Hewldaneke vegotina dîroka Sûriyayê
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Derbeya tîrmeha 1908an ya li dij Sultan Ebdulhemîd û piştre dûrxistina wî ji kar di nîsana 1909an de, ji aliyê netewperestên tirk ên di Komeleya Îthad û Tereqî de, destpêka têkçûna dewleta Osmanî bû.
Di sala 20î a sedsala 20î de, êdî destpêka tevgerên neteweyî yên ereb û kurdan li dij desthilatdarên Îthad, derdiketin holê. Daxwaza wê ya destpêkê nenavendîbûna rêveberiyan di komeleyên veşartî yên ereban de bû, ku lûtkeya wê di kongreyan ereban a di hizêrana 1913an de li Parîsê li dar ketibû û li pişt wê jî partiya nenavendî ku navenda wê Qahîreyê bû û ji aliyê Refîq Beg El-Ezim ve dihate birêvebirin. Di wê kongreyê de ku Şêx Humsî Ebdulhemîd El-Zehrawî pêşengtiya wê dikir û li gorî armancên kongreyê ku cîgirê serokê partiya nenavendî Iskender Emûn di kongreyê de axivî, tu bangên cudabûna ereban ji dewleta Osmanî, dernketin, lê belê divê “xwediyê her wîlayetekê gotina wan hebe di rêvebirina karûbarên hundirîn de û koma neteweya Osmanî desthildariya wê ya bilind hebe li ser esasê rêjeya rast a rêvebirina karûbarê giştî” (1) û “Hikumeteke Osmanî be ne tirkî û ne jî erebî be, hikûmeteke ku hemû osmanî tê de maf û erkên wan wekî hev be û çênabe ku tîmek mafê tîmekî din bixwe, ne di bin navê zayend û ne jî di bin navê ol de, ku ereb dibe an jî tirk an jî ermen an jî kurd, an jî musilman, an xiristiyanî îsraîlî an jî durzî, kî dibe bila bibe” (2). Lê tevî ku endamên komeleya Îthad pêşnîyazên xwe gotin û heta peymanên nivîskî bi nûnerên ku kongreya rêkirine ji Astana û ji aliyê Sultan Mihemed Reşad ve hatin pêşwazîkirin, lê atmosfêra endamên Îthad di payîza 1913an de bi derketina nîşaneyên Şerê Cîhanê yê Yekem hate guhartin, ku berê xwe dane hevkariya bi Almanyayê re Ii dij Fransa, înglîz û rûsan. Bi vê yekê re jî, meyla netewperestî ya tirkî ya toranî li gel endamên komeleya Îthad derket holê û ji diyardeyên wê yên wê demê, damezrandina komeleya “Turk Ucaqi” ango agirdank bi tirkî, bi serkêşiya endamên komeleya Îthad li paytexta Osmanî. Ev komele di nava xwe de, meylên cuda dihewandin da ku axa girêdayî qeysera rûsî tev li xwe bike, her wiha meylên dijberî îslamê û ereban , ku ev meyla toranî ya xurt di rêveberî û artêşê de jî hebû (3).
Îhtîmala mezin ew e ku têkçûna osmaniyan di şerê Balkanê di salên 1912 û 1913an de û windakirina serweriya xwe li piraniya erdîngariya Ewropayê, hişt ku toranî di nava endamên Komeleya Îthad de ava bibe. Her wiha, beriya wê jî têkçûna wan li pêşiya Îtalyayê di şerê Lîbyayê ya sala 1912an, ku Komeleya Îthad dîtin ku hevalbendiya bi Almanya û Awusturyayê re li dij Rûsyayê wekî rengekî ji qerebûnê, derfeteke ji bo axa Rûyayê ya li Kafkasyayê û Asya Navîn ji wê bistînin, ku di wir de nijada tirk lê dijî.
Toranîzm dihat wateya lidijderketina lihevkirina erebî-tirkî, kesên ku nenavendûnê yên ereb hewl dan bi dest bixin an jî kesên ku banga reformê di navbera tirkan de dikirin ku ji wan jî yên nêzî Sultan bû, ku ew bi xwe jî di nava vê astmosêrê de bû. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem di havîna sala 1914an de û osmanî di payîza heman salê de ketin şer, dûrketina ereb û tirkan, bi awayekî lez dimeşiya. Ji nîşaneyên wê pêvajoyê, nameyên Şerîf Hisên bi Birîtaniyayê re di sala 1915 û 1916an de û bidarvekirina pêşengên siyasetmedar û rojnamevanên ereb di 1916an de. Her wiha piştre jî “Şoreşa Erebî ya Mezin” ku Şerîf Hisên li dij Dewleta Osmanî di 10ê hezîrana 1916an de ragihand û roleke wê ya mezin di têkbirina osmaniyan di aliyê leşkerî de hebû û di encamê de hişt ku osmanî di peymana Mudros de di 30ê cotmeha 1918an de, radest bibin.
Dîroka Sûriyayê jî bi Peymana Mudrosê dest pê kir, ku di aliyê piratîkê de êdî Dewleta Osmanî hate rûxandin. Ji ber ku piştre hewldana damezrandina hebûneke siyasî ya sûriyayî wekî dewlet hate kirin, ev yek jî bi erkdarkirina mîr Feylse Bin Hisên wekî padîşahê Sûriyayê di 8ê adara 1920î de ji aliyê kongreya Sûriyayî ya giştî ve ku şêxê Terablûsî Reşîd Riza rêveberiya wê dikir, hate ragihandin. Her wiha sînorê diyarkirî yê vê dewletê ji xeta Edenê-Mûsilê heta xeta Refih-El-Eqebe bû. Lê piştre, Şerê Meylselûnê di tîrmeha heman salê de çêbû û roja din jî fransî ketin Şamê. Di encamê de, padîşahiya Feylel bi dawî bû û piştre jî hate sirgûnkirin û di sala piştre jî Birîtaniyayê ew wekî padîşah li ser Iraqê, erkdar kir.
Li ser esasê vê pêşgotinê û ji bo vegotina dîroka Sûriyayê, divê em van pêvajoyan bînin ziman:
1- Tîrmeha 1908an heta tîrmeha 1920î: pitika sûriyayî û piştre jidayîkbûn û piştî çend mehan, zarok mir.
2- Raspêriya fransî 1920-1946: Di Peymana Sêverê de, ku dewletên şerker bi osmaniyan re di tebaxa 1920î de îmze kir û di encamê de sînorê Tirkiya-Sûriyayê diyar bû ku ji bajarokê Karatş rojhilatê Mêrsînê dest pê dike heta ber bi rojhilat ve bi dûrahiya 8 kîlomertir ji xeta trênê Berlîn-Bexdad heta xeta Dîlok-Ruha-Mêrdînê û piştre jî heta çemê Dicleyê bakurê xala tevlîhevkirina çemê Xabûrê bi Dicleyê re bi 10 kîlomerter dûrî Cizîra Botanê û piştre jî bi xeteke rast ji Botanê heta ketina çemê Dicleyê nava Welatê Rafîdeynê (Madeya 27, beşê 2, hejmara 2 ji peymanê). Her wiha di peymana Enqereyê ya di cotmeha 1921ê ya di navbera Fransa û hikûmeta “Komeleya Niştimanî” ku di bin serweriya Mustefa Kemal li dij hikûmeta Osmanî ya li Stenbolê de bû, sînorê heyî di navbera Sûriyayê û Tirkiyayê xêz kir, lê kantona Iskenderon “DESTRICT” di nava axa Sûriyayê de hiştin, lê rewşeke wê ya taybet di aliyê rêveberî û çandî de hebû derbarê kesên ku bi zimanê tirkî diaxivin (madeya 7an). Lê Sûriyayê bi vê rewşa xwe ya di peymana nû de 18 kîlometer ji axa xwe ya di Sêverê de hatibû diyarkirin, winda kir û ev yek jî di Peymana Lozanê de ya tîrmeha 1923yan de ku sînorê peymana Enqereyê mayînde kir, dubare bû. Li gorî mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ya ku hişt Fransa raspêriya Sûriyayê bike, ne ji mafê dewleta raspêr e ku axê parçe bike lê belê raspêrî ew e tenê birêvebirina gel û axê ye û dewleta raspêr tu mafê wê yê serokatî li ser ax û şêniyan tuneye.
Di 1ê îlona 1920î de, Fransayê jidayîkbûna dewleta Libnanê ya mezin li gorî sînorê Libnanê yê heyî, ragihand. Raspêriya Birîtaniyayê jî raspêrî li ser Filistînê di nîsana 1920î de ragihand. Her wiha Birîtaniyayê, jidayîkbûna mîrnişîna rojhilatê Urdunê ya mîr Ebdulah Bin Şerîf Hisên di adara 1921ê de ragihand û piştre jî birayê wî Feysel wek padîşah li ser Iraqê di tebaxa 1921ê de, ragihand. Di sala 1923yan de jî, di navbera birîtanî-fransî de, li ser sînorê di navbera Sûriyayê, Libnan, rojhilatê Urdunê û Filistînê, lihevkirin çêbû. Di salên 20î de, Fransayê 4 dewlet li Sûriyaya heyî ava kirin: Şam-Heleb-Çiyayê Duruz-Çiyayên Elewî. Her wiha di salên 30î de, bi dewletekê an jî hebûneke siyasî li herêma Cizîrê wekî Libnanê, fikirîn. Di sala 1925an de jî, dewletên Şam û Heleb kirin yek dewlet. Di peymana 1936an de jî, ku Fransayê bi “bloka niştimanî” re îmze kir, bi erdîngariya Sûriyayê ya heyî û tevî Lîwa Iskenderon ji ber ku sûriyayî ye, itîraf hate kirin, her wiha demeke veguhastinê hate diyarkirin heta ku raspêriya Fransayê bi dawî bibe û Sûriyayê bibe dewleteke serbixwe di Neteweyên Yekbûyî de, lê bi şertê “di aliyê bejahî, hewayî û deryayî de” di dema şer de destekê bidin Fransayê. Her wiha “tu guhartinek derbarê rewşa Iskenderon de” çênabe, li gorî Peymana Enqera û Peymana Lozanê (4).
Lê Parîsê bi peymana 1936an de, pabend nebû di aliyê mijara serxwebûna Sûriyayê de û ne jî di aliyê parastina rewşa Lîwa Iskenseron ku peymana 1936an mayînde kir. Lê belê Lîwa Iskenderon ji Sûriyayê stand û di salên 1937an heta 1939an hêdî hêdî da Tirkiyayê. Lê têkçûna Fransa û dagîrkirina wê ji aliyê Almanyayê ve sala 1940î, rewşeke Sûriyayê ya taybet hate avakirin, ku serweriya Libnan û Sûriyayê kete destê hikûmeta Vichy ya fransî ya hevkarê Almanyayê bi rêveberiya Mareşal Petain. Vê yekê hişt ku Birîtanya ji Iraq û Filistînê bi hevkriyeke leşkerî ji hêla hikûmeta General Degaulle li Londonê di hezîran û tîrmeha 1941ê de êrîş bike. Di aliyê piratîkî de, ji tîrmeha 1941ê heta derketina Fransayê ji Sûriyayê di 17ê nîsana 1946an, serweriya herî bi hêz a li ser Sûriyayê ya Birîtaniyayê bû û fransî jî lawaz bûn. Serxwebûna sûriyayî ya rasteqîn jî ku roja derkertina Fransayê pêk hat, di encama ku rêveberên Sûriyayê wekî Seedelah Cabirî, Şukir Qiwetlî û Faris El-Xûrî ji nakokiyên Fransa û Birîtaniyayê sûd wergirtin. Ev yek jî di bîranînê general Degaulle de bi awayekî eşkere diyar dibe, nexasim derbarê tiştê ku di roja 29ê gulana 1945an de çêbûye, li pêş parlementoya Sûriyayê ku şkestina fransî ji ber Brîtanyayê bû û bi awayekî pratkî vê yekê hişt ku fransî derkevin.
3- Pêvajoya Sûriyayê ji 1946an heta 1958an: Di pirtûkeke sovyetî ya bi navê “Aboriya Sûriyayê ya nûjen” em ê van tiştan bibînin: “Li Sûriyayê ji pêvajoya dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve, derdora 500 milyon lîreyên sûriyayî piraniya wan bi cuneyhên esterlînî û firingên fransî bûn. Ew jêdera sereke bûn ji kapîtalê ku sûriyayiyan li hundir û derveyî welat di salên şer de kom kiribûn.. piraniya wan ji xerckirinên hêzên hevalbendan bû di şer de” (5). Bi rêya wê, çîneke kapêtal ya zelal di karsazî, bazirganî û bankan de derket, her wiha hinan ji wan berê xwe dan kapîtalîzma çandinî.
Derbirîna siyasî a vê pêşketina aborî-civakî di nîvê duyem ên salên çilî ew bû ku herdu partî ji makezaroka “girseya niştimanî” vejîn bûn ew jî Partiya Niştimanî a ku navenda wê li Şamê ye û Partiya Gel a ku navenda wê li Helebê ye. Partiya yekem meyla wê bi ser tewereya Qahîra-Riyadê de bû û ya duyem meyla wê bi ser haşimiyan li welatê Rafîdên cihê bazara aborî bo firotina kelûpelên çaksazî û bi taybet yên rêsandî yên ku bajarê Helebê ew çêdikirin. Her wiha Partiya Gel hestekî wiha li gel yê bazirgan û sazkar çêdikir ku cihê aborî yê Helebê ji hêla siyasî ve li navendên biryarê yên ku kesên şamî li Şamê desteseriya wê dikin, vajî nabe.
Nearamiya di navbera dema derketina Fransayê û pêkhatina derbeya leşkerî ya yekem a serekerkan Hisnî Zeîm di adara 1949an de encama vê alîbûna şamî-helebî bû. Paşê li vê nearamiyê karê ne baş ê artêşa Sûriyayê di şerê li hemberî Îsraîlê de piştî avabûna wê di sala 1949an de.
Dibe ku derbeya Zeîm bertek be bo hewldana sivîlan ku leşker berpirsyarê encamên şer dîtin. Di çar meh û nîvê de xuya bû ku Zeîm ber bi dijîtiya Bexdadê ve diçû. Her wiha daxwazên amerîkayiyan pêk dianî yên mîna erêkirina lihevkirina xeta petrolê “Tabline” a kompaniya “Aramco”yê ya amerîkayî ya ku ji Erebistana Siûdî di Urdinê û xaka Sûriyayê re di gihêje berava Libnanê, ku berî wê Encumana Parlemntoyê ev proje erê nekiribû û dixwest dawiya xetê li beravên Sûriyayê be. Tê tercîhkirin ku dema El-Zeîm serîhildana sûriyayî şkand dema ku lihevkirina agirbestê bi Îsraîlê re îmze kir, ku bi wê gelek xwestekên navdewletî pêk anîn.
Di tebaxa 1949an de bi rêya derbeyeke leşkerî bi serektiya Samî El-Hinawî hukumê El-Zeîm hilweşiya û piştî wê bi sê mehan hilbijartin li dar ketin ku komeleya sazker wekî navenda destûrê hat hilbijartin û Encumana Parlementoyê piraniya kursiyan Partiya Gel û hevalbedên xwe bi ser ketin (63 ji 114 kursiyan bi dest xistin). Nêzîk bû Sûriya bi Iraqê re bibe yek bi rêya destûrê, vê yekê jî hişt ku Edîb Şîşeklî derbeyeke leşkerî di kanûna pêşîn a 1949an de pêk bîne ku Qahîre, Riyad û dibe ku Parîsa ku didît projeya Kevana Biber projeyeke birîtanî ye, piştgirya wî kirin. Di 28-29ê mijdarê de Şîşeklî derbeya xwe ya duyem pêk anî piştî ku du salan li paş sivîlan parlemento û hikûmet bi rê ve dibir.
Li gor lêkolîneke Douglas Little di kovara “The Middle East Journal” hejmara 1ê, çileya 1990î rûpel 51-75 bi sernavê: “Şerê sar û karê bidizî: Amerîka û Sûriya 1945-1958”, dibêje ku derbeya Şîşeklî ya duyem bi gurkirina Amerîkayê bû da ku Sûriya plana “birêvebirina Rojhilata Navîn- MEC” erê bike ya ku Washington, London, Parîs û Enqerayê ew pêşkêş kiribû berî meh û nîvê (r.60), ku ev plan serokwezîrê têkçûyî Merûf El-Dewalînî ew red dikir. Littel di vê lêkolînê de xwe spart belgeyên veşartî yên ku di dawiya salên 80yî de li Washingtonê hatin kifşkirin.
Van çar derbeyên leşkerî têkiliyên aborî-civakî pak nekirin, lê navenda desthilatê ji herdu partiyan veguhast artêşê (El-Zeîm û piştî derbeya Şîşeklî ya duyem) an jî hişt ku leşker hevpariyan sivîlan di desthilatê de bikin (El-Hinawî û piştî derbeya Şîşeklî ya yekem). Piştî derbeya li dij Şîşeklî di hefteya dawî ya sibata 1954an de, kevala aborî-civakî nehat guhartin, ku giraniya aborî û çaksazî li herdu bajarên mezin bûn û gund bajarokên piçûk û bajarên normal hatin paşguhkirin. Her wiha herdu partî careke din derketin ser dikeyê. Lê parçebûna wan di sala 1955an de bi seba pevçûna Bexdada Nûrî Seîd û Qahîraya Ebûdulnasir li ser “hevalbendiya Bexdadê” rê li ber çepgiriya erebî û komunîst vekir. Artêş careke din bihêz bû. Bi taybet hin kêferat di navbera komunîst û basiyan de di payîza 1957an de derket. Gelek karîgerên yekbûna bi Misirê re li gel erebperestan û siyasetmedarên rastgir yên mîna Faris Xûrî hebûn, ew jî ji encama tirsa belavbûna komunîstê. El-Xûrî ji Patrice Seale re li ser textê mirinê sala 1960î mukur hat ku “tevî ku min yekbûn erê nekir, lê min bi awayekî raghandî red nekir. Wê demê min texmîn kir ku ev tekane rê ye bo ku rê li ber komunîstan bê girtin.” (6).
4- Dema 1958-1970: Yekbûna Sûriya- Misirê hişt ku çîneya desthilat bê guhartin a ku di nava sivîlan de bû di dema 1954-1958 de, her wiha guhartin di artêşê jî de kir, ku ne tenê desthilata sivîl ket destê Ebdulnasir de, lê belê artêşa Sûriyayê jî ji nûv re endeze kir. A herî balkêş ku Ebdulnasir kir ew bû ku ji nûv re tabloya aborî-civakî ya sûriyayî endeze kir bi rêya pêkanîna çaksazkirineke çandinî sala 1958an û dewletkirina bank û kargehan sala 1961ê, vê yekê hişt ku guhartineke ji binî ve di têkiliyên aborî-civakî yên sûriyayî de çêbibe ku ev yek ne ji berjewendiyên sazkar, bazirgan û xwedîyên bankan ên her du bajarên mezin bû. Dema yekbûna Sûriya-Misirê bû destpêka qelsbûna hêza siyasî-aborî-civakî-rêveberî-aborî ya Şam û Helebê û bû destpêka hêza gundewaran di ji van herpêc hêlan ve. Hukumê cudabûnê di navbera îlona 1961ê û adara 1963yan de ev şêwaz ne şikand, ku ev hukum ket û Partiya Beisê ev şêwaz berdewam kir û ew gihand lûtkeyê, pê re jî diyardeyeke nû derket ew jî ew bû ku efserên ji gundan gihan navenda biryara siyasî.
5- Dema 1970-2011: Dema hukimê Hafiz El-Esed bi wê yekê cihêwaz bû ku pêla derbeyên leşkerî bi dawî kir yên ji sala 1949an de dest pê kiribûn, her wiha kêferatên navxweyî yên desthiltê ji sala 1963yan heta sala 1970yî, bi dawî kir. Ji hêla aborî ve, vebira dewletê, ya ku navê vebira giştî lê tê kirin, dest danî ser tevahiya karûbarên jiyana aborî ya hundirîn û derveyî. Lê serdema nû planeke aborî çêkir, ku him bi him berfireh dibû bo bazirgan û karsazan, bi taybet yên şamî, berî ku pencereya mezin ji wan re vebe bi biryara hejmar 10 a sala 1991ê, vê yekê hişt ku Sûriya bi awayekî pratîk bikeve pêvajoya mezinbûna aboriya bazarê ser hisabê kapîtalê dewletê, ev yek di demekê de zelal bû piştî sala 2004an dema ku biryara destûra bankên taybet hat dayîn û him bi him dewlet dûrî peywirên aborî-civakî çû, lê bi awayekî ku demokrasiya siyasî pê re bi pêş nediket.
Di dema 2004-2011an de bi piştgiriya dewletê hêza aborî ya bi hêza aborî ya Şamê re mezin bû. Kesên di desthilata siyasî de an jî xizimên wan, teşeyekî ji kapêtalîzma helebî-şamî avakirin ku bû endameke sereke di çîna kapîtal a nû de ya wekî ku di dema 1939-1945an de di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ava bû. Sûriya jî mîna Yekîtiya Sovyetê û Misira nasirî bû, dema ku kapîtalîzma dewletê korîdoreke neçarî bû bo aboriya bazarê. Di navbera salên 1970-2011an de, bo cara yekem di dîroka xwe de Sûriya roleke herêmî lîst, ne tenê li Libnanê 1976-2005, lê belê Şam dosyayên wê yên girîng hebûn ku pê bandor li hundirê Iraqa tevlihev dikir di dema humukê Sedam de paşê di dema 2003-2007 de. Her wiha bandoreke mezin a Şamê li kêferatên Rêxistin Azadkirin Filistînî hebû. Di kêferata Îsraîlî-erebî de ev dosya di destê Sûriyayê de bû ku “heger şer bêyî mesirê nebe, aştî bêyî Sûriyayê nabe”. Destpêka qelsbûna rola Sûriyayê ya herêmî vekişandina wê ji Libnanê bû sala 2005an. Pê re Îran û Tirkiya li deverê bihêz bûn.
6- Dema krîza Sûriyayê 2011-2024: Teqîna navxweyî ya Sûriyayê ji Derayê di adara 2011an de navenda wê deverên gundewar bû, pê re jî bajarokên piçûn û navîn. Ku hêla çandinî ji di navbera salên 2004-2011an de qels bû bi seba zuhayê, buhabûna mazot û semadên çandiniyê. Serîhildana Sûriyayê Şam û Helenb tev li wan nebû. Nekarîna sûriyayiyan ji çarekirina hundirîn di sala 2011an de hişt ku krîza Sûriyayê bibe herêmî û paşê bû navdewletî. Tê tercîhkirin ku krîza 2011an dê bihêle ku sûriyayî destûreke nû binivîsin berdêla ya ku ji sala 1956an ve li dar e.
Têbinî: Ev lêkolîn ji servîsa beşê erebî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînan wergerî kurmancîyê bûye, lewra çavkanîyên vê lêkolînê wekî ku di zimanê erebî de hatine bibîrîxstin, em ê wekî wê bihêlin da ku xwendevanên me karibin li çavkanîyan bi zimanê wê yê resen vegerin.
Çavkanî:
(1) زين نورالدين زين: «نشوء القومية العربية»، دار النهار، بيروت 1979،ص 100.
(2) المرجع السابق، ص101.
(3) نفس المرجع، ص 107-108.
(4) ستيفن لونغريغ: «تاريخ سوريا ولبنان تحت الانتداب الفرنسي»، دار الحقيقة، بيروت 1978، ص 280-281.
(5) ف. ب . فيكتوروف: «اقتصاد سورية الحديثة»، دار البعث، دمشق 1970، ص 24.
(6) باتريك سيل: «الصراع على سوريا»، دار الأنوار، بيروت 1968، ص 423.