Erdhej û hilbijartinên Tirkîyayê yên siberojê

FAYIQ YAGAZÎ

Erdheja ku 6ê sibatê rû daye, yek ji mezintirîn bobelatên xwezayê ye ku di vê sedsalê da rû daye. Her wiha, tê gotin ku mezintirîn bobelata xwezayî di dîroka Tirkîyayê da ye. Tevî ku rê li pêşîya bobelatên xwezayî nayê girtin, lê mirov dikare bi rêya tedbîrên pêşwext, asta ziraran kêm bike, di demekê da ku ev mijara herî zêde li Tirkîyayê tê nîqaşkirin.

Di 17ê tebaxa 1999an da, erdhejek li herêma Mermerayê rû da û li gorî hejmarên fermî, di encama vê erdhejê  da zêdetirî 17 hezar kes bû qurbanî. Nîqaşên ku piştî erdhejê çêbûn, biryar hate girtin ku”baca erdhejê” were dayîn, bi armanca ku di erdhejên siberojê da, kes zêde nebin qurbanî û zirar di malûmilkan da zêde çênebe. Li gorî planê, piştgirî ji avahîyên heyî re were kirin, da ku zêdetir karibe li ber xwe bide û li gorî pîvanên berxwedana li hemberî erdhejê, avahîyên nû werin avakirin. Tevî vê yekê jî û komkirina 50 milyar dolarî ji bacên erdhejê di 20 salên dawî da di serdema desthildarîya AKPyê, lê ev pereyên ji bo armanca ku hatiye berhevkirin nehatin bikaranîn. Di dirêjahîya 10 salên borî da, zanyaran bal kişand ser xalên lawaz û xeternak li herêmên ku ji ber erdhejê li Mermerayê wêran kirine, lê hikûmeta AKPyê guh neda hîşyarîyên wan û  gavên pêşwext ên ewlehîya welatîyan neavêt.

Di dema ku ev erdhej rû da, Tirkîyayê amadekarîyên girîngtirîn hilbijartinên giştî û serokatî di dîroka xwe da dike. Ji ber vê yekê, hemleyên hilbijartinê yên hemû partî û kwalîsyonan, herêmên erdhejê armanc girtin. Bo nimûne, têkçûna hikûmeta AKPyê ya di gavên pêşwext ên pêwîst berîya erdhejê û her wiha têkçûna hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê piştî wê, bandoreka xeternak li hemleya wê ya hilbijartinê kir.

Tevî ku hikûmetê nikarîbû gorên pêwîst û konan ji kesên ku xelas bûne ra peyda bike, lê serokkomar Erdogan piştî erdhejê bi sê rojan, ragihand ku ew ê bi rêbazekî ji rêbazan hemû bajarên wêrankirî di nava salekê da ava bike. Erdogan  ji gelê Tirkîyayê dixwaze ku rewşa heyî paşguh bike û careka din piştgirî bidin wî. Di heman demê da, Erdogan bi rêya ragihandina rewşa awarte li herêma erdhejê, opozîsyon bêdeng kir.

Lê me ji alîyê xwe ve (wekî HDPyê) di saetên destpêkê yên erdhejê da, me bi awayekî lezgîn xwe birêxistin kir û em beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn, nexasim bi rêya xebatên ciwanan. Lê derfetên me nebû ku em alavên şaredarîyê bi dest bixin û ji bilî komkirina alîkarîyên mirovî bi rêya birêxistinên partîya me û gihandina wan alîkarîyan li herêmên erdhejê di demeka pir kurt da, me nikarî tiştek bikira, ji ber ku hema bibêje hemû serokên şaredarîyan ên partîya me ji kar hatin derxistin û li cihên wan qeyûm ji alîyê hikûmetê ve hatin erkdarkirin. Me dikarîbû ku alîkarî bigihandine, tevî astengîyên ku li pêşîya me derketin. Li herêma Bazarcixê me baş xwe birêxistin kiribû, lê ji alîyê hikûmeta AKPyê ve wesîyek hate erkdarkirin da ku dest deyîne ser navenda kordîneya alîkarîyê ya taybet bi partîya me. Piştî wê, hikûmeta AKPyê ji bo neamadebûna xwe veşêre, hewl da ku hemû alîkarîyên ku partîyên opozîsyonê û birêxistinên nehikûmî birêxistin dikir, qedexe bike.

Ji destpêkê ve,  wekî HDPyê me stratejîya xwe ya hilbijartinan li ser esasê bidawîkirina “rejîma tekekesî” ya Erdogan û avakirina sîstemeka demokratîk li Tirkîyayê, ji xwe re esas girt. Di vê çarçoveyê da, me amadebûna xwe ya dîyalogê û danûstandinê ya vekirî û zelal bi partîyên opozîsyonê yên din ra, ragihand. Lê tevî vê yekê jî, “Kwalîsyona Ume”yê ku bi navê “Maseya Şeşalî” jî tê naskirin, bi me re nekete peywendîyan, ji ber metirsî û bendên îdyolojî. Lewra, me kwalîsyona “Xebat û Azadî”yê li kêleka hin partî û platformên demokratîk ên çepgir ku nêzî xeta me ye, ava kir. Wekî xeta sêyem, dibe ku hejmara me ya têrker tuneye ku em hikûmeteka altirnatîf ava bikin, lê her kes li ser vê yekê li hev dike ku em dikarin roleka sereke di dîyarkirina kesê serkeftî di hilbijartinên bê da, bilîzin. Bi hêza me ya ku em dikarin bi ser bixin û bi bin bixin, me stratejîya ku Tirkîyayê bibe dewleta demokratîk, danî pêşîya xwe.

Bê gûman, em nikarin bi tu awayî, piştgirîyê bidin “Kwalîsyona Gel” ku AKP û MHPyê ew ava kir. Lê tevî vê yekê jî, eger “Kwalîsyona Ume”yê red kir ku beşdarî dîyalogê yan jî danûstandina bi me re bibe û eger biryara berbijêrekî serokatîyê bide bêyî ku em erê bikin, em ê berbijêrê xwe pêkêş bikin û xeta sêyem ji gel ra pêşinyaz bikin. Di vê rewşê da, dîyar e ku kes nikare di gera yekem da, bi ser bikeve. Piştî vê yekê, em ê ji dîyalog û danûstandina bi “Kwalîsyona Ume”yê di gera duyem da, vekirî bin. Lê di heman demê da, eger wan derîyê xwe li pêşîya me girt, em ê bifikirin ku di gera duyem da, hilbijartinan boykot bikin.

Di hilbijartinên giştî yên sala 2018an da, ji bilî Amedê, li 11 bajarên ku erdhej tê da çêbû, AKPyê li pêş bû. Di hilbijartinên xwecihî ya sala 2019an da, HDP li Amedê bi ser ket û CHP bi desteka me, li Hatayê û Edenê bi ser ket. Her wiha, MHP tenê di bajarekî da bi ser ket, lê AKP di hemû bajarên din da, bi ser ket.

Piştî erdhejê yekser û pêdivîya lezgîn a rizgarkirina mirovan ji binê kavilan û pêşkêşkirina alîkarîyên mirovahî yên sereke ji kesên ku xelas bûne, hevalbendîya AKP û MHPyê  di alîyê birêxistinî da, têk çû. Li ser vî esasî, li dij hikûmetê ne tenê li herêma erdhejê, lê belê li tevahîya Tirkîyayê, helwesteka giştî hebû.

Gelek texmîn dikin ku Erdogan plan dike ku hilbijartinan herî kêm salekê li paş bixe û alîkarîyên erdhejê yên ji tevahîya cîhanê hatiye komkirin, wekî rêbazekî di piştgirîya hemleya xwe ya hilbijartinan da bi kar bîne. Tevî ku destûr rê nade derenxistina hilbijartinan ji bilî rewşa şer, lê dibe ku Erdogan rêbazekî rewakirinê bi kar bîne da ku hilbijartinan, dereng bixe. Her wiha, Erdogan di nameyên xwe yên dawî da, dûbare kir ku wê hilbijartin di 14ê gulanê da were kirin wekî ku jê ra hatiye pilankirin, lê ne gengaz e hilbijartinan bimeşîne û ew tam dizane ku wê têk biçe. Lê em wekî HDP, bi israr in ku hilbijartin di dema xwe da were kirin wekî ku di 18ê hezîrana 2023yan da hatiye plankirin.

Xebata HDPyê ya lêgerîn, rizgarkirin, peydakirin û birêxistinkirina alîkarîyên mirovahî li herêmên ku erdhej tê da çêbûye, niştecihên herêmî bi awayekî baş nirxandin. Tevî ku derfetên me sînordar bûn, lê em her dem li kêleka gel bûn û me bi awayekî aktîv birêxistin kir. Her wiha, kesên ku ne alîgirên partîya me bûn, bi awayekî eşkere ragihandin ku ew ê di hilbijartinên pêş da, dengê xwe bidin HDPyê. Ev yek di nava AKPyê da, rewşeka ne aram ava kir. Em dikarin bibêjin ku rêbazê bersivdayîna erdhejê, wê bandoreka yekser li ser hilbijartinên dema pêş da bike û HDP ji ber keda wê di bobelata erdhejê da, dengan qezenc bike. Em vê yekê ne wekî serkeftina HDPyê tenê dibînin, lê belê wekî serkeftina hemû hêzên demokratîk li Tirkîyayê, dibînin.

Di şertûmercên normal da, AKP û MHP wê bi awayekî teqez di hilbijartinên pêş da, bi bin bikevin. Lê tevî vê yekê jî, teqez e ku ev hilbijartin wê ne di şertûmercên normal da, werin kirin. Erdogan wê hewl bide ku encamên hilbijartinan an bi rêya sextekarîyê an jî bi rêya êrîşên iliktronî, veguhizîne berjewendîyên xwe. Her wiha, dibe ku bihaneyeka destûrî bibîne da ku hilbijartinan bi rêya êrîşeka leşkerî ya li dij herêmên kurdan ên li Bakurê Sûrîyayê, dereng bixe. Ev her du rêbaz jî, pêwîstîya wê bi desteka Rûsyayê heye. Tevî ku Rûsya bi awayekî sereke di pirsgirêkên xwe yên ji ber şerê Ukrayayê rû dane mijûl e, lê serkeftina Erdogan di hilbijartinan da li gorî berjwendîyên xwe yên stratejîk dibîne. Lewra, em dikarin texmîn bikin ku serokê Rûsyayê Pûtin di hemû şertûmercan da, destekê bide Erdogan. Di vê çarçoveyê da, Rûsya berê jî bi êrîşên iliktronî, destwerdan di hilbijartinên Amerîkayê da kir. Her wiha, destwerdan li Tirkîyayê jî kir da ku encamên hilbijartinan ji bo berjewendîyên Erdogan biguhirîne. Lewra eger pêwîstîya Erdogan bi şerekî bi kurdan ra hebe da ku di hilbijartinan da bi ser bikeve, dibe ku Rûsya rê li pêşîya Erdogan hêsan bike, da ku operasyoneka leşkerî li Bakurrojhilatê Sûrîyayê pêk bîne. Dibe ku Erdogan biryarê bide êrîşî bajarê Kobanîyê bike, ji ber ew bajar ji bo kurdan semboleka girîng e. Di rastîyê da, wê ev operasyon ji bo Pûtin û Erdogan, metirsîyeka mezin be û gengaz e ku wê encamên berovajî bi xwe re bîne.

Zêdetirî 10 sal in ku Erdogan sîyaseta derve ya dijminahî dimeşîne û li kêleka wê jî bi berdewamî dengên neteweperestîyê di hûndirê Tirkîyayê da, xurttir dike. Her wiha, her dem di hûndirê Tirkîyayê da, xwe wekî lêderekî niştimanî bi rêya êrîşkirina dij Îsraîl, Amerîka, Yekitîya Ewropayê û Yûnanistanê, nîşan dide. Erdogan bi berdewamî gef li Atînayê dixwar û carekê got “Em ê di şevekê da ji nişka ve werin”, lê Yûnanistan ji yekem dewletên ku alîkarî piştî erdhejê pêşkêş kir. Di heman demê da, Erdogan bi rêya rexnekirina Îsraîlê bi awayekî berdewam, hewl da ku piştgirîya cîhana îslamî werbigire. Lê Îsraîlê wekî Yewnanistanê, bi awayekî lezgîn alîkarî pêşkêş kir. Ev hevgirtina ji dewletên din, derfeteka baş bû ji bo bidawîkirina alozîyan û teşwîqkirina hevkarîyeka nêz. Her wiha, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yekser alîkarîyên mezin rê kirin. Erdogan ku pesnê diplomatîya alîkarîyan bi dewletên din ra kir, spasîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekir, lewra mirov dikare vê yekê wekî nîşaneya dijminahîya bi kurdan re bi nav bike. Tevî ku Tirkîyayê hin têkilîyên xwe yên bazirganî û sîyasî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ra hene, lê ev têkilî di çarçoveya planên wê yên bazirganî yên taybet pêk tên û da ku kurd nebin yek.

Tevî ku erdhej bobelatên xofnak in, lê dibe ku ji bo Tirkîyayê derfetek bi xwe re anîbe da ku ji bobelata dîktetor Erdogan xelas bibe û em nikarin vê derfetê ji dest bidin. Em wekî HDPyê, berpirsyartîya xwe ya dîrokî dizanin û bi israr in tiştên pêwîst pêk bînin. Em ê li bendê bin ku eger wê partîyên opozîsyon wê li gorî tiştên bêwate tevbigerin û derfetekê bidin Erdogan da ku careka din bi ser bikeve, an jî tiştê pêwîst wê bikin û bi “Kwalîsyona Xebat û Azadî”yê ra hevkarîyê bike, da ku em bi hev ra ber bi dewleta demokratîk ve biçin.

Fayiq Yagazî: Nûnerê HDPyê li sazîyên Yekitîya Ewropayê li Strasbourgê

Ev gotar taybet ji bo Navenda Kurdî ya Lêkolînan hatiye nivîsîn.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî