Dirûşma “Jin – Jiyan – Azadî” tecrîda li ser Ocalan radike (3)

FERHAD HEMÎ

Di gotara berê de, me behsa siyaseta nasnameya femînîst û cureyên wê yên protestokirinê bi rêka sembolîzma hîcabê kir, û me behsa cenga di navbera herdu modelên femînîst de kir, ku yek modêla Rojava dipejirîne ya din jî  modelên femînîstên olperest ku hîcab û ebeyê ferz dike dipejirînê. Di  dawîyê de jî, ev herdu modêl heman nêrînê temsîl dikin. Di navbera herdû modêlan de, sirûda “Jin – Jiyan – Azadî” derket holê, ku ji tezên Abdullah Ocalan îlhama xwe girtibû, piştî kuştina Jîna Emînî (Mahsa) derbasî qada civakî ya Îranê bû û ji bo neteweya Îranê asoyên hêviyên mezin hildan.

Ji dema ku dirûşma “Jin – Jiyan – Azadî” li qada xwepêşandanên Îranê rû da û çirûska wê li herêmên Kurdî yên li bakurê rojavayê welêt teqiya, Îdeolojiya rastdariya siyasî, ji bilî “alîgirên Ocalan” ji behskirina têkiliya xwe ya bi dirûşmeya protestoyî ya berzkirî dûr dixist, di nav wan de çend dengbêjên fanatîkên Kurd bi hin tevgerên kevneşopî yên kurdan ve girêdayî ne.

Li aliyê din çend femînîstên Îranî nerazîbûn nîşanî vê redkirina giştî dan û diyar kirin ku dirûşma bilindkirî ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ku niha girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye, ji bo berxwedana tevgera jinên Kurd li dijî desthilatdariya baviksalarî li gel cureyên din ên zextê hatiye pêşniyarkirin. Ev yek wek nimûne ji aliyê akademîsyenê Îranî-Amerîkî Mino Moallem ve ku pisporê zayendê ye li Zanîngeha Berkeley, California, piştrast kir.

Ocalan û pirsa jinan

Bi her awayî, dirûşme bi rêya jinên Kurdên Îranî derbasî raya giştî bû, divê em li vir dirêj nesekinin. Lê divê nêrîna Ocalan di vê derbarê de nayê dûrxistin, jiber ku di ravekirin û watekirinê de yê herî baş şîrovekiriye, her çendî ti carî îddîa nekir ku ji aliyê mêr ve nûnertî û yekdestdariya axaftina jinan dike, lê belê tekez kir ku “sepandina qalibên darê zorê li ser jinan rêbazeke bêexlaqî ye”. Ev helwest nayê wê wateyê ku li hemberî pirsgirêka jinê bêdeng namîne, bi taybetî di civakên Kurd ên ku di bin giraniya qirkirina çandî û zimanî ya desthilatdariyê de dijîn, û ji ber jinên Kurd ji temsîliyeta xwe bêpar man e ku xwe bi zimanê dayikê îfade bikin. Bi rastî jî Ocalan ji vê rewşê balder bû. Ji ber vê yekê, ji salên heştêyî yên sedsala borî ve, hewl da ku tezên xwe yên li ser pirsgirêka jinê bi pêş bixe û di her tekoşîna azadiyê de girîngiya wê weke pêşengiyeke diyarker bilind bike.

Li aliyê din Ocalan azadiyê weke nirxekî gerdûnî û giştî dibîne. Nepejirandina wan axaftinên femînîst û siyasetên nasnameyên teng ên ku li ser navê jinan îfade û temsîliyetê yekdestdar dikin û pirsgirêkên wan di nav qalibên zayendî yên taybet de teng dikin, ev yek jî pir caran berevajî azadbûna giştî derdikeve holê. Ji bilî ku desthilatdariya mêr a desthilatdar (xanedanên baviksalarî yên kevneşopî û dewleta netewe ya nûjen) jin hem ji aliyê manewî û hem jî ji aliyê bedenî ve kirin kole û  ji qada giştî dûrxistin. Her wiha bi vê rêbazê serdestiya xwe li beşên civakî yên mayî zêde kirin. Li gorî Ocalan jin koka îstîsmara bingehîn a civakê ye, lewma ji bo her kesê ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê dixebite, ji bo wan ezmûneke exlaqî ya krîtîk e, êdî pirsgirêk ne tenê bi jinê ve sînordar e.

Belkî li Rojhilata Navîn û li cîhanê em rastî ramanwerekî neyên ku wek Ocalan beşeke mezin ji xebata xwe ya siyasî û ramanî ji bo ronîkirina pirsgirêkên jinan veqetandiye, him bi axaftin, him bi sazî û  him jî pratîkî, heger em bibêjin pirsgirêka jinê bûye pirsgirêka wî ya sereke em rastiyê şaş nakin. di va çil salên borî de wî her piştgiriya jina Kurd kir, di encamê de ji aliyê jinên Kurd ve gelekî bi hurmet qedir buha ye, her hevokek ji gotin û nivîsên wî yên li ser jinan, di nava jinên Kurd de cihê rêz û geşdanê ye.

Îro ne xerîbe ku dengê jinên Kurd ên Îranê bi dirûşma “Jin-Jiyan-Azadî” ji bo ku hebûna wî ya mehnewî li qadan were dîtin, ew bi desthilatdarên mêr ên herî hêzdar ên cîhanê re têdikoşin. Di demeke kurt de ev dirûşme bi lez û bez bilind bû, ji ber balkêşî û wateyên xwe yên şêrîn mîna agirê daristanê belav bû, vê dirûşmê îlham da hemû femînîstên Îranî yên ku li hundir û derva ji desthilatdariya meleyan nerazî bûn, her wiha astengên neteweyî, olî, çînî û zayendî şikandin, bû sembolek gerdûnî ku her kesî hempêz kir.

Dirûşme û girîngiya wê ya zimanî

Bi rastî jî, hîn pirsgirêka azadiya jinê ji destpêka têkoşîna Ocalan ve di nivîs û daxuyaniyên wî de kêm nebûne.  Lê belê, nivîsên wî yên dawîn  li girtîgehê guhertoyek hevgirtî û gihîştî, metodolojîk û analîtîk pêşkêş kirin. Van xebatan nîşan didin ku sekna azadiya jinê her dem bi xurtî pê re bûye. Her wiha ji bo têghêştina pirsgirêka jinê xwe ji xefikên “modernîteyê” û lepên “kevneşopî” dûr xist, ji bo ku pirsgirêka jinê were fêmkirin, li gorî teza dîroknasê navdar ê Fransî Fernand Braudel şopandina têkoşîna azadî û serdestiyê ji perspektîfa “serdema dîrokî ya dirêj” pişniyar dike.

Li gorî wê rêbazê, Ocalan li ser bingeha şoreşa çandiniyê, serweriya zimanê Arî û çanda civaka serekdayîkî şopand koka pirsgirêka jinê, û derdorên rêzeçiyayên Toros û Zagrosê, ku niha erdnîgariya Kurdistana îroyîn e, berfirehbûnek erdnîgarî ku vê çandê bi rêjeyek mezin bicîh bike. Dema ku ji serdema neolîtîkê heta damezrandina şaristaniya Sumeran a ku xwedî meyla serdestiya baviksalarî bû, dewam kir.

Ev meydana cih û zeman ya berfereh, digel vekolînên arkeolojîk û dîrokî yên vê dawiyê, derfet dan Ocalan da ku pêvajoya civaka serekdayîkî û têkiliya wê ya bi zimanê kurdî bi peyvên mê yên dewlemend vekole bike. Û  ji bo îsbatkirina van tezên etîmolojî (zanistiya koka peyvan) bi kar anî, ji aliyê girîngî û wateyê ve rastî  koka peyva “Jin” û “jiyan”  hat herdu peyv jî ji yek kokê derdikevin.

