Gelo Hakan Fîdan li gera xwe ya li Iraqê çi bi dest xist?

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Danûstandinên wezîrê karûbarên derve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan ên bi serekên iraqî re, dosyayên aloz ên di navbera her du welatan da dihewand. Dosyayên mîna çemên Dîjle û Firatê, hevkarîya ewlehî bo têkbirina şane û bermahîyên DAIŞê û dosyaya jinûvraderanîna petrolê di rêya bender Cîhanê ya tirkîyayî. Her wiha li bara projeya “rêya geşepêdanê” ya ku dê bendera El-Fawê ya li kevdava Besrayê bi xaka Tirkîyayê ve girêbide. Tiştê ku ji hevdîtina wezîrê tirk a bi serekên iraqî derket, dijberîya nêrînan li bara her mijarên ku hatine pêşkêşkirin, tekez kir.
Serdana Fîdan, a ku rê li ber serdaneka pêşbînîkirî ya Serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan vedike ku meha bê dê serdana iraqê bike, da xuyakirin ku siyaseta Tirkîyayê hê negihayî ye û ne gihaye asta “sifir pirsgirêk” ya ku Tirkîyayê got ku ew dê vê rêyê careka din bibijêre. Her wiha hemû hevdîtinên wezîrê tirk li bara ewlekarîyê bûn û ev yek ji dexuyanîyên wî yên dûbarekirî xuya dibe, ku li bara Partîya Karkerên Kurdistanê bûn.

Bexdad û Enqera: Cudabûnên mezin û nelihevkirinên dema bê
Daxuyanîyê dawî zelal dike ku Bexdad li ser zimanê wezîrê wê yê derve, Fûad Hisên, lezê li Enqerayê dike da ku mijarên girêdayî jîyana iraqîyan çare bike, ji wan dosyaya ava çemên Dîjle û Firatê û daxwazên bexdadê bo ku pareka hevseng ji avê bi dest bixe, ji ber ku Iraq rûbirûya bobelateka jîngehî û zuhabûnê û bi seba wê aborî zirarê dibîne ku êdî li ser çandinî û geşepêdanê metirîsîdar e. Lê bersiva wezîrê karûbarên derve yê Tirkîyayê ew bû ku mijar paşguh kir bi rêya pêşinyaya xwe ya avakirina komîteyeka hevbeş da ku mijarê lêkolîn bikin. Wekî ku tê zanîn pirsgirêka avê li gor dana rêjeyên berê tê çarekirin û ev yek biryarek ji serokatîya Tirkîyayê ve jê re divê, ne bi avakirina komîteyan e ku dibe ku peywira wê berdewamkirina pûrekirina Iraqê be û fişarê lê bike.
Li ser maseya danûstandinê, cudahî di helwestên li bara mijara deranîna petrola iraqî di rêya bendera Cîhanê re derketin, ku Iraq lezê tê de dike û Tirkîya mercên hişk li pêş Iraq û Hewlêrê datîne da ku ji nû ra xeta petrola Kurdistan û Kerkûkê bi awayekî qanûnî vegere li kar; bi biryara Desteya Dawerîyê ya girêdayî Odeya Bazirganîya Navdewletî li Parîsê, Tirkîya neçar kir ku 1.5 milyar dolar wekî qerebû bide Iraqê ji encama zirarên deranîna petrolê ji hêla hikûmeta herêma Kurdistanê ve bi rêyeka ne qanûnî. Di 25ê adarê da Enqerayê borîyên petrola Iraqê yên ku diçin bendera Cîhanê rawestand, vê yekê zirar gihand Iraqê bêhtir ji qerebûyê ku bi dest xistibû.
Tirkîya bi rêya rawestandina veguhastina petrola iraqî dixwaze du tiştan pêk bîne: Iraq doza dadwerî ya duyem a li bara deranîna petrola Kurdistanê rawestîne û ji dana qerebûyên Iraqê bireve ku Hewlêr ji berdêla wê qerebûyan bide, an jî rêyên din bibîne da ku jê bireve. Her wiha hin xwestekên din ku fîdan wan wekî razîbûnê di vê dosyayê da dibîne, mîna bidestxistina Tirkîyayê ji xeteka petrolê ya berdewam bo bikaranîna xwecihî û çi bermîleka petrola ku di bendera Cîhanê ra derbas bibe para Tirkîyayê jê 7 dolar be.
Xuya dike ku Bexdad dixwest ku mijara qerebûyan bike alav da ku Tirkîya dest ji siyasetên xwe yên avê yên bizirar berde ku êdî bûye metirsîyeka hebûnî li ser Iraqê. Her wiha ew dibîne ku projeya “rêya geşepêdanê” derfeteka baş e da ku tirkan bi pereyên projeyê xir bikin, bi taybet ji ber beşek ji projeyên dê ji hêla kompanîyên tirkî ve bê avakirin û ev yek bo Tirkîyayê dê xaleka hêzê be ku dê bibe mîna trazîtê di navbera Iraq, krvdav û Ewropayê da. Dibe ku ji serekên iraqî ve ku ev proje dê rê li ber pirsgirêkêm avê bigire, lê rastî tersî wê dide xuyakirin, bi tayber ji ber ku Tirkîya her tiştî û hermû dosyayê di navbera her du welatan ve asê mane, bi hebûna leşkerî ya li ser xaka Iraqê ve girêdide, ew jî bi bihaneya şerê li dij Partîya Karkerê Kurdistanê, ango Tirkîya li roleka tewereyî di hundirê Iraqê da digere, ne ku roleka herêmî ya bi Iraqê ra hevbeş.

Taqîkirina desthilat û pisporîyên ewlehî li Kurdistanê
Wekî çawa ku Fîdan çarçoveya serdanên xwe bo Bexdadê fireh kir, ku hevdîtin bi gelek berpirsyaran ra pêk anî û di ser da serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyai El-Sûdanî, heman hişt li herêma Kurdistanê dubare kir, ku hevdîtin bi serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qûbad Telebanî û serokê Partiya Dîmokrata Kurdistanê Mesûd Barzanê kir, her wiha serdana cihê serokatîya şaxê Cebheya Tirkumanî ya Iraqî ya li Hewlêrê kir. Ji wê serdana wî hat têgihaştin ku ew nameyek e tê da xurtbûna neteweyî di navbera Tirkîya û tirkumenên Iraqê da zelal dike. Ev yek jî serdana Fîdan tîne bîra me ku dema serekê istixbaratê Tirkîyayê bû, di cotmeha 2022yan da serdana Cebheya Tirkumanî kir, wê çaxê vê serdanê gengeşe di navbera siyasetmedarên iraqî da çêkir ku berpirsyarekî tirk bi partîyên qaşo iraqî ne hevdîtinê dike.
Fîdan li Hewlêrê amaje bi asoyên çareya pirsgirêka deranîna petrola kurdistan û Kerkûkê nekir, ev yek hevbeşîya siyasî, diravî û aborî ya di navbera Hewlêr û Enqerayê da dixe metirsîyê ku dê bandorê li têkilî û hevbeşîya di navbera her du alîyan da bike. Fîdan di gera xwe ya li herêma kurdî û di hemû hevdîtinên xwe da careka din bêjara dewleta Tirkîyayê ya li bara Partîya Karkerên Kurdistanê nû kir. Her wiha ji Bexdadê jî xwestibû ku Partîya Karkerên Kurdistanê wekî “terorîst” û dijminekî “hevbeş” bibîne, ev yek jî ne Hewlêr û ne jî Bexdad wê dibêje. Iraq û herêma Kurdistanê metirsîyên vê gavê nas dikin ku dê rê li ber Tirkîyayê veke da ku di xaka Iraqê da berfireh bibe û hebûna xwe ya leşkerî lê dûvdirêj bike. Lê belê tersî wê Iraq li ser wê yekê rijd e ku artêşa Tirkîyayê ji axa Iraqê derkeve. Di hevdîtina wezîrên karûbarê derve yên her du welatan dosyaya hebûna lişkerî ya Tirkîyayê li Iraqê, hat gotûbêjkirin.

Dûmahî
Gera Fîdan tenê di çarçoveya pêşkêşkirina xwestekên her du welatan bû bêyî ku bigihêjin planeka zelal bo hevbeşîyê bi hev ra bikin di dosyayên ku pêşkêşkirine da, bi taybet bosyayên av û petrolê. Di serdana Fîdan a pêşî ji Iraqê ra tu serkeftin bi dest nexist. Dibe ku seba ew be ku wezîrê tirk dixwaze çareya hin dosyayê asê bi destên Erdogan bin, dibe ku beşekî ji wan çare bike di serdana xwe ya meha bê da, bi taybet ji ber ku pêwîstîya Tirkîyayê bi her du dosyayan heye di vê demê de, ji ber ku rewşa wê ya borî qels e, ew jî ev in: Qaseya bazirganîya di navbera her du welatan da wekî xw ebimîne ku salê 12 milyar dolar e, ev yek jî dibe Iraq bi rêya wê fişarê li Tirkîyayê bike. A din ew e ku çareyek bo qerebûyên ku Bexdad li gor biryaya Dadwerîya Navdewletî doza wan dike, bê dîtin.

Belîbûna bêjara ewlehîyê di zimanê Fîdan yê dîplomasî da di hevdîtinên ku bi serek û hêzên siyasî li Bexdad û Hewlêrê pêk anî, ne tenê tê wateya ku ji peywira wî ya berê tê, lê belê ew rêbazê karê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîyayê ya bi hin welatan ra dinimîne, ku hin dosyayan aloz dihêle bi bihaneya ku erka wan dewletan e şerê Partîya Karkerên Kurdistanê bike, ev bihane jî li hember Washingtonê ji sala 2015an ve pêk anî, ku tevlîbûna Siwêdê bo NATOyê aloz kir.