Hilbijartinên Parlementoya Ewropayî li Almanyayê: Redkirina îdyolojîkirina kesk û komunîstan û dana baweriyê bo “niştimanîxwaz”an

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 

Hilbijartinên parlementoya ewropayî yên ku li Almanyayê li dar ketin û ji 720 kursiyan Almanyayê 96 bi dest xistin, encamên wê wiha bûn:

  • Partiya Xiristiyan a Demokrat/Yekîtiya Xiristiyanî ya Civakî 30% (29 kursî)
  • Partiya Berdêl a bo Almanyayê 15,9% (15 kursî)
  • Partiya Komunîst a Demokrat 13,9% (14 kursî)
  • Partiya Kesk 11,9% (12 kursî)
  • Hevalbendiya Wagenknecht 6,2% (6 kursî)
  • Partiya Demokrat a Azad 5,2% (5 kursî)
  • Partiya Çep 2,7% (3 kursî)

 

Her wiha komeke partiyên piçûk bi hev re 11,5% bi deset xistin (9 kursî). Rêjeya beşdarbûna giha 64,8%, ev mezintirîn rêje ye di hilbijartinên almanî de di hilbijartinên ewropayî de, ku berî niha di sala 2019an de rêje tenê 61,4% bû.

 

Partiyên hevalbendiya hikûmetê bi bin ketin

Ên herî balkêş ji nav aliyên binketî di dilbijartinên parlementoya ewropayî de partiyê hevalbendiya hikûmetê ne: Partiya Komunîst a  Demokrat, Partiya Kesk û şirîkê wan ê sêyean Partiya Demokrat a Azad. Partiya Komunît a Demokrat heger em berawedî hilbijartinên 2019an bikin (15,8%), wê du xal ji dest dane, hevalê wê yê kevneşop Partiya Kesk jî derdora nîvê dengên xwe ji dast da (berê 20,5% bû), lê Partiya Demokrat a Azad parastina asta xwe kir ku berê jî 5,4% bû.

Partiya Kesk wekî partiya herî binkeftî tê dîtin di van hilbijartinan de, ku ev wekî nîşaneyê ne ji hilbijartinên parlementoyê yên Almanyayê re yên ku dê di îlona 2025an de bên lidarxistin. Heger ku dengên hevalbendiya hikûmetê wekî xwe man (tev de 31%), dê nikaribin rêjeya xwestî bi dest bixin (51%) da ku hikûmetekê ava bikin û bi hev re welat bi rê ve bibin.

Sebên jidestdayîna Partiya Kesk ji gelek dengan re pir in, a girîng ji wan ew e ku piştgiriya rawestandina anîna gazê ji Rûsyayê dikir, ji îlona 2022yan ve, piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukranyayê kir, her wiha rawestandina projeya “Nord Strem 2”  erê kir, ku ji sala 2018an ve dest bi avakirina wê bûbû, ew projeyeke veguhastina gazê ye ya ji Rûsya bo Almanyayê bi rêya Deryaya Beltîkê. Biryara ku wezîrê aboriyê Robert Habeck (hevserokê Partiya Kesk ê ku partiyê ew kir wezîrê aboriyê tevî ku ew derçûyê kulîjeya felsefeyê ye û nivîskarê pirtûkên zarokan e) da hişt ku buhayê gazê bi awayekî mezin bilind bibe ku giha rêjeya 80%, vê yekê bi awayekî yekser bandor li jiyana hemwelatiyan kir, bi taybet kesên ji çîna navîn û xwediyên projeyên piçûk. Tevî ku hikûmetê bi lez alîkariyên dravî da kesên ku gazê bi kar tînîn, lê rewşeke bêzariyê di nav beşeke mezin ji civaka almanî de belav bû, ku medyaya civakî jî hişt ku ev bêzarî kûrtir bibe.

Partiya Kesk û wezîrê aboriyê ne tenê ev biryar dan, lê belê biryareke din di îlona 2023yan de a germkirina nû “Heizungsgesetz” dan ku pê hemwelatî neçar kirin ku sîstemêm germkirina malan yên ku bi petrolê bi sîstemên ku li ser enerjiya paqij tên karkirin biguhêrin, ku pê armanceke siberojê danîn ew ew e ku heta sala 2045an bi awayekî temamî ji petrolê xilas bibin. Ev biryara ku tijî kîtekît û karên bîrokrasî ne bo xwediyên malan rewşeke xezeb û bêzariyê peyda kir, bi taybet ji ber ku guhartina sîstemên germkirina malan a bi petrolê bo sîsemên enerjiya paqij tê wateya xwestekên diravî yên giran li ser milê xelkê zêde dibe ku beşek mezin ji civakê nikare pereyên wê peyda bike, bi taybet temenmezinên ku bank qerzan nade wan, tevî ku hikûmetê soz da ku ew dê 30% ji temeê wê hilgire ser milê xwe.

Beşeke mezin ji hemwelatiyan dît ku Partiya Kesk di cîhaneke taybet bi xwe de dijî. Ew giraniyê dide guhartina avhewaya cîhanê û hewl dide sîstem û awayên germkirinê yên nirxbuha li ser almanan ferz bike bo xwesteka xwe ya “xelaskirina cîhanê” ji bandorên guhartina avhewayê, tevî ku para Almanyayê ji gaza dîoksîdê li asta cîhanê 1,8% derbas nake. Rikberên partiya xwediya biryarên germkirina nû û rijdiya li ser enerjiya paqij, bi çi temenî be, dibînin ku ew îdyolojiyek e rastiyê paşguh dike û berjewendiyên hemwelatiyan û rewşa wan a aborî di ber çavan re derbas nake. Rewşa bêzariyê zêdetir bû bi seba siyasetên partiyê ku beşdarî kir di hin biryaran  de yên taybet bi çandinî û xwedîkirina ajelan. Cotyarên alman dîtin ku ev biryar kêmkirineke ji wan re û di destpêka vê salê de derketin xwepêşandanên mezin li kolanan. Lê wezîrê çandiniyê Cem Ozdemîr (bi eslê xwe koçber e ji Anadolê ye) xwe bi planên birçîkirinê girt û piştkgiriya hikûmetê ji cotyaran kişan û tevî ku derketin xwepêşandanan jî lê xwestekên wan bi cih neanî. Partiya berdêl a rastgir hebûna Ozdemîrê biyan keysbaz kir, ku ew ne rast bi cotyarên alman re dide û distîne û bi qestî wêneyên Partiya Kesk bi awayî pêşk êş kirin ku ew berjewendiyên hemwelatiyan di paş guhê xwe ra davêjin, bi taybet kesên ku almanên resen in.

Her wiha siyaseta hevalbendiya hikûmetê ya piştgiriya Ukranyayê li dij Rûsyayê û dana çekan bo Kyvê û nexwestina wê ji diyalogê di navbera Ukranya û Rûsyayê de da ku bigihêjin çareyeke aştiyane, hişt ku navûdengê wê kêm bibe û hilbijêr dûrî wê bikevin. Her wiha rexne li helwestên Berlînê hatin kirin ku ew bi israr e piştgiriya artêşa Ukranyayê bike bi dehên milyarên dolaran û xîtaba fermî li dij Rûsyayê gur kirin. Rikberên hevalbendiya hikûmetê, bi taybet Partiya  Berdêl a bo Almanyayê û paşê hevalbendiya Sara Wagenkcecht dîtin ku kiryarên hikûmetê bûn sedemeke xurt ku Kyêvê serê xwe hişk kir û giyalog bi Rûsyayê re red kir da ku bigihêjin çareyeke siyasî bo krîzê. Rikberên hevalbendiya hikûmetê helwesta wan ji şerê Ukranyayê û piştgiriya wê ew bû ku ev yek “îmzekirina li ser kaxezeke spî ye” bo Kyêvê û dîtin ku piştgiriya hikûmeta Zelensky re heta ku xaka ku ji hêla Rûsyayê ve hatiye dagîrkirin bê rizgar kirin, heta bi nîvgirava Kirimê ya ku Rûsyayê ew di sala 2014an de dagîrl kir, nehirmetgiritina berjewendiyê almanî ye û pêkaniyê çêdike ku Almanya û Rûsya bi awayekî yekser têkevin rûyê hev.

Dosyay koçberiyê dimîne yek ji girîngtirîn sedemên ku hişt hilbijêr ji ser partiyên hevalbendiya hikûmetê vegerin, bi taybet Partiya Kesk a ku bi israr e li ser helwestên xwe bimîne û vegerandina koçberên ku koçberiya wan nehatiye erêkirin red dike, heta ku koçber destwerdan di karên tundî yên xwedî meyla olî jî de kiribin. Her wiha hikûmet di wê yekê de bi ser neket ku 300 hezar koçberên ku xwesteka wan a koçberiyê red bûye û vegerandina wan bo welatê wan tê xwestin. Her wiha hejmara kesên ku berê xwe didin Almanyayê bo koçberiyê bilind dibe, pê re jî hejmara bûyerên lêdana bi kêran û destdirêjiya li ser hemwelatiyê alman zêde dibe ji hêla îslamîstên koçber ve.

Raya giştî ya almanî xwepêşandanên bi hezaran selefî li bajarên Îsn û Hamborgê şopandin, ku daxwaza deleta xîlafetê dikirin û siloganên rêxistina DAIŞê ya terorîst bilind dikirin. Hikûmeta ku ji vê pirsgirêkê direviya dihat rexnekirin, her wiha hewlesta wezîrê hundirîn Nansi Fezer (Partiya Komunîst a Demokrat) ku xwestekên qedexekirina rêxistina “Muslim Interaktive”ê ya selefî û tund  red kir û red kir ku rêdanê nede wan da ku dakevin kolanan û daxwaza rûxandina demokrasiyê û avakirina xîlafetê li Almanyayê bikin. Partiya Berdêl a bo Almanyayê operasyoneke ragihandinê ya li dij hevalbendiya hikûmetê bi rê ve bir û bal kişan ser durûtiya wê ku aliyê rastgir hikûmet bi dûv wê dikeve û wê wekî metirsiyê li ser demokrasiyê dibîne û bi hêsanî bi aliyê îslamîst re dide û distîne tevî ku daxwaza hilweşîna demokrasiyê û avakirina xîlafetê dike û gefê li sîstema demokrat dixwe.  Di bin banê hikûmeta itilafî de asta jiyanê bi paş ket, her wiha hevalbendiya hikûmetê di çarekirina bandorên koronayê û çavdêrîkirina dozê gendeliyê yên ku siyasetmedaran destwerdan tê de kiribû (di warê kirîna kemame û dermanan de) de bi ser neket. Hestek li nav hemwelatiyên alman belav bû ku hikûmet tenê Partiya Kesk wê bi rê ve dibe û welat li gor nêrîna xwe ya îdyolojî bi rê ve dibe ku bi rêya wê biryaran li ser hemwelatiya ferz dike da ku wan neçar bike enerjiya paqij bi kar bînin.

Lê belê ew siyasetên xwe yên pêşwazîkirina koçberan û li ser helwesta xwe ya redkirina vegerandina koçberên ku koçberiya wan hatiye redkirin, bi israr e. Her wiha Partiya Kesk bû xwediya biryara nîsana 2014an a ku rê li ber xelkê vedike navê xwe yê pêşî bi awayekî fermî di qeydên dewletê de biguhêrin, her wiha guhartina rêzikên zimanê almanî (nîşaneya stêrkê û du xal) li gor “zimanê cender” bo kesên duzayend û zayendguhêr, tevî ku dijberiyên mezin bo vê biryarê derketin ji nav deverên akademî, perwerdehî û ragihandinî.

Ev mijar tev de li ser medyaya civakî bi awayekî berfireh belav bûn û bandor li wêne û navûdengiya Partiya Kesk kir û bi awayekî giştî herdu partiyên hevalbendên wê jî. Her wiha belî ye ku hejmaereke ne piçûk ji dengan ên ku Partiya Kesk bi awayekî kevneşop bi dest dixist winda bûye, ji wan partiyên piçûk ên ku parastina jîngeh û ajelan dikin. Ji nav wan partiyan, Partiya Parastina Ajelan “Tierschutzpartei” û Tevgera Nifşê Dawî ya ku parastina jîngehê dike “Letzte Generation Partei”.

 

Berdêla rastgir duyemîn mezintirîn partî

Partiya Berdêl bo Almanyayê 15,9% ji dengan bi dest xist, bi rêjeya 4,9% zêdetirî berê bi dest xist ya hilbijartinên 2019an ku wê çaxê 1% bû. Sedema sereke ya vê serkeftina mezin a ku hişt partiya berdêl bibe duyemîn mezintirîn partiya siyasî li Almanyayê, ew e ku gel ji siyaseta hevalbendiya hikûmî û krîza aborî û rewşa buhabûnê ya ku gelek beşên civakê pê hest kirin, bêzar bû. Her wiha hewlwesta wl ji şerê Ukranyayê û bi awayekî destfireh piştgiya Kyêvê ji hêla leşkerî û diravî kir, bi ser de jî nermbûna wê derbarê dosyaya koçberan û nevegerandina wê ji koçberên ku koçberiya wan nehatiye erêkirin re, bi taybet kesên ku xwedî tawan in.

Partiya berdêl bal kişand ser nasnameya almanî. Ev di siloganên ku li kolaan belav kir di çarçoveya rêklama hilbijartinên parlementoya ewropayî de, xuya kir, ku banga almanan dike bo “welatê xwe vegerînin” û pêwîstiya “parastina welat û nasmaneyê” heye her wiha redkirina navendîbûna ewropayî û “dîktatoriya Brukselê”. Partiya berdêl xîtaba hestê gelê alman kir û xwe spart metirsiyên xelkê yên ji têkçûna rewşa aborî û destpêkirina şer bi Rûsyayê re bi seba piştgiriya hikûmetê ji Ukranyayê re bi çekan, bi ser de jî hewldana “partiyên kevn” ku Almanyayê tijî “hejmarên mezin ji koçbern” bike, û ev yek destwerdan e di îslamkirina Ewropayê de. Partiya berdêl  asta yekem derket di herpênc wêlayetên ku berê Almanyaya Rojhilatî bû. Di herdu wîlayetên Sachsen û Sachsen-Anhalt de partiyê 28% ji dengan bi dest xist û li wîlayeta Brandenburgê 24% bi dest xist. Li wîlayeta Mecklenburgê 25% bi dest xist. Sedema sereke a ku hişt ev partî li van wîlayetan li pêş be ew e ku xelkê wîlayetên rojhilatî bi paşguhkirinê hest dikin ji hêla navendê/Berlînê ve û navend van wêlayetan geş nake bi rêya avakirin projeyên aborî û xizmetguzarî yên mezin ku garantiya derfetên kar bike û pereyan bixe sûkê, lê belê hikûmet bi milyarên dolara li koçber û şerê Ukranyayê xerc dike bi ser de fînansekirina projeyên jîngehî û avhewayê li hundir û dervayî Almanyayê! Bi awayekî giştî dengên pir ên partiya berdêl ji gund û bajarokên piçûk bû, lê li bajarên mezin dengên kêmtir bi dest xist, bi taybet ew bajarên ku hejmareke mezin ji hemwelatiyên wê bi eslê xwe koçber in an jî gewî ne (li bajarê Monsterê wekî mînak, hejmara niştecihên wê 315 hezar in, partiya berdêl tenê 4,8% bi dest xist). Her wiha partiyê encamên mezin bi dest xist di nav ciwanan de, tersî ku dihat pêşbînîkirin, ku di asta yekem de derket ji hêla dengdana ciwanan ve.

Partiyên kevneşop, bi taybet P0artiya Kesk, Partiya Komunîst a Demukrat û çepgirên din, projeyek pêşkêş kir ku dê temenê kesê ku karibe hilbijêre bikin 16 sal, ku wan texmîn dikir ku dê ev beş dengên xwe bide wan ji ber ku ew banga parastina jîngehê, pirçandî, mafê kêmnetewe û gayyan dike, berî niha jî partiya berdêl sala 2018an dozeke dadgehî li dij kêmkirina temenê karîna hilbijartinê vekir, metirsiya wê ew bû ku ev biryar dê navûdengiya rikberên wê bilind bike bi rêya dengdayîna ciwanan.

Partiya berdêl di wê yekê de bi ser ket ku ciwan bi dest xwe ve anî bi rêya bikaranîna berfireh û bizanebûn ji medyaya civakî re, bi taybet “TikTok”, ku bi rêya wê xwe nîşan da ku ew tekane partiya aştiyane ye li Almanyayê ya ku naxwaze şer pêk were û piştgiriya diyaloga bi Rûsyayê re dike, tersî partiyên din yên ku xwe dispêrin şer û dana çek û pereyan da ku Rûsya têk biçe ku bo vê yekê welat dixe metirsiya dijminatiya rûbirû, ango çekdarkirina ciwanan û şandina wan bo eniyên şer. Partiya berdêl di ragihandina xwe bal kişand ser  “operasyonên leşkerkirina ciwanan li Ukranyayê da ku tev li şerê Zelensky bibin”, her wiha amaje bi wê yekê kirin ku hevalbendiya hikûmetê bi rêya piştgiriya Ukranyayê û redkirina diyalogê bi Rûsyayê re û biryaya wê ji jinûveavakirina artêşa Almanyayê re, metirsiya tevlîbûna nav şerekî mezin dike ku dê petrola wê ciwan bin.

 

Suprîz: Hevalbendiya Sahra Wagenknecht

Hevalbendiya Sahra Wagenknecht ya ku ji Partiya Çep parçe bûye û di îlona 2023yan de hatiye damezirandin, encamên balkş bi dest xist ku 6.2% ji dengan bi dest xist. Tê şîrovekirin ku beşek mezin ji van dengan ji dengên ku berê bo Partiya berdêl û Partiya Çep dihatin daîyî, hatiye. Hêjayî gotinê ye ku li gor praniya ankêtên nêrînan rêjeya wê digihaşt di navbera 18% heta 22% berî damezirandina Hevalbendiya Sahra Wagenknecht. Hevalbendiyê nîvê dengên çep û gelek dengên herdu partiyên berdêl û komunîst bi dest xist.

Hevalbendiyê li herpênc wîlayetên rojhilatê Almanyayê asta sêyem bi dest xist. Li wîlayeta Zaksinê 12,6% bi dest xist, li wîlayeta Zaksinanhaltê 15% bi dest xist. Li wîlayeta Brandinburgê bi rêjeya 13,8 bi ser ket. Li wîlayeta Mecklenburgê 16,4% bi dest xist. Ev tiştekî cuda ye ku partiyeke siyasî ya ku berî çend mehan hatiye damezirandin, dengên hilbijêrên herdu partiyên çepgir û rastgir bi dest bixe. Xuya ye ku sedem vedigere hizir û kesayeta siyasetmedara zîrek Sara Wagenknecht (bavê wê îranî û dêya wê alman e), ya ku navê partiyê li navê xwe kir, ji ber ku li ser ragihandinê belav bû û hizirên xwe yên bêtirs radixist, ku hin ji wan rastgir û hin ji wan çepgir bûn. Wagenknecht karîbû bi cesaret û zanebûneke mezin mijarên hestyar ên ku partiyên din xwe ji ber wan didin alî, bi awayekî zelal raxe. Ji nav wan mijaran: pêwîstiya vegera dahatina gazê ji Rûsyayê tevî ku şerê Ukranyayê dike û karkirina li ser piştgiriya aboriya almanî, handana pêşxistina teknolojî û zîrekiya çêkirî da ku Almanya li gor navê xwe bimîne ji hêla qencî û teknolojiya pêşketî.

Her wiha Wagenknecht banga sînordarkirina koçberiyê û dîtina çareyeke kutaker ji diyardeya îslama siyasî û desetên tirkî di nav koçberên misliman de, ew jî bi rêya qewirandina melayên ku banga nefretê dikin û qedexekirina komele û navendên ku bi tunrewiyê tawanbar in. Her wiha banga dûrxistina koçberêm ku koçberiya wan hatiye redkirin û parastina çanda almanî dike, her wiha redkirina zayendkirina ziman rawestandina dana maf û imtiyazên taybet ku bi rêya wê piraniya kesên din ên alman han dibin. Her wiha Wagenknecht piştgiriya kêmkirina baceyan dike yên ku li ser çîna navîn û xwediyên projeyên piçûk, hatine ferzkirin û wan li xwdiyên saman û malûmilkan û xwediyên kompaniyên mezin ferz bike û mercên zehmet deynin bo dana alîkariya civakî bo kesên ku nikarin kar bikin û çi kesê ku tevîlbûn û karkirinê red bike bê cezakirin. Ev mijar tev de li xweşiya hilbijêrê rastgir û hilbijêrê normal ê ku siyastên partiyê hevalbendiya hikûmetê red dike û dibîne ku ew pir nerm bû bi van mijaran re û bû sedema daketina asta jiyanî, tê.

Wagenknecht dibîne ku têkiliyên derve yên Almanyayê dive di xizmeta berjewendiyên niştimanî de be, di nav de jî helwesta ji şerê Rûsyayê yê li dij Ukranyayê, ku ew pêwîst dibîne divê fişar li hikûmeta Ukranyayê bê kirin da ku diyalogê bi Rûsyayê re erê bike û bigihêjin çareyeke guncav (dest ji Kirimê berdin), ku pê re têkiliyên bi Rûsyayê re vegerin û giraniyê bidin hêla aborî û gaza rûsî bi dest bixin bi nirxekî guncav. Her wiha Wagenknecht hizira firehbûna Yekîtiya Ewropayê red dike û piştgiriya xerckirina leşkerî û jinûveavakirina artêşa Almanyayê nake. Ew firehbûna NATOyê û tevlîkirina dewletên bi Rûsyayê ve jî red dike. Tîma Sara Wagenknecht parlementerên çepgir ên ku ji Partiya Çep parçe bûn, dihweîne, ji wan, parlementera bi eslê xwe kurd Sevîm Dadglîn. Her wiha lîsteya parlementerê partiyê di Yekîtiya Ewropayê de gelek kesayetê navdar dihewîne, mîna Thomas Gaizl, serokê berê yê şaredariya Dusseldorfê yê Partiya Komunîst a Demokrat û Melusine von der Schulenburg ku ew jî siyasetmedar e li Neteweyên Yekbûyî kar kiriye û beûdarî şandeyên çarekirina krîzan li gelek welatan bûye. Balkêş e ku ev kesayetên han gurbûna Ewropayê li dij Rûsyayê, çekdarkirina Ukranyayê û berfirehbûna NATOyê red dikin, lê belê piştgiriya diyaloga bi Moskoyê re xurtkirina hevkariya aborî pê re, dikin.

 

Partiya El-Deiwe: mezin dibe lê bi bin ket

Partiya El-Deiwe, Hevalbendiya Demokrat bo Pirrengî û Ronesansê, ya ku di kanûna paşîn a 2024an de hat damezirandin, encamên balkêş bi dest xist di nav koçberên tirk de. Partiyê rêjeya 0.4% li ser asta Almanyayê bi dest xist, lê wê nikarîbû tu kursî di Parlementoya Ewropayî de bi dest xistiba. Herger em bi hejmara ku partiya berî wê bi dest xist hevrû bikin (Partiya Hevalbendiya bo Afirandin û Edaletê), xuya dibe ku wê dengê xwe ducare kiriye.

Ji ber ku di hilbijartinên 2019an de Partiya Îslamî ya Tirkî ya berê 68 hezar deng bi dest xist, lê xelîfeta wê, ango Partiya El-Deiwe 149 hezar deng bi dest xist. Bilindtirîn rêjeya wê li bajarê Disburgê bû ku 2.5% ji dengan bi dest xist. Li wîlayeta Bakurê Rainê, ku li wê derê misliman oir in, partiyê rêjeya 0.7% bi dest xist. Partiya El-Deiwe ya ku ragihandina Almanyayê wê wekî partiya şerîetê ya alîgira Erdogan wesf dike, bo ku propogandayê ji xwe re çêke qezencê ji şerê Xezayê yê di navbera Îsraîl û tevgera Hemansê de dibîne. Ji vir, tê têbînîkirin ku partî sembolê filistînî yên mîna kofiye û ala niştimanî û belavkirina daxuyaniyên ku piştgiriya Hemasê dikin, bi kar tîne. Ev partî armanc dike ku hebûna xwe di hilbjartinên parlementoyê yên Almanyê yên piştî salekê ji niha, xurt bike, armanca wê ew e ku piraniya dengên misliman (2.5 milyon misliman) bi dest bixe, beşek mezin ji wan nasnameya almanî bi dest xistine di dema hikûmeta niha de bi seba hêsankirinê û piraniya van kesan ji Sûriya, Efganistan, Iraq û Tirkiyayê hatine.

Gerînendeya Prastina Destûrê, ango istixbaratên Almanyayê, çavdêriya girêdan û têkiliyên Partiya El-Deiweyê bi rêxistin û komeleyên îslamî li Almanyayê, dikin. Bi taybet komika Ixwan El-Mislimîn, Tevgera Hemasê û hin komeleyên selefî. Alavên ragihandinê yên almanî balê dikşînin ser serek û berpirsyarên partiyê û li nav dîroka wan digerin, ku pê hewl didin mebestên rastî yên partiyê û girêdanên wê kifş bikin, her wiha armancên ku li ser wê kar dikin û asta metirsiya wê li ser sîstema demokrat, bi taybet ji ber ku partiyeke olî ye û sirûşa xîtaba xwe û bernameya xwe ji hizirên îslama siyasî digire, her wiha hewl dide dengê koçberên tirk bi taybet û tevahiya koçberên misliman bi dest bixe û  bi wan pêşketineke berçav bi dest bixe.