Bi vî awayî wî peyvên wek “Jîn”, “Can” (rûmet û bedewî), “Cîhan”  û “Xweda” (bixwe xwe afrandin), xweda peyvek e ku gelên Hindo-Ewropî bikartînin, bi hevwateya xwe di zimanê Erebî de (îlah-alah) bikar tînin, û di encamê de ev koma peyvsaziya “mê” sembola civaka serekdayîkî û şêwaza wê ya çandiniyê ye ku bi sembolên wê yên pîroz ve girêdayî ye, her wiha ji hêla taybetiyên perestgehên”Gobeklî Tepe” û “Nawaleh Gurî” û “Catalhoyek, ku di navbera xeta Diyarbekir, Riha û Adiyamanê de ne.

Jîngeha lêkolînê ya ku Ocalan jê sûd werdigre, li ser bingeha hêza rastiyên zanistî, dîrokî, arkeolojîk û zimanî ye, ji bilî wan teoriyên sexte û nîjadperest ên desthilatdarên ku îro li ser erdnîgariya Kurdistanê desthilatdar in. Ev têkoşîna rewşenbîrî û dîrokî ya ji bo xurtkirina îradeya azadiyê, ji bo Ocalan xwedî girîngiyeke mezin e. Wekî din, her sedemek rast dê bibe xemgîniyek mezin û têkçûnek neçar. Ji ber vê yekê li gorî hin peyamên ku di sala 2010’an de ji girtîgeha Îmraliyê hatine girtin, Ocalan di têkoşîna xwe ya siyasî û civakî de sirûda “Jin, Jiyan, Azadî” ji tevgera jinên Kurd re weke formula efsûnî pêşniyar kiriye. ji bo hemû jinan nirxekî gerdûnî di nav xwe de hildigire.

Tiştekî normal e ku dirûşm û sirûd bi çend awayan were nivîsandin, dibe ku ew peyvên bireser bin ku bi nîşaneyên xalbendê veqetiyane, yan jî hevokên kurt û hevedudanî bin. Bi belavkirina sirûda ku Ocalan piştî xwepêşandanên Îranê bi navber pêşniyar kiribû, li ser formula ku di heyama dawîn de belav bû, ku li gelek zimanan hat wergerandin û di zimanê kurdî de jî bi heman şêweya zimanî hat dubarekirin, têbîniyên min hene.

Ev têbînî ji çend faktoran derdikeve. Ya yekem, kok û sembolîzma zimanê kurdî bi gelemperî li hember peyvsaziya bê wate dûr e, bi taybetî li hember têkiliya îmajên derûnî ku nav û nîşanên wê yekin  radiweste. Ya duyemîn jî, Ocalan her dem bi nivîsên xwe û bi hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê di navbera jin, jiyan û azadiyê de sentezeke yekbûyî peyda bike. Ya sêyem, pêkhateya van peyvan li gorî analîzên Ocalan, veqetandin û razberbûnê qebûl nake. Ne dişibihe dirûşma Şoreşa Fransa  “Azadî-Wekhevî-Biratî” ji ber ku her gotinek qada xwe ya têkoşînê bi serê xwe heye, wekî  ku îro jinên xwepêşandan dikin, li gorî dirûşmê wek mînak xwasteka yekê mafê”jin”, a diduyan “jiyan” û dûv re jî azadiyê dixwazin ku ev têgeh jî her yek cudayî ya din e. Ya Çarem, bi salan e xwepêşanderên jin ên Kurd li meydanên giştî bi ritmeke nerm û sivik vê hevokê bi lêv dikin û diqîrin. Me pir caran dirûşme weha dibihîst: “Jin jiyana azad e”, ku di zimanê kurdî de hevokeke devkî ya hevedudanî ye, ji ber nebûna lêkera bebûnê, di zimanê erebî de bi hevokeke navdêrî ve tê hev, mirov dikare bi vî rengî.«المرأة هي الحياة الحرة»  wergerîne

Li gorî nirxandina min, ez ber bi formula “jin jiyana azad e” ve diçim û bi şîroveya Ocalan û têkoşîna jinên Kurd û Îranî ya îroyîn re hevahengtir dibînim. Koka hevokê di vê formulasyonê de rîtmekî zimanî  xweş peyda dike û dubarekirina peyvan dişkîne, û hêzeke jîndar û herikbar dide avahiya hevokê ku xwe bi xwe diyar dike. Li gorî vê yekê, mirov dikare li serhildana Îranê, di warê sirûdê de, bi hevokeke devkî ya hevedudanî jî binirxîne, neyê ji bîr kirin ku koka ziman hişmendiya civakî, şêwaza ramanê, şiyana tevgerê çêdike.

Li gorî vê nêrînê, bi gelemperî rewş û dîtin dikare were guhartin. Dema ku jinên kurd û îranî vê hevoka hevedudanî diqîrin, wê demê “jin” dibe  jiyan kirin. Bi pêwendiya (a) ya ku bi dawiya peyva “jiyana” ve hatiye girêdan, jiyan bi azadiyê ve tê girêdan. Li pişt vê lêkera (e) ya ku di dawiya hevokê de derketiye, hêza jinê ya jiyaneke azad îfade dike.

Li gorî dersa zimannasiyê ku feylesofê alman ê navdar Martin Heidegger ji me re hiştiye, lêkerê bûnê ku di zimanên Arî de pir belav bûye, îrade û azadiyê nîşan dide û di encamê de hemû hebûna jiyanê radixe ber çavan. Belkî jî bedewiya zimanê kurdî û zelalkirina wateyên wê û jiyana di nav zindîbûna wê de vê mijdarê piştrast dike. Ev Mijareke balkêş e, bi qasî agahîyê min hene di lêkolînên zimannasên Kurd de tune ye.

Jin, jiyan û azadî

Li gorî tiştên ku li jor hatine behskirin ji aliyê ziman ve, Ocalan sêgaya “jin-jiyan-azadî” ji aliyê şîroveya maddî û çandî ya ku serdema xwedawend-dayikê diyar dike, Pesindana jina kevin a Kurd û rola wê ya sereke di avakirina komeleyên baxçevaniyê de (civaka gundê Serdema Kevir) li ser kavilên komeleyên nêçîrê yên gerok dike û afirandina wan a şoreşa çandiniyê, huner, kedîkirina nebat û ajalan, çêkirina kûpan , mezinkirina zarokan, sîstemkirina xwarinê li ser genim û hwd.

Her çendî lêkolînên antropolojîk ên danasînê  ku di nav mêraniya rojhilatî de hatine strandin jî sosyolojiya jinên kurd têra xwe ronî nekirine, Lêbelê şêwazên jiyana rojane, rêûresmên sembolîk, zimanê axaftinê û dabeşkirina kar di nav civakên cuda yên kurdan de, hemî di civakek bi awakî baviksalarî de statûya wan a bilind nîşan didin. Ocalan vê statûya bilind a jinên Kurd bi “hêza çanda xwedawend-dayika xwedayî” ve girê dide, ji ber ku ev kevneşopî piştre bi rêya Zerdeştîtiyê, êzîdî, behaî, yarisnî, elewî û sûnnî di hebûna xwe de ew bermahiyana  heya roja me ya îro jî tên dîtin.

Ocalan zindîbûna jinê ji pozîsyona xwe ya hebûnê bi enerjiya herikîna jiyanê dide nasîn, berevajî baviksalariya desthilatdar ku ew enerjî xistiye zindanê û bi destên ku em îro jê re dibêjin “şaristanî” veguherandine amûreke zordestî û serdestiyê. Ji bo li hêviya şaşitiyên hestiyarî nesekine, Ocalan red dike ku encamên xwe bigihîne xwendinên biyolojîk û civakî yên otorîter û xwedakirina kesayeta jinê, belê, ew wê wekî materyalek hebûnî (ontolojîk) ya ku di serdemek taybetî ya civakî û dîrokî de di çanda civaka serekdayîkî de cih girtiye dihesibîne.

Ji ber ku cewherê civakên serekdayîkî bi jiyanê re girêdayî ne, çawa dikare were hesibandin ku ew azad bûne? Ocalan bersiva vê pirsê dide û pirseke din dike: Di serî de armanca jiyana mirovan çi ye? Bersiva wî tenê ji bo domandina jiyanê anîna zarokan ve, peydakirina hewcedariyê, xweewlehî û bextewariya demkî qebûl nake, ji ber ku ew destnîşan dike ku ev kategorî bêtir wekî amûrên alîkar in, û ne mebestên maqûl ên ku şehrezayiyê jiyanê nîşan didin.

Ocalan li ser rêya “giyana mutlaq” yê Hegel, di wê baweriyê de ye ku civaka mirovî her dem rastî zor û zehmetî û astengiyên çarenûsî (ji xwe biyanîbûn) ku karîn û îmkanên wê bisînor dike, ji aliyê zilm, îstismar, felaketên jîngehê, şer, birçîbûn û pêdiviyên madî rojane rû didin. Ev kêşe bi gelemperî ezmûnên siyasî yên neçar in ku tenê dikarin bi hêsanî bi xwedîkirina hêza wateyê ya bi forma herî bilind a hişmendiyê (li cem  Hegel wek hişmendiya felsefî tê naskirin) bi hêsanî werin derbas kirin. Tenê wê demê, giyan bi xwe re li hev tê an jî  li xwe vedigere ew bi xwe jî dibe azadî.

Ger armanca jiyanê hesreta azadiyê be, wê demê peyva azadî di dîrokê de kengî û li ku derketiye holê? Ocalan piştî dîroknasê navdar Samuel Noah Kramer ku destnîşan kir, di dîrokê de cara yekem peyva “azadî” di tabloya sûmerî ya bi peyva “Amargi” de derketiye holê, wateya wê jî vegere dayîkê ye ku li dijî desthilatiya hov serî hildan . Ji wê kêliyê û pê de azadiyê taybetmendiyên xwe yên “hesreta dayîkê” parast, çi vegera li civaka serekdayîkî be, çi jî li xwezaya ku weke dayîkeke bi comerdî û fedakar tê dîtin. Bi vî awayî li gorî gotina Ocalan dirûşma “jin jiyana azad e” hate afrandin.

Wendabûna jinan

Paşê, nakokî di navbera nêçîrvanên mêr û çîna rahîban de derket, ku şerên dijwar li dijî jinên tov berhev dikirin ku li xwarinê digeriyan û paşê dest bi çandiniya wê dikirin. Piştî vê pêşketina dramatîk pergala baviksalarî bi nêrîna xwe ya êrîşkar û hovane ji malçûka civaka Sumeran derket. Jin bû yekemîn çîna civakî ya kolonî, ku li ser zemîna wê her cudahiya civakî, çînî û neteweyî ya di navbera zordar û bindestan de zêde bû.

Desthilatdarên Farisî yên Şî’î şanaziyê bi teşekirina xeyala xwe ya neteweyî, “Serdema Zêrîn” dikin, ku bi îlhama xwe ji destana Şahnameyê û çîroka bilindbûna şahên xanedanên bav û kalan bo ser textê desthilatdariyê li Îranê û Heyva Berhemdar a berî 2500 salan dikin.Paradoks ew e ku di wê serdemê de hebûna jin a sembolîk ji heman cihî bi awayekî paralel pêk hat.

Îro ev drama dîrokî dîsa li ser piyan e Ji ber deriyê dirûşma “Jin jiyana azad e” ku serhildana femînîst têdikoşe ku mafê dîrokî yê jinê ji lepên dewleta meleyan, “rahibên nû” derxîne. Ger Ocalan têkoşîna wê jinê bigota, wê bi vê hevokê kurt bikira: “Hesreta jiyana xwedawend-dayikê” û hesreta xwedawendên “Nînhursag”, “Înanna” û “Îştar” ji bo tolhildana “Tiyamat” û Jîna Emînî û hemû bindest û çewsandinên cîhanê. Bi rastî jî, xwepêşandanên femînîstên îro dê bibe dramaya afirandina xeyala rizgariya femînîstên cîhanê, heger bi ser bikeve.

Werger ji erebî: Heysem Mislim