ji bo vê meseleyê çîroka terorê xapînak e, ji ber axlaqê resen bi helwestê ji holê radike û hema hema hemû zordarî û tundîya dewletê rewa dike. An jî wekî ku gerîlayekî kurd di sala 2014an da bi nivîskî ji min pirsî:

“Heger xwedîyê koleyan di metirsîya ku kole serî lê hilde da be, ev teror e?”

Rizgarî ne wekî koletîyê ye

Niha komên çekdar ku xwe komî ser hev kirine mebesta wan tenê xelkê bikujin û metirsîyê di nav civakê da belav bikin hene yan na? Helbet hene û pêwîst e wan ji holê rakin û dadgeh bikin.

Ez dixwazim vê bibêjim ku zilma berê hatî dîtin tu carî nabe sedem ku ew kom zilmeka jê bêhtir bike, mînaka vê jî birêxistina DAIŞê ye, ku dest avêtin xelkê û  jinên êzidî wekî kole bi kar anîn, tevî ku şert û mercên nemirovî yên ku bûne sedema derketina wê jî lê tundîya wan rewa nake. Ji ber vê yekê jî divê komên wiha ji holê werin rakirin ji ber mafê mirovan binpê dikin. Lê mînakên wiha tund û beloq ên wekî koma DAIŞê kêm in, tevî vê jî dîsa ez dibêjim têgeha terorîzmê bê sûd e, ji ber zirara wê ji sûda wê bihtir e ku bi rêbazên qirêj tê bikaranîn.

Weke mînak, nezelalîyek di cudahîya rewşa DAIŞê ya ku me li jor anî ziman, bi awayekî rasterast heye, ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya di “lîsteya terorê” da ye bi awayekî serketî DAIŞ têk bir û hemleya wê ya hovane û sadîst pûç kir. Lê tiştê balkêş û ne mentiqîtir bibe, yek ji sponsorên sereke û sûdmendê stratejî yê DAIŞê Tirkîya bû, ku ev rêjîm PKKyê wekî teror pênase dike û bi derva jî vê yekê dide qebûlkirin. Ji bo neyê jibîrkirin, şervanên PKKyêê di sala 2014an da li Çiyayê Şengalê 40 hezar êzidî (gelek ji wan jin û keçên ciwan) ji koletîya çeteyên DAIŞê rizgar kirin. Mirov matmayî dibe ku raya gihiştî serê xwe naêşîne û meraq nake ka her du birêxistin çawa di heman navnîşê da ne? Sedem ew e ku ev têgeh vala û bêwate bûye.

Sedemeka din a xeternak ji bo têgeha “terorê” heye, ew jî bûyerên terorê yên jihevnequt û her tim jî bertekdayîna zilm û zordarîya demdirêj e, di rastîyê dq ev êrîş nîşana bêhîvîya mirovan a domdar e, di rewşekê da komek xelk dibînin ku rê û rêçikên çareyan  li pêş wan tên girtin, dighêjin asta êdî hebûn û tunebûn ji bo wan wek hev e. Ji xwe ra li vê mînakê binhêrin ku gotinên Salih Agoz in, ew jî cotkarekî sivîl ê kurd e ji gundê Akçabodakê ye ku hate wêrankirin, di salên 90î da ji rojnamevanekî ra wiha dibêje:

“Leşkerên tirk hatin ji me re gotin em terorîst in û ew ê gund bişewitînin, ez û hemû hevalên xwe niha li Amedê dijîn; li vir bi tu awayî em nikarin debara xwe bikin û em nizanin çi bikin.”

A rast ev e ku gelek kurd neçar in, wekî yên ku “çûne çiyayan”; ev hevokeka kurtkirî ye tê wateya ku ew di nav refên Partîya Karkerên Kurdistanê da bûne şervan. Bawerîya ku tê rûniştin heger êş û azarî dibe qeder ji bilî ku berxwedanî çi qas e, a rast ew e ku  ji bo rûmeta xwe têkoşîn bikin. Bi vî rengî têkoşîn dikin ku azad bibin an jî di vê rêyê da dimrin, bi vî awayî xwe ji zilm û zorê rizgar dikin, a din jî ku tu dixazî “tewrorꬔ rawestînî, a herî rast ew e ku dewletên dagîrker rêbazê tirs û xofê li wan kesên ku navê wan dike “terorîst” di siberojê da rake.

Dr . Thoro Redcro

Lêkolînerekî amerîkayî ye di warê nakokîyên navneteweyî da, pisporê jîyopolîtîk, pirsgirêkên gelên bêdewlet û tevgerên çekdar da dixebite. Ew mêvanê hertimî ye li Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê û weke şêwirmendê siyaseta derve ya çend komên ku li mafê çarenivîsê digerin kar kiriye. Ew berê li seranserê Ewropa, Amerîkaya Latînî û Karîbî,  Rojhilatê Afrîkayê û Rojhilata Navîn xebitî ye. Niha jî hevserokê Beşa Zimanê Îngilîzî di Navenda Kurdî ya Lêkolînan da dixebite.

 

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim