Heta van kêlîyan, tu nîşaneyên derfeta pêkanîna gera şeşem a hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê tuneye, ev yek jî di demekê da ku li Herêma Kurdistanê rewşa siyasî xetimî ye û YNK û PDK bi berpirsyartîya xetimandina siyasî hevdu tawanbar dikin, pêk tê. Nexasim piştî ku Bexdad bi rêya Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê destwerdana alozîyê kir û bû beşekî resen di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê da. Eger ku Herêma Kurdistanê negihaşt lihevkirina siyasî û bi wê ra jî pêkanîna hilbijartinên azad û paqij di dema ku partîyên kurdistanî li ser lihevkirine, pêkfan e ku Herêma Kurdistanê were parçekirin û bi awayekî ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê careka din vegerin nava parlamentoyê, li şûna ku li ser dezgehên ragihandinê yên partîyan werin dabeşkirin, ku wê bi xwe ra rewşên polarîzasyon û perçebûnê bîne.
Parlamentoyeka ku nema bi kêr tê
Di sibata sala borî da, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermaneka cibcîkar roja yekem ji meha cotmeha 2022yan wekî dema hilbijartinan dîyar kir, lê piştî ku parlamentoyê salek ji bo xwe dirêj kir piştî ku herdu alîyên alozîyê YNK û PDKyê li ser biryara dirêjkirinê li hev kirin, dema hilbijartinan saleka din hat derngxistin. Lê ev biryar rastî nerazîbûneka hûndirîn hat ku hişt Dadgeha Federal a Iraqê bibe alîyekî bibandor di pirsgirêkên Herêma Kurdistanê da. Di encama doza ku parlamenterên parlamentoya Federal û parlamentoya Herêma Kurdistanê da ji nava wan serokê parlamentoyê yê berê yê nûnerê Tevgera Guhartinê Yûsif Mihemed rakirin, Dadgeha Federal di 30ê gulana 2023yan da biryara nedirêjkirina xebata parlamentoya Kurdistanê ji bo saleka din da û li ser vî esasî Dadgeha Federal hemû biryarên piştî dema parlamentoyê bi dawî bibe, ku ji parlamentoya Herêma Kurdistanê derkevin ne rewa dibîne. Di encama vê yekê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî valahîyeka rewabûnê hat ku dîyar e ne di rêya çareserkirinê da ye. Di heman demê da, parlamentoya Herêma Kurdistanê erka çavdêrîkirina xebata hikûmetê winda kir, derbarê xerckirina pereyên giştî û dahatûyan ku êdî rastî pirsê û hesabpirsînê nayên.
Her wiha, di dema kongreya “Ewlekarîya Munich”ê da ku di sibatê da hat lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hişyarî li ser metirsîyên di encama derengxistina hilbijartinan da, da û got “Nepêkanîna wê, xebata siyasî û rewabûna Herêma Kurdistanê rastî lêpirsînê tîne.” Ev yek di kêlîya wê da wekî zengilê hişyarîyê ji bo partîyên kurdistanî bû, an jî wekî nameyekê ji bo wan partîyên ku bigihêjin lihevkirinan û divê xebata siyasî ya rawestayî bikeve nava tevgerê, lê vê hişyarîyê tu rola xwe li ser erdê nelîst.
Parçebûn pirsgirêkan zêdetir dike
Herêma Kurdistanê ku wekî dewleta bêdeng hate pênasekirin, ango mafê wê yê dengdayînê di Neteweyên Yekbûyî da tuneye, ev wekî derbirîna asta serxwebûnê ku ji dema referanduma serxwebûnê ya sala 2017an da, kêm bûye. Nebûna kordîneyê di navbera herdu partîyên sereke da û pirsgirêkên zêde ên di navbera wan da û nebûna kordîneya siyasî ya kurdan li Bexdadê, hebûna Bexdad û rola Dadgeha Federal kûr kir, ku roleka wan a dîyarker di çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê da heye.
Li ser daxwaza alîyên kurdistanî ku guman di bêalîbûna komîteya hilbijartinan a Herêmê da kirin, di sala 2022yan da Dadgeha Federal a Bilind biryar da ku tu rewabûnekî komîteya hilbijartinan û referanduma li Herêma Kurdistanê tuneye, lê ji ber qanûna hilbijartinan û gerînendeyên hilbijartinan û dema dawî ya pêkanîna hilbijartinan asta nakokîyan zêde ye. Di vê çarçoveyê da, di gulana borî da di bloka PDK û YNKyê da pevçûn li ser van mijaran di hundirê parlamentoyê da çêbûn, ku PDK israr dike dest xebatê bike û dema dawî ya pêkanîna hilbijartinan di dawîya salê da dîyar bike, lê YNK dibîne ku divê projeyên van qanûnan werin derngxistin, heta ku partîyên kurdistanî bigihêjin lihevkirineka siyasî.
Di heman demê da, ji ber pirsgirêkên aborî li herêma Kurdistanê jî, mijara serxwebûna darayî ya herêmê jî têk bir, nexasim piştî qanûna qedexekirina petrola Kurdistanê û windakirina tevahîya sektora petrolê û êdî şerîketa bazirganîya petrolê ya iraqî (Somo) mijara petrolê girt dest. Tevî jinûvederxistina petrolê ji Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a tirkîyayî û pirsgirêkên di navbera Bexdad û Hewlêrê da di gulana borî da çareser bûn, lê xebata çavdêrîkirina darayî êdî ket bin desthildarîya Bexdadê ku biryar da ku pereyên ji zevîyên “Herêma Kurdistanê derdikevin bikevin hesabê benka navendî ya Iraqê yan jî bikevin bankên ku ji alîyê benka navendî ya Iraqê ve hatine pejirandin.”
Bi her halî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikarîbû bigihêje çareserîyên siyasî û aborî û bigihêje metodekî ji bo belavkirina saman di navbera parêzgehên xwe da, di encama vê yekê da wê Bexdad her dem di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê da roleka sereke bilîze. Di vê çarçoveyê da, Silêmanîyê gihaşt armanca xwe, bi rêya şandina pereyan rasterast bo parêzgeha Silêmanîyê bê ku di Hewlêrê ra derbas bibe, ev yek jî serokê hikûmeta herêmê wekî “xîyanet” bi nav kir. Lê YNK bi biryara parlamentoyê û erêkirina xala (8)an ji madeya (14)an kêfxweşbûna xwe anî ziman, ku yek ji birêveberên YNKyê di vê çarçoveyê da got “Ev yek maf û mafên pereyan ji bo gelê Kurdistanê bi awayekî dadmend, bi cih tîne.”
Lê kiryarên “hestîşkandinê” di navbera herdu partîyan da bi bombebarana Tirkîyayê ji balafirgeha Silêmanîyê ra gihaşt lûtkeya xwe. Her wiha li şûna ku Hewlêr piştgirîya xwe bide YNK û fermandarê HSDyê û çend efserên Hevpeymana Navdewletî yên ji mirin xelas bûn, PDKyê helwesteka bêalîbûnê nîşan da û YNK wekî berpirsê tiştê ku li Silêmanîyê rû da, nîşan da. Di encama vê yekê da, şerê axaftinê gihaşt asteka dijwar û yê herî ku herî zêde ji şerê axaftinê sûd wergirt, Enqera bû.
Metirsîya parçebûnê di asyoan da li ba dibe
Nîşaneyên gengazîya ku Herêma Kurdistanê hîna zêdetir di navbera polên wê da dûrketin çêbibe heye, ev yek mijara du birêveberîyên ku piştî têkçûna parlamentoyê ya yekem a sala 1992yan tîne bîra mirov. Parlamentoya ku wekî nîşaneya yekbûna Herêma Kurdistanê ye û di 4ê cotmeha 1992yan da federalî ji alîyekî ve hate ragihandin, lê êdî bûye alavek ku Herêma Kurdistanê parçe dike û dibe sedema parçekirina yekîbûna kurdistanî. Di dema borî da, di navbera salên 1994-1998an da, parlemeto nikarîbû bibe navgîn herdu partîyan bigihîne hev, ku ber bi “şerekî navxweyî” yê wêrankirî ve çûn û siberoja demokrasîyê ya ji bo herêmê xerab kir û gûmanên herêmî û partîtî di nava Herêma Kurdistanê da ya ku nû hatiye avakirin, di wê demê da çêkir.
Di vê demê da, yekbûna Herêma Kurdistanê tenê bi fişara amerîkayî û ewropayî ma ye, ên ku hewl didin herî kêm aşitîya navxweyî yê kurdan û yekbûna birêveberî ya Herêma Kurdistanê biparêzin. Lê fişarên rojavayî ne herdem bi ser dikevin; di vê çarçoveyê da fişar û kedên yekbûna hêzên Pêşmerge û sazîyên ewlekarîyê yên girêdayî herdu partîyan û birêxistinkirina xebatên wan. Her wiha, rewşa hevkarî û têkilîyên stratejîk bi dewletên herêmî ra yên wekî Tirkîya û Îranê, ji bû herdu alîyan hişyarîya destekdayîna alîyên herêmî ji bo her senaryoyekî ku yekbûna Herêma Kurdistanê têk bibe, heye.
Dîyar e ku alîyekî din ku ji parçebûna siyasî li Herêma Kurdistanê zirarê dibîne ji bilî Washington û dewletên Ewropayê, Bexdad e, ku di vê demê da têkilîyên wê bi Hewlêr û Silêmanîyê ra baş in. Parçebûn Bexdadê tengav dike, ku zehmet e alîyekî li ser hesabê alîyekî din razî bike, dibe ku ji bo Bexdadê ya herî baş e ku bi herêmekê ra ku birêveberîya wê ji hêla herdu alîyan ve bi rê ve diçe, bide û bistîne.
Êdî mijara pêkanîna hilbijartinan ji bo aşitîya kurdan tenê têrê nake, ji ber ku çûyîna ber bi hilbijartinan ve bê lihevkirineka siyasî ku erk û rol û erkdarî di hundirê herêmê da dabeş neke, wê careka din pirsgirêk rû bidin. Dibe ku bipêşxistina hizira du birêveberîyan careka din wekî çareserîya dawî ya biêş, derkeve holê. Ji ber ku êdî pirsgirêka herêmtî yên di navbera Silêmanîyê û Hewlêrê da nayê derbaskirin, her wiha êdî hêza herdu alîyan têrê nake ku xwe bispêrin Bexdadê an jî dewletên herêmî ji bo pêkanîna armacên navxweyî. Di encama vê yekê da, wê ev yek Herêma Kurdistanê lawaz bike û serxwebûna wê ya siyasî û darayî û heta ewlekarîyê jî, têk bibe.