Gelo “Tecrubeya” Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê ji bo tevahiya Sûriyayê bi kêr tê?

Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî العربية

Rêveberiya Xweser di roja duyem ji gihandina endamên “Bersivdayîna dijminan” de li Helebê, daxwaz kir ku kamyonên dermen û mazot derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî, bibin. Rejîma El-Esed ku di rewşa xwe ya herî xerab de bû, daxwaza pereyan kir ji bo ku alîkarî derbasî her du taxan bibe. Dibe ku ev wêneyê herî dawî yê rejîmê yê gendelî be, ku çawa bi taxên kurdan re yên xwe ragirt û dorpêçkirî yên Helebê dide û distîne, lê ew pozbilindiya rejîmê û baweriya wê jî eşkere dike ku her şerekî ku wê bike, ne tiştekî din e ji bilî gereke demkî ye û şerek ji nav şeran e û piştî wê ew dê vegere çîroka xwe yên berê.

Li ser kaxezê, parastina taxên kurdan li Helebê ji zêdetirî deh salan ji şerê leşkerî û mezhebî ne pêkan diyar dike, ji ber ku ew tax rastî êrîşên leşkerî taybet ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyayê ve hatin, ku bi moşekên “Cihenim” ew her du tax bombebaran dikirin, rejîma El-Esed jî ew tax dorpêç kirin. Lewra, pêwîstiya koka kurdan li Helebê, bi kedên dijwartir hebû, di demekê de ku Efrîn ji destpêka sala 2018an ve, ji destê kurdan derket. Ku giraniya demografî ya kurdî li ser her du taxan girantir bû û berdestkirina pêwîstiyan dijwartir bû, bi taybet ji ber ku rêjîmê bac li ser her tiştê ku derbasî taxên kurdî dibûn, ferz kir û rengek ji rengên dêrpêçkirina pikolojî li ser şêniyan ferz kir.
Danûstandina rejîmê bi Rêveberiya Xweser re ji bo her du taxan, wekî rûpelên destwerdana wê di Lubnanê de bû, cudahiya wê ew bû ku wekî dagîrkirineke hundirîn lê dihat nêrîn û şênî wekî madeyekê dîtin ku ji bo kesysbazkirina siyasî  û zengînkirina efseran dihatin bikaranîn. Li beramberî vê yekê jî, siyasetên zordariyê li beramberî taxên kurdan dewam kir, lewra Rêveberiya Xweser li Qamişlo û Hesekê dor li çargoşeyên ewlekarî zêdetir girt, ev yek jî hişt ku rejîma El–Esed li Helebê, dorpêçê sist bike.

Bi derketina Helebê ji destê rejîma El-Esed, şervanên kurd serweriya xwe di hundirê Helebê de demeke kurt berfireh kirin û dest danîn ser balafirgeha Helebê ya navdewletî. Lê ji aliyekî din ve jî şervanên kurdan, şerê parastina bi dehhezaraên koçberan di kampên Tilrifetê de dikirin, piştî ku Tirkiya bi navê milîsên girêdayî xwe şerek dest pê kir û navê wê kir “Kaniya azadiyê”.  Armanca vî şerî ya sereke jî, bi kurdan re bikeve nava şer, di demekê de ku Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dide bajarên hundir ên Sûriyayê. Di nava vê vejîna nû ya projeya şerekî vekirî, diyar bû ku erka jiholêrakirina kurdan ji rojevê piştî El-Esed zehmet bû, piştî ku çekdarên girêdayî Tirkiyayê li derdora Bendava Tişrînê êdî nikarîbûn bi pêş ve biçin. Guhartina nexşeya serweriyê, ihtîmala nûkirina şer li taxên kurdan li Helebê vejîn kir, ji ber ku ev taxên kurdan bûne cihê herî dawî yê di bin parastineke xweserî de ma, bêyî hebûna destekdayîna Koalîsyona Navdewletî, di demekê de ku hevsengiya hêzan nema, ku hebûna Rûsyayê û pirbûna lîstikvanan, hişt ku rewşa “aşitîbûna çekdar” ji sala 2018an ve, li Helebê, çêbibe. Bi her halî, di dawiya adara borî de, agahî hatin belavkirin ku çekdarên girêdayîa Tirkiyayê xwe amade dikin ji bo êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, ku em dikarin li vî tiştî wekî temamkirina şerê piskolojî li dij şêniyên wan taxan û tevajiya kurdan bi nav bikin, “HSD” jî di salên pevçûnê yên Sûriyayê de di van tecrubeyan re derbas bûye.

Di destpêka vê mehê de, encûmena sivîl a her du taxên kurdan, peymanek bi Şamê re îmze kirin, ku Şamê itîraf bi taybetiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya civakî û çandî kir. Di heman demê de, erka parastina her du taxan radestî hêzên ewlekariya hundirîn “Asayîş” û Wezarata Parastinê hate kirin û hêzên leşkerî vekişiyan rojhilatê Firatê û zindan hatin valakirin. Herwiha, ji he rdu taxan re maf hate dayîn ku nûnertiya wan a giştî û wekhev di encûmena parêzgehê de û odeyên bazirganî û pîşesazî de hebe. Di heman demê de, li gorî peymanê, parastina saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerde û şaredariyê were kirin, heta ku komîteyên navendî yên hevbeş bigihêjin çareeke dayîm. Ev yek jî tê wateya ku çarenûsa pêkanîna tevahiya peymanê li rewşa li Rojhilatê Firatê û jêhatîbûna komîteyên hevbeş ji bo holêrakirina astengiyên gengaz, dimîne.

Di piştperdeya rewşê de, du faktor hebûn heta ku peymana Helebê pêk were. A yekem, “banga aşitî û civaka demokratîk bû” ku rêveberê kurdan Ebdulah Ocalan di 27ê sibatê de dest pê kir û ev yek jî hişt ku şerê Tirkiyayê li dij kurdan sar bibe û Enqera derfet da Şamê ku çareyên siyasî ji bo çarekirina dosyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û daxwazên kurdan, peyda bike. Faktorê duyem jî, ku Fermandarê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şeri di 10ê adarê de, peymanek îmze kirin, ku  peymana Helebê jî yek ji encama wê rêkeftinê bû, herwiha vegerandina koçberan li Efrîn û Serê Kaniyê, vegera koçberan li Efrînê jî hêdî hêdî pêk tê. Mirov dikare, faktorekî sêyem jî lê zêde bike dibe ku her du faktorên destpêkê temam bike, ew jî ku zehmet bû HSD ji nava rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyayê, ji holê rakin, ji ber gelek sedeman.

Tiştê ku li her du taxên kurdan çêbû, eger ku ev peyman bi ser ket, dibe ku bibe destpêkek ji bo damezrandina nenavendîbûnê ku Sûriyayê bigire nava xwe. Heger em bibêjin ku ev lihevkirin dê destpêk be ji hin pirsan re li bakurrojhilatê Sûriyayê, em dikarin bibêjin jî ku dibe ku ev lihevkirin ji bo deverên din ên Sûriyayê çêbibe mîna taxa Ceremanayê li gundewarê Şamê û Wadê El-Nesara li Humusê û deverên din. Heger bandora lihevkirina Helebê li rojhilatê Firatê bike, dibe ku bandorê li deverên berfirehtir bike jî, mîna deverê başûrî û beravê.

Rewş ew e ku tecrubeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dibe ku destpêkek be ji bo şkandina nêrînên bi fikar derbarê serweriya nasnameyê, ku hewl dide serdestiyê bi navê piraniya nesiyasî bike, çi li devereke teng mîna taxek li vir û taxek li wir, an jî li ser asta parêzgehan. Peymana Helebê eşkere kir ku defet heye, li beramberî xîtaba serweriyê were rawestandin, ku di peymanê de hate bibîrxistin “taybetiyên civakî û çandî” yên xelkê her du taxan. Ji aliyekî din ve jî,  peymanê erka parastina ewlekariyê radestî civakên xwecihî û Wezarata Hundirîn, kir. Dibe ku ev rengê beşdariyê nimûneyeke baş be ji bo parastina welat, ku di xeyalên ewladên xwe de, bandora kuştina li ser esasê mezhebî çêkir û tê de kiryarên tolhildanê yên hovane çêbûn.