Ilham Ehmed: Êrîşên Tirkîyayê Sûrîyayê parçe dikin û metirsîya DAIŞê li ser cîhanê zêdetir dike

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Di çarçoveya lêkolîn û hevdîtinên Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Rojavayê Kurdistanê da yên derbarê êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij binesazîya herêmê û têkbirina ewlekarî û aramîyê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûrîyaya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed bersiva pirsên NKLyê yên li bara van êrîşan da û bandora vê yekê li ser têkbirina DAIŞê.

Ilham Ehmed da zanîn ku dewleta Tirkîyayê bi vê êrîşê armanc dike ku gel bitirsîne û gel ji herêmê koçber bike û nerazîbûna xelkê li dij Rêveberîya Xweser çêbike.

Her wiha Ilham Ehmed eşkere kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirkîyayê yên li dij binesazîya herêmê, zirar bi qasî milyarek dolar çêbûye.

Ehmed got: “Pêkan e ku dewleta Tirkîyayê van êrîşan berdewam bike û xelkê ji herêmên wan derxîne. Me nimûneyên wê dîtin bi rastî di dîrokê da, heta di dîroka nêz a me da, wekî koçberkirina gelê Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî.”

Ilham Ehmed destnîşan kir ku dema Tirkîya van êrîşan dest pê dike, rê ji DAIŞê ra vedibe da ku DAIŞ nefesê bigire û li ser vî esasî xwe birêxistin dike û di encamê da metirsîya DAIŞê hîna zêdetir dibe û wiha berdewam kir: “Endamên DAIŞê dema valahîyekê dibînin hewl didin xwe ji wan zindanan xelas bikin û ji nava kampan birevin. Ji alîyekî din ve jî rojane hewldanên revê ji nava kampa Holê hene.”

Berfirehîya hevdîtinê bi Ilham Ehmed ra wiha ye:

NKL: Di nava rêzeêrîşên dewleta Tirkîyayê yên li dij Rrjavayê Kurdistanê da, vê carê dewleta Tirkîyayê yekser binesazîya herêmê armanc kir, armanca dewleta Tirkîyayê ji vê yekê çi ye?

Ehmed: Plana dewleta Tirkîyayê li ser bakur û rojhilatê Sûrîyayê û li ser hundirê Sûrîyayê ji zû ve heye. Tirkîyayê bi rêya van gurupên ku navê xwe kirin opozîsyon ku çek li dij rejîmê rakirin û hinek herêm dagîr kirin, dixwaze di guhartinên ku dê di hundirê Sûrîyayê da çêbibin zêde tê da bibandor be. Bi vê awayî Tirkîya dixwaze di hundirê Sûrîyayê da xwedî rol û bibandor be, heta di bin bandora wê da biryar werin girtin.

Taybet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, dewleta Tirkîyayê xwedî planeka berfireh e; hin yên dagîrkirinê û hin jî yên valankirin û guhartina demografîya herêmê bi giştî ye. Ev yek ji dagîrkirina Efrînê da dest pê bû û pişt wê ra Serê Kanîyê û Girê Spî. Vê carê jî tevahîya binesazîya herêmê kirin armanca xwe. Dewleta Tirkîyayê bi vê yekê armanc dike ku gelê me bitirsîne, herêmê koçber bike, nerazîbûna xelkê li dij Rêveberîya Xweser çêke. Her wiha, sazîyên Rêveberîya Xweser dike armanca xwe, da ku ev birêveberîya demokratîk û hevbeş a li herêmê nemîne. Lewra tevahîya binesazîyê kir armanca xwe û zirareka mezin gihand gelê herêmê. Di heman demê da, di êrîşa herî dawî da nêzî /30/ endamên hêzên têkoşîna li dij madeyên hişbir, jîyana xwe ji dest da.

NKL: Birêz Ilham we di axaftina xwe da got, zirareka mezin di binesazîya herêmê da çêbûye, gelo asta zirarê çi qas e?

Ehmed: Ev sazîyên xizmetê bûn, wekî sotemenî, gaz, genim, kehrebe û hwd, Rêveberîya Xweser tu sud jê nedigirt ango ne ji bo qezencê bûn, heta Rêveberîya Xweser bi ser da dida. Lê ev sazî jîyana xelkê hinekî rehet dikir, di alîyê kehrebe, sotemenî û derfetên wan ên jîyanê peyda dikir. Bi vê êrîşê ra, bi texmîn ji ber ku hejmareka zelal derneketiye, zirar nêzî milyar dolarî çêbûye.

NKL: Armancirina xebatên xizmetguzarîyê û wêrankirina binesazîyê, çi bandorê dike?

Ehmed: Niha li pêşîya me zivistan e û ev binesazîyên ku hatine armanckirin, di zivistanê da pêwîstî bi wan madeyan gelekî heye. Lewra ev armanckirin wê bandorê bike û em ji gelê xwe dixwazin ku hişyar be, em di rewşeka şer da derbas dibin, ne rewşeka normal e. Bi awayekî giştî em di nava şerê cîhanê yê sêyem da ne, divê civak li gorî wê xwe amade bike û bi awayekî demdirêj li vê yekê binêre. Ev şer ne wekî şerê cîhanê yê yekem û duyem e. Dewleta Tirkîyayê di vê pêvajoya nû da, ango di vê sîstema nû a ku di cîhanê da were avakirin, dixwaze tê da bibandor û xwedî rol be û li ser gelek alîyan dilîze. Ji ber vê yekê jî gengaz e ku dewleta Tirkîyayê van êrîşan berdewam bike û xelkê ji herêmên wan derxîne. Me nimûneyên wê dîtin bi rastî di dîrokê da heta di dîroka nêz a me da, wekî koçberkirina gelê Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî. Di vê çarçoveyê da, divê hîna zêdetir hişyarî hebe û xwedî li Rêveberîya Xweser derkeve.

NKL: Birêz Ilham Ehmed girêdayî mijara armanckirina binesazîya herêmê û bandorên wê, di demekê da ku ev êrîş berdewam bikin û hêzên ewlekarîyê û Rêveberîya Xweser bi êrîşên Tirkîyayê mijûl bibe, gelo ev êrîşên Tirkîyayê û wêrankirina binesazîyê rê li pêşîya vejandina birêxistina DAIŞê ya terorîst li herêmê venake?

Ehmed: Di dema êrîşên dewleta Tirkîyayê da, 4 êrîşên DAIŞê li dij navendên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk çêbûn. Her dem DAIŞê vê derfetê ji bo xwe bi kar tîne, yanî çawa ku Tirkîya êrîş dike, DAIŞ jî êrîşên xwe dest pê dike. Ev herdu ji hev ne cuda ne, lêkolîn û lêpirsînên berê yên bi endamên DAIŞê ra, dîyar bû ku dewleta Tirkîyayê rê gelek zêde da DAIŞê da ku ev şer di hundirê herêmê da were rûdan, wekî li Kobanî û hwd û heta êrîşa li dij zindana Hesekê. Bi gotineka din, rola Tirkîyayê di xurtkirina şerê DAIŞê da pir zêde ye. Ji ber vê yekê, dema ku Tirkîya van êrîşan dest pê dike, rê ji DAIŞê ra vedibe da ku DAIŞ pêşîya xwe bibîne û li ser vî esasî xwe birêxistin dike û di encamê da metirsîya DAIŞê hîna zêdetir dibe. Ji bo vê yekê dewleta Tirkîyayê bi rêbazên cuda cuda ji bo plana xwe pêk bîne, her dem di nava tevger û planan da ye.

NKL: Girêdayî mijara DAIŞê, taybet metirsîya van êrîşên Tirkîyayê li ser kampa Holê û zindanên DAIŞê çi ye?

Ehmed: Ev metirsî heye, îro kampa Holê dîyar e nêzî /70.000/ malbatên DAIŞê û yên Iraqê tê da dijîn. Her wiha, rojane armanckirina endamên hêzên Asayîşê û ewlekarîyê yên kampê ji alîyê malbatên DAIŞ ve tê kirin. Di heman demê da, sazîyên di hundirê kampê da jî rastî êrîşan tên. Bi gotineka din ev ne kampeka normal e, herî zêde malbatên DAIŞê tê da bi cih dibin û metirsîya wan roj bi roj zêdetir dibe. Ango dema êrîşên dewleta Tirkîyayê çêdibe, metirsîya wan hîna zêdetir dibe, ji ber ku hêzên ewlekarîyê neçar in ku giranîya xwe bidin berxwedanîya li dij êrîşên dewleta Tirkîyayê. Ji ber vê yekê jî, endamên DAIŞê dema valahîyekê dibînin hewl didin xwe ji wan zindanan xelas bikin û ji nava kampan birevin. Ji alîyekî din ve jî rojane hewldanên revê ji nava kampa Holê hene.

NKL: Ji alîyekî din ve jî, di hevdîtinên we yên bi rayedarên Amerîkayê ra, gelo metirsîya êrîşên Tirkîyayê li ser ked û hewldanên hêzên Amerîkayê û HSDyê ya garantîya  têkbirina birêxistina DAIŞ û şanayên wê, nabînin û helwesta wan çi ye?

Ehmed: Bi rastî helwesta wan vê carê gelekî zelal û bi gûman bû. Dema ku balafirên dewleta Tirkîyayê nêzî baregeha Amerîkayê bû dikarîbûn bixînin xwarê, lê li ber çavên wan balafirên Tirkîyayê li ser herêmê digerin. Dewleta Tirkîyayê bi armanckirina herêmê bi vî şêwazî û bêdengîya Amerîkayê, Tirkîya dixwaze hevpeymana li dij DAIŞê lawaz bike û di bin fişarê da hêzên Hevpeymana Navdewletî neçar bike ji herêmê derkeve, her wiha dewleta Tirkîyayê dixwaze hevkarîya bi HSDyê ra ku tê da HSDyê fedayîyeka mezin da û gelê kurd û pêkhateyên herêmê bi giştî gelek şehîd dan têk bibe. Ango dewleta Tirkîyayê dixwaze vê hevpeymana li dij DAIŞê û vê hevkarîyê xerab bike. Li ser vî esasî, dewleta Tirkîyayê bi şêwazekî cuda dixwaze vê herêmê dixe bin serwerîya xwe, da ku DAIŞ ji nû ve xwe birêxistin bike û bi vê yekê jî ewlekarîya cîhanê bixin metirsîyê da. Li ser vî esasî, helwesta Hevpeymana Navdewletî cihê rexneyê ye. Ev yek di hevdîtinan da jî me ji wan ra gotiye û li ser ragihandinê jî me gotiye, her wiha metirsîya van êrîşan di dema kurt  û di dema dirêj da hemû ji wan ra hatiye gotin. Di heman demê da, bloka Astanayê û Rûsya jî di nav da rêvekirina li pêşîya van êrîşan, tu carî xizmeta gelê Sûrîyayê û dewletbûna Sûrîyayê nake, berovajî vê ev êrîş dibin sedema parçekirin û dirêjbûna alozîya Sûrîyayê.

NKL: Birêz Ilhamed Ehmed we behsa bloka Astanayê kir, taybet Rûsya û rejîma Sûrîyayê li hemberî armanckirina binesazîya herêmê bêdeng bûn, gelo ev yek tê çi wateyê?

Ehmed: Di encama her civîneka Astanyayê da, daxuyanîyek derdikeve û dibêjin ku Amerîka dixwaze li rojhilatê Sûrîyayê wek dewleteka piçûk a kurdî çêke û li ser vê siyasetê dike. Ev yek yekser Amerîkayê tawanbar dikin, lê di esasê xwe da binesazîya herêmê û gelê wê dixin armanca dewleta Tirkîyayê. Ji xwe dewleta Tirkîyayê li dij her rengê avabûna rêveberîyeka xweser an jî rêveberîyeka demokratîk e. Ji ber vê yekê jî dema ku daxuyanîyan bi vî şêwazî didin, Tirkîyayê sor dikin. Hemwextî êrîşa Tirkîyayê li dij herêmê, Rûsya êrîşî Idlibê kir. Ev yek jî dide dîyarkirin ku tevahîya pêkhateyên Sûrîyayê di armanca van hêzan da ye. Em vê yekê rast nabînin, me ji Rûsya jî helwest derbarê van êrîşan da xwest. Bi awayekî giştî bêdengîyeka temamî û çavgirtin ji van êrîşan ra hebû, ev yek jî ji bo siberoja Sûrîyayê em rast nabînin. Ji ber ku Tirkîya di xeta sînor da guhartinên demografîk pêk tîne û hêdî hêdî dagîrkerîya xwe bi şêwazekî domdar li vê deverê mayînde dike. Ev yek tê wateya ku divê hesab were xwestin, wê kîjan hêz karibe Tirkîyayê ji vê axê derxîne, Îran wê karibe? An jî Rûsya wê karibe? An jî hêzeka din? Di vê çarçoveyê da xeterîyeka pir mezin heye û bêdengîya wan jî rê dide metirsîyeka wiha pir mezin ku derkeve.

NKL: Pirsa dawî, gelek opozîsyonên serbixwe hene, ango ne opozîsyona girêdayî Tirkîyayê, ew jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirkîyayê bêdeng man, gelo çima?

Ehmed: Bi rastî opozîsyoneka wiha xurt û xwedî nêrîn û hêz tuneye. Hin opozîsyon hene xwe demokratîk dibînin, lê hêza wan jî zêdetir tuneye. Lê em girîng dibînin dema ku kesek dengê xwe bike û nerazîbûna xwe nîşan bide. Ev yek bandor dike. Taybet divê gelê Sûrîyayê di vê çarçoveyê da xwedî helwest be, ji ber ku îro ev binesazî û sazîyên xizmetguzarîyê yên hebûn, ne tenê yên gelê bakur û rojhilatê Sûrîyayê bûn, ev binesazî û sazî yên tevahîya gelê Sûrîyayê bûn. Di vê çarçoveyê da, genim û sotemenî ji herêmên din ra dihatin şandin. Lewra ev êrîş ne tenê bandorê li /4/ milyon kesî dike, lê belê bandorê li hejmareka mezin a gelê Sûrîyayê dike. Ji bo wê jî tê xwestin ku nerazîbûnên gelê Sûrîyayê berîya her kesî were nîşandin, ango berîya ku em ji dewletan hêvî bikin, divê ji gelê Sûrîyayê ev nerazîbûn derkeve. Kesê dibêje ez demokrat im divê di vî warî da ferq û cudahîyê nexe navbera gelê Sûrîyayê.

NKL: Di dawîyê da gelek spas ji bo we

Ehmed: Spasxweş