Heleb di destên “Tehrîr El-Şam” de.. gelo dê tev li plana jînosîda tirkî ya “çaksaziyên rojhilat” bibe?

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 

Heyet Tehrîr El-Şam û komikên cîhadîst ên hevalbendên wê operasyoneke leşkerî ya berfireh bi navê “bergirtina êrîşan” di 27ê mijdara borî de dest pê kir. Tê de karîbû bakarê Helebê, duyem mezintirîn bajarên Sûriyayê desteser bike, her wiha bi dehan bajar û bajarokên li Heleb û Idlibê, pê re qaseyên mezin ji çek û cebilxane û baragehên leşkerî yên artêşa Sûriyayê desteser kirin, piştî ku rêjîm ji wan vekişiya. Hevdemî derbasbûna hêsan a cîhadîstan li gundewarên Heleb û Idlibê û desteserkirina saziyên dewletê tê de (di nav de balafirxnaneya Helebê ya navdewletî), komikên cîhadîst berê xwe da Hemayê û gelek bajarok desteser kirin û berê xwe dan bajarê Hemayê yê ku di bin destê hêzên rêjîmê de ye.

Hê jî pêşketin berdewam in û şer li ser erdê li dar e û komikên cîhadîst li gundewarên sê parêzgehan bi pêş dikevin: Heleb, Idlib û Hema, her wiha desthilata xwe li ser taxên bajarê Helebê, navendên ewlehî û leşkerî û gerînendeyên dewletê yên ku hêzên rêjîmê jê derketin, bi cih dike. Piştî derbasbûna bilez a komikên cîhadîst li bajaran (dest danî ser bêhtir ji 740 km li Heleb û Idlibê) û rûxîna artêşa rêjîmê, balafirên Sûriya û Rûsyayê lrîşên asîmanî li dij cihên komikan pêk anîn, di demekê de ku jêderên fermî yên Sûriyayê li bara şandina alîkariyên leşker dike bp Hemayê û ragihand ku artêşa Sûriyayê xwe bo êrîşeke dijber amade dike. Hêzên Heşd El-Şeibî yên iraqî gihan hundirê Sûriyayê û dest bi şer kirin li dij komikan li gundewarên başûrrojhilatê Helebê. Li bara qurbaniyên mirovî, Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan gor ku bêhtir ji 515 kesan hatiye kuştin û piraniya wan leşkerên herdu aliyan in.

Pêşketinên herêmî

Şivove pir û cuda ne li bara sedemên pêkanîna Heyet Tehrîr El-Şam ji vê operasyona leşkerî ya berfireh re. Ji jê operasyonê bi pêşketinên herêmî yên piştî 7ê cotmehê ve girê didin, ku ji encama şerê dij navbera Îsraîl û tevgera Hemas, Hizbulahê û li paş wan Îran û milîsên wê li Sûriya, Iraq û Yemen ye, ku tê de derbeyên mezin li tewerya îranî ket ku dewleta ibranî serekên vê tewereyê tev de kuştin û karîna wê ya leûkerî rûxand û hundirê Îranê bixwe jî bombebaran kir. Vê yekê hişt ku tewereya Îran û Hizbulahê li Sûriyayê û êdî xuya bû ku hebûna leşkerî ya îranî hat rûxnadin û moralê milîsên alîgirên Tehranê ji ber derbeyên îslaîlî ket.

Heyet Tehrîr El-Şam û komikêm cîhadîst nas kirin ku Amerîka û Îsraîl derbe li tewereya îranî dane li deverê û vê yekê bandor li hebûna leşkerî ya Îran û Hizbulahê kiriye, ku qelseyeke zelal e pêwîst e bê keysbazkirin û êrîşên berfireh pêk werin da ku berfireh bibin li deverên “kêmkirina şer­” ya ku rûs, tirk û îraniyan li ser wê li hev kiribûn di deh salên borî de. Di daxuyaniyeke xwe de Heyet Tehrîr El-Şam di dema despêkirina opersyonê de ragihand ku armanca operasyoê ew e ku “derbeyeke pêşekî li hêzên rêjîmê bide” bi seba “êrîşên berdewam ji hêla Rûsya û rêjîmê ve” yê li dij deverên lihevkirin rûsî-tirkî . Heyet Tehrîr El-Şam dibêje ku rêjîmê deverên di bin desthilata wê de bi dron û balafiran bombebaran dikir û ji hêleke din ve bombebarankirinên rûsî li gundewarên Idlibê ranewestiyane.

Heyet Tehrîr El-Şam û komikên cîhadîst ên bi wê re dîtn ku rêjîma sûriyayî dorpêçkirî û qels e ji ber gelek sedeman ji derbeyên ku hevalbendê wê Îran rastî wê hatin li Sûriyayê. Her wiha paşketina rewşa aborî û belavbûna gendeliyê di saziyê dewletê de û nebûna edalet û dadweriyê. Van pêşketinan hişt ku moralê leşkeran li ser eniyên şer nemîna û hestê bêkariyê xwe li wan bigire.

Her wiha, Heyet Tehrîr El-Şam pêşketinên şerê Rûsya-Ukranyayê xwend û nas kir ku Rûsya bi şer xwe mjûl e û dosyaya Sûriyayê li gel Moskoyê nema girîng e û êdî tiştên girîngtir hene, di serî de eniya Ukranyayê di demekê de ku rojava û NATOyê çekên pêşketî dane artêşa Ukranyayê dibe ku li pêş pêşketin rûsî bibin kelem û metirsiya wê yekê heye ku êrîşeke djber pêk were û bikevin hundirê Rûsyayê bi xwe de û ji ber wê gelek qurbanî di artêşa Rûsyayê de çêbibin. Xuya kir ku pêşketinên di hundirê Rûsyayê bi xwe de û asengiya têkiliyên Rûsyayê bi rojava re (gefxwariba bi şerê nuklerî) derfet e bo êrîşeke berfireh bo Heyet Tehrîr El-Şam û komikên wê, ku êdî tirsa berteke xurt ji haleta leşkerî ya Rûsyayê nema.

Heger em operasyonê bi pêşketinên siyasî yên din di dosyaya Sûriyayîê de girê bidin, eşkere ye Heyet Tehrîr El-Şam û komikên girêdayî wê dîmenê giştî xwendin ê li bara hewldanên erebî yên rormalîzekirina rêjîma Sûriyayê û vegerandina têkilyan pê re, ku xwest vê pêşketinê rawestîne bi vekirina eniyên şer. Heyet Tehrîr El-Şam armanc kir ku rêjîma Sûriyayê dûrî ereban bixe, b rêya germkirina qada Sûriyayê û pêkanîna derbeyên pêşekî yên leşkerî li qadê, ku bi wan kedên siyasî yên erebî ku dixwazin nêzî Şamê bibin, têk biçe. Di heman demê de bo lihevhatina tirkî-sûrî pêk neyê ya ku li paş perdeyan tê amadekirin.

Rola Tirkiyayê

Hin  analîzkar operasyona leşkerî ya berfireh ya cîhadîstan bi dewleta Tirkiyayê ve girê didin, ji ber wê bêalîbûna Heyet Tehrîr El-Şam red dikin, ku ew û komikên xwe nikarin operasyoneke mezin a wiha pêk bînin bêyî piştgiriya Tirkiyayê.

Girêdanek di navbera vê operasyonê û xwendina nû de heye ya ku serokê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan pê radibe ku kaxezên xwe xurt dike û dest bêhtir datîne ser axê li Sûriyayê  bi rêya hevalbendên xwe berî ku Trump bibe serok û piştî bi mehan ji hewldanên nêzîkbûna ji rêjîma Sûriyayê ku xwe avêt serokê Rûsyayê Vlademir Putin da ku bibe navbeynkar di navbera wî û El-Esed de da ku herdu dewletan nêzî hev bike ku bi Erdogan karibe bi milyonên koçberan vegerîne û hebûn û destkeftiyên xwe li Sûriyayê rewa bike bi teşeyê lihevkirinên fermî di navbera wî û Şamê de. Erdogan xwest mora Şamê li hembûna dagîrkeriya Tirkiyayê li Sûriyayê bi rêya lihevkirinên fermî, bide, mîna lihevkirina Edenayê sala 1998an, lê bi awayekî giştîtir û bêhtir zelal.

Piştî redkirina rêjîma Sûriyayê ji nêzîkbûna ji Erdogan re bêyî ku Tirkiya ji axa Sûriyayê ya dagîrkirî derkeve yên ku di salên 2016, 2018 û 2019an de dagîr kir û hevdemî mayîna dosyaya koçberên sûriyayî li Tirkiyayê ku ev yek CHPyê qezenc jê kir di pêşketina siyasî de û piştî paşketina rola îranî piştî ku rastî derbeyên xurt hat ji dewleta ibranî, Erdogan bi qestî rola Heyet Tehrîr El-Şamê û komikên cîhadîst ên xwecihî û biyan (ji wan artêşa tirkistanî û Huras El-Dîn û komikên ozbekî û tacîkî) bi kar anî û ew dehf dan da ku operasyoneke leşkerî ya berfirh pêk bîne armanca wê desteserkirina deverên hêzên rêjîma Sûriyayê û milîsên îranî yên hevalbendên wan e.

Li vir, em dikarin rola Tirkiyayê têbînî bikin bi rêya mezinbûna operasyonê û amadekirina wê, ku bi mehan dirêj kir, her wiha tevlîbûna bidehhezaran cîhadîstên perwerdekirî û amadekariyên lojîstî û rengê çek û cebilxaneyên ku tên bikaranîn, her wiha Enqerayê komikên girêdayî xwe yên bi navê “Artêşa Niştimanî” bi kar anî da ku rê vekin û rêjîmê li Heleb û gundewarên wê dorpêç bike. Hin jêder dibêjin ku efserên tirk serperiştiya operasyonên leşkerî dikin û agahiyên istixbaratî yên ku digihêjin cîhadîstan jêdera wan istixbaratên Tirkiyayê ne yên ku operayona leşkerî dişopênin. Her wiha alavên ragihandinê yên Tirkyayê û yên erebîaxêv ên ku Enqera fînanseya wan dike, propogandayê ji operasyonê re çêdikin ku ew “pêşketina şoreşgeran” e û nasname û sembolên komikên cîhadîst vedişêre her wiha vîdyoyên ku tê de nasname, ziman û sembolên cîhadîstên biyan xuya dikin, qedexe dike, da ku operasyonê bike “rizgarkirin” û bike beşek ji “şoreşa Sûriyayê” li dij rêjîma Şamê.

 Silogana operasyona leşkerî ya ku Heyet Tehrîr El-Şam pê rabû ango “rêgirtina êrîşan”, tiştekî siyasî dide xuyakirin, ku ew opersyoneke parastinê ye li dij êrîş û binpêkirinên aliyê din e, ango rêjîma Sûriyayê û helvalbendê wê Rûsya, ne operasyoneke leşkerî ya berfirh e ku berî çend mehan hatiye amadekirin. Ew sernaveke nêzî sernavên operasonên leşkerî yên tirkî ne yên ku di operasyonên xwe yên dagîrkirina hin beşên axa Sûriyayê de bi kar anîn, mîna “Çiqilêl Zeytûnê” sala 2018an, ku tê de bajarê Efrînê dagîr kir û di jînosîdekê de pêkhateya kurd jê koçber kir û “Kaniya Aştiyê” sala 2019an ku tê Enqera û komikên bi ser wî ve bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin, pê re jî bûyerên mezin ên koçberkirinê pêk hatin. Xuya dike ku hersê sernav ji heman jêderê ne; ji ferhenga leşkerî ya tirkî ye.

 

Şerê li dij Rêveberiya Xweser û kurdan

Di çaxê mijûlbûna bi siyaseta Heyet Tehrîr El-Şamê  ya li bara kurdên li herdu taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî ku Heleb ket bin desthilata Heyet Tehrîr El-Şamê, Tirkiyayê ferman da komikên bi ser xwe ve yê bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ku êrîşan bibin ser devera Şehbayê ya ku te bi hezarên koçberên efrînî û helebî hene, her wiha êrîşî bajarê Tilrifetê kirin û rê di navbera herdu deveran û bajarê Helebê de birin, ku tê de derdora 250 hezar welatiyên kurd dijîn. Ev tev de bi piştevaiya balafirîn Tirkiyayê.

Komikên girêdayî Tirkiyayê operasyoneke leşkerî ya nû li dij gelê kurd dest pê kir di bin navê “Şeveqa Azadiyê” piştî ku bi pêş ket û dest danî ser deverê artêşa Sûriyayê li Balafirgeha Kwêrisê, bajarê Sifîrê, Stasyona Germ li rojhilatê Helebê, Foc 111 û berê xwe da Tilriferê û Balafirgeha Minx ya Leşkerî, ji ber wê rêyên sereke yên ku digihêjin bajarê Helebê û navendên parêzgeha Reqa û Dêra Zorê û Hesekê hatin birîn. Rêbazê tirkî yê pêkanîna van êrîşan bi rêya komikên girêdayî xwe dide xuyakirin ku Tirkiya dixwaze operasyona Heyet Tehrîr El-Şamê tev li plana siyasetên Tirkiyayê yên li dij kurdan bike, ku ew plana çaksaziyên rojhilat e, an jî çaksaziyê rojhilatê Anadolê ya sala 1925an.

Rêveberê Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman, hişyariya metirsiya pêkanîna komkujyan kr ji hêla komikên girîdayî Tirkiyayê û operasyonên kuştinên komî derheqê pêkhateya kurd de, ku amaje kir ku derdora 200 hezar welatiyê kurd li bakurê parêzgeha Helebê hene û ji hêla komikên bi ser Tirkiyayê ve dorpêçkirî ne û jiyana van welatiyan di metirsiyê de ye ji ber operasyonên tolhiladanê yên ku pêkan e ew komik pêk werînin. Ebdulrehman bang li serokê Tirkiyayê kir ku destwerdanê bike û nehêle ku komikên girêdayî hikûmeta wê komkujiyan pêk werîne derheqê kurdan de.

Di demekê de ku komikên girêdayî Tirkiyayê pêşketina Heyet Tehrîr El-Şamê keysbaz dikin û operasyoneke leşkerî bi balafirên Tirkiyayê re li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk pêk tînin û rêya digirin her wiha welatiyên kurd desteser dikin û îşkence dikin û vl yekê bi vîdyoyan belav dikin, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê amadebûna giştî ragihand û hemû karîneên xwe da hev da ku li dij êrîşên dewleta Tirkiyayê û komikên raweste ku armanca wan dagîrkirina deverên din e ji Sûriyayê û tev li axa Tirkiyayê bikin û “Mêsaqa Milî” pêk bînin.

Rêveberiya Xweser bang li her kesî kir ku li paş Hêzên Sûriyaya demokratîn rawestin û bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike da ku êrîşên Tirkiyayê û komikên rawestînin û çareyekê bibînin bêyî ku bobelateke mirovî biqewime. Her wiha Hêzên Sûriyaya Demokratîk daxuyaniyek da tê de soz da ku ew dê parastina tevahiya pêkhateyan bike di rûyê komikên çekdar de yên ku ji hêla Tirkiyayê ve hatine dehfdan û ew dê di rûyê plana komkujiyê raweste ya ku armanca wê sivîlên deverên Şehba û Helebê ye. Her wiha bang li ciwanên kurd, ereb, siryan, aşûrî, ermen û çerkez kir ku tev li rêzên berxwedanê bibin û çekê hilgirin bo parastina rûmet û jiyana xwe û axa xwe li dij dagîrkeriya Tirkiyayê û nandozên wê. Hevdemî daxuyaniya HSDyê, rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk, Ferhad Şamî daxuyanî da ku hêzên wan vekişandina ji taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê red kirin û êdî wan berxedan li beranber komikên terorîst ragihand.

Dewleta Tirkiyayê hewl dide operasyona Heyet Tehrîr El-Şamê keysbaz bike da ku êrîşan li dij Rêveberiya Xweser pêk bîne û fermanê dide komikên girêdayî xwe ku welatiyên kurd dorpêç bikin û malûmilkên wan wêran bikin. Balafirên şer û topavêjên Tirkiyayê berdewam deverên Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Hêzên Rizgariya Efrînê bombebaran dikin, ku rê li ber êrîşeke bejayî vedike.

Tirkiya armanc dike ku mijûliya giştî keysbaz bike û êrîşeke giştî li dij Tilrifet, Şehba û bakurrojhilatê Helebê pêk bîne û kudan ji deverên wan koçber bike û dest deyne ser malûmilkên wan. Ango dubarekirina tiştê ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çêbû, çaxa ku Enqera û komikên girêdayî wê bi sedhezarên kurdan koçber kirin piştî ku dest danîn ser malûmilkên wan, di kiryareke jînosîdî û koçberkirineke komî de. Hiha, çav li ser sivîlên kurd ên ku li Şehba û Helebê dorpêçkirî ne, ew bisedhezaran in. Komikên girêdayî Tirkiyayê rê li pêşiya wan girtiye ku berê xwe bidin bajar û deverên Rêveberiya Xweser. Her wiha çi kesên ku guman dikin ku têkiliya wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re hene, wan digire, an jî dikuje.

Tevî siyaseta zordar û kuştinê ya komikên girêdayî Tirkiyayê li dij welatiyên kurd, lê rêyek di navbera devera Şehbayê û deverên Rêveberiya Xweser de vebû, ku karwanên koçberên kurd ji xelkê Efrînê yên li kampên Şehbayê gihan bajarê Tebqayê yê reqayê, ji hêla xwe ve saziyên Rêveberiya Xweser xwe amade kirin da ku rêya bidehhezarên koçberan peyda bikin û pêdiviyên jiyanî ji wan re berdest bikin. Komikên çekdar dorpêça Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dikin û rê li ber hertiştî girtine. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk, Mezlûm Ebdî li ser malpera xwe ya “X”ê belav kir ku hêzên wan di rûyê gelek êrîşan de rawestiyan e ji çaxa ku artêşa Sûriyayê ji Helebê vekişiyaye. Ji ber wê HSDyê destwerdan kir da ku korîdoreke mirove veke di navbera deverên rojhilatî, Heleb û Tilrifetê de bo parstina sivîlan ji komkujiyan, her eiha zelal kir ku êrîşên komikên çekdar korîdora mirovî qut kir û ew niha têkiliyê bi aliyên bibandor li Sûriyayê re dikin da ku rê li ber sivîlan vekin li Tilrifet û Şehbayê.

Dewleta Tirkiyayê bawer dike ku rewşa niha guncaw e bo berdewamkirina planên xwe yên dagîrkirina axa Sûriyayê û kurdan koçber bike ji deverên hebûna wan a dîrokî li Helebê, bi vê yekê jî projeya Rêveberiya Xweser jî têk bibe. Enqera pêşketina Heyet Tehrîr El-Şam li deverên berfireh û kiryayên komikên wê yên kuştin, koçberkirinê derheqê kurdan de, bi hev ve girê dide. Hewl dideherduyan bike yek û bixe bin banê “şoreşa” li dij rêjîma Sûriyayê û milîsên îranî. Tirkiya hewl dide sûriyayiyan li dij kurdan gur bike ku wan xayin dike û wan bi sûxurtiya rêjîma Sûriyayê tawanbar dike û hewl dide şerekî nijadî gur bike da ku projeya xwe ya rûxandina Rêveberiya Xweser û saziyên wê û koçberkirina sedhezarên kurdan pêk bîne û li şopa wan komikên girêdayî xwe bi cih bike.

Eşkere ye ku xweseta Enqerayê ya xurtkirina xwe di dosyaya Sûriyayê de armanca wê ya sereke têkbirina kurdan û projeya Rêveberiya Xweser e ya ku wê wekî metirsiyeke mezin li ser xwe dibîne, dixwaze wê birûxîne û projeya xwe pêk bîne mîna deverên ku di bin destên wê de ne û komikên çekdar wan bi rê ve dibin, ku tê de rengê nijadî, olî û etnîkî yek e û tê de operasyonên tirkkirinê û girêdana rêveberî û aborî ya bi hundirê Tirkiyayê re li dar e, ku rê li er wê vedike da ku bi ser Tirkiyayê ve girê bide. Ev tev de din banê projeya wê ya mezin de ye ya bi navê “Mîsaqa Milî” ya ku armanca wê qutkirina rûbereke berfirh ji Sûriya û Iraqê ye û girêdana wan bi axa Tirkiyayê ve, bi rêya cîhadîst û milîsên bi ser xwe ve. Berî ku ev yek pêk were, pêwîst e pêkhateya kurd hatibe koçberkirin 9operasyonên komkujî, dagîrkerî û koçberkirinê di navbera salên 2014-2024an de li Şingal, Kobanî, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û Helebê), bi vê yekê dê Tirkiya hebûna kurdî bi bin bixe û dê zemîneke gelrî ava bike ku li ser “Mîsaqa Milî” erê bike da ku ji kaosê û desthilata milsîan xelas bibin.