Gavên Almanyayê yên rawestandina Erdogan

By Tariq Hemo

Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan, di serdana xwe ya dawiyê de li Berlînê (17ê mijdarê), çend xalên din li ser xezîneya xwe ya nava gelên ereb ên misliman “wekî dengê neteweyê û  parêzvanê tund ê dozên wan” û xwediyê helwestên hişk li beramberî “hêzên emperyalîzma dewletên rojavayî” zêde kir. Erdogan serdana xwe ya ji bo Almanyayê keysbaz kir ku ji gulana borî ve plana vê serdanê dikir, da  ku pêleka daxuyanîyên germ ên ku li ser ragihandina gelêrî li cîhana îslamî belav bûye, derkeve piştî êrîşa Îsraîlê li dij Xezayê, wekî bersiva êrîşên tevgera Hemasê di 7ê cotmeha borî de li ser Îsraîlê, ku di encamê de /1400/ sivîl û leşkerên îsraîlî kuşt.

Erdogan heman tişt di tûrikê xwe de yên zimanî bi kar anî, ku ev yek xwe dispêre îdyolojiya ku Erdogan li ser hatiye perwerdekirin û mezinkirin, îdyolojiya islama siyasî û tiyoriya komployê. Serokkomarê Tirkiyayê careka din bi desteka tevgera Hemasê û binavkirina tevgerê wekî tevgereka niştimanî sînordar nema, lê belê êrîşî Almanyayê kir û  bi “ku ew ji ber ku hestê poşmaniyê yê ji ber şewitandina cihûyan li ser destê naziyan destekê dide Îsraîlê di şerê wê yê li dij Xezayê de” tawanbar kir û got: “Ew dikare bê alîgirî biaxive û ew ne deyndarê Îsraîlê bi tiştekî ye”. Erdogan di axaftina xwe de, bal kişand ser cihê Tirkiyayê wekî “dewleteka gewre û ne normal” û nîşan da ku ew guh nade bersiva Ewropayê ku di encamê de dibe ku peymana wergirtina Tirkiyayê ya /40/ balafirên ji cureya “Eurofighter”ê winda bike û di vê çarçoveyê de got: “Tirkiya ji nava /5/ dewletên bi hêz ên NATOyê ne û ew ne dewleteka normal e û guh nade temamkirina peymanê, ji ber ku ne tenê Almanya balafirên şer çêdike.”

Ev daxuyaniyên Erdogan di çapemeniya Almanyayê de bertekeke bi hêrs ava kir û êrîşî Erdogan kir, ji ber ku Erdogan parastina tevgera Hemasê kir û Hemas wekî “tevgereka rizgariyê ya niştimanî” di hundurê Berlînê de bi nav kir û  sixêf bi “berpirsyariya dîrokî ya Almanyayê” kir li bara jînosîda rêjîma nazî li dij cihûyên ewropayî (holokost) ku ew wekî “girêka dîrokî” bi nav kir. Di vê çarçoveyê de, rojnameya  “Die Zeit”ê ya almanî ya heftane got: “Herî kêm meriv dikare bibêje; ev serdan wekî şermekê ye bo Almanyayê”, her wiha rojnameyê got “serokkomarê Tirkiyayê nêrînên xwe yên ecêb ên derbarê tevgera Hemasê belav kir dema ku got tevgereke rizgarî ya niştimanî ye û di hundurê Berlînê de”. Di heman demê da, rojnameyê bi bîr xist ku şêwirmendê almanî Olaf Schulz bersiva daxuyaniyên Erdogan ên tund neda û got “Ev jî ne dîplomasî ye, lê belê newêrekî û tirsa almanî ji Erdogan e”. Her wiha, rojnameya “Bild”ê (ku derdora /8/ milyon xwendevanên wê hene) êrîşî Erdogan kir û got: “Axaftina Erdogan a li ser Holokostê û piştgiriya tevgera Hemasê li Berlînê hetîketî ye, serokkomarê Tirkiyayê bi gotinekê jî behsa tiştên ku Hemasê di 7ê cotmehê de bi serê îsraîliyan kir, nekir, lê belê got divê şerê Îsraîl û Filistînê wekî hestê deyndariyê neyê nirxandin”. Her wiha, rojnameyê wiha berdewam kir: “Daxuyaniyên Erdogan şermezarkirina tund ji Îsraîlê ra bû, di heman demê de pirsa yek ji rojnamevanan ên derbarê ku bi hebûna Îsraîlê itîraf dike, paşguh kir”.

Lê ji aliyê xwe ve jî, serokê encûmena bilind a cihûyan li Almanyayê (ZDJ) Joseph Schuster daxuyaniyên Erdogan şermezar kir û bêdengiya şêwirmendê almanî yên derbarê axaftina serokkomarê Tirkiyayê, rexne kir. Schuster di axaftina ajansa nûçeyan a Almanyayê re û rojnameya “Judsche Allgemeine” ev daxuyanî belav kir, got wî hêvî dikir ku helwesteka xurt ji Schulz derkeve û de zanîn ku Erdogan bi van axaftinên xwe hemû dijberên samîtîzmê teşwîq dike ku xwepêşandanên xwe li Almanyayê berdewam bikin. Di heman demê da, Schuster piştrast kir ku wî texmîn dikir ku diviyabû bi awayekî aşkere bihate ragihandin ku desteka tekane demokrasiyê li Rojhilata Navîn, di asta yekem de tu têkiliya xwe bi şewitandinê re tune ye, ev daxuyanî ne layiqî dewletekê endama NATOyê ye. Her wiha, Schuster got “Em di dema borî de bi asta metirsiya van daxuyaniyên ragihandî re jiyane, bi rastî jî li Tirkiyayê xelk ji ber van helwestên Erdogan serê xwe hildidin.”

Dibe ku Erdogan bertekên bi hêrs ên ku piştî daxuyaniyên wî li Berlînê derketin, şopand. Lê careka din Erdogan di civîna hikûmeta Tirkiyayê de ku di 20ê mijdara borî de li paytextê Enqereyê li dar ket, êrîşî Almanyayê kir û siyaseta wa li beramberî Xezayê rexne kir, ku careka din vegerandin “girêka Holokostê” û got: “Rêveberên Ewropayê bûne dîlê şermiya Holokostê . Ne tenê rêveber, lê belê rewşenbîrên rojavayî, saziyên ragihandinê û saziyên mafên mirovan ên ku hewl didin qada Îsraîlê  bêguneh bikin bikin”. Ev yek, di demekê de ku ragihandina tirkî ku di bin serweriya AKPyê de ye, êrîş li dij dewletên Ewropayê berdewam in, nexasim Almanyayê û ew bi desteka vekirî ji Îsraîlê ra tawanbar kir û propogandeya tiyoriya komplo û şiroveyên islama siyasî dikin.

Rewşa Almanyayê piştî serdana Erdogan û daxuyaniyên wî, êdî bi girêk bû û aloztir bû. Hevalbendiya desthildar piştî êrîşa tevgera Hemasê piştgiriya xwe bi temamî ji Îsraîlê ra ragihand û di vê çarçoveyê de rêzetedbîrên fermî li dij xîtaba dijberî cihûyan û rexneyên Îsraîlê (qedexekirina tevgera Hemasê û toreya Samîdon, serdana Shultz û wezîrê wî yê parastinê li Tilebîbê, qedexekirin û belavkirina xwepêşandanên ku hebûna Îsraîlê red dikin ) pêk anîn. Lê ev helwest û destekdayîn, li pêşiya daxuyaniyên Erdogan ên di hundurê Berlînê de û cesareta wî ya rexnekirina Almanyayê û nêzîkbûna wî, neten nêzîkbûn, lê belê tinaziyên wê bi jînosîda cihûyan (Holokost), lawaz û qels bû. Her wiha, hikûmeta Almanyayê jî tu gavên piratîk ên cezakirina Tirkiyayê û Erdogan  derbarê ev daxuyaniyên tûj û dijberî serweriya Almanyayê, neavêt. Her wiha diyar e ku hesabên Almanyayê yên cûda hene ku ew dibin sedema vê siyaset ku dihêle Tirkiya ev qasî “delalî” be di danûstandinê de (qaseya danûstandina bazirganî di navbera herdu welatan de ku bêhtir ji /50/ milyar dolarî ye û derdora /3/ milyon koçberên tirk li Almanyayê ne).

