Hilbijartinên Tirkîyayê.. lihevkirina bê guhartin!

YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKÎ

Rûpela hilbijartinên serokkomarîyê ya Tirkîyayê bi biserkeftina cara sêyem a Erdogan bi dawî bû û dibe ku rûpela  jîyana siyasî ya Tirkîyayê ji alîyê alîgirîya dewletê ve (bi sazîyên xwe) ji bo parîya desthilatdar ew jî partîya AKPê ye, hat girtin.

Mirov dikare çend tîbînîyên sereke ji bo hilbijartinên heyî bibêje, dibe ku ya herî berz di nava wan da, kêmbûna faktora aborî di bijartinên dengderên ji bo  desthilatdarîyê. Xerabbûna rewşa debara jîyanê, piştgirîya ji bo AKPyê ji bo dengdêran kêm nekir û bloka oposîzyonê jî nikaribû ji rewşa aborî ya xerab li welat tiştekî sûd wergire. 27 milyon hilbijêrên ku dengê xwe dane Erdogan, dizanîbûn ku di roja din a serkeftina wî da, wê nirxê lîreya tirkî li beramberî dolar dakeve, lê li pêşîya sindoqan ev yek paşguh kirin. Ev jî dîyardeyeka balkêş bû, bi gotineka din ku faktora îdyolojî di jîyana siyasî ya tirkan da, bigihêje vê hişkbûnê bêyî ku bi jîyana debara jîyanê bandor bibe û ev jî di cîhana sêyem da taybetmendîyeka “dengdayîna demokratîk e”.

Lê ji alîyekî din ve jî, CHPyê li tevahîya wîlayetên peravê yên li ser Deryaya Spî piranîya dengan bi dest xist û piştî ku Kiliçdaroglu serokatîya partîyê ji sala 2010an ve bi dest xist, bi awayekî hêdî bi pêş ve diçe.  Tevî vê yekê jî, nexşereya dengdayînê di hilbijartinan da heta asteka mezin ji sala 2017an ve wekî xwe ma. Lê rûberên nû yên CHPyê têrê nedikirin ku serdema AKPyê bi dawî bike.

Eger em di hesabên matematîk da binêrin jî, em ê behsa windahîyên AKPyê jî bikin, lê ev yek encamê naguhire ku heta niha desthilatdarî di destê wê da ye ku wekî wê tu caran li Tirkîyayê ji bilî serdema tek partî ji sala 1923an heta 1950yî çênebûye. Her wiha, dewlet bi hemû sazîyên xwe, bû partîtî wekî di dema damezrandina komarê da. Di vê çarçoveyê da, wezaretên hundirîn, dadmendî, fêrkirin û polîs bi awayekî partîtî kar dikin. Di vî alî da, hilbijartin ne dadwer bû, ji ber ku sazîyên dewletê ne bê alî bûn û ev hilbijartin hema mirov dikare bibêje wekî hilbijartinên ku di bin desthilatdarîya derbeya leşkerî da, têne kirin. Lê ev ne cara yekem e ku sazîyên dewletê dibin alîgirê partîyeka siyasî û şerê partîyên din dike. Di vê çarçoveyê da, ev tişt di derbeya 1960î da jî çêbû. Di hilbijartinên 1961ê da, hemû sazîyên derbeyê di xizmeta CHP û birêveberê wê Îsmet Înanu da bûn. Di encamê da, di hilbijartinên giştî da, ji sedî tenê 33yê dengan bi dest xistin û nikaribû hikûmeteka partîtî ava bikira, lewra berê xwe da bi hevkarîya bi Partîya Dadmendî û Partîya Catyaran ku ev herdu partî jî li ser bermahîyên Partîya Demokratîk a ruxandî sala 1960î ava bûn.

Her wiha, mijara alîgira dewletê di derbeya 1980î da jî dûbare bû û ev jî wekî mînaka li ser cezakirina gelê tirk ji desthilatdarîya leşkerî ra bû, dema ku Turgut Ozal ket hilbijartinên sala 1983yan. Lewra ev ne cara yekem e ku dewlet dibe alîgirê partîyekê di hilbijartinan da, lê di serdema AKPyê da û nexasim bi biryara sîstema serokatî sala 2018an, piranîya gelêrî “bê guhartin” li hev kirin, tevî ku Tirkîya di hemû nîşaneyên debara jîyanê da bi paş da vegerîyaye ku eger ev yek di demên borî da çêbûbûye, wê hikûmetê hilweşîne, wekî Bulend Ecewît ku jîyana xwe ya siyasî bi alozîya aborî di destpêka sala 2000î da bi dawî bû.

Lihevkirina bê guhartin, rastîyeka ku oposîzyona Tirkîyayê bawerîya xwe pê nedianî. Hemleya hilbijartinê ya maseya şeşalî, hîpoteza bijartina debara jîyanê wekî alava guhartinê, ji xwe ra esas girt. Lê Erdogan ê herî zêde ku dikarîbû girseya gel fêm bike û dest bi hevrûkirina di navbera pîvaza ku Kiliçdaroglu ji xwaringeha xwe rakir û keştîya helîkopteran û erebeyên li ser kehrebeyê û pîşesazîyên leşkerî, kir. Bi derketina encamên gera yekem a hilbijartinên serokatî û parlamentoyê, Kiliçdaroglu nas kir ku “xîtaba xwaringehê” û pirûkxane têrê nake ku Erdogan têk bibe, lê berê xwe da ya herî xerab û ya herî dijminahî di siyasta Tirkîyayê da, ew jî xîtaba nefret û tirsê. Tevî ku Kiliçdaroglu êrîşên xwe li dij penaberên sûrîyayî û efganî û hwd zêde kirin, lê Erdogan û tîma wî di stada nefretê da ji Kiliçdaroglu û hevalbendên wî zêdetir dizanin bilîzin. Gihaşt astekê ku alava desthilatdarîyê ya hilbijartinan, hevdîtinên birêveberên PKKyê di qadên giştî da weşandin ku behsa girîngîya têkbirina hevalbendîya faşîzim li Tirkîyayê (AKP û MHP) dikin. Di vê çarçoveyê da, desthilatdarîyê alîgirên xwe sor kirin di bin dirûşmeya “hebûna Tirkîyayê di metirsîyê da” û eger Kiliçdaroglu bi ser bikeve, wê PKK bi ser bikeve. Di girseyeka mezin da ku xîtaba serkeftinê ya Erdogan şeva encama guhdar dikirin, bi dehhezaran ji bo Selahedîn Demîrtaş banga îdamê kirin, Erdogan hêvîyên wan têk nebirin û soz da alîgirên xwe ku madem ew Tirkîyayê bi rê ve dibe, ew ê Demîrtaş di zindanê da bihêle.

Lê li alîyekî din, xîtaba nefretê ku Kiliçdaroglu di gera duyem da bi kar anî, dûbarekirî bû û tu bandora xwe tune bû û bi xîtaba Erdogan ji alîyê xapandina alîgiran ku metirsîyeka mezin li pêşîya welat e, nayê hevrûkirin. Di vê çarçoveyê da, Kiliçdaroglu li dij tevgera siyasî ya kurdî wekî Erdogan daxuyanîyên dijminahî dan, lê bê encam bû, ji ber ku bi hevrûkirina bi desthilatdarîya heyî ra ne yê herî baş bû. Dîyar bû ku vegera Kiliçdaroglu ji xîtaba gera yekem, nîşaneyeka xeternak a hêsanbûna bikaranîna xîtabên gurkirin,  nefret û biberxweve kişandina komî ya hûndirîn, heta gihaşt astekê ku herdu alîyên siyasî civak ber bi şerekî navxweyî yê taloqkirî dibin, an jî dihêlin ku girseya gel wekî desthilatdarîyê tevbigere; carekê wekî desthilatdarî li dij kurdan di xîtaba AKPyê da, ku ev yek li ser erdê pêk hat wekî kuştina kurdan di kolanên bajarên Trikîyayê da, ji nava wan hûnermendekî gelêrî hate kuştin ji ber ku daxwaza nîjadperestekî tirk a strana “Di oxira Tirkîyayê da ez ê bimirim” û carekê wekî desthilatdarî li dij penaberên sûrîyayî di xîtaba oposîzyonê da. Herdu alî, civakê ber bi birêveberirina metirsîyên xeyalî li ser dewletê dibin û ev yek jî têkçûneka siyasî û exlaqî ku oposîzyon di gera duyem da kete vê yekê.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî