Eydogan têkildarî êrişa li Parîsê: Li gel me belgeyên peywendiya di navbera kûjer û Giladyoya Tirkîyayê de hene

Navenda Kurdî ya Lêkolînan derbarê êrişa li dijî Komeleya Ehmed Kaya ya li Parîsê ku di encamê de sê çalakvanên Kurd(Siyasetmedar Emîne Kara, hûnermend Mîr Perwer û çalakvan Ebdulrehman) şehîd bûn, panêlek bi rêya Zoom organîze kir. Momosteyê ziman û wêjeya kurdî li Fransayê Îbrahîm Seydo Eydogan ku di dema bûyerê de li wir bû û yek ji rayedarên Kurdistaniyên li Fransayê ye û bi desthildariya Fransayê re kete nava peywendiyan da ku sûcê hatîye kirin, were eşkerekirin, beşdarî panêlê bû. Piştî ku panêl bidawî bû, Navenda Kurdî ya Lêkolînan axaftinên Eydogan wekî nivîskî weşand.

Eydogan ev tişt di panêlê de gotin:

“Belê wekî ku di çapemenîyê de belav bûye, ez li cihê bûyerê bûm. Eger ez çend deqeyan dereng nehatime, ez jî bûbûme armanca êrîşê. Tenê ji ber tesedufa jîyanê, ez çûm da ku otombîla xwe li cihekî deyînim, heta ez gihaştim bûyer pêk hatibû. Yanî nava sê çar deqeyan de ew bûyer pêk hatibû. Tişta pêşî destpêkê ji bo ragihandina me û vê nîqaşa me ez dikarim bibêjim, berî her tiştî divê em rê li ber du tiştan bigirin: Ji ber ku ev 5-6 roj in em di nava vê bûyerê de ne, di germahîya bûyerê de em rê li ber belavkirina agahîyên şaş bigirin, lê em dibînin ku em çiqasî mudaxele bikin jî, Mart Wayin digot: Heta ku rastî derkeve holê, derew sê caran li dora dunyayê digere. Piçekî tiştekî wiha ye ya me jî. Li ser nasnameya kujer û li ser motefasyonên wî yên ku ber bi vê kuştinê, vê komkujîyê birine hinek agahî belav dibin di nava civakê de, taybet li ser tora civakî û li ser çapemenîyê jî tê kirin. Ji ber ku em di nava bûyerê de ne, em rasterast dizanin çi pêk hatiye û haya me ji pêşketinên rêya bidestxistina agahîyan heye, em dikarin civakê rasterastir agahdar bikin.

Berî her tiştî nasnameya vî kesî ne giring e, metod li gorî dewran tên guhartin, lê armanc her yek e, kuştina çalakvanên kurd, kuştina wan kesên ku li ser doza kurdî dixebitin, çi hunermend bin, çi siyasetmedar bin, çi milîtanên partî û rêxistinan bin, çi rewşenbîr bin. A niha hûnê bibêjin, mirov çawa dikare evqas tiştan bi hev du girê bide, çima wiha? Ma qey serê sedsala 20î, gava lîsteya rewşenbîrên kurd derxistin û Bedirxan, Cemîl Paşa Zada û Memdûh Selîm Beg û kesên mîna wan giş di nav de, çare nema ku ji Tirkîyayê birevin Sûrîya û Libnanê? Ma di dewreya Şêx Seîd de kesê ku tev li serîhildanê bûbûn û yê ku têkilîya wan bi serîhildanê tune bû jî, li nava Amedê nehatin bidarvekirin? Ku Seyid Ebdulqadir yek ji wan bû ku kurê Şêx Ebdulayê Nehrî bû, li gel ku têkilîya wî ya rasterast bi Şêx Seîd re tune bû jî, ku me heyî ev bi dar ve kirine, em ê van jî pê re bi dar ve bikin. Ma di salên 60î de gelo lîsteyek çênekiribûn gotin ku em ê 1500 rewşenbîr û pêşengên kurdan ji holê rakin, ên ku dikarin di siberojê de civaka kurdî ber bi hev ve bînin û rêbertîya wan bikin. Ma nayê bîra we kî di nava wan de bû? Mûsa Enter di nav de bû, Feqî Hisên di nav de bû, Fayiq Bocax di nav de bû, doktor Şivan di nav de bû, ku ew kes wiha bi zanetî hatibûn hilbijartin ku bi rastî jî bandora wan gelekî li civaka kurdî çêbûbû. Ma piştî 12ê îlonê, hemû şoreşger û xwend e û rewşenbîrên kurd mejbûr nema ku derkevin dervayî Tirkîyayê. Mejbûr man revîyan ji bo ku sax bimînin. Ma di salên 90î de me nedît ku 7 hezar mirovên me ji paş serê wan, bera serê wan dan û ji wan re digotin biker nepen e nizanin, digotin nizanin kujerê wan kî ne û ji holê rakirin. Ma di sala 2000î de me nedît ku hemû endamên HDPyê ku ser li navê partîya nêzikî doza kurdî bûn, dixebitîn, di bin navê cûda cûda yên rêxistinkirin de ew rabûn hemû girtin, îro derdora deh hezar milîtanên HDPyê di zindanan de û ji sedî zêdetir şaredar û em bibêjin kesên hatine hilbijartin di hilbijartinan de di zindanan de ne û bi dehan parlementer û nûnerên civaka gelê kurd neçar mane, derkevin sergûnîyê.

Heger hûn hemûyan di nava hev de bixwînin, hûn ê bibêjin ku ev her du komkujîyên ku li Parîsê pêk hatine jî, berdewamîya siyaset û plandanîneka wiha ku tevgera miletê kurd û doza kurd û kesên ku li doza kurdî xwedî derdikevin, bi awayekî wiha dengê wan biçewisînin ku hew bikaribin rabin ser xwe. Yanî armanc jê tunekirina dengê kurdan e. Metod dikare were guhartin, cih dikare were guhartin, lê belê armanc her yek e. Îro jî em hemû armanc in û dikarin me hemûyan ji holê rakin. Îro jî dikarin bombeyekê têxin bin otombîla min, dikarin ber derîyê komeleyekê, min bikujin û dikarin ber mala min bisekinin û gava ku bikevim mala xwe min bikujin. Em hemû armanc in. Bawer im di beşê duyem û sêyem werin ser rola dewletên din, lê bi giştî min dixwest wiha bibêjim, agahîya yekem heger ez ser hev de bînim, nasnameya wî kesî ne giring e, ew kes ereb be, fransiz be, çeçen be, înglîz be, hîç ne girîng e. Alava duyem jî ew e ku heta ku dozgêr an jî em bibêjin lêkolînerên fermî yên qanûnî yên ku li ser vê dozê dixebitin, agahî nedin civakê, divê mirov qet guh nede agahîyên ku nav civakê belav dibin, lê miletê kurd li ser xwe ye, bi rojane hûn nûçeyan dibînin jixwe, ji bo li ser vê doze neyê girtin, li ber xwe dide  û lazim dibe xwe davêje nava êgir jî, çima? Ji ber ku carekê hatiye serê me, vê carê ji bo ku derengî nekeve û ser wê neyê girtin, çi lazim be tê kirin, bila bawerîya we di vî warî de bi me hebe.

Ji civatê re bibêjim, wê rojê civîneka me hebû, ez û Evîn ku bi navê Emîne tê naskirin û du sê hevalên din, me berê li hev du kiribû ku wê rojê derdora saet 12 em hev du bibînin. Me jihev re gotibû navbera saet 11 û 12 em ê werim komeleyê, em ê li wê derê hev du bibînin, me wiha li hev kiribû. Ez saet 11:39 gihaştim wê taxê, taxa ku komele lê ye. Gava ku ez ê otombîla xwe bi cih bikim, tê wê wateyê ku teqîn pêk hatiye, yanî teqîn di navbera 11:39 û 11:41 de pêk hatiye, ji ber ku ez wê dewreyê min otombîla xwe bi cih dikir. Gava ku ez hatim gihaştim kolanê, min dît ku kolan vala ye, kes nema ye, tu nabêjî dengê teqînê gava ku pêk hatiye, ê ku li kolanê ne, hemû revîyane û xwe xistine paş derîyan. Ew jî tiştekî xwezayî ye, tiştekî mirovî ye. Ez hatim ber derîyê komeleyê min dît ku cenazeyê du kesan li ber derîyê komelê ye. Ji min pê ve kes tune bû. Li ser milê çepê li ber derîyê komeleyê, ji bo kesên ku komeleya me nas dikin ya Parîsê, ji bo ku mirov têkeve komeleyê ji alîyê kolanê ve, mirov deh dozdeh pêleka hildikişe ji bo ku mirov bigihêje derîyê komeleyê. Li alîyê çepê yê derî Ebdulrehman Qizil li erdê bû û li alîyê rastê yê derî jî Evîn li erdê bû. Helbet gava ku hûn xwe têxin cihê min, gava hûn tên cihekî wiha, ne pêkan e hûn bifikirin li wan reşandine an hatine kuştin. Ez dibînim ku du kes li erdê ne, şaş bû min got qey hinek henekê xwe bi min dikin, an filîmek tê kişandin, an wêne tên kişandin, carne şano mano çêdibin, min got belkî tiştekî wiha ye. Te dît carinan tu ji xewê şiyar dibî, tu mala xwe nas nakî, ez ketim wê rewşê. Min wiha li wan nêrî, min got ev çi dibe? Min lê nêrî min dît yekî xwe avêt ser Evîn û mesaja dilî lê kir, di wir de ez fikirîm belkî celte li hinekan ketibe, an hinek hişê wan ji serê wan çûbe, te dît bêhiş dikevin carinan, carinan wan şiyar dikin, mesaja dilî li wan dikin. Min tê dernexist ku êrîşeke çekdarî  çêbûye li wê derê. Gava ku xortek li hûndirê komeleyê bû derket û li xwe xist ku li ber çavê min berdanê û jinek li xwarîngeha pişt min dihat, go yekî birîndar li vî alî ye jî, hîn nû ez lê hayî bûm. Ez hatim ser hişê xwe ku êrîşek çêbûye. Di nava wan sê çar deqeyan de, ku ez hilkişîyam jor ji bo ez teqez bikim ku ev Evîn e an na, ji ber ku civana min bi wê re hebû, min û wê mê hev du bidîta û min ji wê derê bazda gava ku got birîndarek li hundir e, min bazda ez çûm xwaringeha hember, ji bo ku ez bibînim kî li wê derê ye, nizanim kî ne jî. Tenê ez Evîn dizanim, Evîn li wê derê derbek lê ketiye, tiştek pê hatiye, lê ne xwîn xuya ye, ne tişt. Ji ber ku tê wê wateyê ku nû çêbûye, ji bo kesê ku nizanin ez bibêjim, em di van 4-5 rojan de, em bûne pisporê vê jî, gava ku mirov derbeyek bi fişekekê dixwe, di cih de xwîn nayê. Piştî wê du sê deqeyan xwîn tê, ji ber ku di germahîya wê de ew xwîn nagihêje cihê wê. Gava ku ez ketim hundirê xwaringehê, min lê nêrî ku xortek li ser milê xwe yê çepê ketiye li erdê û çavên wî hîn jî vekirî ne. Ez nizanim gelo derb xwariye, an na. Ez wî jî nas nakim. Lê bi dûv re ji min re hate gotin ku ew hozan Mîr Perwer e, ji ber ku min û wî şexsî hev nas nedikir, min tenê navê wî bihîstibû, min dest li milê wî yê rastê da, milê wî yê jorê, ji ber ku ser birîna xwe de ketibû, min got heval tu baş î, li min nihêrî, hîn jî şiyar bû, hîn jî hişê wî li serê wî bû û hê gava ku min li wî dinêrî, ji ber ku gava ku rûyê wî mat bûye û dike şehîd bikeve, min xwe hîs kir ku divê tiştekî bikim li wê derê tuneye, min hîs kir ku ez neçar im li wê derê hevaltîya wî bikim heta ku şehîd bikeve, heta ku ruh bide. Hê di wê kêlîyê de, deqeyek derbas nebû, min dît ambolans hat û dengê erebeya polîsan hat, ez bezîyam derve. Min go haho yek li hundir e birîndar e û hişê wî li serê wî ye, pizîşk û polîs bezîyan hundir, 20-25 deqe mudaxele kir, ê ku hişê wî li serê wî bû tenê Mîr Perwer bû. Lê belê li gel mudaxeleya pizîşk û polîsan jî nikarîbûn wî xelas bikin. Ev kesê ku hatiye êrîşê, yanî berdaye du kesên ku li ber derîyê komeleyê ne û Mîr ku di wê derê de derbas dibû û qeyî xwest mudaxele bike, bû şahidê bûyerê, ew jî bû armanca wê êrîşê, piştî wê gava ku diçe Mîr temam bike, ji ber derîyê komeleyê, berê xwe dide xwaringehê ku Mîr temam bike, li alîyê çepê dibîne ku li ber derîyê saloneka kovêr, yanî berberekî dibîne ku xortek li wî dinêre, hingê dev ji Mîr berdide û berê xwe dide wî xortî. Gava ku berê xwe dide wî xortî, li hundirê salona kovêr 7 kes hene, ew xortê me yê kurmanc in, kurmancên Dêrsimê ne, hingê ew direve salona xwe û xwe davên alîyê paşîn ê wê derê weke odeyeke piçûk, deveke wek tiwalêtê ye, wê derê xwe vedişêrin. Hingê ev ê kujer dikeve hundir û ne xema wî ye, bi qasî ku min ji şahidan bihîst, bi awayekî gelekî rihet tev digerîya. Gava ku derbeya pêşîn bera wan her du kesên li ber derîyê komeleyê da jî, gelekî bi bêhnfirehî meşîyaye û çûye bera serê hevala Evîn da ye. Li wê derê dadikeve bera Mîr dide û ji wê derê diçe, berê xwe dide kovêr û li salona kovêr hûn dibînin çawa tevdigere, ji xwe vîdyoya wê heye, ew vîdyo min bi xwe belav kir, berî ku polîs dest deyînin ser û ji holê rakin, an jî bikin delîla vî sûcî û ji civatê veşêrin, min bi xwe jî telefona xwedîyê wê salonê kir û min li hevalan belav kir, da ku nava torên civakê û televîzyonên kurdî de were belavkirin. Di wir de jî em dibînin ku gelekî ji xwe bawer e, biryardayî ye, hatiye wê derê komkujîyekê pêk bîne û gava ku derbeya yekê davêje û 2-3 kesan birîndar dike û wê derê hîngî xort fêm dikin ku xortên mîna min û we ne, fêm dikin ku êdî ew ê bên kuştin û xwe davêjin ser wî, ji ber ku yekî pîr jî, nikare liberxwe bide û tiştekî nabêje. Ji xwe berxwe nade jî bi qasî ku ez bi wan re peyivim, têra wî lêdixin û dikin ku ser hişê xwe biçe û ser wî rûdinin heta ku polîs tên. Polîs di nava du sê deqeyan de hat, ji ber ku roja yekê me digot qey polîs gelekî derengî hatiye, heta min bi xwe digot ez nîv saetê heta 40 deqe derengî gihaştime ser bûyerê, lê belê gava ku me lê nihêrî, ew hevalên hatine kuştin, heta kîjan deqeya dawî peyam ji hevalên xwe re şandine, gava ku ev agahî hemû gihaştin destê me, em li ser xebitîn ji bo ku em koronolojya vê bûyerê deyînin. Bi qasî agahîyên ku heta duh jî me piştrast kir û ket destê me, peyamên ku ji hevalan re şandine, me dan ber hev du, ev bûyer di navbera 11:37 deqe û heta 11:40 deqe de çêbûye. Ez 11:42 deqe li ber derî bûm, polîs jî 11:43 û 44 deqe gihaşt ber derî. Yanî derengmayîn tê de tune bû, roja yekem me digot qeyî pir derengî çêbûye. Lê tiştekî wiha tune ye û bi xêra wan xortên ku di wê salonê de dixebitîn ev kûjer hate girtin. A girîng çi ye, gelo çend kes wê bihatana kuştin? Bi qasî ku ez dizanim, cenazeyê min jî divê li kêleka yê Evînê bûya, ji ber min û wê dê hev du bidîtaya, du hevalên me yê din jî hebûn ku ew jî li wan derdoran bûn, ew jî gava li wê der bûm gihaştin ser bûyerê, ji ber civana me derdora saet 12:00 bû. Normal divê cenazeyê 4 kesên din li wê derê bûya ku hemû jî kesên wekî min sivîl in, ku hatine alîkarîya komeleyê bikin, ji bo kar û xebatên komeleyê, em bibêjin li wê derê çalakîyek heye, amadekarîya çalakîyeka din heye, çalakîyeka çandî heye, bîranîneka ku em ê alî hev du bikin. yanî civîneka gelekî ji rêzê ye, ne weke ku di çapemenîyê de tê gotin ku civîneka di asta bilind de ye, ji ber ku em ne kesên di asta bilind de ne, em kes in ku hatine amadekarîya çalakîyeka çandî, bîranînekê bikin. Bi vî awayî em dixebitin. Hingê wê derê îstixbaratek heye, agahîyek dane van kujeran gotine li wir civînek heye, hingî vî daye beyî me ji bo me hemûyan li wê derê temam bike. Di çenteyê wî de, agahîya herî giring jî ev e, di çenteyê wî de 29 cercorên tijî hatine girtin, 4 cerjor di destê wî û berîka wî de ne û di çenteyekî de qotîkek heye û di wê qotîkê de 25 cerjorên tijî hene ku hazir in ku mirov  li damançe siwar bike û bikar bîne. Hingê mirov heke 29 cerjoran bihesibîne, ev hesabê kuştina 400-500 kesan kiribû, divê mirov vî hesabî bike, lê armanca wî ew bû ku pêşî komeleyê temam bike, dixwest ew kesên ku tev li wê civînê bibin, bêne kuştin. Lê weke ku ew di îfadeya xwe ya polîsan de  di lêpirsîna polîsan de roja yekem dibêje “Ez hatim sê çar caran li dora komeleyê gerîyam, lê min lê nêrî qerebalix çênabe, qerebalix çênebû, hingê ez mejbûr bûm min go heyî ez hatime û min biryar daye ez ê vê çalakîya xwe pêk bînim. Û îca tiştan xist stûyê kurdan ku kurdan çima DAIŞ bi temamî ji holê ranekir, ji ber wê, girê min li hember kurdan hebû. Min got du agahî hebûn, ev ya sêyem; tiştê ku ev kes ji polîsan re dibêje û di çapemenîyê de derketiye, hemû derew in, hemû senaryoyeke berbad, senaroyeke pir xirab e ku ji bo raya giştî pê were xapandin hatine çêkirin. Em tu carî bawerîya xwe bi van derewan nayînin, bila hayê her kesî jê hebe, ne pêkan e ku em bawerîyê bi van derewan bînin, gava ku mirov dijminê xerîban be, dijminê biyanîyan be li Fransayê, mirov diçe erebên misliman ev ên reşik meşik mirov diçe wan dikuje, bê ku ez bixwazim kesî kêm an jî piçûk bikim. Ji ber ku li Fransayê gava tu bibêjî xerîb kurd nayên bîra xelkê. Kurd miletekî hejmara wan kêm in li Fransayê, nifûsa wan em dibêjin 250 hezar heta 300 hezar de ye û bihtir miletê fransiz ji wan hez dikin, ji ber şerê wan ê li dijî DAIŞê û ji ber ne îslambûna wan. Erê ku misilman in, lê belê ne îslamîst in, ji ber wê nebûna îdeolojîyeka cîhadest û îslamest li gel kurdan, dibe sedem ku di nava miletên rojhilatî de tenê kurd di nava civaka fransî de bên hezkirin û çapemenîya fransayî jî tim bi vî awayî behsa wan dike. Hingî hemû tiştên ku li ser vî kesî û motîvên wî û motevasyonên ku dikin ku ew biçe kuştina kurdan û di çapemenîyê de derketine, hemû derew in, hemû senaryo ne. Yanî dixwazin bi me bidin bawerkirin ku ev kes têkilîya wî tu bixwazî û nexwezî jî bi îstixbarata Tirkîyayê re heye. Îca gelo îstixbarata Fransya û ya tirkan di vir de alîkarîya hev du kirine an na, em hîn baş pê nizanin, tenê em gumanê dibin ser, em dibêjin îhtimalek ku tiştekî wiha hebe. Hingê ev kes rasterast bi awayekî organîzekirî hatibû kuştina kurdan, ji pê ve tiştekî din tune ye, çi pê gotin hemû derew in, ji bo vê yekê em niha wiha dest pê bikin.

Niha gava ku mirov ne di nava rewşê de be, ez zanim tu bi zanebûn vê pirsê dikî ji bo ku tu min bidî axivitin, ez fêm dikim, spas dikim. Mirov ne di nava vê rewşê de be, dibêje bila xwe biparêzin. Em ê çawa xwe biparêzin heyran, gava xelk bê kuştina me em ê çawa xwe biparêzin? Ka bila xelk rabe ji me re bibêje, gava zarokên mirov hebe, her sibeh wan bibe dibistanê, gava mirov her sibehê biçe nanê xwe bikire, gava mirov biçe bazarê, gava mirov biçe hevalên xwe bibîne, divê mirov biçe karê xwe, ma gelo em zilamên biçek deyînin ber xwe ku parastina me bikin. Gava hinek kes bixwazin te bikujin, ew ê te bikujin xelasîya te jê tuneye. Ji ber ku kesê bixwaze min bikuje her ez li kolanê me, her roj ji mala xwe diçim û têm û edrêsa min dîyar e, ev yek. A duyem ew ne karê min û te ye em xwe biparêzin, ev karê dewlet û hikûmetan e. Gava ku bizane nikaribe ewlekarîya hemwelatîyên xwe bi cih bike, hingê ew dewlet têk çûye. Hingê dewlet li xwe mukir were, bibêje heyran ez nikarim we biparêzim, hûn xwe biparêzin. Hingê bila kerem bikin çekan bidin me, hevalên me hene ên ku bikaribin me biparêzin hene. Lê belê dewletên ku em lê dijîn ne dewlet in. Hingê ev her du rêyên ez dibêjim jî rêyên dervayî aqilan e, hingê rêya wê çi ye. Fransa û em bibêjin Vîyene û em bibêjin Austirya em bibêjin Almanya, divê bizanibin. Ez spasîya Nîhad Elqadî dikim ku anî bîra me ku Dr. Ebdulrehman Qasilmo û Dr. Şeref Kendî jî bi heman awayî hatibûn terorkirin û hatibûn kuştin. Îca her du komkujîyên ku li Parîsê pêk hatin, ji 2013 heta îro jî dîsa mirov di heman çarçoveyê de dikare bixwîne. Dijminê kurdan li ku derê be, çalakvan û pêşengên kurdan bigirin dê hewl bidin wan bikujin, hingê rêya wê çi ye? Çareya wê çi ye? Çareya wê ew e ku bi awayekî cidî bê ku ser wan bê girtin, bê ku em bibêjin rastîya li ser van bûyeran bibe qurbanîya têkilî û berjewendîyên di navbera dewletan de. Bi awayekî qanûnî weke ku şopê li dîrokê bihêle, bêne teşhîrkirin ka gelo ev kî ne yên li pey vê bûyerê. Heger Tirkîya ye, li gorî me Tirkîya ye, divê Tirkîya bê teşhîrkirin, di qada navneteweyî de bê teşhîrkirin û bê cezakirin, heger Îran be, divê Îran bê teşhîrkirin û divê bê cezakirin ji ber wê, heke îstixbarata Fransayê ye divê îstixbarata Fransayê bê teşhîrkirin û bê cezakirin. Heger têkilîyên wê û dewleta Tirkîyayê hebê, hingê divê têkîlîyên wê û dewleta tirk bên teşhîrkirin, da ku kesekî din êdî hew karibe cesaretî tiştekî wiha bike û mirovên sivîl li nava qada Ewropayê li bajarekî mîna Parîsê bide ber guleyan. Ji ber wê ku tişta ku mirov bikaribe bike ew e ku em li ser vê dozê bisekinin, da ku rastîya li ser vê dozê tevî têkilîyên li paş perdeyê eşkere bibin û da ku xelk fêm bikin ku kurd êdî bi awayekî zelal li qada Ewropayê ku hatine xwe avêtine wan ji ber ku koçber hemû xwe avêtine bextê wan, xwe avêtine mala wan, ku dunya û alem fêm bike ku kurd armanca êrîşên kujer in ji ber ku çek di destê wan de tune ye, li Ewropayê çek di destê me hemûyan de tune ye. Hingê, li derê, neyarên kurdan divê bên teşhîrkirin û ev statuya kurdan a mexdûriyê û qurbanîyê bê fêmkirin û bibe alav ku doza kurdî jî bê naskirin. Statuya kurdan bê naskirin, hebûna kurdan a Rojhilata Navîn bê naskirin. Yanî ew kesên ku dixwazin kurdan bikujin, heta îro bi hezaran kurd kuştine, me bîska din me dîrok piçekî bi bîra xwe ve anî. Gelo kurd bi wan kuştinan xilas bûn, na. Madem zanin nikarin kurdan xilas bikin, dîsa jî berê xwe didin vê rêyê. Hingê mesele çi ye, mesele ez û tu karin hest û nirxên mirovane bifikirin. Lê dijmin ne wiha ye, kesên bindest, tim siyaset û polîtîkayên wan hene ku ji serdestên xwe hez bikin, ji bo ku serdestan bi wan bidin hezkirin, bibêjin tu rêyên din tune ye, çareserîya ku serdest datîne ber te ya herî baş e, ji bo ku vê yekê bi wan bide qebûlkirin, her tiştî dikin. Lê yê serdest berpirsyarîya wî ew e ku fêm bike ku dijminê wî kî ye, hêza wî digihêje çi?. Êdî em dibînin ku dijmin ne guh dide jinan, ne guh dide zarokan. Berê di şer de te dît digotin jin û zarokan bidin alî, bila mêr biçin, dijmin guh nade van tiştan. Dijmin ji jina kurd ditirse em vê zanin. Ji ber ku ya li Rojava û ya li Rojhilata Navîn rabûye li dijî DAIŞê li dijî cîhadîstan şer kiriye, jina kurd e. Em vê pêşî qebûl bikin, hingê ev yek dijminan ditirsîne, ji ber wê ye ku berê xwe rast dide jina kurd.

Sala 2013an sê jinên kurd hatin kuştin, îsal jî armanc dîsa jineke kurd bû. Em ê jî bi tesedufî bihatine kuştin, lê armanc jina kurd bû. Ha meytê min, ha meytê wê, ji wan re ferq nake, hingê divê ji me re jî ferq neke. Divê weke ku em bixwe hatibin kuştin em li vê dozê xwedî derkevin, ji ber ku heke em wiha nekin ew hevalên me bê sedem hatin kuştin. Ji ber wê ku em li wê dozê xwedî derkevin û em bikin ku wî dengê ku wan hevalên me yên şehîd dabûn pey wê û alaya wê bilind bikin, ev deng li seranserî dunyayê bê belavkirin. Ew qêrîna ku wan însanan belav kir, li dunyayê belav bibe, da ku dengê kurdan bê bihîstin ku mirina wan nebe mirineka bê sedem. Heke na, weke bi hezaran kurdan, weke bi milyonên kurdên penaber ku derketine derve, hemû dê ji koka xwe bêne qutkirin. Hingê dîrokê berpirsyarîyek dane ser me, em bûne şahidê vê bûyerê, me xwe hilnebijart, mejbûr e em vê berpirsyarîyê hilgirin, heta dawîya temenê xwe em ê vê jî bijîn, em ê bibêjin ez du sê deqeyan bi derengî gihaştim ser hevalên xwe, ez gihaştim ser cenazeyê hevalên xwe, min dît ku hozan Mîr Perwer ê ku hişê wî li serê wî bû heta şehadeta wî ez li ber serê wî mam, heta dawîya temenê xwe ez mejbûr im vê bijîm, lê ev yek ji xeynî vê hestyarîyê, berpirsyarîyekê jî datîne ser milê min û milê kesê mîna min, ku em li vê doza wan xwedî derkevin, dengê wan bidin bihîstin û nehêlin doza wan were jibîrkirin û nehêlin ku li ser vê dozê bi awayekî edlî û hiqûqî bê girtin û em alîkarîya wê bikin ku kesên li pey van bûyerên kujer, êdî bi awayekî zelal bêne teşhîrkirin û raya giştî bi awayekî zelal bê agahdarkirin, da ku kesekî din nema karibe cesareta tiştekî wiha bike. Ji ber ku ji kuştina sivîlan xerabtir tiştek li dunyayê tune ye. Lê belê dijminê te guh nade vê yekê û wî mafî di xwe de dibîne ku were li qada Ewropayê jî te bikuje, ew wî mafî di xwe de dibîne, dibêje ez serdestê te me mafê min heye ku ez te bikujim, lê belê kesek jî newêre dengê xwe pê re bike. Hingê sedem çi ye?, ez bi kurtayî bibêjim ji bo ku dema we zêde nexwim, em di wê bawerîyê de ne ku têkilîyên Tirkîyayê yên bi NATOyê re û nêzîkbûna wê bi Îran û Rûsyayê re dibe sedem ku gefan li ser Yekitîya Ewfropayê û Amerîkayê bixwe  û di vî warî de me dît li Siwêdê çalakvanekî kurd hat radestkirin bo Tirkîyayê, hingê em dizanin ku belkî gefek bi vî awayî li ser Fransayê jî hebê li gel ku têkilîyên wan ne zêde baş in bi Tirkîyayê re û Fransa jî bi vî awayî xwe ji hin tiştan re bêdeng bike. Ha hûn bibêjin ku tu li wê dewletê dijî û tu wê dewletê sûcdar dikî, qisûrê nenêre ne karê min ez tu dewletê spî bikim, karê Fransayê ye ku min bide bawerkirin ku bibêje  ezbenî tu nîyeta me tune ye ku em te û hevalên te bidin kuştin û tu destê me jî di vê bûyerê de tune ye. Divê bi min bide îsbatkirin. Min ji rayedarên fransayî re jî got, min got li ser mile we ye, divê hûn me qani bikin ku tilîya we di vê meseleyê de tune ye. Hingê hûn dê çawa bikin bibêjin em ne di nav de ne û em ê bidin pey û em ê eşkere bikin. Niha hîn agahîyên din di destê me de hene, ez ji bo îro jî nikarim ji raya giştî re eşkere bikim, lê têkilîya vî kesî û hikûmeta Tirkîyayê eşkere bûye, tenê delîlan ez niha nikarim bidim we, ji ber ku em hîna li pey piştrastkirina van têkilîyan in. Yanî bi awayekî zelal, bêyî ku em vê meseleyê ji polîsan re bihêlin bê ku em vê meseleyê ji hikûmeta Fransayê re bihêlin, em çend roj in ranazin me daye pey vê meseleyê. Şahid neman ku me lê guhdar nekiriye, telefon nema ku em neketine ka kê ji kê re peyam rê kiriye, ji bo ku em meseleyê fêm bikin. Me têkilîya vî kesî bi hikûmeta Tirkîyayê re eşkere kiriye, lê em li pey piştrastkirina delîlan digerin. Niha gava ku eşkere bû, em ê ji raya giştî re bi daxuyanîyeka çapemenî eşkere bikin û delîlan yeko yeko berî hikûmeta Fransayê, deyînin ber xelkê, hingê hikûmeta Fransayê mejbûr bimîne ku van delîlan cidî bigire û nema karibe veşêre. Tişta ku ji bo niha karibim bibêjim ev e.

Gelek rexne hatin kirin, rast e û mafdar e jî. Em bi salan e li Ewropayê ne, ez bixwe 22 sal in li Fransayê me, çi carên ku çalakîya kurdan çêbûye, dewra Kobanîyê de jî, di dewra bîranînên Helepayê de jî, dewra bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê çêdibin û her cara ku em bixwazin dengê kurdan nîşan bidin, me gelek çalakî kirine. Hejamra wan bi hezaran derbas dike. Tu carê bûyerên wiha çênebûne, ji ber wê ye ku gelek kes dibêjin na kurdan dikarîbû bi awayekî aramtir daxwazên xwe bigotana, çima çûn dikan şikandin. Yek, tu dikan nehatin şikandin. Ew dîmenên ku di televîzyonan de û vîdoyo li ser tora civakî belav bûne, hin zirar dane erebeyan û kevir avêtine polîsan. Ev bûyerên çêbûne, hinek çop jî avêtine ortê û şewitandine. Niha hûnê bibêjin, ma heq bû ku kurd van tiştan bikin, na li gorî min jî ev ne rêyeka baş e, lê heger mirov sedema wê nizanibe, wê bibêjin kurd aqilê wan ne li serê wan e, heger ku doza wan dozeka rewa ye, dîsa jî diçin çalakîyên ne baş dikin.

Ez li wê derê bûm, 5 saetên pêşîn tu çalakî û bûyer tune bûn. Miletê me li wê derê civîyan, miletê me daxwaza agahîyan dikir. Em li wê derê bûn, 3-4 saetên pêşî polîsan em girtibûn, ji ber ku em şahid bûn, dixwestin li me guhdarî bikin, em li cihê bûyerê bûn. Li wê derê em girtin dikanekê nehiştin ku em tev li girseyê bibin, gava ku Wezîrê Karê Hûndir hate wê derê, polîsan ji me re got ji vir derkevin, ên şahid ku rasterast di wê kêlîyê de li wê derê bûn, gava ku wî zilamî fîşek diavête hevalên me ew bixwe re birin cihê polîsan û yên mîna me ên berpirsyar bûn an jî têkilîya wan bi vê bûyerê re hebû, ji me re got ji vê derê biçin. Çima ji ber ku wezîr hat, ez çûm tev li girseyê bûm, tev li xelkê xwe bûm. Li wê derê hîna tu bûyer tune bû, me dît girseya me agahîyan dixwaze, dengê xwe bilind dike, siloganan diavêje, polîsan ew dehef dan. Di nava wan û polîsan de şer derket  û polîsan gaz avêt wan. Milet belav bû, lê milet dîsa civîya. Ji ber ku ew milet hatiye agahîyan. Me got wiha nabe, min peyam ji hevalan re şand min go ka werin em bicivin, hevalên me di cih de hatin, em rayedar û pêşengên civaka kurdî ya Fransayê em 4-5 li hev du civîyan yên ku peyva wan di nava civakê de tê bihîstin û yê ku civak li wan guhdarî dike. Em rûniştin me got em şandeyekê çêbikin em biçin bi rayedarên polîsan re bicivin, em bibêjin em karin van ciwanan rawestînin, lê hûn jî hinekî aram bin. Em çûn gel polîsan, bawer bikin li pişta min gel hebû û li pêşîya min polîs hebû, ez bi polîsan re dipeyvim, polîsan êrîşî min dikir ji bo ez ji wê derê biçim, min go heyran ez berpirsê vê civakê me, ka mezinê we kî ne bila werin vê derê, em naxwazin şer derkeve. Em hemû rayedarê civaka kurdî em 5 kes in, me naxwazin şer derkeve, em dikarin van ciwanan rawestînin, lê hûn jî polîsên xwe rawestînin, ka bila were mezinê we em bipeyvin. Polîs hatin û mertalê xwe li me xistin û gotin me mejbûr nekin em ê zirarê bigihînin we, me go binêrin dîyar e hûn mijarê ji hev du dernaxin, ji we heye ku em gurupek wiha ne ku hûnê me bi du bombeyên gazê belav bikin, em hatine li meytê hevalên xwe xwedî derkevin. Em agahîyan dixwazin çima hûn li me guhdar nakin, gotin em hîç we guhdar nakin ji vir biçin. Hingê rola min û te xilas dibe, ciwanan hat gotin mamoste hûn ji vir derkevin.

Ez bawer nakim ku destê din di nav de pir bin. Ciwanên me gelekî bi hêrs bûbûn, polîs dixwazin wan ji wê derê derxin, ji xwe ev yek ji alîyê Wezîrê Karê Hûndirîn yê Fransayê ve hate qebûlkirin. Wezîrê karê Hûndirîn ê Fransayê roja yekem êvarê daxuyanî da û got me nedixwest ev dîmen pêk werin, lê belê reftar û tevgera polîsên me jî ne rast bû. Ji ber xelk hatiye dibêje ka ji me re bibêjin çi bûye, polîs dixwaze wan belav bike. Polîsan ji me re got biçin malên xwe, min got çawa hûn dibêjin biçin malên xwe, meytê hevalên me li wir erdê ye, wam fêm nedikir mesele çi ye. Em hîç di tu deran de naçin heta ku hûn agahîyan li ser şehîdên me li ser birîndarên me nedin me, em tu deran de belav nabin. Piştî ku ew şer derket bi saetekê berpirsê polîsan hat ku ka were em bipeyivin. Ez jî di nava şandeyê de bûm, em çûn peyivin tevaya siyasetmedarên me em bi wan re peyivîn, me got sê daxwazên me ji we hene yek polîsên xwe ji vir vekişînin, miletê me hatiye li cenazeyên xwe xwedî derkeve, duyemîn em agahîyan dixwazin divê hûn agahîyên zelal bidin me, niha rewşa hevalên me çi ye divê em zanibin, sê komeleya me bidin me, em şûna xwe li wir deyînin. Polîsan got baş e saetekê bidin me, lê em jî dixwazin van xortan rawestînin. Me got rawestandina xortan deqeyek e, hûn nikarin wan rawestînin, lê em dikarin. Rabûn em derketin pêşîya gel, me go me û polîsan li hev du kiriye saetekê ji me dixwazin heta ku van deran lêkolîna xwe bikin û paqij bikin, polîs dê hemû vekişin, dê komeleya me bidin me. Saetek bi şûn da jî wekî me dixwest û wekî me li hev kiriye vekişîyan û em ketin komeleya xwe. Ji wê demê de, mesele belkî 10 çalakîyên me çêbûne ji roja destpêkê heta niha. Carekê çêbû ew jî ji ber ku hinek nîjadperestên tirk di cihê çalakîyê re derbas bûn û îşareta nîjadperestên tirk li ser gel kirin, wê demê xortên me êrîşî wê erebeyê kirin û wekî din tu bûyer çênebûye. /10/ çalakîyên me çêbûne, tenê di bûyera destpêkê de çêbûn, piştî wê me ewlekarîya xwe bi xwe girt, me ekîpên ewlekarîyê danîn ku ew jî bikarin bandorê li civakê bikin û nehêlin ku xortên me werin provekesyonê, êdî bi awayekî aram derbas bû û hikûmeta Fransayê jî bi me da fêmkirin ku kurd çi bikin jî em fêm dikin ku ew bi hêrs in, kurd birayê me ne û kurd hevalên me ne û doza wan dozeka rewa ye, em qebûl dikin. Wezîrê dadê delekerasyona hevalên me qebûl kir, ji wan re got rast e we ji me re gotibû ku pirsgirêkeka ewlekarîyê heye, ji ber ku dehsalîya komkujîya pêşîn a 2013an a ku Sakîne, Rojbîn û Ronahî tê de hatibûn kuştin, deh salîya wê we daxwaz ji me kiribû ku ewlekarîya we were parastin, me jî cidî negirtibû, lê ji niha û bi şûn da em ê ewlekarîya we pêk bînin, êdî va ye /5/ roj in li ber derîyên hemû komeleyên me yên ku 24 saet vekirî ne ji bo ezayê, li ber derîyê hemû komeleyan du erebeyên polîsan disekinin û bi kêmanî 10-12 polîs li kolanê ne ji bo parastina me li wê derê sekinîne. Gelo ma dê ev bikaribin me ji kuştinê xilas bike. Ez bawer nakim, lê yê ku were kuştina me êdî wê du caran bihesibîne. Ev tenê metodên wiha ne ku rê li ber xelkê digire, rê li ber kuştinên mezin digire û her wiha alîkarîyê dike ku yekser destwerdan bê kirin da ku hejmara kuştîyan kêm bibe. Yanî tişta ku niha karim bibêjim ev e, rewş gelekî aram e û danûstandinên me bi rayedarên hikûmeta Fransayê re hene, him çi walî be, çi şaredar bin. Ji xwe van rojan jî dê şaredarîya mezin a Parîsê jî merasîmeka taybet pêk bîne ji bo cenazeyên me birê bike em li benda xebera cenazeyan in, da ku ji me re were gotin û ew jî merasîmeka taybet bikin, şaredarî xwe daye ber û ku got em ê ji were bikin. Jixwe wezaret û serkkomarîya Fransayê jî di vî warî de daxuyanîyên erênî dane. Heta niha dijminahî di navbera me û wan de tuneye, tenê em li bendê ne ku agahîyên zelal werin ji me re  û hikûmeta Fransayê me qani bike. Em dixwazin bawer bikin, erênî bifikirin ku hikûmeta Fransayê di vir de tilîya wê tê de tuneye, lê ne karê min e ez hikûmeta Fransayê nav vî karî paqij bikim, karê wan e ji ber ku li ser axa wan çêbûye. Hingê berpirsyar ew in û ew divê ban me bikin û me qani bikin û delîlan eşkere bikin ku ew ne di nava vê bûyerê de ne, xelkên din di nava vê bûyerê de ne  û delîlên di destê me de yên têkilîya vî kesî bi îstixbarata Tirkîyayê re divê cidî werin girtin û ji me re eşkere bikin va ye ne wekî bûyera din em ê li ser wê bigirin. Êdî bi zelalî têkilîya wan û giladoya tirkî bi hev du re heye û vê ji raya giştî re eşkere bikin. Yanî em ê dev ji vê dozê bernedin. Em carekê ji mirinê filîtîn, heke lazim bibe bila careka din çêbibe.