“Doza Kobanê”.. tevahiya çîrokê
Dozeke siyasî ye ku pêwîstiya wê bi çareserkirina navxweyî an jî guhartinek di atmosfêra siyasî ya tirkî de, heye
Lêkolîn bi zimanê erebî jî heye العربية
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
22emîn Dadgeha Cînaî a Bilind a Enqereyê di 16ê gulanê de, cezayên giran di doza bi navê “Doza Kobanê” de, birî. Ji wan cezayan, cezayê girtinê 42 salan li ser Selahdedîn Demîrtaş û cezayê 30 salî jî li ser Fegin Yuksekdag hate birîn, ku berê herdu hevserokên HDPyê bûn.
Beriya derketina biryaran, ev doz bû rojeveke girîng, ku gelek caran ji ber hesabên siyasî yên navxweyî û derve ev doz hatibû paşxistin. Lê piştî derketina biryaran, li Tirkiyayê matmayîbûnek derket holê, nexasim ku ev doz gelek aliyên wê hebûn, ji aliyekî ve guhartina atmosfera siyasî û nîşaneyên çareserkirina aloziya aborî derketibûn holê, her wiha li kêleka wê jî faktora herî girîng jî ku ev doz, girêdayî doza giştî ya kurdan li Tirkiyayê bû. Di encamê de, asta bêhêvîbûnê û bendewariya siberojê zêdetir bû, ku zêdetir tarî bû, di demekê de aloziyên aborî û pevçûnên siyasî ku ji zêdetirî deh salan e, zêdetir bûn.
Di vê lêkolînê de, em ê rêveçûyîna siyasî ya vê dozê û girîngtirîn guhartinên ku tê de çêbûn bînin ser ziman. Di demekê de ku aliyên navxweyî û derve jî piştrast dikin ku ev doz, dozeke siyasî ye û tu bingehên wê yên qanûnî tunene, ku îhtîmal heye bi rêya lihevkirinên siyasî an jî guhartina atmosfera siyasî di hundirê Tirkiyayê de, dadgeh biryarên xwe îbtal bike.
Bûyerên Kobanê çi ne?
Di îlona 2014an de, dema ku rêxistina DAIŞê ya terorîst êrîşî bajarê Kobanê kir ya ku li ser sînorê Pirsûsê ye, di encamê de xwepêşandnên gelekî mezin li Tirkiyayê rû dan. Ev doz jî (Doza Kobanê) navê xwe ji van xwepêşandanan girt. Piştî destpêkirina şer li Sûriyayê û derketina hêzên rejîma Sûriyayê ji bajarê Kobanê, kurdan bi xwe êdî herêma Kobanê bi rê ve bir, da ku herêmê ji êrîşên komên îslamîst ên radîkal biparêzin.
Rêxistina DAIŞê ya terorîst di îlona 2014an de, êrîşeke berfireh li dij Kobanê û gundewarên wê dest pê kir û karîbû di cotmehê de nêzî navenda bajarê Kobanê bibe. Lê di heman demê de, li Tirkiyayê jî, pêvajoya aştiya tirk-kurdan berdewam dikir, ku bi navê “Pêvajoya Çareseriyê” dihat binavkirin.
Ji ber êrîşên rêxistina terorîst, bi sedhezaran kurd û çepgirên tirkan berê xwe dan qadan û çalakiyên “piştgiriya Kobanê” li gelek bajarên Tirkiyayê li dar xistin. Her wiha, rêveberên HDPyê gelek civîn bi desthilatdariya Tirkiyayê re li dar xist, dema ku metirsiya “DAIŞ”ê li ser Kobanê zêdetir bû, ku girîngtirîn daxwazên wan bû ku korîdorekê ji bo bajarê Kobanê yê dorpêçkirî ji aliyê Tirkiyayê ve were vekirin, da ku destekdayînên leşkerî ji herêmên din ên Bakurê Sûriyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, derbasî Kobanê bibe.
Rêxistina DAIŞê ya terorîst heta dawiya kanûna pêşîn a 2014an, dest danî ser 350 gundên Kobanê û zêdetirî 150 hezar ji xelkê Kobanê û derdora wê ji tirsa û mirinê û dîlgirtinê wekî ku çawa li Şingalê rû da, berê xwe dane Tirkiyayê. Di wê demê de, HDPyê hemû rêbazên fişarê yên aşitiyane û demokratîk aktîf kirin da ku bihêlin hikûmeta Tirkiyayê tu astengî ji bo xelkê ku berê xwe dide Tirkiyayê, dernexe.
Hevserokê HDPyê yê wê demê Selahedîn Demîrtaş di 27ê îlona 2014an de ji Washingtonê, hişyarî da ku Kobanê hindik maye bikeve û rêxistina DAIŞê nêzî navenda bajar bûye ku ji bo kurdan ev bajar xwedî sembolek e. Di heman demê de, artêşa Tirkiyayê 500 metro dûrî bajarê Kobanê bû û tenê rewş dişopandin û balafirên Hevpeymana Navdewletî jî ji esman ve, terorîst bombebaran dikirin.
Piştî çend rojan û di 4ê cotmeha 2014an de, Hevserokê PYDyê Salih Muslim daxwaza vekirina korîdorekê ji bo derbasbûna çekan li Kobanê bi rêya Tirkiyayê, kir. Piştî du rojan, rêveberiya HDPyê li ser malpera xwe ya “X” bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan û di encamê de, xwepêşandanên mezin li tevahiya Tirkiyayê çêbûn, nexasim li bajar û herêmên Bakurê Kurdistanê ev xwepêşadan çêbûn.
Di wê pêvajoyê de, serokkomarê Tirkiyayê Erdogan piştî hilbijartinên serokatiyê di sala 2014an de, gera xwe ya yekem li bajarê Dîlokê yê nêzî sînorê Sûriyayê pêk anî. Erdogan di xîtaba xwe de, lixwe mukir hat ku êrîşên hewayî yên yên Hevpeymana Navdewletî ji bo xelaskirina Kobanê û xelkê wê, tenê têrê nakin û destnîşan kir ku divê hevkarî bi komên çekdar ên li ser erdê şer dikin hebê û got: “Her çiqas ku Tirkiya li dij rêxistina PKKyê ya terorîst e, ew li dij rêxistina DAIŞê ya terorîst e.”
Ev xîtaba Erdogan bû sedema nerazbûnekê di nava HDPyê û alîgirên wê de û di encamê de, xwepêşandan berfireh bûn û xwepêşandaran 2 daxwazên sereke kirin:
- Vekirina korîdorekê ji bo Kobanê bi rêya Tirkiyayê, da ku alîkarî ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Bakurê Sûriyayê, derbasî Kobanê bibin.
- Rawestandina destekdayîna Tirkiyayê ji bo rêxistina DAIŞê ya terorîst.
Bi daxuyaniyên MHPya tundraw û Partiya HUDA Parê (bermahiyên Hizbulaha tirkî) û destwerdana bi tund a polîsan, xwepêşandan gurtir bûn. Her wiha, li gelek wîlayetan wekî Batman, Amed, Mêrdîn, Wan û Sêrtê, qedexeya derketina derve hate ragihandin ji aliyê desthilatdariya Tirkiyayê ve.
Wezîrê karê navxweyî yê Tirkiyayê yê wê demê Afka Ala xwepêşandan şermezar kir û gef xwar û got: “Tundî li hemberî tundiyê ye. Divê ev gavên neaqilane yekser werin rawestandin, ku Tirkiyayê ji bo Kobanê tiştek nekiriye, dereweke mezin e. Her tiştê ku tê xwestin Tirkiya dike ji bo sedemên mirovahiyê. Bê guman bi ketina Kobanê û hebûna rêxistineke terorîst a wekî DAIŞê li ser sînorê wê, wê Tirkiya kêfxweş nebe.”
Her wiha, di 9ê cotmeha 2014an de, Demîrtaş piştrast kir ku HDPyê banga tundiyê an jî bikaranîna çekan nekiriye, lê belê banga bikaranîna mafê xwe yê destûrî yê redkirinê û daxwaza aşitiyane bi rêya kolanê kiriye û li Amedê got: “Hin kes li hin cihan ketine nava xwepêşandanan û kiryarên tundiyê wekî şewitandina alê û zirardayîna binesaziyê pêk anîne, lê ev yek ne banga HDPyê ye, ku di encama van bûyeran de tundî zêdetir bû. Werin em bi hev re nehêlin ku hovîtiya DAIŞê li ser axa me berdewam bike, em bi hev re şerê wê bikin.”
