Ebdî: Em ji cîhanê dixwazin ji bo aşitiyê piştgiriya me bike 

MEZLÛM EBDÎ

Sala 2014`an, dema ku rêxistina”Dewleta Islamê”têkçûna xwe ya mezin li ser destê me û bi hevkariya Amerîkayê û Koalîsyona Navdewletî dît, wê demê cîhanê bajarê min Kobanê û gelê min Kurdên Sûriyê, nas kir. Ji ber lihevkirinên ku wê demê me çêkirine, bûne sedema bidawîbûna xîlafeta “Dewleta Islamê”di sala 2019`an de. Lê îro, Kobanê careke din rastî gefan tê û bi vê yekê hemû destkeftiyên ku ji ber wan hevkariyan hatine bidestxistin, di metirsiyê de ne. Ev car, gef ji aliyê dewleteke endama NATO`yê têkirin, ne ji aliyê rêxistina”Dewleta Islamê”.

Ev zêdetirî hefteyekê ye, ku hikûmeta serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan topban li ser bajarên me dibarîne û sivîlan dikuje û binesaziya sivîl a giring wêran dike û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku şerê”Dewleta Islamê”dike, hedef digire. Ji bo niştecihên herêmên me, armanc ne tenê, tunekirina”Dewleta Islamê”bû. Di her gava ku me şerê rêxistinê li ser erdê dikir, kêleka wê me gavên ji bo tunekirina îdeolojiya li pişt rêxistinê bi rêya avakirina sîstemekî li ser esasê tevlêbûn, piralî û wekheviyê, diavêt. Wekî mînak li Reqayê ku Ebû Bekir El-Bexdadî serwerî li ser axa “Dewleta Îslamî” dikir, jinên sûrî îro bûne rêveberên berz.

Me HSD`ê sala 2015`an ava kir ku ew jî hevkariyeke di navbera Kurd, Ereb û Aşûriyan de ye û bi têkçûna”Dewleta Islamê”pabend e. Her bajarekî ku me rizgar dikir, me rêveberiyên herêmî ku nûnertiya hemû etnîk û olan dikir, ava kir û cara pêşî li Sûriyê desthilateke wekhev da jinan. Hîn rexne li dijî me hatin kirin ku bi awayekî giştî em ne pabendî rêgezên rojavayî yên demokratîk in. Sîstema me ne ku her tiştê wê temam e, di demekê de ku me şer ji bo parastina hebûna xwe dikir û di bin dorpêçeke aborî ya giran de bû, me sîstem ava kir. Lê dema ku mijar bibe girêdayî rêvebirin û ewlekarî yên ku me afirandin, em ji hemû desthildariyên din li Sûriyê serkeftîtirin. Ev yek jî pêk nedihat, eger ne ji serkeftina li Kobanê û desteka navdewletî ji bo me. Îro, ji ber nîşaneyên êrişê yên Tirkiyeyê li dijî herêmê me, hemû tiştên me ava kirin û destkeftiyên me, di bin gefê de ne.

Zêdetirî deh sivîlên ji Kurd, Êzidî û Xiristiyan, di encama êrişeke li bajarê Dêrikê yê sînorî hatin kuştin. Her wiha, êrişeke din li dijî bargeheke nêzî bajarê Hesekê ku têde ez bi Amerîkayê re ji bo plana operasyonên li dijî”Dewleta Islamê”kar dikim, hate kirin. Ev êriş dûrî hêzên Amerîkayê bi sedan metro pêk hatin. Lê ez texmîn dikim ku ev hewldana kuştina min bû. Her wiha, Tirkiyeyê gelek hevkarên min ên di HSD û rêveberiyên me di vê salê de, kuştin. Di heman demê de, Erdogan, bi gefa êrişeke bejahî, hîna zêdetirî tirs û tevlîheviyê çêdike. Em baş encamên vê êrişê dizanin, ji ber ku beriya niha Tirkiyeyê du caran êriş kiriye.

Ji ber dagirkirina Tirkiyeyê ji Efrînê sala 2018`an û Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an, bi sedhezran kes koçber bûn û kedên navdewletî yên şerê li dijî rêxistina”Dewleta Islamê”hatin rawestandin. Îro û piştî çend salan ji serweriya Tirkiyeyê, li wan herêman tevlîhevî û bê aramî heye, di heman demê de şerê navxweyî jî heye û hêzên tundraw jî belav dibin. Li heman herêmên ku rêveberiyên me berê parastina hevjiyana etnîkî û azadiya olî û mafê jinê dikir, hêzên Tirkiyeyê û milîsên girêdayî wê îro binpêkirinên nedîtî li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî û jinan bê ceza, dike. Dema ku rêveberiya me Efrîn birêve dibir, bajarê Efrînê tekane beşê li bakur rojavayê Sûriyê ku tundrawên islamî nêzî nebûbûn. Lê dema ku kete bin serweriya Enqereyê, komên girêdayî rêxistina El-Qaîde bi awayekî azad têde tevger dikin. Li wan herêman, di havîna borî de, balafireke Amerîkayê ya mirov, yek ji rêveberên payebilind ê”Dewleta Islamê” Mahir El-Uqal kuşt.

Erdonga hêzên me bi pêkanîna teqîna li Istenbolê tewanbar kirin û ev jî bihaneyeke ji bo şer e. Destûrê bidin ku ez zelal bikim; em vê kiryara terorî şermezar dikin û em hemû tewanên pêkanîna vê êrişê red dikin, em careke din sersaxî ji qurbaniyan re dixwazin. Em careke din banga xwe ya pêkanîna lêkolînê nû dikin û em amadebûna xwe ji bo lêkolînê radigihînin eger lêkolîn hate kirin.

Em daxwaz ji kesî nakin ku ji bo me şer bike, gelê Kurd heta niha li vir e û me bi tenê gelek caran berê liberxwe daye, eger êrişeke din çêbibe, em ê dîsa liberxwe bidin. Tiştê em dixwazin ku cîhan ji bo pêkanîna aşitiyê ya ku herî dijwar e, bi me re be.

Em texmîn dikin ku koka van aloziyên ku êş û azar ji herêma me re anîn, siyasî ye. Di navbera Kurd û Tirkan de, kîneke dîrokî tune ye. Rêveberên Tirkan, bijartiyeke siyasî ji xwe re esas girtine ew jî ew ku Kurd wekî gefeke ewlekarî ne û me ji mafên me yên demokratîk ên bingehîn, bêpar dihêlin. Dema borî, Erdogan bi PKK`ê re ketibû nava danûstandinan da ku şerê çekdarî yê navbera PKK û dewleta Tirk de, bidawî bibe  û doza kurdî bi rêbazên aşitiyane, çareser bibe. Di dema wan danûstandinan de, em bi awayekî aşitiyane bi cîranên xwe yên Tirk re dijiyan. Eger ev danûstandin careke din destpê kir, wê careke din aşitî pêk were.

Sala 2019`an dema ku herêmên me di bin gefê de bûn, PKK`ê careke din bang hevdîtina li ser maseya danûstandinê kir, ji bo lêgerîna li ser çareseriyeke siyasî. Lê ev bang hate paşguhkirin û Tirkiyeyê piştî çend mehan, du bajarên me dagir kirin. Eger ku civaka navdewletî bi awayekî cidî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê sekîniyaba û parastina aşitiyê kiriba, wê rewş bi temamî bihate guhartin. Em nikarin saetê paşde vegerînin, lê em dikarin ji êş û azarên berê fêr bibin.

Em amadebûna xwe ji bo lîstina roleke sûdwar di jinûve destpêkirina van danûstandinan de ji bo em bihêjin aşitiya ku em dixwazin, radigihînin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi awayek yekser gavên li ser erdê biavêje, ji bo rêgirtina li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê û xurtkirina çareseriya siyasî ya doza kurdî li ser esasê demokratî û hevjiyan û mafên hevbar. Hebûna gelê me û ewlekariya herêmê, bi vê yekê re girêdayî ye.

 

Çavkanî: Washington Post

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî