Iraq.. ji sikeya “Berlîn-Bexdad”ê heta “Rêya Geşepêdanê”

By Hisên Cimo

 Ji sala 1908an ve, ango dîroka vekirina sikeya hesinî ya Berîln-Bexdad û rûxandina wê di sala 1916an de li ser destê Brîtanyayê, tu projeyê bazirganî yên dersînor li Iraqê bi ser neketiye.

Di sala 2024an de, hikûmeta iraqî hewl da ji nûv re rêya sikeya bazirganî ya almanî-osmanî dest pê bike, ew jî bi awayekî niştimanî di bin navê “Rêya Geşepêdanê” de.

Hikûmeta Iraqê aramiya ewlehî ya ji sala 2022yan de veberhênan kir bo ji nûv re projeyên dersînor derxe ser maseyê, ya dawî ji wan “Rêya Geşepêdanê” ye ya wekî beşek an jî navekî din ji projeya “Kanala Zuha” re ye ya ku di dema serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî de derket ser maseyê û piştî têkçûna ewlehî ya li hember rêxistina DAIŞê di sala 2014an de, ji ber çavan ket.

Ev sernav beşek ji projeyên hikûmetên iraqî ne, ku her yek ji wan hewl dide li bara projeyên dersînor biaxive. Piştî “Kanala Zuha”, hikûmeta Adil Ebdulmihdî (2018-2019) gotina “Rêya Hevrîşm” bi kar anî da ku bidin xuyakirin ku Iraq beşekî sereke ye ji tewereya bazirganî bi serkêşiya Çînê û di vê çarçoveyê de lihevkirin hatin îmzekirin. Ji ber ku çi projeya dersînor an di Tirkiya an jî di urdinê re derbas dibe, Tirkiya her car nexşeyên bi merc xêz dike çaxa ku iraqî mîna van hiziran pêk tînin, lê lihevkirina sereke tenê hibira li ser kaxezan dimîne, ji ber wê Iraq temenê wê bi du qatan dide. A yekem pabendiya wê bi lihevkirinên ewlehî ya bi Tirkiyayê re, yên ku bi piranî neragihandî ne, li beramber pêkanîna projeyê. A duyem jî ew e ku proje rêya xwe nabîne bo pêkanînê lê peymanên bi Tirkiyayê re dibin beşek ji xwestekên Tirkiyayê, ji ber wê fatore li ser Bexdadê giran dibe!

Di cotmeha 2019an de Adil Ebdulmihdî lihevkirinek bi Çînê re îmze kir ku projeya “petrol beramberî jinûveavakirinê” bû likar, ku bi dehan kompaniyên çînî soz dan ku dê di zemîna Iraqî de kar bikin li beramber ku Bekîn 100 hezar bermîlên petrolê ji Irqê bi dest bixe.

Vê peymanê, peymaneke din ya ku Ebdulmihdî di sala 2015an de bi Bekîn re îmza kiribû, vejand. Ew peyman jî bi heman rêzikan bû, lê wê çaxê ew wezîrê petrolê bû di dema serokwezîr Heyder El-Ibadî de. Peymana 2015an bi seba nearamiya siyasî ya li Iraqê ku bi seba wê hikûmet û wezaret dûrêzî hev dihatin guhartin pêk nehat, vê yekê peymana bi Çînê re rawestan heta ku Ebdulmihdî hukim bi dest xist û ji nûv re peyman vejand.

A suprîz ew bû ku di gulana 2023yan de wezîrê guhastinê yê iraqî Rezaq Mihêbis El-Sedawî da zanîn ku ew bi kadroyê wezaretê re civiyaye û xuya kir ku “projeya Rêya Hevrîşm a çînî di wezaretê de tuneye”. A jê bêhtir ew bû ku şêwirdarê serokê Encumana Wezîran, Nasir EL-Esedî di gulana 2023yan de got “Rêya Hevrîşm hevkişandineke siyasî ya di navbera Amerîka û Çînê de ye, planên li ser Facebookê ne rast in, planên wiha tunene”.

Lê Mistefa El-Kazimî yê ku ji sala 2020 heta sala 2022yan bû serokwezîr, projeya ”Şama Nû” derxist ser maseyê, ew navekî din ê projeya “Kanala Xuha” ye ya ku rêxistina DAIŞî ew ji nav bir. “Şama Nû” li tenişta Iraqê Urdin û Misirê jî dihewîne, ew jî ew e ku dê Urdin û Misir Iraqê bi kehrebe bikin, ji bilî hin projeyên stratejî yên gewre, ji wan lûleya petrolê ku Besrayê bi Bendera Eqebayê ya urdinî ve girê dide, paşê Bendera Nûwêbi ya misirî.

 

“Rêya Geşepêdanê” çi ye?

Rêbazê iraqî ya xwedîtinê di kifşkirina “rêya Geşepêdanê” de, hişt ku bibe nêçîreke hêsan bo keysbazkirin û veberhênana dewletên herêmî. Proje li ser zimanê serokwezîrê iraqî Mihemed Şiya El-Sûdanî di gulana 2023yan de hat ragihandin û da nasîn ku ew projeyeke “iraqî” ye, tevî ku di rastiyê de beşek ji dîtina Tirkiyayê ya bazirganî ye ku benderên nêzî xwe bi hev ve girê bide, her wiha berdewamkirina projeyên iraqî yên ku ji projeya “Kanala Zuha” ve rawestiyayî mane ye.

Ji ber wê, danasîna projeya “Rêya Geşepêdanê” ji hêla El-Sûdanî ve ku ew vedîtineke bazirganî ya taybet bi hikûmeta wî ye, hişt ku tirk wî neçarî projeyê bihêlin. “Rêya Geşepêdanê” ji aliyê xwe ê reş ve bû alavek da ku Iraq pê lawaz bibe û bi peymanên ewlehî û xizmetkariyên Tirkiyayê ve bê girêdan, bêyî ku tu dahatûyên aborî jê re werin.

Wekî ku jê re hatiye plankirin dê “Rêya Geşepêdanê” Bendera Fawê ya mezin bi Tirkiya û Ewropayê bê girêdan. Her wiha berpirsyarê iraqê daxwaz dikin ku proje bi pêş bikeve û aliyê veguhasitina iraqî ya jihevketî derebas bike da ku geşepêdanê di warê çandinî, karsazî û bazirganiyê de bike, da ku bajarên ku dê herdu rêyên hesinî û bejî tê re derbas bibin, bi pêş bikevin. Her wiha nêrîneke geşbîn li gel wan heye ku bajarên karsazî û niştecihî yên nû li tenişta rêyê ava bikin û zemîna jihevketî nû bikin.

Li tenişta Iraqê, proje bi erêniya deh dewletan e ew jî: Erebistana Siûdî, Tirkiya, Sûriya, Urdin, Kwêt, Behrên, Qeter, Îmarat û Îran.

Lê tevê ku van dewletan ragihand ku ew projeyê erê dikin, an jî wê tev li veberhênana projeyê bibin, divê em lez neyê kirin ku nirxekî herêmî li ser bingeha navê van dewletan bê dan. Qeter ne tê de –ku ew di heman demê de jê re xwîngerm e- lê ragihandina dewletêm din ku ew piştgiriya projeyê dikin ji encama têkiliyên giştî yên di navbera van hikûmetan û hikûmeta iraqî de ye. Zehmet e ku wekî veberhênaneke rastîn were dîtin ku xizmeta projeyê bike. Tevaya van dewletan ji xwe re li cihekî bazirganiya navdewletî yê nû digerin û veberhênanên mezin pêşkêş dikin da ku beşek bin ji dîmenê kapîtal yê navendî yê rêya kelûpel û pereyan ji Asyayê ber bi Ewropayê ve. Tekez dê Iraq ne cihekî sereke be di vê rêyê de.

Di 15ê cotmeha 2023yan de, wezîrê veguhastin û zemînê yê Tirkiyayê, Ebdulqadir Oraloglu got ku berpirsyarên tirk, iraqî, îmaratî û qeterî di vê mehê de kom bûne da ku li bara projeya bi navê “Rêya Geşepêdanê ya Iraqê” kar bikin, ku wî dit ku ew berdêleke cidî ye bo “Korîdora Hindî-Ewropayî”. Dê projeya iraqî ya ku bi navê “Kanala Zuha” jî tê nasîn, kelûpelan ji Bendera Fawê ya mezin a li başûrê Iraqê, veguhêze. Qonaxa yekem a benderê ji hêla kompaniya “Daewoo”yê ya endezyarî û avahîsaziyê kûrî ve tê pêşxisitin.

Rê dê heta sînorê bakurî yê Tirkiyayê biçe, ew jî bi rêya 1200 km ji sikeyên hesinî û rêyan. Li hêla Tirkiyayê jî dê 615 km ji sikeyên hesinî yên nû û 320 km rêyên lez yên nû bê avakirin da ku bi toreya Tirkiyayê ve bê girêdan, ev proje li herdu welatan dê derdora 25 milyar dolar lê xerc bibe. Hikûmeta Tirkiyayê 194 milyar dolar di veguhastin û têkilyan de li ser dirêjahiya 20 salan li Iraqê veberhênan kiriye. Bi piranî bal dida rêyên bejî û alavên veguhastinê yên asîmanî her wiha trênên bilez.

Lê heger em bi nêrîneke piçûk li toreya veguhastin û zemîna iraqî binêrin, dê ji me re xuya bibe ku hejmara borî (194 milyar dolar) delîla têkçûna rêvebirina projeyan e. Bi ev qase pere bajarên sax tên avakirin. Lê encamên vê xerckirina mezin heta li ser asta toreya navxweyî xuya nake.

Lê hin kartêker hene dê bi awayekî demkî bêkêriya “Rêya Geşepêdanê” ji hêla aborî ve veşêrin. Ji ber wê dê proje wekî perdeyê ji gelek hêl û hisaban re, ji wan:

  • Hesabên bilbijartinên iraqî
  • Hesabên hikûmeta navendî li dij herêma Kurdistanê
  • Hesabên ewlehî yên Tirkiyayê

Iraq: Destpêkê hilbijartin

Ji çaxa ku di 2014an de Nûrî El-Malikî ji serokwezîrtiyê hat xistin, çîna siyasî ya şîî, bi taybet gerînendeya biryardariyê tê de, kesayetên navî û qels bijatin da ku bibin serokwezîr û careke din tecrubeya El-Malikî dubare nebe, piştî ku çîna siyasî ya şîî paşguh kir û dahatuyên dewletê bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinê û jihevxistina partiyên dijber bi kar anî. Rastî jî, piştî El-Malikî tu serokwezîr di dijberiya xwesteka “gerînendeya biryardariyê” de bi ser neketiye, ji Heyder El-Ibadî bigire heta tu di Adil Ebdulmihdî, Mistefa El-Kazimî û serokwezîrê niha Mihemed Şiya El-Sûdanî re derkevî.

Berî bidawîbûna wîlayeya El-Kazimî di cotmeha 2022yan de, pariyên dijber ên hêzên Heşd El-Şeibî ketin seferberiyê piştî ku gotegot belav bûn ku El-Kazimî hewl dide hevpeymaneke hilbijartinî ya bêalî ava bike da ku pêşbaziyê di hilbijartinan de bike, bi taybet wî hewl dide nêzî xwepêşanderên “serîhildana Tişrînê” bibe û ji alîgirên xwepêşandanan re dide xuyakirin ku ew ji ber girêdanên siyasî îradeya wî girêdayî ye û ew nikare alîkariya wan bike. Bi her halî, “gerînendeya biryardariyê” ya şîî pêkaniya avakirina El-Kazimê ji hevpeymaneke hilbijartinî re têk bir ku êrîş birin ser “Devera Kesk” di nava Bexdadê de û gef lê xwazrin.

Lê El-Sûdanî di nîvê krîzeke siyasî de hat ku hema hema dikir bûbûya şerê navxweyî di navbera sedriyan bi serektiya Muqtede El-Sedir û “El-Îtar El-Tensîqî” ku ew hevpeymaneke partiyê şîî û nûnerên Heşd El-Şeibî be ku El-Sûdanî wekî serokwezîr bijartin ku ew qelstirîn kesayet bû ji hêla navûdengiyê ve. El-Sûedanî di bingehê xwe de serekê “Teyar El-Firatîn” e ku tenê sê parlemnterên ji eslê 329an hene.

El-Sûdanî ji biryara Muqteda El-Sedir a destberdana ji siyasetê kir, demeke aram peyda bû ku tu tevliheviyên ewlehî li Bexdadê çênebûn, dahatûyên petrolê jî sala borî gihan 88 milyar dolar. El-Sûdanî bi hin rêzebergiriyan rabû, ku gel pê kêfxweş bû, ji wan bidawîkirina pevçûnan li Bexdadê û destpêkirina projeyên rawestiyayî yên ji salên borî ve, her wiha pê re tevgereke herêmî bo xurtkirina cihê Iraqê, ji wan projeya “Rêya Geşepêdanê”.

Van serkeftinan hişt ku parçebûn di hundirê “Îtar El-Tensîqî” ya alîgira El-Sûdanî de çêbibe. Hêzek heye dixwaze wî bo wîlayeteke din a serokwezîrtiyê piştî hilbijartinên parlementoyê bibijêrin û din jî ji hewldanên El-Sûdanî yên parçebûna ji “gerînendeya biryara siyasî” ya şîî bitirs e. Di encamê de herdu alî bimerc in ku piştgiriya El-Sûdanî bikin bêyî ku xwe bibijêre bo hilbijartinê parlementoyê li ser lîsteya “Şepêla El-Firatîn”, da ku dengê xelkê bi dest nexe, bi taybet bo ku desthilatê li dahatûyên hikûmetê neke û cihê xwe di nav gel de xurt neke.

Bo ku rê lê bibire, El-Malikî yê di “Îtar El-Tensîqî” de serek e, pêngavekê li dar dixe bo serrastkirina qanûna hilbijartinan da ku rê li ber EL-Sûdanî bigire. Di nav wê serrastkirinê de girîngtirên bend heye ku armanca El-Sûdanî dike, ew jî ew  e sîstem vegere ser gelek gerînendeyên hilbijartinan berdêla gerînendeyekê tenê da ku El-Sûdanî gelek dengan bi dest nexe. Sîstema gelek gerînendeyan dê bihêle ku El-Sûdanî gelek dengan bi dest nexe li ser asta Iraqê, dê neçar be ku tenê pala xwe bide gerîndeyekê tenê li bajarekî ji bajarên Iraqê

Lê El-Sûdanî bi pêş de diçe da ku ji destê “Gerînendeya biryadariyê ya şîî” rizgar bibr û hewl dide bibe beşek ji vê gerînendeyê bi rêya beşdariyê li hilbijartinan bi hevpeymaneke bêalî, bi rastî jî ev yek hevalbendekî wî ragihand, ango wezîrê kar Ehmed El-Esedî got ku ew dê beşdarî hilbijartinên parlementoyê yên sala 2026an bibe, di lîsteyekê de ku El-Sûdanî serektiya wê dike. Tê texmînkirin ku dê hilbijartin zû li dar bikevin, an di dawiya 2024an de an jî destpêka 2025an.

Di sibata borî de, lêkolîneke ku “Îtar El-tensîqî” pê rabûbû, amaje bi wê yekê kir ku li gor daneyên heyî, El-Sûdanî dê derdora 60 kursiyan di parlementoya bê de bi dest bixe, ji sêyeka kursiyên “Îtar El-Tensîqî yên ku 180 kursî ne. Daxuyaniyeke El-Malikî heye tê de amajeyê bi rastiya lêkolîna “Îtar El-Tensîqî” dike, ku li bara karînên El-Sûdanî got: “Destxistina kursiya serokwezîr pala xwe nade ser hejmara kursiyên palementoyê yên ku bi dest ketiye, heta ku 60 kursî bin, lê belê pala xwe dide lihevkirinên di navbera hêzên siyasî de.”

Bi her halî, pêwîstiya El-Sûdanî bi gantiyeke herêmî heye da ku karibe ji nav pencên dijberên xwe rizgar bibe. ev garantî dê lihevkirî be di navbera Îran, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Tirkiyayê de, an jî nelihevkirî wekî çawa aku di sala 2010an de di navbera El-Malikî (piştgiriya wî ji Îranê) û Îyad El-Elawî (piştgiriya wî ji ereb û Tirkiyayê) de rû da, tê de Îranê bi ser ket. Di sala 2014an de, mala şîî tevlihev bû çaxa ku Îranê dest ji El-Malikî berda li hember berbijêrekî ku piştgiriya xwe ji Amerîkayê digirt.

Lê a balkêş ew e ku Îranê ji wê çaxê ve rêbazê xwe li Iraqê guhart û rê da aliyên herêmî ku piştgiriya berbijêrên ji mala şîî bikin bo ku nebin dîlê dengên sinî mîna Elawî. Ji ber wê çawanî û awayê destwerdana erêmî ya “sinî” li Iraqê hat guhartin piştî bidawîbûna birêxistina DAIŞê ya terorîst, paşê herêma sinî bû beşek ji lîstoka hevpaziyê d hundirê mala şîî de, ji yekemîn hilbijartin ve, ango çaxa ketina Sedam Husên, ev girîngtirîn guhartin e di lîstoka siyasî ya iraqî de. Tê tercîhkirin ku dewletên ku piştgiriya xwe bo projeya “Rêya Geşepêdanê” ragihandin, ew bi xwe dewletên ku piştgiriya El-Sûdanî di hilbijartinên bê de dikin. Lê tekez ev yek nayê wê wateyê ku ev dewlet dê bihêlin ku El-Sûdanî projeya “Rêya Geşepêdanê” bigihîne ser û bi ser bixe, bi taybet dewletên kevdavê.

 Kurdistan.. dawîya bazirganî

Di mehên borî de Hewlêr ji hêla hikûmeta navendî ve rastî gelek aloziyan hat, ev şêwaz ji çaxa ku Bexdadê bi rêya milîsên Heşd El-Şeibî referandoma Kurdistanê bi bin xist, dest pê kir.

Bexdadê karîbû bi rêya biryarên Dadgeha Federal a Bilind Hewlêrê ji hêla petrolê ve dorpêç bike, her wiha di doznameya ku bo Komîteya Tehkîmê ya girêdayî Odeya Bazirganiya Navdewletî li Parîsê li dij Enqerayê hildabû, bi ser ket. Doznameya li bara derxistina petrola xav ji Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya tirkiyayî. Tirkiya yekser biryar bêyî deng erê kir. Ev tiştê ku rû da Hewlêr bêzar kir, ku wê pala xwe dida karîna redkirina Tirkiyayê ji biryarê re.

Xwesteka hikûmeta El-Sûdanî ew e ku qelskirina hikûmeta Mesrûr Barezanî berdewam bike, ne tenê li ser asta hundirîn, lê belê li ser asta têkiliyên derve jî, bi taybet Tirkiya. Xwesteka iraqî di vê demê de ew e ku Têkiliya Tirkiyayê tenê bi Bexdadê re be, Hewlêr û PDK di vê xwestekê de gihaştiye, ku ji çaxa ku AKP hatiye ser desthilatê têkiliyên aborî dûhevkiriye, paşê tev li hevbeşiyeke ewlehî bû ku tijî metirsî bû û xerckirina wê bilind bû, ku pê rê li ber Tirkiyayê hat vekirin ku derdora 20 baregehên leşkerî li ser axa kurdî ava bike û hemû awayên bidûvçûna şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê erê kir.

A balkêş ew e ku hemû awayên projeyên girêdana bi Iraqê re, Herêma Kurdistanê dûrî wê ye. Baregeha Beşeqiyê ya Tirkiyayê li Mûsilê ku ew seyrtirîn şêweyên hebûna biyanî di hundirê dewletên de ku xwedî srdestî ye li cîhanê, hê li hêviya kirina rola xwe ya sereke ye, ew jî ku bihêle sînorê di navbera Tirkiya û Irqê ji erda Mûsilê dest pê bike di rêya dergehê sînorî ya bi navê “Ofakoy” li nêzî Tileferê û Hewlêrê ji nexşeya bazirganî ya di navbera herdu dewletan de bê hilkirin. Ev plan gelek bendên ewlehî yên berfireh di nav xwe de dihewîne ku girêdayî ferzkirina nêrîna ewlehî ya Tirkiyayê li ser Şingalê ye û hewl bide Partiya Karkerên Kurdistanê têk bibe ya ku heta niha mezintirîn kelem e di rêya Tirkiyayê ya bazirganî-ewlehî de ye.

Heger Tirkiya vî dergehî veke, dê tekez bazirganiya Herêma Kurdistanê têk biçe.

 Tirkiya rêya dagîrkeriyê

Di 15ê adara 2024an de Iraq û Tirkiyayê tekez kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê metirsiyeke ewlehî li ser herdu welatan çêdike, herdu aliyan di civînekê de di navbera cîgirê serokê hikûmeta iraqî, wezîrê derve Fûad Hisên û Hakan Fidan ku li Bexdadê li dar ket, ev biryara ku ji hêla Encumana Niştimanî ya Iraqê ve hat girtin, pêşwazî kirin, ku Partiya Karkerên Kurdistanê li Iraqê qedexe kirin. Her wiha li bara bergiriyên ku pêwîst in werin girtin û berfirehiya vê partiyê ku li ser axa Iraqê Tirkiyayê armanc dike.

Tê têbînîkirin ku ji civînên pêşî yên di nvbera herdu aliyan de, gotinên Tirkiyayê li pêş in û pêşekî jê re ye û aliyê bazirganî dikeve paş û pêşekî ne jê re ye. Darêja Tirkiyayê ji projeya “Rêya Geşepêdanê” re ew e ku “hêzên iraqî tev li êrîşên yekser ên li dij PKKyê bibin û Iraq dagîrkeriya Tirkiyayê ya li ser deverên berfirh li Iraqê rewa bibîne, ev tev de li beramber pêkanîna projeya Rêya Geşepêdanê”.

Ji ber wê, çîna siyasî ya serdest li Bexdadê, Iraqê ber bi rêyên ne misoger dibe. Dibe ku ev rê, ya ku xuya dike ew di bin arandinên geşepêdan û diravî yên ne didest de bi pêş de diçe, welat ber bi têveçûnekê bibe ku hikûmeta Iraqê soz bide ku dê pêgiriyên Ewlehî pêk bîne ku tenê xizmeta ewlehiya Tirkiyayê dikin, bêyî ku tu dahatu ji wan re were. Encamên pêşî yên civînên ku şandeya Tirkiyayê di 14ê adarê li Bexdadê li dar xistin ew e ku destpêkê li hev kirin ku hikûmeta iraqî dagîrkeriya Tirkiyayê ji axa Federaliya Iraqê li herêma Kurdistanê rewa dît, li beramber erêkirina Tirkiyayê ji projeyekê re ku tu kes behsa wê nake ji bilî hin ragihandina iraqî, ew jî “Rêya Geşepêdanê” ye. Ango aliyê iraqî biryar da ku  “li beramber Rêya Geşepêdanê, dagîrkeriya Tirkiyayê ji Iraqê re rewa bike”.

Xwestekên iraqî yên pifdayî!

Lêkolînerê iraqî Haris Hesen peleke lêkolînê ya girîng li bara “Rêya Geşepêdanê” li navenda Malcolm Kerr Carnegie ya Rojhilata Navîn pêşkêş kir, tê de hemû aliyên projeyê şîrove kir, bi taybet kelemên wê, ku amaje bi wê yekê dibe ku xwestekên iraqî bide ku “pifdayî” bin li gor gotina wî.

Ev kelem van bendan dihewîne: Gendelî, birêvebirina krêt, hewldanên komikên serdest li Iraqê yên bidestxistina dewletê û dahatûyên wê bi awayekî ku saziyên dewletê ji hev bikevin û hêza hikûmetê bo plankirin û pêkanînê nemîne. Her wiha xwezaya siyaseta iraqî û guhartinên pir yên ku di ser welat re derbas dibin dihêle ku planên demkurt li pêş bin li ser hesabê planên demdirêj.

Her wiha pêkan e ku Iraq rastî rewşeke nearamî û bêseqemgîriyê bê û ev yek dê bihêle ku veberhênerên biyan an jî dewletên ku dixwzin ji “Rêya Geşepêdanê” fêde bikin, vekişin. Kelema sereke dê ew e ku dê Iraq neçar bibe ku cihekî xwe di nav dîmenê herêmî de bigire, dîmenê herêmî yên pêşbirkeke jeosiyasî û jeoaborî tê de heye, ji ber ku gelek proje derketine ku armanca wan avakirina rêyên bazirganî ne yên mîna “Kember û Rê” ya çînî û korîdora aborî ya di navberaa Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê de, her wiha xwestekê Îranê yên ku bibe navendeke aboriya derherêmî.

Li bara pêkaniya piştgiriya dewletên kevdavê, xuya dike ku Qeter dewleta kevdavê ya sereke ye ku guh dide alikariya wê da ku pêşketin di vê projeyê de çêbibe. Dibe ku Îmarat jî hevbeşekî pêkan be, bi taybet piştî ku serokwezîrê iraqî alîkariya wê xwest di rêvebirina Bendera Fawê de ya ku wekî kevirê bingehîn ê vê projeyê tê dîtin. Dibe ku guhdana Îmaratê jê re hebûna xwe li Iraqê xurt bike û cihê xwe yê sereke di rêvebirina benderan de û serpereştiya wê li ser asta cîhanî, biparêze. Tevî wê, dibe ku dilê Îmaratê nexwaze ku hevbeşiyê di projeyê de bike, ji ber ku pêkan e Bendera Fawê bibe hevrika benderên wê, her wiha ji ber desthilata komikên çekdar ên alîgirên Îranê li Iraqê hene û dijbertiya Îmaratê dikin. Dibe ku Îmarat bêhna xwe li vl projeyê fireh bike berî ku pê ve bê girêdan, ji ber ku guhdaneke mezin bi korîdora aborî ya di navbera Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê de heye hevdemî şerê Xezayê, her wiha pêkaniya vegera serokê berê yê Amerîkayê, Donald Trump.

Kwêt dibîne ku Bendera fawê hevrika Bendera Mubarekê ya mezin ya li girava Bûbyanê ye, ku avakirina wê nearamî di navbera Iraq û Kwêtê de çêkir. Seba wê jî ne tenê bo sînorê deryayî bû, lê ber Iraqê digot ku Bendera Mubarekê dê şansê Bendera Fawê kêm bike. Vê kêferatê hişt ku karê avakirinê li bendera  kwêtî heta demekê raweste, lê hikûmeta kwêtî di tîrmeha 2023yan de ragihand ku ew dê careke din avakirina benderê berdewam bikin.

Destpêkirina projeyên hevrikî bo avakirina korîdorên jeo-aborî li devera kendavê û Rojhilata Navîn dibe ku kêferatên siyasî gurtir bikin berdêla ku armanca xwe ya ragihandî ya xurtkirina hevgirtin û hevbeşiya aborî, pêk bînin. Ji ber wê, dibe ku hewldana bilindkirina nirxê aborî yê deverên sînorî bi rêya toreyên nû yên ji bernder û rêyan, nearamiya çewisandî gurtir bike û kêferatên din rû bidin, wekî çawa ku sikeya hesinî ya Berlîn-Bexdadê hişt ku rêveberiya Hindistanê ya brîtanî Iraqê di Şerê Cîhanî yê Yekem de dagîr bike.