Her wiha Demîrtaş destnîşan kir ku nameyên nivîskî yên bi rêveberê PKKyê re Abdulah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê, nîşan dide ku Ocalan pêşniyaz kir ku bi hemû aliyan ve divê diyalog û danûstandin were bilezkirin, da ku li beramberî metirsiya vê komkujiyê, were sekinandin. Di heman demê de, Ocalan banga bidawîkirina xwepêşandanan kir, lê anî ziman ku divê destekdayîna ji xelkê Kobanê re bi hemû awayan berdewam bike. Demîrtaş hatibû erkdarkirin ku gotinên Ocalan bigihîne, ku ev yek jî hişt alozî bi dawî bibe. Ji aliyekî din ve jî di dawiya cotmeha 2014an de, 80 pêşmerge ji Hewlêrê bi rêya deriyê Murşid Pînarê yê Pirsûsê, derbasî Kobanê bûn.
Di bûyerên ku sê rojan dewam kir de (Ji 6 heta 8ê cotmeha 2014an) li Bakurê Kudistanê û Tirkiyayê, li gorî daneyên fermî 37 kesan jiyana xwe ji dest da û 761 kes jî birîndar bûn, ji wan 326 polîs bûn.
Desthilatdariya Tirkiyayê di bûyerên Kobanê yên sala 2014an de, lêpirsînek vekir. Di çarçoveyê lêpirsînê de, derbarê hevserokên HDPyê yên wê demê Demîrtaş û Figîn Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPyê de, lîsteyek ji tawanan hate amadekirin. Di 20ê gulana 2016an de, parêzbendiya parlamentoyê bi dengdayîna piraniya dengan li parlamentoyê li ser kesên borî hate rakirin û partiyên opozîsyonê jî destek dan pêşinyaza desthilatdariyê. Di vê çarçoveyê de, serokê CHPyê yê berê Kemal Kiliçdaroglu bi vê bihaneyê helwesta xwe eşkere kir û got: “Dadwerî ne serbixwe ye, lê em naxwazin xwe li pişt perdeya parêzbendiya parlamentoyê veşêrin. Lîsteya tawanan ku AKPyê amade kiriye ne li gorî destûr e, lê em bêjin erê ji pêşinyazê re.”
Li ser vî esasî, di mijdara 2016an de, Demîrtaş, Yuksekdag û 7 parlamenterên HDPyê bi serdegirtina malên wan de hatin girtin û di 2ê cotmeha 2020î de 17 siyasetmedarên din ên HDPyê hatin girtin di çarçoveya lêpirsîna nivîsgeha serdozgeriya Enqerayê ku lîsteya xwe ya tawanan di 30ê comteha 2020î de, pêşkêş kir. 22emîn Dadgeha Cînaî ya Bilind a Enqereyê di 7ê çileya 2021ê de lîsteya tawanan pejirand, ango piştî zêdetirî 4 salan ji girtina Demîrtaş û Yuksekdag.
Di 16ê gulana 2024an de, biryara “Doza Kobanê de” li dij 108 kesan hate dayîn ku 18 ji wan di zindanê de bûn û 72 jî li dervayî welat bûn. Di vê çarçoveyê de, cezayê 42 salan zindan li Demîrtaş û 30 sal û 3 meh jî li Yuksekdag hate birîn. Her wiha, derheqê Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata biryara berdanê hate dayîn, ji ber ku ji berê de di zindanê de bûn û hukumê ku li wan hat birîn ji dema mayîna wan a di zindanê de hindiktir bû. Her wiha, dadgehê 36 kes jî bêsûc derxistin ji ber ku destwerdana wan di kuştina 6 kesan û hin birîndarkirinên din di dema bûyerên Kobanê de nehat tekezkirin, ji wan Yasîn Boro yê 16 salî. Lê bi giştê hukimê 408 sal û 3 mehan li 23 kesan hat birîn ew jî bi tawanên cur bi cur.
Hûrbîniyên rûniştinê
Ji bilî rojnameven, parêzer û nûnerên partiyên siyasî, li ber tu kesî venebû bo derbasî hola rûniştinê bibin, lê belê du holên din amadekirî bûn ku tê de ekran hebûn da ku cemawer karibin hûrbîniyên darizandinê bi rêhya wan bişopînin. Parêzer û rojnamevanan daxuyanî li pêşiya zindanê dan, paşê berê xwe dan hola dadgehê ya ku tijî cendirme bûbû û wan cendirmeyan wêne bo bîranînê dikşandin.
Rûniştina ku pûtepêdaneke mezin bo wê hat dayîn, tê de herdu hevserokên partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan “DEM Partî” hazir bûn (ew navekî nû ye ji Partiya Demokrat a Gelan HDP ku niha di bin darizandina dadgehê de ye ku doza girtina wê tê kirin), Tolay Hatimoglu û Tuncer Bakîrhan. Her wiha şandeke Partiya Gelan a Komarî CHP ku ji cîgirê serokê partiyê Gul Çiftcî ş cîgirê koma parlementoyê Mahir Başayar, hazir bû. Her wiha hevserokê Partiya Karkerên Tirkiyayê Arkan Baş û cîgira Partiya Karkeran Sêvda Karaca û hin parlementerên partiyan, her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên nehikûmî û balyozxaneyên biyan.
Selahedîn Demîrtaş û hin hevalên wî yên siyasetmedarên ku tawan li wan hatiye barkirin, li rûniştinê hazir nebûn.
Li beramberî wê 10 parêzer û 2676 dozgerî nûnertiya dozê kir, ji wan partî û saziyên fermî, mîna serokatiya karûbarên olî, partiya AKP, Huda PAR û Komeleya Goşt û Masiyan.
Di daxuyaniya hevbeş de ya ku sandîkeyên parêzeran ên wîlayeta Semsûr, Agirî, Batman, Bîngol, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê, hat tekezkirin ku dadwerî li Tirkiyayê bûye aliyek bo dijberiya siyasetê.
Daxuyaniyê tekez kir ku sedema sereke a krîzên welat, dûrbûna ji nirxên demokrat û qanûnî ye, her wiha amaje bi wê yekê kir ku “di Doza Kobanê û biryarên ku hatine dayîn de, çîna civaka opozîsyon û endamên hilbijartî bi destên dadweriyê hatin ceza kirin.” Sêvda Çelik Ozbilgol, ku parêzera yek ji siyasetmedarên girtî ye, got: “Ji destpêka darizandinê ve, regeza wekheviya alavên parastinê û tevahiya regezên edaleta cînaî hatin binpêkirin, regezên qanûna bergiriyên cînaî hat paşguhkirin.. hemû saziyê dewletê destê wan di vê dozê de heye.” Parêzer Fayiq Ozgur Îrol got: “ Ev tawaneke kuştina partiyeke siyasî ye bi destê qanûnê.” Siyasetmedarê girtî, Alb Altînors, di gotina dawî de got: “Biryar dê îro bê ragihandin, lê ez dixwazim 5 dozên sereke derbirîn bikim ku divê di ber çavan re bên derbaskirin di dema ragihandina biryarê de. Tawane tekane ya ku kesên girtî pê hatine tawanbarkirin ew e ku wan banga têkbirina DAIŞê kiriye. Ew komplo ye ku dixwazin bi seba twittekê cezayê hethetayê li me bibirin. Em ji ser gotin û doza xwe venagerin. Tiştê ku bi pênûsê hatiye nivîsin bi tevr nayê birîn. Tu nikarî hukimê li piştgiriya gelan bikî. Tu nikarî dîrokî vajî bikî, dîroka ku bi saya milyonên şahidên derewîn û dozên çêkirî li holên dadgehan çêbûye.”
Dema ku serokê darizandinê biryar ragihand, parêzeran li çepikan dan û dest holê berdan, ku dadwer biryar bi awayekî nehazirî hukum xwend. Dadwer di hukimê xwe de xwe spart ser komeke tawanan ew jî ev in:
- Gefxwarina li yekîtiya dewletê û aştiya xaka wê (carekê)
- Kuştin (37 caran)
- Hewldana kuştinê (31 carekê)
- Talankirin (24 caran)
- Revandin (38 caran)
- Hewldana revandinê (1750 carî)
- Têkbirina malûmilkan bi şewitandinê (397 caran)
- Zirara malûmilkên giştî (1060 carî)
- Zirarkirina malûmilkên giştî bi şewitandinê (503 caran)
- Binpêkirina ewlehiya deverên kar (53 caaran)
- Binpêkirina ewlehiya deverên kar bi şev (294 caran)
- Diziya berçav bi şev (26 caran)
- Diziya berşav bi roj (20 carî)
- Dizî (114 caran)
- Diziya bi şev (272 caran)
- Birînkirina sivik (5 caran)
- Birîndarkirina sivik bi demançeyê (43 caran)
- Birîndarkirina karmendê giştî bi demançeyê (264 caran)
- Birîndarkirina bi qestî ya karmendekî gişî (7 carn)
- Birîndarkirina bi qestî bi çekê ku bi seba wê şkestina hestî çêbûye (carekê)
- Birîndarkirina karmendekî giştî bi qestî bi çekê ku bi seba wê hestiyê wî şkest (carekê)
- Birîndarkirina bi qestî bi demançeyê (78 caran)
- Birîndarkirina karmendekî giştî bi demançeyê (51 carê)
- Binpêkirina azadiya kar û erkdarkirinê (3 caran)
- Xirabkirina cihên olî (4 caran)
- Ji berkirina zarokan (dayîka ducanî) (carekê)
- Şewitandina alê (24 caran)
- Dijberiya qanûna 5816an (25caran)
- Gurkirina pêkanîna tawanan (25 caran)
Demîtaş û Yuksdag dîlên siyasî ne
Di 20 gulana 2016an de, çaxa ku parlementoya Tirkiyayê parastin ser parlementerên ku lîsteya tawanan li dij wan tah amadekirin, rakir, para mezin a Demîrtaş bû di vê lîsteya ku 122 puxe tê de hene li bara bûyerên cuda cuda û di demên cuda de, 31 ji wan di dosyaya dozê ya sereke de hatin komkirin, paşê hat girtin. Hin dozên ku li dij wî vebûbûn hatin xistin, lê hin ji wan berdewam in. Di mijdara 2018an de, Dadgeha Ewrpayê ya Mafên Mirovan got ku girtina Demîrtaş bi seba siyasî ye û bang kir ku bi lez bê serbestberdan. Piştî wê bi rojekê, Erdogan daxuyaniyek da tê de got ku “em ne pabendî biryara Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan in.”
Di 7ê kanûna pêşîn a 2018an de Dadgeha Stenbolê hukimê 4 sal û 8 mehan zindan li Demîrtaş birî bi seba xîtabekê derveyî “Doza Kobanê”, bi vê yekê Demîrtaşê ku berê girtî, di dozeke din de bû tawanbar.
Biryara Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan bo odeya mezin a Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan hat veguhastin, ji ber hin alî li dij wê derketin. Odeya mezin biryar da ku civîneke guhdarkirinê li Stasburgê li dar bixe di 18ê kanûna pêşîn a 2019an de, ku Enqerayê got ku Demîrtaş “bi tawaneke din lê hatiye barkirin”. Li ser vî esasî, parêzerên wî xwestin ku dema girtina wî ji dema cezayê wî bê qutkirin, ji ber wê desthilata Tirkiyayê di îlona 2019an de demîrtaş girt bi seba lêpirsîneke tayebet bo bûyerê Kobanê.
Di vê demê de, xwesteka parêzerên wî hat erêkirin û Demîrtaş serbest hat berdan. Lê vê carê di zinanê de ma bo lêpirsîna “Doza Kobanê”.
Demîrtaş di vê dozê de di îlona 2023yan de wiha parastina xwe kir: “Tu belgeyên heyberî li dij min tunene. Ev doz, tolhildaneke siyasî ye. Em ne bi awayekî qanûnî hatine girtin, em tev de dîlên siyasî ne.” Lê zêde kir û got ku “di wijdanê gel de, biryara dadgehê ne rewa ye.” Figen Kuksidag di parastina xwe de di 20ê kanûna pêşîn de got ku “desthilata siyasî dixwaze dijminatiyê biafirîne û civakî parçe bibe berî hilbijartinên bê, mebesteke siyasî ji girtina wan heye.”
Dozeke siyasî ye ne qanûnî ye?
Dima ku dadgehê biryar ragihandin, Siri Sireya Ondar, yek ji parlementerên “DEM Partî”yê serekiya civîna parlemntoyê dikir. Dema ku hukim derheqê tawanbaran hat bilêvkirin, ku li gorî alfebeyê navên wan dixwend, parlementerên “DEM Partî”yê siloganên piştgiriyê bo hevalên xwe bang kirin û li dij biryarên dadgehê derketin.
Onder yek ji girîngtirî endamên çalak bû di “rêveçûyîna aştiyê” de, ya ku bi destpêşxeriya serokwezîrê wê çaxê, Erdogan dest pê kir. Rewşa xwe ya tenduristî paşguh kir, ku ew nexweşê firehbûna sinirên xwînê di mejî de ye û şêlavka wî werimî ye, her wiha ji balfiran ditirs, Onder berdewam diçû û dihat di navbera Enqera, Amed û Hewlêrê de, dewletê jî ev yek nas dikir.
Piştî ku xwendina biryaran bi dawî bû, Ondar got ku biryara “Doza Kobanê”, dê bibe tawanek li dij darizandina AKPyê di siberojê de çaxa ku rewşa siyasî bê guhartin, ji ber ku ew “diyalogê tawan dibîne”. Axaftina Ondar di parlementoyê de hat qeydkirin ku bi silavdayîna bo hevalên xwe yên di zindanan de bi dawî bû.
Nivîskar û siyasetmedar Altan Tan ê ku di “Doza Kobanê” de hat darizandin ji ber ku endamê Encumana Rêvebera a Bilind a HDPyê bû di sala 2014an de, got: “Ne baş e ku em ewqasî reşbîn bin heta vê astê di siyasetê de. 12 Hukimên berîbûnê hebûn, her wiha hukum li hin hevalên girîng hatin birîn lê serbest hatin berdan. Hukumê bidarvekirinê derheqê Ebdulah Ocelan hat birîn, lê paşê hat redkirin. Dergehê Dadgeha berdewamiyê û Dadgeha Bilind vekiriye bo ku em li dij biryarên derketî derkevin di dozeke neqanûnî de, lê belê siyasî ye. Ez texmîn dikim ku ev biryar dê ji kar bên xistin ji hêla Dadgeha Berdewamiyê an jî Dadgeha Bilind ve.”
Rojnameya Financial Times a birîtanî “Doza Kobanê” wiha dît: “Dadgeha Tirkiyayê hukumê zindanê yê dirêj li 24 siyasetmedarên kurd birî, piştî ku tawanên cur bi cur li wan hatin barkirin.” Her wiha dît ku ev ye “hewldana çewisandina opozîsyonê ye li Tirkiyayê.”
Ajansa “Reuters”ê a Nûçeyan got ku dibe ku ev biryar nearamiyeke siyasî peyda bike û “Doza Kobanê” wekî “dozeke siyasî” bi nav kir.
Rojnameya “DW”yê ya almanî di nûçeya xwe de ya bi navê “hukumê 42 salan li siyasetmedarê kurd Demîrtaş hat birîn” got ku “siyasetmedarê 51 salî yê ku ji sala 2016an ve di zindanê de ye, heta demeke dirêj rikberekî mezin bû ji Erdogan re.”
Kovara “Der Spiegel” a almanî bi bîr xist ku “li Demîrtaş dihat nêrîn ku ew rikberekî siyasî ye ji Erdogan re.”
Her wiha Ajansa “Associated Press”ê ya amerîkayî got ku doza ku girêdayî xwepêşandanên kurdan e ku didîtin helwesta hikûmeta Tirkiyayê tuneye li beramber êrîşa DAIŞê ya li dij bajarê sînorî li Sûriyayê, ango Kobanê, “dozeke siyasî” ye.
Lê ragihandina Tirkiyayê ya opozîsyon û serbixwe, bi dehan gotar weşandin da ku tekez bikin ku ev doz siyasî ye û hukumên ku hatine derxistin xwe spartine tawanên siyasî yên çêkirî ku tu bingehên wê yên qanûnî tunene.