Fobiya mirina dervayî kursîyê: Mehatîr Mihemed wekî nimûne

AZAD EHMED ELÎ

Bi armanca vegera li ser kursîya desthildarîyê, serokwezîrê Malezyayê yê berê Mehatîr Mihemed ê 97 salî, belgeyên namezetîya xwe ji bo hilbijartinên giştî di dawîya sala 2022yan de pêşkêş kir. Hêjayî bibîrxisitnê ye ku Mehatîr Mihemed yek ji lîderên Asyayê yên ku aborîya welatê xwe bi pêş xistin, lê ne di vî warî de kete pirtûka Rekoran a Guinnessê, lê belê wekî mezintirîn serokwezîr dema ku sala 2018an careka din hate hilbijartin, kete pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Bê gûman, li ser asta cîhanê ew yek ji kesayetên desthildar ên serkeftî ye; di vê çarçoveyê de derdora 53 salan li ser kursîya desthildarîyê ma û di vê demê de serkeftinên mezin ji bo dewleta Malezyayê bidest xistin, tevî ku di dema desthildarîyê de û piştî wê jî, ew bi gendelîyê hate tewanbarkirinê. Lê tiştê tekez ew e ku ew wekî mezintirîn kesê  ku demeke dirêj di lûtkeya desthildarîya birêveber de wekî serokwezîr li Malezyayê, kete pirtûka Rekoran a Guinnessê. Her wiha, ew wekî mezintirîn kesê ku li ser kursîya desthildarîyê di nava pêşbirkê de bû, tevî ku temenê wî nêzî sed salî bûye. Ji bilî ku ji desthildarîyê têr nebûye, tu şiroveyeka din ji rêbazê wî re û xwesteka wî ya hilbijartinê tuneye. Lê pirsgirêk ew e ku, Mehatîr Mihemed texmîn dike ku piştî ew di hilbijartinan de bi binket Malezya bêyî wî, dê bibe xwelî û piştrast e ku pêwîstî hîna bi hêz û pisporîya wî heye.

Lê diyar e ku carinan serkeftin hîsterya û paranoyayê bi xwe re tîne, dibe ku bi dilsarbûnê û jê zêdetir bi rezîltîyê bidawî bibe. Lê welatîyên Malezyayê yên bindest, armancên wî bi cih nekirin. Di encamê de piştî ku tenê rêjeya ji sedî 9 ji dengên hilbijêran (4566) ji 48123 dengan bi dest xist, kursiya xwe ji bo herêma Lankawi ya di parlamentoyê de ji dest da. Lê tiştê sosret ew e ku piştî vê têkçûnê, ragihand ku ew ê ji bo nivîsandina dîroka Malezyayê, dema xwe veqetîne.

 

Em ji vê bûyerê têdigihêjin ku hezkirina desthildarîyê gelek rû û astên xwe hene û ev yek ji bo hemû temen û çandan derbasdar e. Ji ber ku bidestxistina destkeftîyan di desthildarîyê de, di cîhana me ya berhemxwer a nûjen de,  gelek in û cihêreng in, heta astekê ku kursîya desthildarîyê vejîn dibe û yê ku li ser rûdine kole dike. Ji aliyekî din ve jî, dîyar e ku dîyardeya  otorîterîzmê bûye çanda dema nûjen ku di bin sîwana sîstema liberal de belav û global bûye. Di heman demê de, otorîterîzm ne tenê bûye dîyardeyek di nava çanda rejîmên zordar de û ne tenê bûye berhemek ji bo cîhana nakok ên derveyî Ewropa û Amerîkayê, lê belê bûye rûyekî din ê gendelîya birêveberî û siyasî. Di heman demê de, ew bûye nexweşîyeka giran a nexweşîyên civakê di vê demê de. Her wiha, ew bûye wekî vîrusekê ku  ketiye nava civak û nifşên ku ji desthildarîyên payebilind hez nakin û ne girêdayî îmtiyazên mezin in, lê belê ew bûye weke belayekê ketiye nava mirovan di gelek cih û astan de.

Lê ev nexweşî di rewşa xwe ya herî xirab de, kete nava komên birêxistinkirî yên ku banga şoreşgerî û sosyalîstî dikin ku piştre banga têkoşîna di oxira azadî û mafên mirovan de û veguhestina aştîyane ya desthildarîyê, kirin. Gelo me çiqas kes dîtin û em ê bibînin ên ku demeka dirêj banga guhartinê û demokrasîyê dikin, lê pişta wan bi kursîyê ve zeliqî dibe ku ne pere û ne jî îmtiyaz ji wê kursîyê tê. Lê pirsa ku ku derdikeve holê, çi dihêle ku ev dîyarde mezin bibe? Ew fobiya mirina ji dervayî kursîyê ye, tirsa ji mirina bêguneh, mirina wekî mirovekî û welatîyekî ne desthilatdar!

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî