MIHEMED SEYÎD RISAS
Serokkomarê Tirkîyayê, Erdogan li ser ritma roja 18ê hezîrana 2023yan roja ku wê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li dar bikevin, dixebite. Ev mijûlbûna Erdogan ne tenê li ser asta Tirkîyayê ye, ango serokkomarî û partîya wî di desthildarîyê de bimîne, lê belê em dibînin ku ew li ser rola Tirkîyayê di alozîya Sûrîyayê de jî li ser ritma heman rojê dixebite.
Ev mijûlbûn vedigere wê yekê ku dosyaya Sûrîyayê êdî bûye mijara nakokîyeka mezin di jîyana siyasî ya Tirkîyayê de ku Erdogan û hevalbendê wî birêveberê Partîya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçeli (a xwedî meylê neteweperestîya toranî ku berovajî Ataturk e ku bawerîya wî bi neteweya Tirkîyayê di çarçoveya sînorê komara sala 1923 dihat), rûbirûyê blokekî din werin; ku ew blok jî ji Partîya Gel a Komarê (Ataturk) û Partîya HDP (ku bawerî bi tîyorîya neteweya demokratîk tîne) û Partîya Ceyîd (ku ji tevgera neteweperestî veqetîya û meyla wê Ataturkî ye) û Partîya El-Seade (ku xwedî meyleka îslamî ye) û her du partîyên nû yên wezîrên karên derve yên berê Ehmed Davutoglu (Partîya Pêşerojê) û Elî Babacan (Partîya Pêşketin û Demokratîk), pêk tê. Ev blokê li dijî Erdogan, dibîne ku pêwîst e Tirkîya dûrî alozîya Sûrîyayê bikeve, bi rêya lihevkirina bi rejîma Sûrîyayê û radestkirina herêmên li bakur û bakurrojavayê Sûrîyayê ji bo rejîma Sûrîyayê. Her wiha, ev blok dibîne ku çareserîya bi rejîmê re, wê penaberên sûrîyayî vegerîne welatê wan û wan dûrî axa Tirkîyayê bikin.
Lê li alîyekî din, lîderê AKPyê, Erdogan ê xwedî meyla îslamî, bi Rûsyayê re li ser lihevkirinekê ku dixwaze wekî ku ew dibêje xeteka ewlekarî li ser dirêjahîya sînorê Sûrîya û Tirkîyayê ava bike, dixebite û bi vê yekê HSDyê bi 30 kîlometer dûrî sînorê Sûrîyayê bixîne. Her wiha, tirkan di vê dema dawî de, belgeyek ku di navbera Mosko û Enqereyê de, di cotmeha 2019an de hatibû îmzekirin û li gorî vê belgeyê wê xeteke ewlekarî ji rojavayê Sûtîyayê heta Serêkanîyê ya rojhilat ava bikin, eşkere kirin. Dîyar e ku tiştên di vê dawîyê de li ser projeya bicihkirina penaberên sûrîyayî yên li Tirkîyayê di wê xeta ewlekarîyê de bi rêya avakirina avahîyên nû ku Tirkîyayê bi pereyên Qeterê ava dike, dikeve berjewendîyên vê projeya Erdogan.
Her wiha, hewildanên Erdogan ên lihevkirina bi rejîma Sûrîyayê re di bin serpereştîya Rûsyayê de jî, di vê çarçoveyê de ye. Dîyar e ku tirk hebûna birêveberîya hikûmeta Sûrîyayê di vê xeta ewlekarî de erênî dibînin, lê divê ewlekarî bi rêya dewrîyeyên Rûsya-Tirkîyayê û pêkanîna hevpeymana Edenayê ya ku di navbera Enqere û Şamê de di sala 1998an de hatibû îmzekirin, pêk were. Li gorî gelek nîşaneyan, Mosko jî bi erênî nêzî vê projeya Erdogan dibe, ji ber ku Rûsya dibîne ku têkilîyên wê yên bi Tirkîyayê re yên bi ji Sûrîyayê re mezintir in û digihêje berjewendîyên hevbeş ên Enqere û Moskoyê, projeya ku Tirkîyayê bikin navenda belavkirina gaza Rûsyayê ji bo Ewropa û cîhanê bi rêya xetên bejahî û daryayî. Lê desthildarîya Sûrîyayê ku dixwaze serwerîya xwe li ser bakur û bakurrojavayê Sûrîyayê vegerîne, dibîne ku ew ê li benda çûyîna Erdogan û partîya wî di hilbijartinên dema pêş de bimîne, madem ku hêzên opozîsyon ên Tirkîyayê dixwazin dûrî alozîya Sûrîyayê bikevin. Lê Erdogan dixwaze ew xeta ewlekarî bike wekî Bakurê Qubrisê ya duyemîn ku tirk li ser serwer in, tevî ku bi hevkarîya Rûsyayê be jî. Lê eger ku serokkomarê Tirkîyayê armancên wî tune bûn ku wan herêman bixe nava sînorê Tirkîyayê û ji Sûrîyayê qut bikin. Ev yek jî eger serokkomarê Tirkîyayê nîyet nake ku wan herêman ji sûrîyayê parçe bike û tev li sînorê Tirkîyayê bike.
Lê ev daxwazên Erdogan rastî nerazîbûna Şamê tê ku serokkomarê Tirkîyayê nikarî êrîşeka bejahî li dijî herêmên li Bakurê Sûrîyayê wekî Tilrifet, Minbic û Kobanîyê pêk bîne. Her wiha, meha borî jî, Erdogan nîyet kir êrîşeka bejahî pêk bîne, da ku bigihêje xeta ewlekarî ya sînorî ya ku behsa wê dike, lê ji ber nerazîbûna Amerîkayê, ev êrîş pêk nehat. Di heman demê de, serokkomarê Tirkîyayê meha borî felc bû, dema ku gef, soz û dema êrîşa bejahî dixwar, lê bê ku bikaribe êrîş bike.
Dîyar e ku Erdogan dixwaze bi awayekî lezgîn vê çirava ku ketiye nav, çareser bike. Ji ber ku ev çirav Erdogan felc kiriye û nikare ber bi armanca xwe ve here, ku dixwaze bi hestên neteweperestên tirk ên şofînîst ên xwedî xewn û xeyalên toranî bilîze, da ku wan di hilbijartinan de qezenc bike. Ev armanc Erdogan dibîne eger pêk were, wê wekî destpêkekê be ji bo xelasbûna ji barê penaberên sûrîyayî yên li Tirkîyayê, ji ber alozîya aborî ya dijwar li Tirkîyayê, ev penaber êdî rastî pêleka zêde ya kînê tên.
Li vir, divê em şkestinên Erdogan ên di dosyaya Sûrîyayê de ji destpêka alozîya Sûrîyayê ya 2011an bînin bîra xwe. Di vê çarçoveyê de, dîyar bû ku dema Amerîka wê demê erk da Enqereyê, wê Erdogan di payîza 2011an de di Sûrîyayê de bûya, wekî ku çawa serokê Fransayê Nicolas Sarkozy di buhara 2011an de li Lîbyayê bû dema ku pêşengê destwerdana leşkerî ya NATOyê li dijî rejîma Muemer Qezafî dikir. Lê yê ku rê neda ev senaryoya amerîkayî-tirkîyayî pêk were, destwerdana yekser a Rûsyayê di alozîya Sûrîyayê de û bikaranîna vîto ji alîyê Rûsyayê ve di Encûmena Ewlekarîyê de di cotmeha 2011an de bû. Piştî wê bi mehekê jî, derbasbûna komkeştîyên Deryaya Reş a Rûsyayê li nava beravên Tertûsê. Lê tevî perçebûn û nebûna erka Amerîkayê ji bo tirkan di Sûrîyayê de, ji ber ku Washingtonê di sala 2013an de dev ji alîgirên xwe berda û sala 2011 û 2012 bi gihaştina hêzên îslamî yên Ixwan di desthildarîyê li Misir û Tûnisê de, Erdogan bi tena xwe di nav xewn û armancên xwe de ma. Ji bo vê pêkanîna vê xewnê, Erdogan hêzên îslamî yên sivîl û çekdar ji bo bidestxistina desthildarîyê li Şamê bi rêya hêzên herêmî bi kar anî, wekî ku çawa Tehranê li welatên Mezopotamyayê kir.
Lê dema ku rastî dîwar hat, armanc û hêvîyên xwe kêm kirin û bi kordîneya bi Rûsyayê re sala 2016an dest bi dagîrkirina herêmên Cerablûs, Bab û Izazê kir. Her wiha sala 2018an jî herêma Efrînê dagîr kir û sala piştî wê jî ji Girê Spî heta Serê Kanîyê dagîr kir, li beramberî ku tirk destekê bidin Rûsyayê ji bo derxistina çekdarên îslamî ji rojhilatê Helebê, Xûta, Horan û bakurê Humisê. Tiştê dîyar ew e ku serokkomarê Tirkîyayê bi dagîrkirina Tilrifet, Minbic û Kobanîyê, dixwaze herêmên borî heta rojavayê Idlibê bigihîne hev û hemû bike yek xet. Lê ji ber hewldana wî ya meha borî, xwe felc dît û ditirse ku vê pêşeroja xwe ya siyasî wêran bike û di 18ê hezîrana 2023yan de dawîya siyaseta xwe bîne.
Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî