Foucault û Şoreşa Îranê.. Tekoşîna bedenê, neteweyê ji dewleta pilûçî vediqetîne-1

FERHAD HEMÎ

Di çend rojên piştî şoreşa Îranê ya sala 1979an de, û piştî milîsên Îslamî yên Xumeynî mûxalfên xwe darvakirin, xwepêşandaneke jinan di 8ê Adarê de bi qîrîna “hilweşê Xumeynî” li hember ferzkirina hîcabê dest pê kir. Di wê demê de, fîlozofê navdar ê Fransî Michel Foucault bi wê yekê hat tawanbar kirin ku ew bi koranî piştgirî daye projeya Xumeynî, nemaze ku Foucault di hevpeyvîna xwe de ligel rojnameya fransî “Lêbrasiyon” berevanî li helwesta Xumeynî û alîkarên wî li hember jin, kêmnetewan û dijberiya Semîtîzmê kir û got: “sîstema wan a heqîqetê ji ya me Rojava cûda ye.” Yanî divê bûyer li gorî pîvanên Rojava neyê pîvandin û nirxandin. Ji bilî vê, Foucault li gorî nirxên hevpar ên gerdûnî, ramana azadbûnê red dikir, tercîh dikir ku her civakek li gorî defa xwe reqsa xwe bike.

Piştre hemû hêviyên Foucault ji bo şoreşa Îranê şikestin ku “tiştekî bi temamî cuda” derket holê, nasnameya celladên “SAVAK” hatin guherandin, lê vê carê li gel Xumeynî bûn destjêkirin.Stûna netew-dewleta kolonyalîst û piştî-kolonyal bi awayekî hişk, dûrî îradeya tevahiya gel, parastina xwe domand. Tekane guhertina eşkere, bingehparêziya olî ya paşverû derbasî îdeolojiya neteweperest a nû kir, li gorî pêla postmodernîzmê û relatîvîzma çandî, berevajî neteweperestiya tund a ilmanî a şah bû. Gorî vê yekê rejîma meleyan sê pêkhateyên modernîteya kapîtalîst parast: dewleta netewe, pêşxistina pîşesaziyên wêranker û komkirina sermayê ji bo bijarên desthilatdar û bazirganan.

Em li vir nehatine helwêstên Foucault yên derbarê şoreşa Îranê de derxin holê û ne jî balkişandina şemitandina fîlozofê ronakbîr û sempatiya wî ji bo bingehînparêziya paşverû ya li Îranê berz bikin, a ku em dixwazin balê bigşînin ser bi serhildana femînîst a Îranê ya îroyîn re hevdem e, rûyê bingehîn ê paşverû ye ku xwe bi hêmanên modernîteya kapîtalîst û mîratê dewletên kolonyalîst û yên piştî-kolonyal vedijîne. Ji ber ku Foucault ji pozîsyoneke cuda ji modernîteya Rojavayî li rizgariya civakî digeriya, di heman demê de bû qurbanê heman alav, teknîk û stratejiyên ku serdestî, bindestî û zordestiyê didomînin, lê vê carê ji deriyê bingehîn olî û zayendetiya kedî kirî.

Nakokiya bingehîn a ku Foucault bi hêrs nav ramana xwe de hewand, bi çend gotarên li ser şoreşa Îranê, di vê dualiya dîrokî ya li ser çarenûsa Farisan û ramana rizgariyê de cih girt û got: “Di serdema dîrokê de wan dewlet û rêvebirî afrandin, îslamî gorî xwe kirin, û Împaratoriya Islamî ya Erebî dezgehên xwe yên îdarî bikar anî, lê wan doktrînek ji wê Îslamê derxistiye, ku ji dilê xelkê tê û bi sedsalan nayê tinekirin ji bo hêza dewletê”.  Lê Foucault zû bikêmasiya xwe û coşa xwe  ji bo dîrokîbûna vê doktrîna civakî ya şoreşger fêm kir, nemaze piştî ku di sedsala 17an de bi malbata Sefewiyan re berê xwe da doktrîna dewlet û desthilatdariyê, êdî ferq di navbera cihêrengiya civakî, malbata desthilatdar û Şî’etiya Sefewî de kûrtir bû. Tevî vê yekê jî, Foucault di navbera  azadîxwaziya giyanî ya şoreşê û faşîzma olî ya otorîter a ku hatibû ser desthilatiyê diçû û dihat. Yanî bi teqezî rave nekir ku bingehparêziya olî qêrîna serhildana gelêrî ya demokratîk dizî, kirasê dewleta Şah û kelûpelên desthilatdariya hevdem li xwe gir û rewabûna dewletê ji îradeya neteweyî veqetand, tişta ku mabû amûrên tundiya tazî li hemberî mafê neteweyê bûn.

Tiştê ecêb nêrîna fîlozofê Fransî ji şoreşa Îranê re ye ku jiyana xwe ya pîşeyî hemû xistibû ji bo vejandina pergala desthilatdariyê û vegotina wê ya stratejîk di serdema modernîteya klasîk û ilmaniya tund de dinirxand, ji ber ku li dijî îradeya neteweye .Û paşê, bi lêkolînên xwe ye vê dawê, wî têkiliya rewabûna hukûmetê û desthilatdariyê bi kontrolkirina zayendîtiyê berfereh kir. Wî nizanibû ku çi qas peywendiya di navbera netewe-dewleta li Rojava de ku azadiya zayendî bi kar tîne da ku rewabûna xwe di hikûmetê de xurt bike, bi yekdestdariya siyaseta mirin an jiyan li ser gel meşandî û di navbera projeya bindestiya tepeserker a Xumeynî de ku laşê jinê li gorî xwe kedî bike. Ev her du dîtinên cuda di nirxandina dawî de du aliyên heman perdeyê ne, ji ber ku şerê rewabûna desthilatdariyê li ser laşê jinê ye, ew laş çarçovekirin, qanûnîkirin û cezakirin, çi di cewhera wê ya veşartî û çi jî eşkere de, tê meşandin. Carna bi tecawizkirin û perçiqandina jinan li girtîgehan, carna jî bi komkirina sermayeyê bi kedîkirin û bazirganiya jinan tê meşandin.

Tiştê balkêş, ku Foucault bala cîhanê kişand ser desthilatdariyê ku bi rêka teknîkê midaxileyî deteyên herî piçûk ên laşên kes û civakan di serdema postmodernîzmê de dikin, tevî karîna wê ya mezin a kontrolkirina zayendîtiyê, dîsa têk çû û nikarîbû hêza modernîteya kapîtalîst a dereng a li Rojava bi meylên bingehîn ên li cîhanê ve girêbide. Tê zanîn ku ev veguhertin avantajeke mezin ji dezgehên netew-dewletên piştî kolonyal li Rojhilata Navîn re peyda kir, û ji bo kontrolkirina zayendîtiyê di her ketin û derketinê de repertûarek ji amûrên îdeolojîk û rêyên teknolojîk peyda kir. paşverûya olî  li Îranê, ku ji relativîzma çandî û gotara antî-emperyalîst a Rojava derketiye, di nav komên ku herî zêde ji vê paşveçûnê sûd werdigirin postmodern e.

Îro li Îranê bêyî yekdestdariya meleyan a li ser îdeolojî, çand, tundî, saziyên mezin ên zindanan, yasa û fetwayên ku giyan û laşê kesan dixe zindanê, kontrolkirina porê jinê û tepeserkirina laşê wê li Îranê ne mimkûn e, ev yek riya talankirina dewlemendiya neteweyê ji pêşkeftina ketober ya ku burokrasiya dewletê sûd werdigrin, teve mîlîsên wê yên penceşêrî bihêztir dibe. Bi gotineke din, ev hêmanên modernîteya kapîtalîst ji aliyê bingehînparêziya olî ve bi awayekî ducarî hatine vejandin. Ew ne dijberî pergala mîrata kolonyalîzm û piştî kolonyalîzmê ne, û ne jî dijberiyê emperyalîzma Rojavayî ya heyî re ye, wekî ku niha tê nasîn di çarcoveya gelemperî de.

Ferqeke din a ku nêrîna Foucault ya derbarê şoreşa Îranê de berovajî kiriye, di tevliheviya di navbera çalakiya hêzdarbûnê de ye, ku li ser şiyana neteweyê bi hemû cûrbecûrbûna xwe ya civakî ve, û kiryara deshilatdar û ber bi çûna yekdestdariya dewletê û dezgehên wê yên otorîter ku berhema kolonyalîzmê bûn, û ji aliyê rejîmên piştî kolonyalîzmê ve hatine avakirin. Dema behsa vê nakokîyê tê kirin, mebest ew e ku rewabûna pêkhateya dewletên çêkirî li herêmê ne ji îradeya neteweya giştî ye, belkî berhema sîstema kolonyalîst û dewletên piştî kolonyalîzmê ye. bi darê zorê li ser pirrengî, civak û neteweyên Îranê yên li herêmê bi navê dewleta netewe ya homojen tê ferzkirin, bêyî ku ev ferq neyê dîtin, pirraniya analîzan dibin mijarên ji rastiyê dûr û çewt.

Feylesofa navdar a Alman Hanna Arendt her tim xwestiye ku di pirtûkên xwe de vê cudahiyê aşkere bike, bi taybetî jî di warê xwezaya cûda yên saziyên ku bi karê giştî radibin de ji bo ku siyasetê bikin û çarenûsa giştî bi rêya saziyên herêmî û nîv-xweserî vegerînin, ji kiryara otorîterîzmê û yekdestdariya dewleta navendî û amûrên wê yên tund veqetîne. Li gorî vê nêrînê, rejîma melayan bê dudilî yekser xwe bi dîroka otorîter a Îranê re kirin yek, çi bi karakterê wê yê nûjen û çi bi kevneşopiya wê, berovajî netewe Îranê ku ramanên azadîxwaziyê di nav xwe de dihewîne. Ev yek jî di xwendina Foucault ya Şoreşa Îranê de rêbazekî şaşî kujer bû. Xwenîşandanên ku 43 sal in  neteweya Îranê pê radibin jî rastiya vê ramanê îspat dike.

Di navbera netewe û rewabûna dewletê de şikestin 

Tevî vê yekê jî hevkêşeya Foucault a navdar li ser diyalektîka desthilat û berxwedanê îro rû dide, ku di vê hevokê de hatiye kurtkirin:“Her çiqas desthilat di hûrgiliyên civakê de bi cih bibe, rasterast berteka berxwedana dijber zêde bibe.” Ev yek jî di kuştina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî (Mahsa) ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Tehranê ve hatibû girtin aşkere bû, ango sembolîzma desthilatdariya melayan a ku 43 sal in li ser bedena jinan di bin kontrola xwe de ye hejand. Dirûşma “Jin – Jiyan – Azadî” ku ji tezên Abdullah Ocalan û têkoşîna femînîst a kurd hatiye îlhamkirin, şikestineke mezin di navbera qîrîna netewbûnê li hember dewleta paşverû ya ku bi tundê desthilatdariya jiyana biyolojîk û manewî û mafên takekesî û civakî yekdestdar dike.

Xwepêşandanên femînîst ên li Îranê encama xwe çi dibe bila bibe, lê ev leza xwepêşandanên li pey hev, bi awayekî sîstematîk û pratîkî, maf û îradeya gel ji dewleta neqanûnî ya otorîter qut kir. Ev pêvajo ji xwenîşandanên gelerî yên “Tevgera Kesk” di sala 2009’an de, ku sîstema siyasî, hilbijartinên sexte, û parlemaneke karîkaturî ji holê rakir, di heman demê de ku serhildana Îranê di sala 2017an de rewatiya modela geşepêdana gendelî têk bir, her wiha kuştina Jîna Emînî dîwarên amûrên îdeolojîk û zordestiya paşverû hilweşand Paşê, neteweya Îranê bi tundiya tazî ya dewleta çêkirî û rêşaşî re rûbirû bû. Di dawiyê de, qiral tazî bû heta  ew pela tû jî ku tazîbûna xwe pê veşartibû weşiya.

Ev tazîtiya ku di dîrokê de ji bo ferzkirina rewatiya dewlet û desthilatdariyê, bi sembola hîcab û bêhîcab li Îranê tê veşartin, ji aliyê jinên Îranê ve rastî bertek û bertekên redkirinê hat Dema ku Reza Şah (ku ji sala 1925 heta 1941 li Îranê hukum kir) şêwaza “hicab”ê li Îranê qedexe kir, ku ew ji bo dîtina xwe ya modernîst neguncayî dît, wê demê jin li malên xwe diman û heta mirinê dernediketin kolanan, ji ber ku derketina derve dihat wateya lixwekirina cilên xwe yên asayî ku Şah qedexe kiribû. DiSerdema Xumeynî de hîcac ji nû ve li ser jinên îranî yên azadîxwaz ferz kir piştî dehsalên jibîrkirî yên ku di wan dehsalan de nifşên jinan bi tevahî dûrî vê cureyê hîcabê mezin bûn. Ronakbîrê Îranî Hemîd Dabaşî li ser vê nakokiya dîrokî di navbera Şah û Xumeynî de dibêje: “Wan pevçûnên xwe yên çarenûsî li ser deverên laşên dayik û keçên me kirin û yek bi hîcab û yek bêhîcab, li gorî vê yekê pirsgirêka polîtîkayên dewletê, baweriyên îdeolojîk û qanûnên keyfî, ji bo afirandin û domandina rewabûna dewletê li ser bedenên  hemwelatiyan ferzkirin, bi hîcab be yan bê hîcab be encam yeke”.

Jinên Îranî îro hema hema girtî ne di encama têkiliyên hilberîn û meyla neolîberal de ku wan teşwîq dike ku malên xwe derkevin û bixebitin an bixwînin,lê li aliyê din îdeolojiya paşverû ya îslamî cihê jinan li malê dipejirîne.  Ji ber vê yekê pêwîst e jin hîcabê li xwe bikin da ku nîşan bidin dema ji mala mêr an bavê xwe derdikevin,ew her tim di bin kontrolê de ne, di bin kontrola dewletê û kontrola Xwedê de ne. hîcab ji bo jinan weke girtîgeheke veguhêz e. Ne hêsan e ku jin bi vê nakokiyê ve bê dîl kirin.

Lêbelê, nakokî bi gelemperî protesto, redkirin û berxwedanê diafirîne. Qêrîna jinên Îranî ku îro bilind dibe, li dijî zagonên zordariyê banga heqîqet û jiyanê ye. Heger serkeftin berê hertim para bingehparêzên îslamî li  dijî netewê bû, lêbelê, ew binketin di şerê ji bo bidestxistina dil û mejiyê netewê ku xwedî bîr û dîrokeke dirêjin, û astê gel pir ji xeyalên xwediyê fûtan pêşketîtir û kûrtirin.

Îro di xwepêşandana femînîst a Îranê de pirsa herî girîng ev e: rê û rêbazên ravekirina têkoşîna femînîst li Îranê çi ne? Di bin kîjan têgîn û îdeolojiyê de têkoşîna heqîqet, jiyan û azadiyê tê kirin? Em ê bersiva vê pirsê di gotara bê de zelal bikin.

Werger ji erebî: Heysem Mislim