Ezmûnên Siwêydayê yên zehmet

ŞOREŞ DERWÎŞ

 

Mirov dikare bêje ku Siwêyda bi piştgirîya herdu şêxên oldar Hikmet El-Hicirî û Hemûd El-Hinawî ya ji tevgera xwepêşandanan û birandina rewşa dirêj a bêdengîyê, gihaşt xaleka bê veger. Zimanê şêxan nema wateyên veşartî tê de heye û pêwîstîya wê bi şiroveyê tuneye, zêdetir zelal bû û alîgirê xwepêşanderan bûn û li dij rejîma Sûrîyayê bûn. Di nava curbicurbûna alî û nêrînan da şêxên olî cihekî xîtabê girtin ku erka xwe ya olî derbas kir û giha asta siyasî, vê yekê jî lêvegereka lezgîn a nekevneşop peyda kir ku nûnertîya xwepêşanderên bi oldarî û neoldarîya xwe tên nasîn, kir.

Dibe ku tiştê li Siwêydayê çêdibe, piştî kişandina sebireka dirêj ji parêzgeha li ser esasê siyasî, malbatî û gundî parçebûyî, ku mirov nikare wekî blokeka yekgirtî bibîne. Gelek caran li kêmneteweyên etnîkî an jî olî tê temaşekirin wekî yek in û al û helwesta wan jî yek in, lê ev rewş eger em zêdetir nêzî wan bûn, dikare were redkirin. Di rewşa Siwêydayê da, heta niha dirzî bi awayekî dirêjahî û benahî parçe bûne. Dibe ku ev parçebûn di nava civaka dirzî da, rewşeka normal be, ji ber ku dirzî ev demeka dirêj e navendbûna malbatên feudal derbas kirine û xwe ji “sîstema eşîran a pêpilkî û belavkirina neeadil a desthilat û heybetê” xelas kirin, wekî ku Hena Betatu di pirtûka xwe ya “Cotkarên Sûrîyayê” da gotiye. Her wiha, dirzî di piştra di hundirê partîyên siyasî yên neteweyî û çepgir da çalak bûne. Beşdarbûna nava jîyana partîtî, derbe û burokrasîya Sûrîyayê, dirzîyên duyem ji xeleka dîrokî ya îzolasyonê derketin, ev yek piştî ku li dij Dewleta Osmanî derketin û piştra tevlî kedên Feyselê Yekem bûn ji bo avakirina herêmeka erebî li ser bermahîyên Împeratorîya Osmanî, pêk hat. Her wiha, piştra ji nimûneyên dewletên piçûk û lawaz ku general Goru berîya zêdetirî 100 salî xêz kir derketin, dema ku generalê fransiz li pêşîya du bijardeyan  bû ku şêwirmendê wî Caix jê ra pêşinyaz kir: An avakirina neteweyeka sûrîyayî ku hîn çênebûye, an jî piştgirîya hemû dîyardeyên ku piştgirîyê didin destwerdana Fransayê. Di wê demê da, Goru bijardeya duyem hilbijart û mêtingerîya xwe ya nû dabeşî 4 dewletên piçûk kir, ew jî Heleb, Şam û dewleta elewî û çiyayê dirzî, piştî qutkirina Lubnanê wekî destpêk. Ev yek jî wekî hewldana dabeşkirina netewperestên ereb bû û xelasbûna ji kêşeya avakirina neteweyeka nû bû.

Lê parçebûna dirzî ya navxweyî di demên berê yên dîrokî da, winda bû. Di demekê da ku malbatên dirzî di nava pêvajoyeka pêşbazîya navxweyî da bûn, hişt ku faktora derve bandorê li hevgirtina civakî bike. Hewldanên bindestîya osmanî û fransayî û hewldanên rejîmên desthilatdar, bû faktoreka yekgirtinê ji bo dirzîyan. Dibe ku ev yek di rûbirûya rejîmê da dubare bibe ku êdî nebû çavkanîya aramîya hundirîn û bûye wekî metirsîyeka derveyî ku gefê li civaka dirzî dixwe.

Siwêyda ji sala 2011an ve, di nava îzolekirineka ne di destê xwe da bû, an jî dibe ku îzolekirineka ji birêveçûyîna bûyerên Sûrîyayê yên xwînrêj bû, ku daxwaza gelekan bûn ku xwe dûrî şerê navxweyî yê belî bikin. Lê îzolekirina Siwêydayê bi şertûmerc bû: Divê beşdarî şer nebe, lê li beramberî wê jî wê ciwanên wê bimînin û neçin leşkerîya neçar. Ev lihevkirina ne eşkere, tiştê herî baş ku Siwêydayê qezenc kir, ku ne tolhildan û ne alîgirî kir di şerekî ku hemû taybetmenîdyên şerê mezhebî di demekê da girtin nava xwe û şerekî vekirî yê xwedî rengê neteweperestî-olî ku Tirkîyayê li dij kurdên Sûrîyayê, bi rê ve dibe.

Di vê navberê da, xwepêşandanên qada Keramayê tiştên ku xwepêşander dixwazin nîşan dide. Ji bilî tiştên lihevkirineka giştî li ser pêkanîna biryara 2254an wekî rêyeka pêkan a çareya alozîya Sûrîyayê, deng hatin bilindkirin ku daxwaza birêveberîyeka xweser a ji bo parêzgehê û derîyekî taybet bi Urdunê ra kirin. Lê berovajî vê daxwazê, dengên din hatin bilindkirin ku birêveberîya xweser li Siwêydayê red kirin û daxwaza çareserîyeka giştî ji bo Sûrîyayê kirin. Ji bilî ku  daxwaza nenavendbûnê ne dijberî çareya giştî ya Sûrîyayê, lê belê wekî çareyeka herêmî ku serwerîya rejîma navendî ya hişk bişkîne, lê nêrînên ku nenavendîbûnê red dikin, ji bo wê yekê ye ku ew bi tirs in wetî kurdan bi serê wan were û bi parçebûnê bên tawanbarkirin, her wiha ew ji wê yekê bitirs in ku vegerin demên berê yên îzolekirinê piştî ku bi awayekî beşî tev li civaka Sûrîyayê bûne.

Dibe ku derbaskirina hizira mezhebî ji xwepêşanderan ra ku vê hizirê Sûrîya wêran kir û civaka wê parçe kir, yek ji ezmûnên ku Siwêydayê ew derbas kirin. Rexnekirina berfireh a partîya Beisê û girtina navendên wê û navlêkirina rejîmê bi beisî, li şûna binavkirina mezhebî wekî ku opozîsyona îslamî û komikên derdora Ixwan El-Muslimîn bi kar tînîn, dirzî ji xîtaba mezhebî parastin. Tevî ku piranîya xwepêşanderan dizanin ku rejîma Sûrîyayê hebûna Beisê di tevahîya Sûrîyayê da kêm kiriye û êdî bûye wekî partîyeka bêyî tu bandor. Lewra, gelo partîya Beisê roleka wê hebû ku heta li dij wê li Siwêydayê derketin, tevî hebûna berbiçav a şepêlên partîyên îdyolojî li parêzgehê?

Dibe ku Siwêyda bi dijwarîyeka zehmet dikarîbû ala ku divîya di xwepêşandanan da were rakirin, hilbijêre û ala 5 sînoran hilbijartin û red kirin ku ala yek ji blokên şerê navxweyî rakin, ala ku xwedî du stêrk an jî xwedî sê stêrk. Tê dîtin ku dirzî komeka ji rêjîm û opozîsyonê cuda ne û ew cihê xeta sêyem digirin, an jî bandorê li xwecihî û olîyê dikin bêhtir ji sûrîyayîbûnê. Lê bilindkirina ala dirzîyan, cewherê tevgera xwepêşandanan kêm nake, wekî tevgereka dijî rejîmê û berpirsyartîya wê ya xerabûna rewşa jîyanê û siyasî.

Her wiha,  tevgera xwepêşandanan gengazîya bertekeka tund ezmûn kir, piştî ku endamên ewlekarîya partîya Beisê gule avêtin xwepêşanderan dema ku ketin navendê. Eger ku niha bi ser ketin ku rewşê aram bikin, lê gengazîya ku rewş ji bin kontrolê derkeve girêdayî biryara rejîmê ya danûstandinan bi xwepêşandanan ra ye, çi bi bikaranîna tundîya ku berê bi kar anî, an jî dorpêçkirina tevahîya parêzgehê û pêkanîna soza xwe ya nemir: Birçîbûn an jî çok danîn. Her wiha, tecrubeya ber bi leşkerîbûnê ve, ew jî girêdayî karîna şêxên olî be ku xwepêşandaran qani bikin ku aram bin. Ev ezmûn mezin e û tê tercîhkirin ku Siwêda bigihêje wê çaxa ku xwepêşandan hetahetayê berdewam bikin, ji ber ku rejîm di zêdetirî deh salên li ser şerê navxweyî da piştrast kir ku ew ji rejîmên ku dîyaloga bi çi tevgereka xwepêşandanan, wekî têkçûnê dibîne.

Di rastîyê da, li pêşîya Siwêydayê tenê tiştek maye ew jî ku waneyan ji tiştên ku di Sûrîyayê da di dirêjahîya 12 salên borî da çêbûne, ji tundî û wêranî û koçberî, bigire. Her wiha ya ku rewşê girêktir dike jî, hebûna lîstikvanên navdewletî û herêmî di hundirê Sûrîyayê da û mezinbûna rola wan û dijberîya berjwendîyên wan. Her wiha, di rastîyê da mirov dikare bibêje ku tiştê li benda Siwêydayê ezmûnên dijwar in ku dê derkevin. Eger ku heta niha dikarîbû parastina aşitîya xwepêşandanên xwe bike û lêvegereka wan a ku nûnertîya daxwazên xwepêşadaran bike û xwe dûrî alîyên navdewletî û herêmî kir, lê ev yek dibe ku di siberojê da berdewam neke, li gor ku rewşa Sûrîyayê û komikên civaka wê di dehsalên borî da dan xuyakirin.