Berovajî ragihandina almanî ya ku siyaseta Erdogan a hundur û dervayî Tirkiyayê rexne kir, wekî hewlesta wî ya piştgiriya tevgera Hemasê û beşdarbûna hikûmeta wî ya destekdayîna komên islama siyasî û cîhadîstan li tevahiya cîhanê û belavkirina aloziyê bi rêya desteka komên çete yên herêmî li Sûriyayê û rêkirina çeteyan ji bo Lîbyayê, lê helwesta fermî ya Almanyayê ji hevalbendiya hikûmeta AKP û MHPyê gelekî lawaz û qels bû. Ev lawzî û “newêrekî” li pêşiya Tirkiyayê, bi awayekî aşkere derket holê dema ku Erdogan dev avêt girîngtirîn binemayên dewleta Almanyayê ku li bara jînosîda cihûyan a li ser destê nazîya hitlerî kir de dema Şerê Cîhanê yê Duyem de û wê wekî “girêkeka derûnî” bi nav kir ku Îsraîl wê keysbaz dike.

Lê niha li Almanyayê rewş ew e ku hevalbendiya desthilatdar li Almanyayê tu nêrînên xwe yên ku helwesteka xurt û girîng ji siyaseta ku Erdogan li hundur û dervayî Tirkiyayê dimeşîne bigire, tuneye. Tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û azadiyên giştî ku hikûmeta Tirkiyayê pêk anî û kesên dijî xwe çewisandin û bi sedhezaran penaber rêkirin Ewropayê û tevlihevî li hundirê Almanyayê çêkir ew jî bi rêya handankirina koçberên tirk li ser netevlîbûna wan bo civaka almanî û xwe wekî gelê Erdogan bibînin ne yê Almanyayê (%67 ji /1.5/ milyon tirkên li Almanyayê ku ji mafê wan e dengê xwe bidin dengê xwe dan AKPyê di hilbijartinên palementoyê de yên ku di gulana borî de çêbûn) lê helwesta Almanyayê li hember cesareta Erdogan û paşguhkirina wê ji qanûnêm navdewletî, qels bû, her wiha israr kir ew dê destwerdanê di karûbarên dewletên din de bike û dê derbasî deverên ku tevlihevî û şerê navxweyî lê hene, bibe. Berovajî hewldanên şermok ên sînordarkirina saziyên islama siyasî (di serî de rêxistina Ditibê  ya girêdayî serokartiya karûbarê olî ya tirkî ku serpereştiya rêveberina /900/ mizgeftî di hundurê Tirkiyayê de dike, her wiha perwerdekirina melayan li Tirkiyayê ku Berlîn niyet dike bi bernameyeka pwerderkirina meleyan li Almanyayê, veguhêre) û bihêle ku helwestekê debarê êrîşên tevgera Hemasê bigire û xwepêşandanên destekdayîna Hemasê, ev yek tu hewlesteke xurt û eşkere derbarê hikumeta Tirkiyayê û ne jî li pêşiya destwerdana karûbarê Almanyayê, dernexst holê. Bi gotineka din, bergiriyên Almanyayê yên piştî pêvajoya 7ê cotmehê, ne giştî û kûr bûn, lê belê sînordar û kurt bûn, dibe ku li gor asta kwalisyona qels ya desthilatdara Almanyayê ya niha be.

Hikûmeta Almanyayê di kongeya islamî ya almanî de (ku sala 2006an hate damezrandin) di civîna wan a îsal a di 21 û 22yê cotmeha borî de, ji rêxistinên islama siyasî ku beşdarî kongreyê bûn, xwest ku balê bikişîne ser diyardeyên dijminahiya samîtîzmê ya ku di nava mislimanan de berovajî salên borî bi pêş dikeve. Her wiha, hikûmetên Almanyayê û hevkarên wan ên di rêxisinên islama siyasî da, destekê didin van rêxistinan, di nava koçberên misliman de û wan tev li perwerdeya olî li dibistanan, serperiştiya civakî, miqatebûna li zindanan û li sazîyên leşkerî, her wiha perwerdekirina melayên ku ji hêla dewletê ve hatine erkdarkirin. Ev bergirî wekî veguhartinek û meyleka nû diyar dibe jinûve rola van rêxistinan di ber çavan ra were derbaskirin û di rastiya çalakiyên wan de were lêkolînkirin ka gelo mislimanan teşwîq dikin ku tev li civakê bibin, dilnermbibin û nefretê red bikin, an jî tam berovajî ye. Hikûmeta Almanyayê piştî ev qas salên piştgirî û destekdayîna pereyan û taybetiyên ku dane wan, dixwaze rastiya meyla hevkarên xwe yên di rêxistinên islama siyasî de nas bike û piştrast bike ka gelo ev rêxistin beşek ji çareseriyê ne an jî ji pirsgirêkê ne.

Her wiha, di vê çarçoveyê de wezîra karê hundurîn a Almanyayê Nancy Weiser ji beşdarên kongreya islamî ya almanî ra got “Divê ji her kesî re diyar be, Almanya li kêleka Îsraîlê ye” û ji beşdaran tê xwestin “ku helwesteke zelal ji tevgera Hemasê û xwepêşandanên piştgiriya tevgerê ku mafê hebûna Îsraîlê red dikin, bigirin”. Hevdemî vê yekê, polîsên Almanyayê gelek operasyonên serdegirtina malên endamên tevgera Hemasê û alîgirên wan û çalakvanên ku xwepêşandan li bajarên Almanya organîze dikirin ji bo şermezarkirina şerê Xezayê, li dar xistin. Her wiha, polîsên Almanyayê bi zanebûn dîmenên xwepêşandanên alîgirên Hemasê û şermezarkirina şer digirtin, da ku piştre ji nasnameyên beşdaran piştrast bikin û bi wan ra lêpirsîn were vekirin û li dij wan dozên fermî werin bên vekirin.

Lewra, di vir de diyar dibe ku gavên Almanyayê yên piştî operasyona 7ê cotmehê li ser gelek hêlan pêk tên, ku piraniya wan dûrî rûbirûna bi Erdogan re ne. Girîngtirînên van hêlan: Jinûvenirxandina siyaseta hevkariya bi rêxistinên islama siyasî re û bihêlin ku dijberiya samîtîzmê di nava mislimanan de şermezar bike, her wiha şopandina çalakvanên ku xwepêşandanan organîze dikin û nefretê belav dikin û bi mafê Îsraîlê yê hebûnê red dikin. Di heman demê da, dayîna plana jinûveperwerdekirina melayan di hundurê Almanyayê de û bi zimanê almanî û derxistina vê kaxezê ji destê serokatiya karûbarê olî ya tirkî ku fêr bû melayan di hundurê Tirkiyayê de perwerde bike û wan rê bike mizgeftên ku di bin serpereştiya wê de ye, ji ber ku karmendên fermî di dewleta Tirkiyayê de ne. Berî niha jî Gerînendeya Parastina Destûrê ya Almanyayê kifş kir ku çavdêrî li ser opozîsyonîn Erdogan heye. Xuyaye ku kwalîsyona desthilatdar êi Berlînê dê tenê van bergirîyên bilez bigire da ku di rûyê islama siyasî de raweste ya ku hewl dide kontrolê li koçberên misliman bike û wan bo tundiyê hn bide û di encamê de ewlehiya sivîlan bixe metirsiyê, bêyî ku bi siyaset û stratejiya Enqerayê re bikeve rikberiyê, Enqeraya ku di bin desthilata Erdogan û partiya wî de ye, ku ev yek dê lihevkirina dîrokî ya di navbera Almanya û tirkiyayê bixe metirsiyê, lihevkirina ku li ser berjewendî û aborî hatiye avakirin, ne li ser rêzikên mirovatî.