Hîcaba mecbûrî.. Femînîstên Îranî çawa xwe îfade dikin? (2) 

FERHAD HEMÎ

Di gotara berê de, me nêrîna cudakirina “netewe” û “dewletê” di encama xwepêşandanên li pey hev ên li dijî desthilatdariya meleyan li Tehranê nîşan da û derxis pêş. Ji ber ku xwepêşandanên dawî piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî (Mahsa) êdî kêr gihîşt hestî, îro jî pirsa were kirin ev e: Li Îranê di derbarê ferzkirina hîcabê de rêbazên îfadeya femînîst çi ne? Têkoşîna jinên Îranî tenê bi siyaseta nasnameyê ya li dijî baviksalarî û bingehparêziya olî ve sînordar e, an ew enerjî û şiyanên ku jin di nav xwe de hildigre,dikare dengê mêtîngeriya giştî û demokratîkbûna civaka Îranê bi cih bînin? Ev yek jî dijbera navdar a Îranê û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şêrîn Ebadî tekez dike.

Propagandaya rejîma Îranê û medyaya Rojavayî gelek caran xwepêşanên femînîzmên îranî di nav dubendiyên taybetî de dide nîşan dan: femînîstên ilmanî ên ku ji hîcaba mecbûrî nerazî ne li hember bingehînparêzên îslamî yên ku şador li xwe dikin û hîcabê li dijî çanda emperyalîzma Rojavayî ya berxwer diparêzin. Ev dabeşkirina kêmkerî ji aliyê antropologê Îranî Şehram Xosrow ve li ser nifşê piştî duhezarî li Îranê di pirtûka xwe ya bi navê “Nifşa Sêyem di Komara Îslamî ya Îranê de” berovajî kir. Şehram di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê jin û xortan li ser du beşan dabeş dike: Koma hevgirtî, ku “wekî artêşekê bîst milyonî pêk tê” ye ku ji bo şoreşa Îslamî û armancên wê ye. beşê din jî berxwerên Rojavayî ne, ku metirsiyê li ser gelê şoreşgerî yên Îslamî dikin. Li gorî vê yekê, rayedarên Îranê gelek reftarên ku bi “dagirkeriya çandî ya Rojavayî” bandor bûne, sûcdar dikin, di serî de xuyabûna giştî li kolanan û ferzkirina hîcabê ye.

Di piratîkê de, berî kuştina Jîna Emînî (Mahsa), rayedarên Îranî di Tebaxa borî de ragihandibûn ku ew ê li ser tiştên ku ew wekî binpêkirina rêgezên hîcabê dihesibînin (ji nîşandana porê heta danîna makyajê) dê qanûnên hişk pêkbînin. Her wiha tekez kir ku ew ê dest bi bikaranîna teknolojiya naskirina rû li cihên giştî bikin, bi rêya polîsên exlaqî, ji bo sepandina cil û bergên jinan.

Lê ev tedbîrên keyfî ne tenê encama mehên borî bûn, lê piştî ku Ehmedî Nejad di sala 2009ê de bi rêya hilbijartinên sextekarî careke din ji bo serokomariyê hat hilbijartin, zêdetir bûn.Ev veguhertin nîşana zivirîna dawîn a rûpela reformên nerm di dema serokatiya Haşim Refsencanî û Mihemed Xatemî de bû, ku bû sedema protestoyên “Tevgera Kesk” ku bi awayekî hovane hatin tepisandin, ku tê de jin hebûnek xurt hebû.

Wê demê Ehmedî Nejad femînîzma Îranî weke “tehdîdeke li ser ewlekariya netewî” bi nav kiribû. Bi vî awayî hêza desthilatdar kirin hicet ku bi nave polîtîkaya ewlekariyê zext li ser civakê zêde kirin, di encamê de saziyên jinan ên sivîl girtin û gelek çalakvanên femînîst hatin binçavkirin, her wiha ew têkoşîna “Tevgera Milyon Îmzeyan a li dijî qanûnên cudaxwaz ên li dijî jinan” de, gelek mafên medenî yên ji bo jinên Îranê hatibûn dayîn, hatin betalkirin,ku di warê zewac, hiqûqa mîras, qanûnên cezayî û hevberdanê de mafên wekhev ên jin û mêran diparast.

.Piştî ku “Tevgera Kesk” hat bêbandor kirin, gelek navên navdar ên tevgera femînîst a Îranê hatin sirgûnkirin, wek Şêrîn Ebadî û rojnamevana Kurd a navdar Parwîn Ardalan ku di sala 2007’an de “Xelata Olif Palmê” wergirtibû, her wiha gelek navên din hene wek Noşîn Ehmedî, Suzan Tehmasîbî.., ku piraniya wan li ser pêla laîk ve dihatin dîtin..

Li hemberî şerpezetiya ku di qada siyasî de serdest e, bedena jinê di heman demê de bûye sembola protesto û zexta totalîter. Li gorî rexnegiran, hin awayên îfadeya femînîst bi bersivên kesane ve sînordar e, û di nava civaka Îranê de gengeşeyên cuda çêdike, gelek caran bi lihevhatina azadîxwaziya giştî ya li Îranê re nabe bersîv.

Aşkerekirina beden weke xwenîşandana protestoyî 

Rewşa lîstikvan û stranbêja ciwan a Îranî, Gulşîfte Ferehanî, ku niha li Fransayê dijî, mînakeke berbiçav a dubendiya tund a îraniyên li seranserê cîhanê ye, Ferahanî piştî ku wêneyên wê yên tazî li ser bergê kovara “Madame Figaro” ya girêdayî rojnameya Fransî “Le Figaro” di sala 2012’an de hatin weşandin, li hundir û derveyê Îranê deng veda.Ew her weha tazî di kurtefîlmeke reş û spî ya Can Mondîno de bi navê ” Beden û Can ” xuya bû. Di encamê de rê li Ferehanî hat girtin ku derbasî nav axa Îranê bibe.

Ev wêne jî bû sedema parçebûnê di civaka Îranê de, ji ber ku hinekan tevgera wê erênî kirin, wan ew wek cesareteke mezin û dijwariyek bibiryar ji bo hilweşandina tabûyên kevnar û pîroz dîtin lewma jî ew wek şoreşgerekê navkirin. Hinekên din ew wek oportunîstî, bêedebî, bêexlaqî, û ziyandar bo doza azadîya Îranê şermezar kirin.

Hin hinek nêrînên hevseng hene ku neketin bin bandora vê dabeşkirina tund û digotin ji bo ku mirov bi xuyabûna xwe ya li qada giştî were pejirandin, kombûneke çandî, bê rêzdariya fermî, tune ye. Rêbaza xuyangkirina laş dibe ku bi perçeyek cawê ku li dora laş tê pêçandin be, an jî dirêj bibe ku tevahiya laş veşêre. Lê dema ku baviksalarî ya desthilatdariyê tehdîd dike cil û berg dibe pirsgirêk. Ji ber vê yekê, pirsa ku di wê demê de hate kirin: eşkerekirina laş an jî biskek por ji bo desthilatdariya li Îranê tê çi wateyê?

Vê komê bersiva xwe ya ji bo vê pirsgirêkê bi kurtasî wiha nirxand: Dema ku tezîbûna laş bibe mijar, rewabûna di piratîkê de ya dewleta desthilatdar înkar dike, ku cureyê cil û berg weke rewabûna hebûna xwe digire dest. Her wiha bertekên tundiya dewleta olî ya bingehîn jî ne rewa û tazî nîşan dide. Ferahanî di heman demê de kiryarên xwe wek hewldanek ji bo çewisandin û pîrozkirina laşê jinê nirxand û bi gotina wê ji desthilatdarên Îranê re wiha got: “Binêrin ma laşê min ji bo we metirsî ye? Û çima laşê jinan tenê bi hîcabê were sînordar kirin”?

Hin rexnegirên femînîst pêla neolîberalîzmê ku di nav gelek beşan de belav dibe, bi taybetî jî di nav stranbêjên ciwan ên îranî li welêt û dervayî welêt “sirgûnkirî” rexne kirin, bi xebatên ku ji çalakiya siyasî dûr dikevin, lê hîcabê red dikin, bi rêbazên ku ji tevgera “femen” a tundrew a Rojavayîve têne hilberandin. Bi giştî hevsengkirina eşkerekirina bedenê bi rengekî  tundrew navê wê bikin  “Azadî” yan jî “dijber” di civaka Îranê de şaş e, ji ber ku gelek jinên bi hîcab li Îranê ji bo azadiya xwe têdikoşin, yan jî di zindanên Komara Îslamî de êş û azarê dikişînin, wekî Hûda Katbî ku Îranî-Amerîkî ye bi hîcab e, ferqê dike navbera çarçoveya şewitandina hîcabê li Îranê ku wekî sembola redkirina dijî zordariya Îranê û şewitandina wê li Hindistanê û qedexekirina wê li Fransayê ve.

Tevî vê yekê jî mirov nikare wêneyên Ferehanîwekî bêedebî û bêexlaqî  binavbike, li hember hovîtiya hovane ya her awayekî ji awayên dewletparêzan. Û eger hovîtîyek hebe ku divê bê mehkûmkirin, ew zindanên jêrzemînî yên Komara Îslamî wek “Kehrzak”, “Herdeşt” û “Evîn” ku tê de destavêtin, îşkence û binpêkirinên din yên neqanûnî tên kirin, mîna buyerên di fîlma “Demsala Rhino” ya derhênerê Kurd-Îranî Bahman Qubadî.

Hîmparêziya olî û sexte-lîberalîzm 

Ji bilî modêla dijberiya tund, îro du jin hene ku navê wan Mesûme ye, ew jî bi rengekî ji rengan çarenûsa Komara Îslamî bi kurtasî vedibêjin. Yek Mehsûme Ebtîkar e, ya duyemîn jî  Mehsûme Elî Nejad e. Ya yekem îdeolojiya bingehînparêziya olî ya Şîî temsîl dike, ya duyemîn jî bazirganiya lîberalîzma femînîst a takekesî pêş dixe.

Masûmeh Ebtîkar, ku femînîzma bingehîn a desthilatdar li Tehranê pêş dixe, bi rola xwe ya di girtina rehînên Amerîkî yên salên 1979-1981 de navdar e, ew berdevka xwendekarên ku li Balyozxaneya Amerîkî rehîn girtine bû û wê demê bi navê “Xwişka Mêrî” dihat naskirin. Wê di dema Hesen Rûhanî de cîgira serokatiyê ji bo karûbarên jin û malbatê dikir û di mijara rehînetiyê de ji dosyeya sûcê xwe, sûd wergirt,  wekî tê zanîn û di bin navê vê babeta taybet de, Ayetullah Xumeynî, piştî şoreşa Îranê, hemleyeke berfireh ji bo binxistina hemû hevrikên rewa li dijî terorîzma xwe ya totalîter dest pê kir.

Mesûme Ebtîkar her dixwaze di civînên navneteweyî, dîplomatîk û medyayî de xuya bibe, û ew bi cil û bergên bi tevahî nixumandî bi îngilîzî diaxive. Ew armanc dike bi vê rêbazê stratejiya “hêza nerm” peyama rejîma meleyan belav bike. Îro, ew temsîla neheqiya femînîstên îslamî yên ku hîcaba mecbûrî diparêzin dike, bi vî awayî paqijiya baweriya îslamî û neteweperestî bi rindiya jinê ya ku di nav hîcabê de pêk tê tevlihev dikin, Ji ber vê yekê jin neçar in ku her tim li hemberî îhtîmala ku jê re were gotin “xerabûna exlaqî ya rojavayî” tê parastin.

Li aliyî din, Jina ciwan Mesûme Alînejad, piştî ku di sala 2009an de ji Îranê derket û çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), navê xwe li gorî meyla Amerîkî guhart kir “Masîh Alinejad”, hema di wê navberê de bi lez û bezçû wêneyeke xwe bi Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka Mike Pompeo re girt. Mesîh mijara rakirina hîcabê weke dawiya tevahiya rejîma Îranê dibîne. Ew bi tundî li dijî her danûstandinên bi Tehranê re li ser bernameya wê ya navokî radiweste. Îro, Masîh weke berdevka tevgera protestoyî xwe pêşkêşî medyaya rojava û hikûmetên rojavayî dike ku piştî mirina jîna Amînî (Mahsa) Îran hejand.

Hin akademîsyenên Îranî Masîh Alînejad û hunermenda Îranî-Brîtanî Nazanîn Bnyadî ku çend rojan berê li ser navê xwepêşandanên femînîst bi rêveberiya Amerîkayê re li Waşintonê hevdîtin pêk anîn, weke kesayetiyên oportunîst dinirxînin ku ji bo xizmeta planên Amerîkayê yên li dijî Îranê tên bikaranîn,  ew femînîzma sexte-lîberal teqlîd dikin li ser xeta tevgera “to me” ya Rojavayî.

Mesûme Ehmedînejad û Mesûme Ebtîkar bal kişandin ser karesatên tevlihev ên Komara Îslamî û dijberiya wê: du tundrewên ku dawiya dewleta paş-kolonyal nîşan didin. Yek ji wan xwe hişk dike, mîna ku çarenûsa komara îslamî bi yek têla porê wê ve girêdayî ye, ya din dema ku li firokexaneya Ewropayê dadikeve yekserdesmala xwe davêje yekem tûrê çopê, û îro jî bang li civaka navdewletî dike ku bi her awayî destwerdanê di karûbarên Îranê de bikin, û ji wê re ne pirsgirêke ku rojane hevdîtinan bi rastgirên tundrew ên rojavayî re bike. Bi vî awayî, ew nêrîna girseyeke opozisyona Îranê nîşan dide ku îdia dike dengê kolanên Îranê wek alternatîveke rejîma melayan yekdestdar dike, wek Meryem Recewî, kurê şahê berê yê Îranê Riza Pehlewî, û her kesên mîna wan.

Her wiha Mesûme Ebtîkar û Mesûme Ehmedînejad nêrîna du dîtinên dijber nîşan didin: Komara Îslamî ya desthilatdar ji aliyekê ve û Amerîka û alîgirên wê ji aliyê din ve hewla hilweşandina wê dikin. Yek bê aso û teng e, yê din oportunîst û bêxem e. Herdu jî ji bilî kîneke wekhev tiştekî din temsîl nakin, û ew herdu jî eyînî  projeyê dipejirînin ew jî avakirina “dewleta qirêj” e.

Di vê navberê de bi mîlyonan jin û mêr di lêgerîna rûmeta xwe ya kesayetî û neteweyî de serîhildan, piştî kuştina jîna Amînî (Mahsa) îlhama femînîstên ku li dijî her cure zordestiya olî, çînî, netewî û zayendî rabûn ser piyan,û asoyên nû li ber neteweya Îranê vekir ku xwe ji lepên dewleta bingehîn a olî rizgar bike, di bin diruşma “Jin – Jiyan – Azadî”, mijarek ku em ê di gotara xwe ya bê de qal bikin.

Werger ji erebî: Heysem Mislim