Efrîn di nava berjewendiyên jeopolîtîk de ye

ELKE DANGLET

Ragihandina Rûsya ya destpêkirina êrişên dagirkeriyê li dijî Ukranyayê di êvara 24`ê Sibatê de, ji tevahiya cîhanê re bû şokeke bitirs. Bê gûman, ev êriş qanûna navdewletî bi awayekî eşkere binpê kir. Têkildarî babetê, Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Barbock got:”Îro em di cîhaneke cûda de, şiyar bûn”.

Di rastiyê de, tu bihaneyek tune ye ku êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukranyayê rewa bike. Ji ber ku Ukranyayê tu carî ji nava sînorên xwe li dijî axa Rûsyayê êriş pêk neaniye. Dibe ku ev yek bû sedem ku piştgiriyeke navdewletî bi awayekî dilpak ji aliyê kesayetên siyasî yên ku meylên wan cûda ne jî, ji gelê Ukranyayê re were nîşandan. Yekser jî, Amerîka, Yekitiya Ewropa û heta Almanyayê jî cezayên giran û tund li dijî Rûsyayê birîn û amadekariya pêşwazîkirina hejmarek mezin ji penaberên ukranî kirin. Di heman demê de, dezgehên çapemenî yên cîhanî jî bal kişand ser êş û azarên xelkê ukranî yên ku tevî çenteyên xwe asê mane û niha bi hejmarên mezin dirivin. Lê ji aliyekî din ve jî, dezgehên çapemeniyê yên rûsî ku alîgirê dewletê ne, tenê propagandeyê dike.

Lê bi awayekî nakok û nexasim dema ku dewleta Tirkiyeyê ku endameke NATO`yê ye, bajarê Efrînê yê bakur rojavayê Sûriyê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, wê demê hemû dezgehên çapemeniyê yên navdewletî bi awayekî kor pişta xwe dane propogandeya Tirkiyeyê, ku Tirkiyê Kurd bi”Cûdaxwaz û terorîst”binav dikirin. Ji xwe ev dagirkirin binpêkirina eşkere ya qanûna navdewletî ye. Her wiha, qet behsa rastiyê nehate kirin ku tu caran êriş ji aliyê Efrînê ve li dijî axa Tirkiyeyê nehatiye kirin, ku Tirkiyeyê ev wekî bihane wekî propogande di bin navê”Xweparastinê”de dikir, da ku dagirkeriya xwe rewa bike. Di heman demê de, dezgehên çapemeniyê yên rojavayî qet êş û azarên xelkê Efrînê ku ji ber bombebarana Tirkiyeyê dîtin, neşopandin. Bê gûman, eger Rûsya pêşî li ber balafirên şer ên Tirkiyeyê venekira, wê ev êş û azar çênebûbûne.

Tevî berdewamkirina binpêkirinên komî yên mafên mirovan û ev binpêkirin hatine belgekirin û di rapora Neteweyên Yekbûyî(NY) de jî hatine bibîrixistin, lê hikûmetên rojavayî bêdeng man, an jî bi awayekî şermok behsa van binpêkirinan kirin û gotinên wekî”Fikar”an jî”Me eleqdar dike ” der barê van binpêkirinan bikar anî.

Ev nêzîkatiya şermok a tenê bi “gotinan” heta roja îro der barê binpêkirinên li Efrînê dewam dike. Ji wê demê ve jî, rexnegirên Tirkiyeyê û xelkê Efrînê yê koçber, alîkarî ji rojavayî dixwazin da ku li dijî dijminahiya Tirkiyeyê ya domdar, bikevin nava tevgerê. Lê bê encam e. Her wiha, birîna cezayan li dijî binpêkirina qanûna navdewletî ji aliyê welatekî NATO`yê ve jî , nehate rojevê.

Rewşa li Ukranyayê bi girêk e û em nikarin bi awayekî giştî li vir nîqaş bikin. Her wiha, ne pêkan e ku em Tirkiyeya biçûk bi Rûsyaya re mezin re bînin hemberî  hev, wekî ku em fîl û mişk bidin ber hev. Li vir armanc tenê ew e ku çawa binpêkirinên qanûnên navdewletî bi du awayan tê nirxandin û çawa ku berjwendiyên jeopolîtîkî qanûna navndewletî û mafên mirovan binpê dike, were zelalkirin.

Rûsya û Tirkiyeyê bi binpêkirina qanûna navdewletî, welatên cîran dagir kirin. Yekser, ceza li ser Rûsyayê hatin birîn, lê di heman demê de destûr ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku berdewam bike û Serêkaniyê û Girê Spî li bakurê rojhilatê Sûriyê di payîza 2019`an de dagir kir. Heta niha jî topbaran û bombebarana li dijî xelkê Bakur Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û civaka navdewletî jî ne guh dide û ne jî şermezar dike. Lewra, ev gotar hewl dide ku çima ev yek tê kirin û piştre sedem û berjewendiyên rojavayî, Rûsya, Amerîka û Tirkiyeyê yên ku ji bo dagirkirina Efrînê gihîştin hev, wê werin nîqaşkirin.

Dagirkirina Efrînê û binpêkirina qanûna navdewletî

Efrîn heta sala 2018`an, herêma herî aram û ewle li Bakurê Sûriyê bû û heta asteke mezin ji belaya “Dewleta Îslamî” û ji encamên aloziya şerê navxweyî yê li dijî rêjîma Esed filitî. Xelkê Efrînê ku piraniya xwe Kurd bûn, di demeke pir kurt de Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirin. Ji destpêkê ve, Êzidî, Suryanî, Ermenî û Ereb bi hev re beşdarî avakirina rêveberiyê bûne. Wekî di cîhanê de tê naskirin, Efrîn bi darên xwe yên zeytûnan navdar e, ku zeyta navdar jê tê derxistin, her wiha sabûna navdar a Helebê jî jê tê derxistin. Bi awayekî gelemperî, herêma Efrînê bi hevûrkirina bi rewşa Sûriyê re, di nava rewşeke baş de bû.

Bi dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêma Efrînê di Adara 2018’an re, her tişt bi awayekî dramatîk guherî. Ji wê demê ve, herêm rastî koçberkirina bi darê zorê, talankirin, wêrankirina cihên çandî, îşkence, kuştin û destavêtina jin û keçan, tê. Her wiha malbatên cihadîstan jî li mal û zeviyên Kurdên koçber bi cih bûne. Di heman demê de, xelkê ku li Efrînê mayî û xwedî baweriyên olî yên cûda ne, ji aliyê rêveberiya ku ji aliyê Enqereyê ve tê birêvebirin, têne neçarkirin ku bibin misilman û bi zorê bibin tirk. Her wiha, destûr tenê ji bo zimanê erebî û tirkî heye û ala neteweyî ya Tirkiyê li her derê hatine hildan û wêneyên Erdogan hemû avahî, dibistan û qadan xemilandine. Bi kurtûkurmancî, her tiştê kurdî ji cihên giştî hatin rakirin.

Ev kiryarên hovane heta roja me ya îro dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, di Çileya îsal de artêşa Tirkiyeyê gundên Semoqa û Werdiyê yên herêma Şehba ya di navbera Efrîn û Helebê de bombebaran kirin. Xwe wekî tê zanîn li herêma Şehbayê bi hezaran koçberên Efrînê di kampan de dijîn. Diyar e ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze qada dagirkeriya xwe li vê herêmê berfireh bike û dibe ku pêleke nû ya koçberan ji herêma Şehbayê ber bi Bakurê Rojhilatê Sûriyê ve pêk were. Di heman demê de, çeteyên Lîwa Sultan Murad ên girêdayî Tirkiyeyê, di destpêka Adara îsal de malên koçberên Efrînê firotin. Her wiha, bi destpêkirina şerê Ukranyayê, gelek rêzeêrişên tund ên Tirkiyeyê li ser herêma Minbicê hatin belgekirin.

Beriya hemleya dagirkeriya Tirkiyeyê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji %96 bûn, lê îro rêjeya wan ji %23 kêmtir e. Her wiha, li gorî hin çavkaniyan dibe ku rêjeya Kurdan li Efrînê dakeve kêmî ji %15. Di heman demê de, ev yek ji bo kêmbûna hejmara Êzidiyan li Efrînê ji dema dagirkeriya Tirkiyeyê ve, derbasdar e. Di vê çarçoveyê de, hejmara wan ji 25 hezarî, bûne 2 hezar.

Piştî bidawîbûna hemleya dagirkeriya Tirkiyeyê, yekser hikûmeta Enqereyê parêzgerê Hatayê ya Tirkiyê wek parêzgerê Efrînê erkdar kir. Balkêş e ku parêzgeha Hatayê ku heta dawiya salên 30`yî yên Sedsala borî wekî beşekî ji Sûriyê ji aliyê Fransayê dihate birêvebirin. Lê Tirkiyeyê bi binpêkirina qanûna navdewletî, Hatayê xiste bazarê û dest danî ser. Di pêvajoya beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Fransa dixwest Tirkiyeyê ji bo li pêşiya Almanyaya Nazî bisekine, bi aliyê xwe ve bişkîne, ji ber vê yekê jî di 1939’an de, piştî referandûmeke sexte çavê xwe li tevlêkirina herêma Hatayê ji Eneqreyê re,  girt. Di encamê de, komên mezin ên xelkê resen hatin qewitandin.

Ev bûyera dîrokî ji aliyê pisporên Rojhilata Navîn ve weke “Nimûneya Iskenderûnê” tê binavkirin. Ji ber ku ev nimûne ji hemleya dagirkeriyê dest pê dike, piştre bicihkirina nifûseke din û bi referandûmê bi dawî dibe. Wekî ku diyar e jî, ji bo Efrînê û herêmên derdora wê jî heman plan tê amadekirin. Di dîrokê de, herêma Efrînê di tomarên rêveberî yên Osmaniyan de bi navê “Kurd Dax” (Çiyayê Kurdan) bû, ku herêma wê heta kûrahiya parêzgeha Hatayê diçû. Lê bi destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê û bêparbûna Kurdan ji hebûna xwe ya ziman û çandî di dema hemleya Tirkkirinê ya bi pêşengiya Ataturk de, navê wan guherî bû “Kurt Dax” (Çiyayê Gur).

Kiryarên ku dikevin çarçoveya dagirkeriyê û niha hikûmeta Tirkiyeyê li Efrînê dike, Peymana Navdewletî ya Laheyê ku li kêleka peymana cenevreyê ya navdewletî girîngtirîn peyman e, binpê dike. Ji ber ku ev beşeke bingehîn a qanûna mirovahî ya navdewletî ye. Nexasim Peymana Laheyê, ku erkên hêzên desthildariya leşkerî li herêmên dagirkirî sînordar dike, li ser hemû alî û dewletên peymankar ferz dike ku erka berpirsyariya kiryarên xwe bigirin ser xwe. Di heman demê de, ev yek ji bo dewlet û komên çekdar ên ku beşdarî nakokiyên leşkerî bûne û red kirin ku prensîbên peymanê bi awayekî eşkere îmze bikin, derbasdar e. Di heman demê de, pîvanên vê peymanê bi dehan salan e,  di bin sîwana pîvanên qanûna navdewletî de aktiv in.

Li gorî xalên vê peymanê, rojane binpêkirinên mezin ji aliyê aliyê artêşa Tirkiyeyê ve tên kirin û ev jî wiha ne:

Li gorî xala 25’an a peymanê, qedexe ye ku bajar, gund, avahî û avahiyên bêparastin rastî êrişê werin an jî werin bombebarankirin.  Lê di wêne û dîmenan de diyar dibe ku çawa gelê Efrînê nexasim ên ku li gundên Efrînê mane, heta niha rastî êriş, heqaret û kuştinê li ser desetê komên îslamî û leşkerên Tirk tên.

Li gorî xala 27’an a peymanê, di dema dorpêçkirin û topbaranê de, divê hemû tedbîr bên girtin, da ku êriş li dijî avahiyên îbadetê, hunerî, zanistî, karên xêrxwaziyê, bermahiyên dîrokî û nexweşxaneyan neyê kirin. Lê di wêneyên ku ji asmanî ve hatine girtin, bombebarana artêşa Tirk bi awayekî zanebûn li dijî perestgehên Êzdiyan û Xiristiyanan, diyar dibe.

Her wiha, di xala 28’an a peymanê de, talankirina bajarok an jî herêmên niştecihbûnê qedexe dike. Lê hejmara binpêkirinên ku bi wêne û dîmenan ku çawa artêşa Tirk û hevalbendên wê gundan talan dikin, hatine belgekirin, tam berovajî xala 28 a peymanê ye. Li gorî belge û çavdêriyê, dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo desteserkirina malên koçberên ji aliyê malbatên cîhadiyan ve, rê û rêbazan hêsan dike. Dewleta Tirkiyeyê ku îdia dike 500 hezar penaberên Sûriyê yên ji Tirkiyê vegerandine Bakurê Sûriyê û li gorî gotegotên Tirkiyeyê piraniya van malbatan Erebên sunî ne ku ji hovîtiya rêjîma Esed ber bi herêmên din li Sûriyê reviyane. Lê di nav van malbatan de, hejmareke mezin ji malbatên cîhadî hene û ev yek jî dihêle ku em “Nimûneya Iskenderûnê” ya sala 1938`an bînin bîra xwe.

Rûsya weke hêzeke ku rejîma Esed diparêze dewam dike, tevî ku encamên neyinî yên binpêkirinên mafên mirovan ji hêla rejîma Esed ve têne kirin, ku herî kêm dê ji bo Pûtin nûçeyên ne baş bin û dê bandorê li tevgera wî a jeopolîtîkî li Sûriyê ji bo vegerandina desthilata Esed li welêt bike, lê di dawiyê dê encamên pêkan bin.

Heta van kêliyan jî, xwestekên xelkê Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji bo xwerêvebirina herêmên xwe, weke metirsiyek li ser Esed tê dîtin. Her wiha, Esed, Pûtîn û Erdogan, tevgerên demokratîk li hûndir û derve ji bo xwe wekî gefekê li ser desthildariya (kesayetî ) dibînin. Hersê jî di nav saziyên dewletê yên welatên xwe de xwedî sazûmaniyeke wekî mafyayê ne. Di heman demê de, veguhirandina ji siyasetê ber bi mafya û tawanên organîzekirî li wan welatan berbelav bûne û bi her awayî parastina sazûmaniya dewleta xwe yên navendî û otorîter dikin. Her wiha şerê kêmneteweyên etnîkî an jî olî  ikin û wan neçar dikin ku bihilin. Ji ber vê yekê, hersê desthilatdar di prensîbê de hemfikir in ku Kurd “cudaxwaz in”, lê Erdogan û Esed jî Kurdan wek “terorîst” jî bi nav dikin.

Bi awayekî domdar, alava propagandeyê ya van her sê aliyan senaryoya tirsnak ya avakirina “dewleta kurdî” dixin rojevê, tevî ku Rêveberiya Xweser her tim piştrast dike ku ew ne daxwaza dewleteke serbixwe û ne jî cudabûna ji Sûriyê dike. Lê belê, daxwazên wê ew in ku herêmên xwe bi awayekî xweser di bin banê welatekî federal de birêve bibe, wekî kanotna Tîrola ya başûrê Îtalyayê. Taybet ku avakirina dewleteke kurdî bi giştî bijarteyeke ne li gorî rastiya heyî ye, ji ber ku di nav gelê kurd li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de homojenî tune ye. Pêşxistina vê propagandaya dijminatî tenê xizmeta xerabkirina navûdengê Kurdan  Kurdan dike.

Planên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê ji aliyê Rûsyayê ve hatin erêkirin, lê bi şertê ku rola Esed ji nû ve li herêma bakur aktiv bibe. Her wiha, eger Rûsyayê qada xwe ya asmanî ji balafirên şer ên Tirkiyeyê re venekira, wê demê Tirkiyeyê nikaribû Efrînê dagir bikira û tevlî xwe bikira. Lewra Moskoyê, Tirkiyeyê di lîstoka jeopolîtîk de, wek leşkerekî dibîne.

Bi awayekî beşî, hin peymanên bazirganiyê yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, dem bi dem bêhnvedanê dide aboriya Tirkiyeyê ya têkçûyî. Bû nimûne, avakirina stasyona nukleerî li Akkuyu bi beşdariya şîrketên dewleta Rûsyayê an jî xeta gazê ya Gazproma Rûsyayê ya bi navê “Turkish Stream” li ser siyaseta navxweyî bandorek aram dike. Her wiha, bi firotina sîstemên moşekî yên rûsî, Rûsyayê bi kîna li hemberî Amerîkayê, dixwest Tirkiyeyê bi sîstema xwe ya leşkerî ve girê bide, ji ber ku Amerîka Tirkiyê weke stasyoneke keştiya balafirên NATO`yê li Rojhilata Navîn dibîne.

Ji aliyê jeopolîtîk ve, qada manorê ya Enqereyê bi Moskoyê re piştî hevkariya bi wê re kêm bûye, ji ber ku Rûsyayê bi danûstandinê, Enqere di aliyê Deryaya Reş de Ii sînorê bakur bêdeng kiriye. Her wiha, bi heman awayî, ew ji sînorê başûr ê bi Sûriyê re bo darê zorê bêdeng kiriye. Bi vê yekê û li gorî van hevkêşeyên leşkerî careke din girîngiya rola artêşa Tirk derket holê. Hîn Rûsya rola “Mêrê bi hêz” dilîze û ji bo ku gelê Tirk tevî aloziya aborî jî, dilsozê Erdogan bimîne, di nava tevgerê de ye.

Pûtîn baş dizane ku mijara neteweperestiya Tirk bi rêya anîna dijmenekî derve bikar bîne, da ku dilsoziya gelê Tirk bi dest bixe. Dibe ku were texmînkirin ku Rûsya hewl dide Tirkiyeyê ji hevalbendiya Ewropayê derxîne. Lê ev yek ne rast e. Giringiya Tirkiyeyê ji bo Pûtin ew e ku Tirkiyeyê li dijî Yekitiya Ewropayê bikar bîne. Şandina balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê ji bo Ukranyayê, nîşaneyeke baş a hevaltiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye.

Demek dirêj derbas nabe heta ku Pûtîn zû yan dereng dersekê bide Tirkiyeyê. Tirkiyeyê dê careke din hêrsa kûr a li hember Rûsyayê bi bîr bîne, ku di gelek şerên Rûsya -Tirkiyeyê de bandor li dîrokê kiriye. Ji ber vê yekê jî bi awayekî mentiqî ku Tirkiye dixwaze derî ji Ewropayê re vekirî bihêle û tirsa Ewropayê ya ji pêlên nû yên penaberan wekî hêzeke siyasî bikar bîne.

Eger pêlên nû yên penaberan ji Ukranyayê ber bi Ewropayê ve biçin, dibe ku şerê li Ukranyayê Tirkiyê ji vê bazara danûstandinê bêpar bike. Di heman demê de, a balkêş ew e ku ger fîloya şer a Rûsyayê ji Deryaya Reş ber bi Bosporê ve biçe, dê çi bibe. Ji ber ku eger şerek rû da, destûr ji Tirkiyeyê re tê dayîn ku tengavê bigire û Ewropa dikare vê kiryarê ji Tirkiyê wekî tedbîrek cezakirinê texmîn bike. Ger Erdogan fermanê bide, Pûtin dikare di berdêla wê de zembera petrol û gaza Tirkiyê bigire û nehêle geştiyarên rûsî derbasî Tirkiyê bibin, an jî dibe ku avakirina stasyona nukleerî li Tirkiyê rawestîne.

Têkiliya Tirkiyê bi Sûriyeyê re

Armanca rûxandina Esed li Sûriyê bi piştgiriya DAIŞ`ê êdî ne di rojeva Erdogan de ye . Lê li şûna wê, du zalimên ku di şerê li dijî dijminê qaşo hevpar yê “Kurd” de,  berê “hevalên herî baş” bûn, ji nû ve li hev dicivin.

Dezgehên çapemeniyê yên propogandeyê  yên li Tirkiyê û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê, hewldanên demokratîk ên partiyên sereke yên li Bakurê Sûriyeyê wekî şaxên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) ku heta niha jî weke “rêxistineke terorîst” tê binavkirin, dibînin. Dewekta Tirkiyeyê jî vê yekê ji bo rewakirina şerên yên dijminahî li Bakurê Sûriyeyê ku qanûna navdewletî binpê dike, bikar tîne û bi vî awayî li Ewropayê, bi taybetî jî li Almanyayê, wekî zemînekî baş dibîne.

Her wiha, li gorî raporeke ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) di sala 2021’an de belav kiriye, bi armanca berfirehkirina herêma dagirkeriyê, artêşa Tirkiyeyê derdora 47 êrişên bejayî pêk anîn. Her wiha, artêşa Tirkiyeyê hezar û 300 êriş bi çekên giran, 7 hezar topên hawan  û tank û derdora 89’an êrişên bi balafirên bêmirov, pêk anîn.

Ji wan êrişên herî bi bandor wiha ne:

-52 êrişên bi çekên sekvanî li dijî sivîlan hatin kirin da ku neçin nava zeviyên xwe yên çandiniyê.

-58 gund û sê bajarok(Zirgan, Eyn Îsa, Til Rifet), her wiha herêmên ku sivîl têde dijîn li Qamişlo, Kobanê û Til Temirê, hatin hedefgirtin.

-Zêdetirî 700 sivîl sala 2021`an li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin revandin.

-22 cihên arkeolojîk hatin wêrankirin û talankirin.

-Li gorî raporê, di çarçoveya bersivdayîan êrişên Tirkiyeyê û şopandina şaneyên DAIŞ`ê de, derdora 148 şervanên QSD`ê di sala 2021`an de, jiyana xwe ji dest dan.

Bi gelemperî, ji bilî tunekirina gelê kurd li Efrînê û çanda wan jî, armanca sereke ya Tirkiyeyê xelasbûna ji penaberên sûrî ye ku ji ber aloziya aborî ya Tirkiyeyê bûne kêşeyeke navxweyî. Lewra, Tirkiyeyê hewl dide wan penaberan li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê, bicih bike. Lê ew penaberên sûrî naxwazin vegerin warên xwe yên resen, ji ber ku ew dizanin bi hebûna Esed dê çi bi serê wan were. Tevî ku Wezîrê Derve yê Sûriyê gelek caran li ser ihtimala vegera wan, bê ku rastî astengiyan werin, piştrast kir.

Enqer li gorî mantiqê ku dibêje “Tecrûbe baş fêrî mirovan dike ” tevdigere, lewra tişta ku ji Tirkiyeyê re maye ew e ku Bakurê Sûriyê ji “dijminên” ku mejiyê wan demokratîk in paqij bike. Piştre, penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê dijîn, li wir bi cih bike û rêveberiyek di bin kontrola Tirkiyeyê  de ava bike.

Ji bo pêkanîna vê armancê jî, Enqere piştgiriyê dide şerîketa dewletê avahiya ya hikûmetê “TOKI” da ku xaniyên nû li herêmên dagirkirî ava bike. Her wiha, rêxistinên mirovî yên îslamî mizgeftan li gundên ku berê Êzidî têde dijiyan ava dikin û êzidiyên mayî neçar dikin ku wek koleyan ji bo xizmeta Erebên nû yan jî malbatên cîhadî yên li zevî yan zeviyên zeytûnan ên ku berê rojek ji rojan ên wan bûn, bixebitin.

Washington û Rêveberiya Xweser

Ji bo Amerîkayê, QSD`ê  wekî hêzeke bejayî di şerê li dijî DAIŞ`ê de, tê qebûlkirin. Lê divê em rawestin û xwe nexapînin, Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Êzidî ne ji bo Amerîkayê û ne jî ji bo Serokê wê  Biden  ne xem e. Amerîka tenê amade ye, ji ber ku dixwaze hebûna împratorî û gotinên xwe li herêmê biparêze.

Ev nêzîkatiya Amerîkayê ji aliyê Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump di dema dagirkirina Serêkaniyê û Til Girê Spî di sala 2019’an de, bi awayekî zelal wiha hate gotin “Li Sûriyeyê bi têra Kurdan çolistan  heye”. Her wiha, bi vekişîna leşkerên Amerîkayê re, Trump erêkirina êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê da. Di rastiyê de, divê Erdogan piştigirya nêzîkatiya Trump bike û piştrast bike: ” Bi rastî çima em Kurdên Sûriyeyê naşînin çolistanê wek ku me berê bi sere Ermeniyan de kiribû? Bi rastî jî Tirkiyeyê di dema qirkirina Ermeniyan de ev yek pêk anî.

Ji bo Amerîkayê, ev herêm ji bo sînordarkirina hebûna Îran û milîsên Hizbullahê yên ku Îran piştgiriya wan dike û bi Rûsya û rejîma Esed re hevalbend e, giring e. Bi awayekî piratîk, serweriya asmanî ya Washingtonê li ser herêmên Rêveberiya Xweser heye, lewra girtina qada asmanî ji balafirên bêmirov û balafirên şer ên Tirkiyeyê re hêsan e. Lê, di heman demê de baregeha asmanî ya Încîrlîkê ya Amerîkayê li Tirkiyeyê heye ku dibe ku serikên moşekên nukleerî tê de hebin, her wiha Tirkiyeyê bi xwe jî dewlateke NATO`yê ye.

Lewra, cezakirina Rûsyayê ji ber binpêkirinên wê yên niha ji qanûna navdewletî li Ukranyayê hêsantir e ku hevkarekî xwe yê NATO ku qanûna  navdewletî li Rojhilata Navîn binpê dike, ceza bike. Di demekê de ku ewropî hest bi dûrbûna Sûriyeyê  û Iraqê dikin, lê Ukranya li ber deriyê wan e.

Piraniya caran, dezgehên çapemeniyê yên rojavayî, desteserkirina petrolê yên li herêma Rêveberiya Xweser ji aliyê Amerîkayê, bibîr dixe. Ev propagandayeke xwerû ye. Ji ber ku navendên hilberînê di rewşeke xerab de ne û ne aktiv in. Her wiha, qirêjiya jîngehê li herêmên ku bîrên petrolê têde hene pir zêde ye û mazota ku tê hilberandin ne baş e. Lewra, ji bo Amerîka tu sûd têde tune ye ku bi awayekî cidî bikeve nava bazirganiya petrolê. Lê ji aliyekî din ve jî, hewldan hene navendên hilberînê bêne nûjenkirin û ev yek jî dê Rêveberiya Xweser sûdê jê bigire û bandorê li pêdiviyên enerjiyê yên Amerîkayê neke.

Rola Almanya û YE`yê

“Ti dewleta cîhanê napejirîne ku serweriya ti dewletek din ber dest be, eger dewleta cîran bihêz be û bixwaze serweriya wê dewletê binpê bike”, ev yek ji aliyê Wezîra Derve ya Alman Annalena Barbock di  24`ê Sibata 2022`an de, hate gotin. Ew hevokek bihêz û rast e û li ser Rûsyayê bû. Lê gelo, ev hevok ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî ne derbasdar e? Xelkê wê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di nava rewşeke tirsanek de ne, ji ber ku ew nizanin bi êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukranyayê û bala çapemeniyê  ya li ser Rûsya û Ukranyayê, gelo wê Erdogan ji vê rewşê sûd werbigire û êrişeke din li dij Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Ji xwe piştî her tiştî, Erdogan hîn ji encamên şerên wî yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê netirse û diyar ku bi hebûna  “Hevbendiya Desthilatdar” ya Almanyayê jî ne neçar e ji ti encamekê bitirse. Hikûmeta Almanyayê di sala 2019`an de bi ser neket ku “rewşa heyî ya li Sûriyê dê destwerdana leşkerî ya ku li gorî qanûna navneteweyî li dijî komên Kurd tê meşandin rewa bike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Annalena Barbock bal kişand ser wê yekê ku eger ne razîbûna Komara Almanya û Yekitiya Ewropayê bûya, Tirkiyê nikarîbû Efrînê dagir bike bi xwe ve girê bide. Di wê demê de gengaz bû ku cezayan li ser Tirkiyeyê bibire, wekî ku çawa di şerê Ukranyayê li dijî Rûsyayê hatine birîn. Tevî ku, Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Hikûmeta Almanyayê êrişa Tirkiyeyê ya li dij Efrînê li gorî qanûna navdewletî weke “neqanûnî” bi nav kir, lê Berlînê şandina çekan ji Tirkiyeyê re berdewam kir. Tevî ku Tirkiyeyê bê gûman ev çek li Efrînê bikar bianiye. Di heman demê de, hikûmeta Almanyayê wêneyên asmanî ku bi rêya balafirên “AWACS” di çarçoveya Koalîsyona Navndewletî ya li dijî DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê girtibûn, radestî Tirkiyeyê kir. Lê artêşa Tirkiyeyê guh nedida baregehên “Dewleta Îslamî”, lê belê balê dikşîne ser baregehên QSD`ê. Lê Tirkiyeyê bi saya balafirên xwe yên bêmirov, hewcedariya wê bi wêneyên “AWACS” tune ye, ji ber ku Tirkiyeyê herêm desteser kiriye û êdî balafirên şerker ên bê mirov dişîne herêmê.

Ji aliyê siyasî ve, Almanya ji destpêkê ve helwesta xwe ya piştevaniyê ji bo Itîlafa Niştimanî ya Sûrî ku di bin serweriya Ixwan Misilman de ye û jê re tê gotin “Muxalefta Stenbolê”, diyar kir. Bi dagirkirina Efrînê re, Itîlafê bi hevkariya çend endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) nûnertiya berjewendiyên Tirkiyeyê li Efrîna dagirkirî, kir. Di heman demê de, ji demeke dirêj ve nivîsgeha Itîlafê ya li Berlînê ji aliyê hikûmeta Federal a Almnyayê tê fînansekirin. Her wiha, li gorî belgeya ku bi navê “Bundestag Çapkirin Matter 19/1471″ hatiye weşandin, hikûmeta Almanyayê di navbera salên 2016-2017`ande bi 5,452,360,78€ piştgirî daye Itîlafa Sûrî, her wiha sala 2019`an jî Itîlafa Sûrî 274,000.00 € ji hikûmeta Federal a Almanyayê wergirtin. Ev rêxistina siyasî di bin nave hevkariya pêşkeftinê de ji aliyê Civata Almanî ya ji bo Çalakiya Hevbeş a Navdewletî ve hate fînansekirin.

Her wiha, Hikûmeta Almanya bi rêya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ku xezîneyê wê ji aliyê Siyamend Haco ve yê nêzikî ENKS`ê tê birêvebirin, di navbera salên 2013 û 2017`an de derdora 364,753€ dan. Di heman demê de, Hikûmeta Almanya derdora 958,838€ di navbera 2013 û 2017`an projeyên li seranserê Bakurê Sûriyê ku ji aliyê Siyamend Haco ve tê birêvebirin, fînanse kir.

Ji van daneyan, asta hevkariya Hikûmeta Almanyayê bi rêxistinên ku dixwazin Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, diyar dibe. Di heman demê de, ev hevok:”Di nirxandina rewşa Sûriyeyê de, Hikûmeta Almanya xwe dispêre gelek jêderan û di nava xwe de peywendiya xurt a bi nûnerên muxalefta Sûriyê re, wek Desteya Bilind a Danûstandinan û Itîlafa Niştimanî, ENKS`ê ku endama Itîlaf û Desteya Bilind e,  Komîteya Danûstandinan, Siyamend Haco weke çavkaniyek ji çend çavkaniyên din ligel ENKS`ê”  helwesta hikûmeta Almanya bi zelalî nîşan dide.

Ji sala 2019`an û vir ve ne diyar e ku helwesta Almanyayê hatiye guhartin an na.  Lê dema ku mirov li beşdarbûna Komara Federal a Almanyayê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê binêre, diyar dibe ku berjewendiyên Almanya bi rêya herikîna pereyên geşepêdanê û alîkariyên mirovî li herêma rojavayê Firatê û bi taybetî li herêmên Efrîn û Idlibê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, kom bûne. Bû nimûne, rêxistina almanî ya alîkariya xelayê ya cîhanî (Deutsche Welthungerhilfe e.V) plana xwe ya jinûve avakirina malên ku dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê wêran kiribûn ranediwestand, heta ku ji aliyê navdewletî ve nerazîbûn çêbû. Di daxuyaniyê wê rêxistinê de hat gotin: “Piştî lêkolînkirina hemû agahiyan, em gihîştin wê encamê ku malên wêrankirî em jinûve ava nekin. Gûmanên me yên rewa hebûn ku gelo em ê pabendî prensîbên me yên bingehîn ên alîkariyên mirovahî, wek bêalîbûn, di van şert û mercan de, bibin”.

Tiştê ku me li jorê bibîr xistine tiştekî biçûk e. Hikûmeta almanî bi awayekî zêde pereyan dide herêmên Bakurê Rojavayê Sûriyê, lê Rojhilatê Çemê Firatê ku mezintirîn herêma erdnîgarî ya Rêveberiya Xweser e, hema hema bêje bi giştî ji fînansekirina almanî bêpar maye. Dema ku Wezareta Hevkariya Aborî ya Almanya ya Federal (BMZ) biryar bide ku pereyan rêbike herêmên Rêveberiya Xweser, bi baldarî herêmên Ereban ên li Reqa û Dêrezorê hildibijêre, ji bo ku Erdogan hêrs nebe. Erdogan bi xwe  jî dixwaze gelê mexdûr ên li herêma Rêveberiya Xweser ji hemû cûreyên piştgiriyê bêpar bike. Hikûmeta Almanyayê ku peymana penaberan bi hikûmeta Tirkiyeyê  re îmze kir, di wê baweriyê de ye ku her şaştiyek di hesabên wê de dibe ku Erdogan dergehê penaberan ber bi Ewropayê veke, ji ber ku Almanya bi xwe rastî şantajê tê.

Bi rastî kesên ku zirar dîtine, ew penaberên ku Tirkiyê bi siyaseta xwe ya li hember Sûriyê derxistiye holê, ji ber ku bi sed hezaran koçberên ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li herêma Rêveberiya Xweser dijîn. Êrişên berdewam yên Tirkiyeyê bi rêya balafirên bê mirov, topbarana domdar a li dijî herêmê û ambargoya aborî ya li ser herêmê, di van şert û mercên tirsnak de, metirsî ne tenê li ser jiyana koçberan e, lê belê hejmareke zêde ya niştecihên herêmê bi çenteyên xwe yên ji bo derketina ji derve amade ne û li rêyeke ber bi Ewropayê ve digerin. Tirkiyeyê ku di berdêla bi mîlyaran euroyan de, divê penaberan ji Almanyayê dûr bixe, bi polîtîkaya xwe ya neheq ji bo pêkanîna aloziya koçberkirina bi komî, dixebite. Ji ber vê yekê, Komara Almanyayê dê bi pêleke nû ya penaberan re rû bi rû bimîne.

Têkildarî van binpêkirinan, di Kanûna 2019’an de li Parlamentoya Ewropayê Kongreyek hate lidarxistin û tê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişa dewleta Tirk hate nirxandin. Her wiha, tê de hate gotin ku dewleta Tirk gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk anîne, ji wan jî:

1- Binpêkirinên Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Tawanên Qirkirinê: Ji ber qirkirina Kurd û Ereban li Efrîn û Serêkaniyê.

2- Binpêkirinên peymana navdewletî ya bidawîkirina hemû cureyên  cudakariya nijadî, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hemû cureyên cudakariya nijadî li dijî hemû xelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

3-Binpêkirinên peymana navdewletî ya mafên aborî, civakî û çandî li dijî Kurdan û komên din li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê hatine dagirkirin.

4- Binpêkirinên peymana têkoşîna li dijî îşkence û cezayên giran.

5-Binpêkirinên hevpeymanên Ceneverê û protokolên wê.

6- Binpêkirina peymana çekên tradîsyonel bi rêya bikaranîna fosfora spî li Serêkaniyê û Efrînê.

7-Binpêkirinên peymana têkoşîna li dijî cûdahiya li ser jinê (Peymana Jinê), bi rêya êrişên bizanebûn ên dewleta Tirk û komên îslamî yên hevalbendê wê, li ser jinan. Wek mînak qetilkirin siyasermedara Kurd Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyê wê.

8- Binpêkirinên peymana mafên zarokan: Di 2’ê Kanûnê de dewleta Tirkiyeyê li Til Rifatê komkujiyek pêk anî û di encamê de, 8 zarok hatin qetilkirin.

9- Binpêkirinên peymana navdewletî ya bidawîkirina fînansekirina terorê, ku Tirkiyeyê bi berdewamî piştgirî da komên radîkal û rêxistinên cîhadî.

Tevî hebûna van belgeyan, ku diviyabû ji zû de ve ceza li dijî Tirkiyeyê bihate birîn, lê Almanya di sala 2019’an de biryara qedexekirina rêkirina çekan ji bo Tirkiyeyê li ser asta Ewropayê asteng kir. Her wiha, di kongreya wezîrên derve ya li Luksemburgê, Wezîrê Derve yê wê demê yê Almanyayê Heiko Maas banga berdewamiya diyalogê kir ku bandorê li Tirkiyê bike. Di heman demê de, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî bi nameyekê ji Encmûneya Ewropayê re xwest ku di bin ti şert û mercan de ambargoya çekan a hevpar neyê qebûlkirin.

Her wiha Almanya piştgirî neda herêmeke qedexekirina balafirên şer ên Tirkiyeyê wekî beşekî ji Koalîsyona Navndewletî ya li dijî DAIŞ`ê . Tevî ku tê zanîn herêmên ku ew Tirkiyeyê dagir kiriye, bûne hêlîna terorîstên DAIŞ û cîhadiyên din. Di heman demê de, lawazkirina Rêveberiya Xweser dê DAIŞ`ê teşwîq bike ku hêza xwe careke din vegerîne û mixabin ev yek di destpêka vê salê de bi hewldana revandina DAŞ`iyên li zindana Hesekê, hate tekezkirin.

Em hêvî dikin ku di bin sîwana hikûmeta nû ya Almanyayê, Almany gav bi gav helwesta xwe ya di der barê Tirkiyeyê  û doza Kurdan  de ji nû ve di ber çavan re derbas bike, lê divê mirov zêde hêvî neke. Piştî êrişa li ser Efrînê ku qanûna navdewletî binpê kir, seroka wê demê ya Partiya Keskan Annalina Barbuk wiha got: “Eger em binêrin ku çawa NATO hatiye  avakirin, nexasim endamên weke Tirkiyeyê ku me berê tankên almanî dabûn wê, niha û bi bikaranîna çekên ku me dane wê, Efrînê dagir dike. Belê, divê ev yek bi zelalî û eşkere bê gotin. Li Efrînê wek min got, mirov tên dersînorkirin û qanûna navdewletî ji aliyê yek ji hevkarên NATO`yê ve tê binpêkirin. Helbet em nikarin bêdeng bimînin û divê em van binpêkirinan bi tundî rexne bikin û bipirsin: “Rola NATO di Koalîsyona Navdewletî de çi ye?”.

Lê îro û piştî ku nûnera Partiya Kesk Annalena Barbuk erka serokatiya Wezareta Derve bi dest xist, wê çend hefte berê li kêleka civîna NATO ya derbarê Ukranyayê de spasiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu kir û baweriya xwe ya tam bi “Hevkariya almanî-tirkî ya bi hêz! ” anî ziman.

Têbînî: Ev made bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê, taybet ji Navenda Kurdî ya Lêkolînan re hatiye nivîsandin

Elke Danglet di sala 1960`î de ji dayik bûye. Ew zanyareke etnolog û rojnamevan e ku ji salên 1980`an û vir ve giringî dide  “Doza Kurdî”. Her wiha saziya Dêrik e.V li bajaroka Friedrichshain Kreuzberg ava kir. Her wiha niha jî, weke endameke parlementoya partiya DIE LINKE ya li herêma Friedrichshain-Kreuzberg a Berlînê de û berdevka siyaseta koçberiyê, dixebite.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî