Hizbellah.. Ji “girêdana berazan” bû hevkarê Erdogan

YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKÎ

Hevalbendîya veşartî ya nêzî deh salan di navbera Partîya HUDA PAR (ku ji partîya Hizbellah derketiye) û serokkomar Erdogan, êdî fermî bû. Ji ber ku Erdogan gelêrîya xwe heta asteka mezin winda kir û metirsîya ku ji desthilatdarîyê dûr bikeve dijî, lewra neçar ma ku 4 kesayetên ji Hizbellah bixe lîsteyên hilbijartinên parlamentoyê yên AKPyê, da ku rêjeyeka piçûk a dengên HUDA PARê qezenc bike. HUDA PAR ku ev nav ji xwe ra hilbijart, piştî ku “Hizbellah” ket lîsteya rêxistinên terorîst, wekî heman senaroyaya veguhistina Cebhet El-Nusra li Sûrîyayê bû Heyet Tehrîr El-Şam.

Vê hevalbendîya eşkere, careka din navê “Hizbellah” anî rojevê û bal kişand ser. Lê hejmareka piçûk a dezgehên çapemenîyê yê rojavayî, bal kişand ser dîroka bixwîn a partîyê û paşberdeya damezirandina wê û hevalbendîya wê bi îstixbarat û dewleta kûr li Trikîyayê. Em ê di vê lêkolînê da, balê bikişînin ser vê xalê, ango şerûmercê avakirina partîyê û bingehên wê yên îdîyolojî, girintirîn bûyerên tundîyê, heta ku ev partî veguherî partîyeka siyasî ku hewl dide beşek ji dengên kurdên muhafezkar  di hilbijartinên meha bê da, bi dest bixe.

Avakirina birêxistinê

Wekî tê naskirin, partîya “HUDA PAR” ku piştgirîya xwe di hilbijartinan da ji bo Erdogan ragihand, kûpîya nûjenkirî ya Partîya Huzebellah a tirkî ye, ku ew jî wekî birêxistineka terorîst li Tirkîyayê û gelek dewletên rojavayî ye.

Huzebellaha tirkî sala 1979an li wîlayeta Batmanê ji alîyê Hisên Welî Oglu ve ku ji fakulteya Zanistên siyasî li Eneqerayê beşê darayî derçûye, hate damezrandin. Damezrênerên birêxistinê li nivîsgeha El-Wehdeyê (Vahdet) li Amedê di navbera salên 1970-1980yî da, civînên xwe li dar dixistin. Piştra sala 1982yan, Welî Oglu pirtûkxaneya zanistê vekir.

Tevî ku vê birêxistinê bi hewldana avakirina dewleteka îslamî li ser esasê rêgezên şerîetê  bi rêya têkbirina sîstema destûrî ya heyî dihat tawanbarkirin û dijberîya xwe li dij rejîma komarê ya tirkî ragihand, lê gelek lêkolîner û akademîsyenên tirk piştrast dikin ku armanca sereke ya avakirina partîyê di bingehê xwe da li ser esasê çend rastîyên dîrokî derbkirina tevgera neteweyî ya kurdî ye û ji wan rastîyan ên girîng ev in:

Hizbellah tenê li herêmên ku piranîya xwe kurd bûn, çalakîyên xwe dikirin, tevî ku armancên têkbirina rejîma komarê û avakirina xîlafetê divîya bû ku li paytextê û metrepolên mezin û herêmên ku bala siyasî û diplomasî dikişîne, xebat bihata kirin. Bi gotineka din, xebata wan divîya bû dûrî bajarên kurdan ên paşguhkirî ku tiştekî ji rejîma komarê ji bilî walî û burokrasîya hikûmetê, nas nake.

Partîyê di dirêjahîya salan da, rêbazê tundîya çekdarî tenê li dij kesayetên aborînas, akademîsyan, fikirî û çalakvanên kurd bi kar anî, nexasim ên ku girêdayî hêzên siyasî û fikirî yên rizgarîyê bûn û li dij kesên ku dijberî projeya komarê ku Mustefa Kemal damezrandibû dikirin, çalakî pêk dianîn, ku mafên wan ên siyasî û çandî paşguh dikirin. Hikûmetên li pey hev jî di dirêjahîya bi dehan salan hemû rêbazên dizîya çandî û aborî li ser niştecihên wan herêman bi kar dianîn, da ku hewl bide wan belengaz bike û  bihêlin ku koçber bibin.

Hizbellah desteka darayî û lojîstîkî ji sazîyên komarê ku qaşo li dij wê bû, werdigirt ku em ê di çarçoveya vê lêkolînê da vê yekê eşkere bikin, nexasim ji alîyê sazîya leşkerî ya Tirkîyayê ku parastina rejîma sekular û komarî ya Tirkîyayê ji girîngtirîn armancên xwe yên eşkere bûn û bingeha tevgerên derbeyên leşkerî ku di salên borî da pêk dianîn, danî.

Raya giştî ya Tirkîyayê navê Hizbellah di destpêka salên 90î da nas kir, di demekê da ku Partîya Karkerên Kurdistanê têkoşîna çekdarî ji bo mafên gelê kurd ragihand, komên Hizbellah rêzekiryarên tundî yên hovane, taybet li Bakurê Kurdistanê, pêk anîn.

Çalakîyên birêxistinê

Birêxistinê çalakîyên çekdarî li dij tevgerên siyasî yên kurdî, nexasim PKKyê ragihand, bi hinceta ku PKK birêxistineka marksî ye, bi vê yekê tundî ji Batman û Amedê derbasî Baglar û Farqînê bû ji wir jî derbasî Mêrdîn û Rihayê bû. Sûcên birêxistinê ku di bin navê “sûcdar ne naskirî ye” da, bi revandina kesên ku wekî alîgirên “PKK”yê bi nav dikirin li Batmanê dest pê kir. Ji sala 1992yan ve, li bajarê Batmanê hema bibêje rojane dihatin revandin, nexasim di saetên şevê da. Beşekî mezin ên ku hatin revandin û winda bûn di navbera salên 1992-1995an li Batmanê, oldarên ku rêbazê Hizbellah ê tundîyê red dikirin. Piştî demekê, PKKyê dest bi bersivdayîna li ser van sûcan kir û li dij endamên Hizbellah û navendên wan,  dest bi çalakîyan kir.

Li Amedê, birêxistinê 23 kes ji pişt ve bi damançeya ji cûreya Takrovê kuştin. Di sala 1994an da, birêxistinê endamê HEPyê Mihemed Sincar û nûçegihanê Amedê yê “2000 Dogru” Xalid Guncen kuştin, ku berîya du rojan ji kuştinê, gotarek li ser mijara ku çekdarên birêxistina terorîst perwerdeyên leşkerî di hûndirê navenda hêzeka girêdayî polîsên Tirkîyayê da dibînin, nivîsand.

Her wiha, Hizbellah bi awayekî zanebûn nivîskar û rojnamevanên “Ozgur Gundem” û rojname û kovarên heman fikirî, hedef digirtin. Di vê çarçoveyê da, 1992an Hizbellah nûçegihanê “Yenî Olke” Cengîz Alton û nûçegihanên “Ozgur Gundem” Hafiz Akdemîr û Yehya Organ û Çetîn Abebay, kuştin. Her wiha Hizbellah nivîskarên îslamî yên ku çalakîyên birêxistinê yên tundîyê rexne dikirin, kuştin.

Piranîya caran çekdarên Hizbellahê rêbazê revandinê bi kar dianîn, li şûna êrîşên çekdarî. Di vê çarçoveyê da, binerd di bin malên li gund û navendên bajarên li Batman û herêmên din da ava kirin û kesên ku direvandin dibirin wan binerdan û ew bi zincîran girêdidan. Kesên hatine revandin, rojê tenê carekê nan bi dest dixistin, da ku di dema lêpirsînê da nemirin. Lêpirsîna kesên hatine revandin jî, bi deng qeyd dikirin û hin caran jî bi vîdyo qeyd kirin û li gor birêxistina wan ew qeyd radestî birêveberan dikirin, da biryarê derbarê çarenûsa wan da bidin. Piranîya kesên ku lêpirsîn bi wan ra hat kirin ji ber êşkenceya dijwar hatin kuştin û di baxçe û û hewşê navendên revandinê da dihatin veşartin.

Tiştê ku vê birixistinê di hovîteya xwe da cûda dike, sûcên kuştin bi rêbazê êşkenceyê ku bi “girêdana beraz” dihate binavkirin; ku kesê revandî li ser rûyê wê ew bi cih dikirin û lingên wî ji paş ve digihînin pişta wî û lingê wî bi benekî ve girê didin û alîyê din ê ben jî bi stûyê wî ve girê didin. Di encama vê rêbazê êşkenceyê da, xwîn pir diçû ser lingan, masûlk jî nikarin li pêşîya xwînê bigirin, lewra ling hêdî hêdî diwerimî û di encamê da bê îrade ew kes xwe dixeniqîne. Kesên ku ji alîyê Hizbellahê ve hatin revandin, bi rêbazê girêdana berazan dihatin girêdan û ev dîmen jî bi kamîreyan hatine tomarkirin. Ji wan jî, nivîskara îslamî Gonca Gorîş ku sala 1998an ve hate revandin ji ber ku metoda birêxistinê û sûcên wê rexne kir. Gorîş piştî êşkenceya ku 38 rojan li wê hate kirin, hate kuştin û cenazeyê wê piştî 555 rojan di jêrzemînekê li Konyayê hat dîtin.

Heta nîva salên 90î, hejmara sûcên ku Hizbellahê kirine 700 sûc bû, ku wekî “sûcên ku sûcdarên wê nenaskirî ne” derbasî dîroka Tirkîyayê bû û heta niha jî nehatine eşkerekirin, ji bilî çend kesan ku êdî di demên dawî da dest bi axaftin û eşkerekirina razên wê serdema tarî, kirine.

Têkilîya birêxistinê bi dewleta Tirkîyayê ra

Siyasetmedar û parlamenter û endamê komîteya lêpirsînê di rezîltîya “Susurlukê” da Fikrî Saglar ku ji alîyê parlmanetoya Tirkîyayê ve hate avakirin, derbarê têkilîya Hizbellahê bi dewleta Tirkîyayê ra ji “DW TURKISH”ê ra axivî: “Tê gotin ku di wê demê da, Hizbellah bi destekda dewletê ji bo şerê li dij PKKyê hate damezirandin. Ev agahî jî di hemû raporên komîteya lêpirsînê di sûcên kuştinê yên ku sûcdarê wê ne dîyar e û ev yek nehate çareserkirin û di rapora komîteya Susurlukê di parlamentoyê da, hate gotin.” Her wiha di hin raporan da, hat eşkerkirin ku hêzek ku ji 800 çekdarî pêk hat, li Batmanê di serdema serokkomar Silêman Demîrel hat avakirin ku siyaseta “dijminê djiminê min, hevalê min e” bi kar anî.

Yek ji damezrînerên JITEMê (Fermandarîya Îstixbaratê ya Cendirmeyan) Cem Ercever di hevdîtinekê da, li xwe mukir hat ku hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyayê Hizbellah diparast û piştgirî dida wan. Her wiha, efserê karbesî ku yek ji damezrînerê JITEMê Arif Dogan di hevpeyvîna bi rojnamevanê binavûdeng Mihemed Elî Bîrand di bernameya “32 Gun” da li xwe mukir hat ku ew yek wan kesên ku Hizbellah ava kirin û got: “Min jî partîya Kontra ava kir (bal kişand ser Hizbellahê).”

Her wiha, yek ji sîxûrên berê yên di nava Hizbellahê da bi hevdîtineka bi malpera “D Haber” a tirkî têkilîya Hizbellahê bi “JITEM”ê ra eşkere kir. Her wiha, sîxûrê ku navê xwe ji malperê ra eşkere kir, derbarê plana kuştina ronakbîrê kurd Mûsa Enter li xwe mukir hat û got “Di kêlîyên dawî da, şaştîyek çêbû, di encamê da Hizbellah nikaribû ew bikuşta û erka kuştina wî ji alîyê endamên JITEMê ve hat kirin.”

Tesfîyekirina Hizbellahê

Piştî ku encamên rezîlîteya “Susurlok”ê mezin bûn, dest bi tesfîyekirina Hizbellaha tirkî hat kirin, ku piştî bûyera qezaya erebeya di 3yê mijdara 1996an da li nêzî bajarokê Susurlokê yê girêdayî parêzgeha Balikesîrê çêbû û di encamê da cîgirê fermandarê polîsên Istenbolê û parlementerê birêveberê qebîleyeka kurdî ya bi hêz û serokê birêxistina Gurên Poz û kujerekî kirêkirî ku ji alîyê polîsên navdewletî ve dihate xwestin, hatin kuştin.

Piranîya lêkolîn û pirtûkên ku derbarê vê dozê da derketin, piştrast dikin ku tesfîyekirina birêxistinê bi hemdemî îbtalkirina “JITEM”ê hat kirin. Hêzên ewlekarîya Tirkîyayê yekemîn operasyona xwe li dij Hizbellahê li gundê Yolaşê yê girêdayî Farqînê ku girîngtirîn çavkanîya birêxistinê bû pêk anî û di operasyonên li Amed, Batman û Mêrdînê da di navbera salên 1996-1999an da, nêzî hezar kesî girtin. Her wiha, çebilxaneyeka mezin ku ji çekên cur bi cur pêk dihatin û ya herî girîng sitargeh û goristanên kesên revandî û yên çarenûsa wan nedîyar dîtin.

Di sala 2000î da, polîsan nêzî 2 hezar kesî girtin. Li gorî agahîyên ku hatin dayîn, 75 sûcên kuştinê hatin eşkerekirin. Her wiha, bi erkdarkirina efser Cefer Okan wekî fermandarê polîsên Amedê, operasyonên li dij Hizbellahê zêde bûn.

Her wiha, di operasyona sergirtinê da ku di 17ê çileya sala 2000î li Istenbolê hate kirin, şer rû da û di encamê da damezrînerê birêxistinê Hisên Welî Oglu hat kuştin û du hevalên wî bi saxî Edîb Gomoş û Cemal Totar hatin girtin. Di encama kuştina Hisên û girtina hevalên wî da, Hizbellah hate tesfîyekirin.

Di heman demê da, di 24ê çileya 2001ê da, erebeya Okan rastî êrîşeka bi bombeyan bi destan û piştra jî bi guleyan ku ji alîyê 18-19 kesan ve hate kirin, di encamê da Okan û 5 efserên polîsan ên din hatin kuştin. Vê bûyerê di nava raya giştî ya Tirkîyayê da, dengvedaneka mezin çêkir. Piştî vê bûyerê, 26 çekdarên Hizbellahê hatin girtin û demeka dirêj di dadgehan da man û di dawîyê da piranîya wan ji ber dema dadgekirina wan bi dawî bû ji zindanê derketin û piranîya yên din jî bi merasîmên efûyê yên li pey hev ji zindanê derketin.

Tevgera “Lawazan” kopîyeka guhartinê ji Hizbellahê ye

Piştî ku efser Cefer Okan hat kuştin, êdî navê Hizbellahê nedihate bikaranîn, lewra Hizbellah neçar ma ku çalakîyên xwe yên leşkerî sala 2002yan rawestîne. Bi derketina girtîyan û hatina kesên ku derketibûne dervayî sînor, li parêzgehên kurdan wekî Amed û Batman, Hizbellahê komeleyek ava kir ku piştre navê wê bû tevgerek bi navê “Lawazan” lê ev komele sala 2010an hate girtin, ji ber girêdana wê bi Hizbellahê ra. Di sala 2012an da, Hizbellah bi avakirina Partîya HUDA PARê derbasî qada siyasî bû. Partîyê ku di rojên xwe yên destpêkê da, rejîma komarê red dikir, piştre helwesta xwe guhart û piştî damezrandinê guhartin di nêrînên wê yên siyasî da çêbûn.

Yek ji xalên zivirînê yên di dîroka Hizbellaha tirkî-kurdî, desteserkirina belgeyên veşartî yên girêdayî wê bû; di vê çarçoveyê da derdora 20 hezar rûpel ji belgeyên veşartî di operasyonên li Amed, Mêrdîn û Batmanê sala 1999an û operasyona Beykozê li Istenbolê sala 2000î ku di encamê da birêveberê birêxistinê hate kuştin, hatin desteserkirin. Arşîva ku di van operasyonan da hate bidestxistin, di encamê da tevgerên birêxistinê felc bûn û hate keşif kirin. Biêxistinê, hewl da ku bi derxistina pirtûk, kovar û malperên internêtê bersivê bide, lê bi ser neket.

Biêxistinê, tevgera “Lawazan” ava kir, da ku çalakîyên xwe derbasî qada sivîl bike, bi rêya pênasekirina xwe vê carê wekî birêxistineka sivîl û qanûnî vekirî, ne wekî birêxistineka veşartî û kujerî. Her wiha, tevgerê bal kişand ser çalakîyên roja jidayîkbûna hezretî pêxember ku li herêmên rojhilat û başûr rojhilat organîze dikirin. Di heman demê da, girîngtirîn çalakîyên tevgerê, xwepêşandana ku li Amedê bi amadebûna nêzî 130 hezar kesî birêxistin kir, ji bo protestokirina belavkirina wêneyên karîkaturî yên pêxember Mihemed li Danîmarkayê.

Sala 2008an, li dij tevgerê dozek li dadgeha seretayî ya sivîl a duyem li Amedê hate vekirin. Di lîsteya tewanên ku dozgerîya giştî li Amedê ji bo girtina tevgerê amade kiribûn, ku damezrênerên tevgerê hemû endamên Hizbellahê bû ku ji zindana Amedê derketine û bi belgeyan îsbat kir ku komele bi xebatên ku heman armancên Hizbellahê yên eşkere ne (hilweşandina rejîma komarê û vegerandina xîlafetê) radibe. Doz di 9ê sibatê da, bi tasfîyekirina “Lawazan” bidawî bû, lê derîyê jinûvedadgehkirinê vekirî hate hiştin, heta ku dadgeha bilind biryara girtinê sala 2012an da.

Piştî biryara girtinê, komeleyê banga kombûna “Peymana dilsozîyê” li Amedê bi beşdarîya nêzî 30 hezar kesî kir. Di kombûna ku 28ê gulana 2012an da hate lidarxistin, serokê komeleya girtî Hisên Yilmaz, eşkere kir ku ew nîyet dike birêxistineka siyasî ya nû ava bike û wê çalakîyên xwe wekî tevgereka “Lawazan” berdewam bike. Mirov dikare, van daxuyanîyan, wekî yekemîn îşareta avakirina HUDA PARê di siberojê da bi nav bike.

Damezrandina HUDA PARê

Di sala 2011an da, dadgehê cara yekem 34 endamên birêxistinê  bi bihaneya ku divê dema dadgehkirinê ne dirêj be hatin berdan, piştra hejmara kesên ku hatin berdan 100 kes derbas kir. Piştî ku hatin berdan, kesayetên girîng wekî birêveberên di partîyê da wekî berpirsê birêxistinê Edîb Gomoş û berpirsê leşkerî Cemal Totar derketin dervayî welat û di lîsteyên terorê da ku ji alîyê wezareta hûndirîn a Tirkîyayê ve derket, dihatin xwestin.

Di heman demê da, berîya avakirina partîya siyasî, Hizbellah bi awayekî birêxistinkirî ji bo avakirina bingeha xwe ya gelêrî, kar kir. Di vê çarçoveyê da, xebatên Ebdulqadir Toran û rêzegotarên wî yên bi sernavê “Di siyasetê da tu altirnatîf bî” li bar pêwîstîyê ku di malperên nûçeyan û rojnameyên heftane da yên nêzî Hizbellahê dihatin belavkirin, hewl dida ku kurdên muhafezkar li welat qani bike ku guhartinek di zihnîyeta partîyê da çêbûye, lê bal dikişand ser îdîyolojîya îslamî.

Sala 2012an, damezrandina HUDA PARê hate ragihandin û karûxebatê xwe bal kişand ser du alîyan: Berdewamkirina siyaseta xwe ya îdeîyolojîya îslamî ji alîyekî ve û alîyê din ve înkakirina têkilîya xwe bi Hizbellahê  û amaje bi wê yekê dikir kesê ku wan armanc dikin nêzî hev in, lê partî ne ew partî ye.

Kesên ku birêveberîya HUDA PARl kirin, demeka dirêj di nava Hizbellahê da kar dikirin, wekî serokê berê yê partîyê Îshaq Saglam ku parastina girtîyên Hizbellahê dikir. Her wiha di hevdîtineka sala borî da, serokê HUDA PARê Zekerîya Yabicioglu red kir ku Hizbellah wekî birêxistineka terorîst bi nav bike, ev yek ji bo beşek mezin ji alîgirên partîyê bû şok ên ku hewl didan navê “şaxê siyasî yê Hizbellah¬ê” dûrî partîya xwe bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kesên di dozên Hizbellahê da doz li dij wan hene ev in: Cîgirê berê yê serokê partîyê Behadîn Temel û endamên birêveberîyê wekî Seîd Şahîn, Ebdulsemed Yalçin, namzetê berê yê parlamentoyê yê Istenbolê Fîkret Gultekîn, serokê berê yê şaxê Amedê û endamê encûmena birêveberîya giştî Şêxmûs Tanrikulu, serokê şaxê Batmanê Dawûd Şahîn, endamê birêveberîya giştî Ebd Mehmûd Artîm, Mustefa Dorgon, serokê encûmena şêwirmendîya partîyê û endamên encûmena şêwirmendîyê Ehmed Sitoglu û Fewzî Gultekîn û Mihemed Fatih Onal, endamên komîteya dispilînê ya navendî Fedil Anî û Nazim Îbrîm, Ebdulrehman Ekîncî, Enwer Kilîşcarslan û Mustefa Dorgon û gelek kesên din. Her wiha namzetên parlamenterîyê wekî Mihemed Elî Doyar, Mihemed Seîd Rizqar, Salih Berlak û hwd. Di heman demê da, endamê Yekitîya Zanyar Ebdulqedûs Yalçin ku oldarên berê di Hizbellahê da ava kirin, bernameyên olî zindî li ser kanala “TRT”yê ya hikûmetê ku bi zimanê kurdî weşanê dike, çêdike.

Bi derketina şer sala 2015an li Amedê di navbera Hizbellah û PKKyê da, serokê “Komeleya EL-Ihya”ê ya girêdayî Hizbellahê Aytaj Baran hate kuştin. Piştî wê, serokê şaxê partîya HUDA PARê Şêxmûs Tanrikulu ku berê bi tewana endamatîya Hizbellahê di zindanê da bû, daxuyanîyeka balkêş da û got: “Eger HDPyê ji PKKyê xwest ku dev ji çekê berdê, em jî heman bangê ji Hizbellahê bixwazin. Lê bi hebûna çekê (li gel PKKyê) û hemû ihtîmalan, kes nikare ji me bixwaze ku em ku kuştina musilmanan wekî qurbanî binêrin û parastina xwe nekin. Ew dem derbas bû. Divê her kes vê rastîyê nas bike.”

Hevkarîya stratejîk di navbera Hizbellah û hikûmeta Erdogan da

Tevî ku HUDA PAR red dike ku destekê ji dewletê digire, lê hevkarîya stratejîk a di navbera wê û hikûmeta AKPyê da, di piştgirîya HUDA PARê ji bo lîsteyên hikûmetê di hilbijartinên mijdara 2015an da, pir eşkere bû. Lê dema ku AKP piranîya dengan di hilbijartinên hezîrana 2015an ku cara yekemîn e piştî 13 salan ji desthilatdarîyê vê windabûnê dibîne, ev hevkarî ji bo Erdogan êdî pir girîng bû. Di vê çarçoveyê da, ji bo piştgirîya partîya Erdogan, Hizbellah tu namzet di hilbijartinan da li herêmên kurdan pêkêş nekir, lê piştgirî da namzetên AKPyê, lê li beramberî ku endamên wê ji zindanê werin berdan û hin endamên wê di sazîyên hikûmetê da erkên sereke bi dest bixin, nexasim ji bo dagirtina valahîya bûrokrasîyê, piştî ku li dij alîgirên Fetihulah Golan operasyona tasfîyekirinê pêk hat. Bo nimûne, serokê dadgeha cezayê a 11an li Enqerayê dozger Dondar Orsdemîr ku dozên li dij Hizbellahê sala 2009an dişopand, hate girtin. Her wiha ew û dozgerên Hakan Oruç û Karîye Catal ên heman komîteyê jî hatin girtin. Di heman demê da, sê dozger Bayîram Demiri, Elya Paula Yaliş Yalçin û Erfan Yildiz, ku doza Hizbellahê sala 2008an li dadgeha Edîrneyê a 6emîn dişopandin, bi tawana endamtîya birêxistina Gulen hatin girtin.

Di heman demê da, alîgirên Hizbellahê wekî bloka sereke ku li parêzgehên başûrrojhilat daketin qadan û piştgirî dan hikûmetê û li dij derbeyê derketin. Bi vê yekê, piştî hewldana derbeyê sala 2016an, Hizbellah ku wekî kujerê kirêkirî yê dewleta kûr di salên 90î da dihat naskirin, bi rêya wê HUDA PAR piştî sala 2010an bû hevkarê stratejîk ê hikûmetê.

Her wiha, di referanduma destûrê ya sala 2017an da, HUDA PAR li hikûmeta Tirkîyayê şert kir ku ji bo piştgirîya wê di guhartina destûrê da ku biryar da sîstema desthilatdarîyê li Tirkîyayê ji parlamentoyê bibe sîstema serokatî ku yek ji daxwazên Erdogan bûn, endamên Hizbellahê ji zindanê werin derxistin.

Li gorî vê hevpeymanê, bi sedan endamên ku bi tawana endamtîya Hizbellah di zindanên Tirkîyayê da bûn, ji sala 2017an hatin derxistin. Derxistina endamên Hizbellah jî bi hincetên cûda cûda ji wan spîkirina girtîgehan di dema belabûna koronayê da û dirêjkirina dema dadgekirina wan û ev sedemên qanûnî jî tenê ji bo endamên partîyê derbasdar bûn. Lê ev sedem ji bo tu birêxistinên din ne derbasdar bû, wekî endamên PKKyê ku hemû daxwazên ku ji alîyê parêzervan ve hatin pêşkêşkirin, hatin redkirin û bi wan ra ji danûstandineka ji çekdarên Hizbellahê xerabtir, bi wan ra hate kirin.

Di hilbijartinên ku tê payîn di 14ê gulanê da werin lidarxistin, serokkomar Erdogan lîsteteyên ku tê da 4 namzetên HUDA PARê ji herêmên ku AKP lê xurt e, pêşkêşî encûmena bilind a hilbijartinan kir, da ku di hilbijartinên parlamentoyê da bi ser bikevin. Ev cara yekemîn e ku nûnertîya Hizbellah wekî enîyeka siyasî di parlamentoya Tirkîyayê da tê kirin, ku ev yek beşek ji hevpeymana di navbera Erdogan û birêveberîya partîyê da, li beramberî ku piştgirîyê bidin serokatîya Erdogan.

Hebûna Hizbellah di nava kurdan da, kêm e. Lê tevî vê yekê jî, bi vê hevpeymanê Erdogan hêvî dike ku piştgirîyê ji hilbijêrên kurd li dij HDPyê ku di bin ala Partîya Çep a Kesk (YSP) rikberîya hilbijartinan dike, bidest bixîne.

Hizbellah pêwîstîya Erdogan a bidestxistina dengan ji bo serkeftina di hilbijartinên serokatîyê li dij namzetê hevbeş ê oposîzyonê Kemal Kiliçdaroglu ku li gorî piranîya anketên mehên dawî bi rêjeyeka piçûk li pêş e, kesybaz dike.

Her çar siyasetmedarên Hizbellah ku wê li ser navê AKPyê bikevin hilbijartinan wiha ne: Serokê HUDA PARê yê daîreya hilbijartinê ya sêyemîn li Istenbolê Zekerîya Yapcî Oglu, Serkertêrê Giştî yê partîyê yê daîreya Dîlokê Şahzade Demîr, berdevkê partîyê yê Batmanê Dîrkan Ramanlî û endamê encûmena birêveber ê partîyê yê Mêrsînê Farûq Dink.

Di alîyê gelêrî da, HUDA PAR ne partîyeka gelêrî ye. Di hilbijartinên sala 2018an da, tenê 155 hezar û 539 deng bi dest xistin, ango ji sedî 0,31. Lê dibe ku li herêmên ku rikberîyeka xurt di navbera HDP û AKPyê da hebê, dengên HUDA PARê ji bo serkeftina AKPyê giring bin, ji ber ku her dengek giringîyeka xwe heye.

Her wiha,  hevkarîya bi HUDA PARê ra, wê bi Erdogan ra bibe alîkar da ku nêrîna xwe ya olî di nava kurdên muhafezkar da xurt bike, ku dîyar dibe di hemleyên xwe yên hilbijartinê da wekî piştgir dibîne, ku Erdogan xwe wekî parêzvanê muslimanan û îslamî li dij rojava, bi nav kir. Di çarçoveyê da, Hizbellah dikare ku rêjeyeka mezin ji kurdên muhafezkar ber bi xwe ve bikişîne, bi rêya bikaranîna mijarên olî yên şewitandina qurbanê li Eworpayê, doza Filistînê û hwd.

Li gorî dîtina Erdogan tiştên ku HUDA PAR li dij wê derdikeve, di alîyê gelêrî an jî giranîya hilbijartinan da, pir girîng dibîne. Tiştê ku HUDA PAR balkêş dike, ew e ku li dij sekularîyê ye û hemû rejîm û birêveberîyên ku ne di bin bandora îslamê da ye û quranê wekî çavkanîyekî şerîyetê qebûl neke, wekî “taxîtîyê” bi nav dike. Derketina alîyê olî yê partîyê li ser hesabê neteweyî an jî gelêrî yê kurdî, hişt ku ji berê da piştgirîyê bide MHPyê ya rastgir li ser hesabê dengdayîna ji bo partîya HDPyê ya “sekular”. Ji ber ku pîvana sereke ya piştgirîya HDPyê sekularî ye û ev meyl ne tenê ya HDPyê ye, lê belê ya piranîya partîyên din ê kurdî ye, ji bilî “HUDA PAR”ê ku ev yek jî Erdogan dixwaze bi kar bîne.

Ji vir da, tişta girîng û eşkere ya HUDA PARê ne doza kurdî ye û çaresekirina pirsgirêkên ku ji ber vê dozê derketine, lê belê ol e. Partî, behsa birêveberîya xweser an jî xwerêveberî an jî federalî an jî mînakên wekî wê nabe, tenê bi rêya çalakîyên xwe yên siyasî û nimêja endamên partîyê bi zimanê kurdî, nasnameya xwe ya kurdî eşkere dike.

HUDA PAR, siyaseta îslamî ji nasnameya kurdî zêdetir da pêş, lewra kurdên neteweperest dûrî wê ketin. AKPyê wisa difikirî ku HUDA PAR dikare bandorê li ser hilbijêrên muhafezkar li herêmên kurdan bike û dengên ku AKPyê bi rêya siyasetên îslamê bi dest bixe, qezenc bike bi rêya balkişandina partîyê li ser nasnameya kurdî û nirxên îslamê. Lê encamên hilbijartinên yên peyî hev, dîyar dike ku ev ihtîmalî têk çû û tu hêvî nemane ku HUDA PAR bikaribe guhartinê di hevsengîyên siyasî di herêmê da çêbike.

Di salên dawî da, AKPê dest bi hemleyeka propogandeyê kir ku Amed wekî bajarekî îslamî ye ne kurdî ye. Di vê çarçoveyê da, semîner û kongre li ser rola Amedê di dîroka destpêkê ya îslamê û hejmarek mezin ji hevalên pêxember Mihemed ku di bajar da hatine veşartin. Lê tevî vê yekê, HUDA PAR  di hilbijartiên 2014an ên xwecihî li Amedê da, daket rêza sêyemîn, ku divîyabû bingehekî xwe yê civakî ji herêmên din xurtir heba, lê tenê ji sedî 4,6 ji dengan bi dest xist. Her wiha, li tevahîya Tirkîyayê jî ji sedî 0,20 ji tevahîya dengan stand.  Lewra, partîyê nikaribûn li tu daîreyên hilbijartinê li tevahîya welat, rêza yekemîn bi dest bixe. Her wiha li Batmanê jî kete rêza sêyemîn û li Mûş û Çewlikê jî kete rêza çaran. Her wiha, di hilbijartinên 2015an da, partîyê nikarîbû ku namzetekî xwe bigihîne parlamentoyê. Di heman demê da, di hilbijartinên giştî yên sala 2018an da, serokê partîyê Zekerîya Yapcî Oglu ji sedî 4,43 (37,753) ji dengan li Amedê bi dest bixe û cîgirê wî Aydin Gok jî ji sedî 5,46(15,998) li Batmanê bi dest xist, ku daketin rêza herî jêrî ên lîsteyên hilbijartinan.

Her wiha, ji bilî ku Erdogan dixwaze kurdên muhafezkar ber bi alîyê xwe ve bîne û nehêle ku HDP dengê wan qezenc bike, Erdogan bi rêya erdkarkirina Hizbellahê wekî hevkarê xwe, dixwaze îşaretên pozîtîf bide Îranê ku ew jî piştgirîyê dide partîyê. Di 9ê gulana 2012an da, li gorî rapora nivîsgeha şopandinê ya pereyan a girêdayî polîsên Amedê, Hizbellah mehane 100 hezar dolar ji Îranê werdigirt, her wiha pereyên taybet ji bo çalakîyên cûda û mûçeyên taybet ku yekser rêdikirin ji birêveberîya partîyê ra. Her wiha li gorî raporê, Îranê yekîneyeka taybet di hûndirê Hizbellahê da ji bo sîxûrtîyê û çavdêrîyê li Tirkîyayê ji bo çavdêrîya çalakîyên leşkerî yên NATOyê ava kir. Vê yekîneya taybet, wêne û agahî derbarê baregeha Radaran a NATOyê ya li Maletîyayê kom kirin.

Huzebellah îro bûye rûyê siyasî yê HUDA PAR û sazî û dezgehên ragihandinê û kom û komele û birêxistinên xêrxwazîyê û torên xebatên xêrwazîyê ku bi awayekî lezgîn li Tirkîyayê berfireh dibin, nexasim li herêmên kurdan û li hîn dewletên Ewropayê.

Hizbellah û senaryoyên hilbijartinê

Di bernameya hilbijartinê da ku partîyê bi sernavê “Belgeya dîtina sala 2023yan” ragihand, di navbera sozên ku partîyê dane û û xîtaba AKPyê di gelek alîyan da, tiştên hevbeş hene. Bo nimûne, partî “dibîne ku divê tedbîrên qanûnî yên pêwîst werin girtin, da ku jin malbata xwe di dema kar da paşguh nekin”, ev yek wekî nêrîna AKPyê ku bang dike malbat û mal li şûna kar, bibin tiştên sereke yên jinê. Her wiha, di bernameya HUDA PARê da, armancên wekî “derbaskirina dibistanên olî di bernameya xwendinê ya neçarî da” ku ev xalane oposîzyona Tirkîyayê li dij wê bertekên tund nîşan dan. Oposîzyonê jî ragihand ku “Ew destûr nadin ku kiryarên cûdahî û polarîzasyonê ku sînorekî ji mafê jinê ra di jîyanê da datîne pêk werin û armanc dikin ku keçik neçin dibistanê û  bihêlin ku jin dest ji qada xebatê berdin.”

Tê texmînkirin ku tenê li Amedê, zêdetirî 20 birêxistinên ne girêdayî hikûmetan ên alîgirên Hizbellahê hene. Lê tevî vê yekê jî, çîneka mezin a akademîsyan, analîzvan û rojnamevanên tirk dibînin ku HUDA PAR nikare tiştekî nû di hilbijartinan da li herêmên piranîya xwe kurd in çêke, ji ser xîtaba ya ji bo civaka kurdî li Tirkîyayê sînordar e, di demekê da ku tenê dikare dengê hilbijêrê tundraw qezenc bike. Lê li beramberî wê jî, li gorî nîşaneyan beşek mezin ji hilbijêrê kurdên muhafezkar ku divîyabû HUDA PAR dengê wan qezenc  bike, wê dengê xwe bidin HDPyê ku heta niha ji bo dozên olî xîtabekî aram bikar tîne, bi şertê ku HDP destekê nede dozên bi nakok ên ji bo muhafezkaran.

Ji alîyekî din ve jî, piranîya analîzan piştrast dikin ku sedema ku hîştiye MHP a rastgir û tundraw bi lîsteyên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe, hevkarîya hevkarê xwe yê AKPyê bi “partîya kurdî” ra, ku ev yek serokê MHPyê Dewlet Bahçelî dibîne ev yek wê ji sûdwergitinê zêdetir a qezenckirina dengên din, wê bandorê hilbijêrên wî bike.

Lê li beramberî wê jî, derbasbûna parlamenerên “partîya kurdî” nava parlamentoyê, wê bi Erdogan ra eger ku di hilbijartinan da bi ser ket, ،dê bêhtir karibe di dijberîya doza kurdî da li ber xwe bide  bi rêya beşdarkirina lîstikvanên siyasetmedar ên kurd ên nû di vê dosyayê da û vê carê kesên li dij HDPyê, ku heta roja îro ew nê nûnerên kurdan li Tirkîyayê di hûndirê parlamentoyê da ne.

Ne tenê Erdogan dixwaze neteweya kurdî ya partîyê derxîne pêş, serokê hikûmeta berê ya Herêma Kurdistana Iraqê û serokê PDKyê Mesûd  Barzanî, hefteya borî bi telefonê li serokê partîyê Zekerîya Yapcî hefteya gerîya. Piştre di navbera wan da li Hewlêrê hevdîtin çêbû, ev yek jî mirov dikare wekî hewldana serokekî kurdan a derxistina nasnameya neteweyî ya partîyê li kêleka nasnameya wê ya olî ya sereke bi nav bike, ku di heman demê da, dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir bal kişandin ser vê hevbeşîyê ji bo alîgirên HDPyê û tevgera neteweyî li Bakurê Kurdistanê.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî