Di lûtkeya vegera Amerîkayê li herêmê de û axaftinên derbarê “vekişandinê” de

By Şoreş Derwîş

Ji ber renxeyên tund ên serokê Amerîkayê Joe Biden û partiya wî ya Demokratî û heta hevrikên wî yên komarî, li ser siyaseta Donald Trump a derbarê danûstandina xirab bi dosyaya Sûriyayê re, texmîn hatin kirin ku wê siyaseta Biden gelekî eşkere be û dê bo berjewendiyên amerîkayî belî be û dê karîbe berjewendiyên hevalbendên xwe yên li ser erdê pêk bîne ku arandinên Tirkiya û berfirehbûna Îranê rawestîne. Her wiha, li kêleka wê jî wê çarçoveyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên rêxistina DAIŞê û kampên malbatên daişiyên biyan, deyîne.

Lê siyaseta Biden wekî berdewamiyeke aram hat dîtin, ji kêliya ku Trump vekişandina giştî ku niyet dikir di dawiya sala 2019an de pêk bîne, îbtal kir. Her wiha, siyaseta Biden pêvajoya îbtalkirinê derbas nekir, ji ber ku nikarîbû gelek pirsgirêkan çareser bike ku dihat fêmkirin niyet dikir çareser bike, lê rêveberiya Biden dikarîbû rê li pêşiya şerekî bejahî yê Tirkiyayê ji dawiya sala 2019an ve bigire. Di heman demê de, rêveberiya Biden dikarîbû ku Sûriyayê dûrî rêveçûyîna şerê Rûsyayê li Ukranyayê bixe û xebata hevbeş a bi  “HSD”yê re di çarçoveya garantiya têkbirina kutaker a rêxistina DAIŞê de dewam bike û bersivdayîna êrîşên Îranê yên li dij baregehên Amerîkayê, bide.

Eger taybetmendiyeke giştî ya ji pêvajoya rêveberiya Biden ji dosyaya Sûriyayê re hebê, ew jî ew e ku behsa mijara vekişandinê di dirêjiya sê salên borî de nekir. Tevî ku vekişandina Trump a beşî nîqaşên girêdayî hesabên vekişandinê û pabendbûna Washingtonê ya metoda kêmkirina hêzên xwe li Rojhilata Navîn teşwîq kirin, ku wekî rahênaneke destpêkî jî tê dîtin da ku vekişandina mezin ji Efganistanê, lê hikumê Trump dom nekir û negiha gera duyem da ku biryarên ku serokê ber Barack Obama ew saz kiribûn, pêk bîne.

Di vê demê de, gotarê rojnamegerî tevlihevî çêkirin derbarê mijara amadekariyên Washingtonê yên vekişandinê  ku agahiyên xwe spart kesayetên di rêveberiya Amerîkayê de, ku ev yek bi awayekî lezgîn ji aliyê Koşka Spî ve hate redkirin. Her wiha, di wan gotaran de ku gotin “agahî  ne” nêrînên ji dervayî sindoqê vê carê pêşkêş kirin û hate gotin: Îhtîmala girêdana di navbera “HSD” û rejîma Sûriyayê di rêveçûyîna şerê li dij “DAIŞ” de. Tevî ku ev yek ji berê de tê naskirin ku wekî  vê “kaşkirin”a amerîkayî  ji Şamê re, bernameya şerê li dij rêxistina DAIŞê temam nake, ji ber ku rejîma Sûriyayê bê desteka Îran an jî Rûsyayê lawaz e, ji bilî vê yekê jî ew ji rêjîmê re  ne tiştekî girîng û sereke ye, wekî çawa ku deverên opozîsyon û Heyet Tehrîr El-Şamê jê re girîng e, her wiha rêjîma Şamê pêkanîna lihevkirineke yekser li gel HSDyê red dike û guhertina cografî ya ku bihtirî deh salan e bi ser de derbas bûye, mandele dike.

Dibe ku sedema vê ceribandina rojnamevanî an jî ji aliyê karmendên ofîsan yên ku bo xêzkirina stratejiyên demdirêj ne kêrhatî ne, hatiye derxistin, ew baweriya wan bi îhtîmala birîna têkiliyên di navbera Şam û Tehranê de tê, li gorî rêbaza ceribandinên berê, dema ku Welatên Kendavê bi rêya siyaseta “gav bi gav” hewl dan ku Şamê bibin aliyê xwe û wê ji hembêza Tehranê bikşînin, ku ev rêbaz bi xwe nikarî bibe sedema rawestandina zêdebûna hejmara komên girêdayî Îranê li Sûriyayê, an jî kêmkirina asta destwerdana Îranê. Wê demê, Washington bi awayekî xurt li hemberî vê siyaseta ereban derneket û ben nerm kir, ji ber ku dizanî ev xewşkandinên siyasî wê encamên berçav li ser erdê bi dest nexe. Ji ber ku hevkariya di navbera Şam û Tehranê de ji herikîna darayî an jî vegerandina têkiliyên diplomatîk, kûrtir e.

Hîna zû ye, an jî em dikarin bibêjin ku ne pêkan e, ku Koşka Spî berê xwe bide nêrîna ku cihê Îranê li Sûriyayê xurt bike, nexasim ku Washington hewl dide belavbûna Îranê sînordar bike, ji bo şerê li Xezayê dorpêç bike, ev yek jî ji faktorên mana wê li Sûriyayê an jî li Iraqê ye. Ev yek ji bilî ku piraniya raporên Amerîkayê mijara “DAIŞ”ê yan jî nêzikbûna dema dawîbûna wê kêm nakin, ji ber ku têkiliyên rasterast ên hêzên Amerîkayê û pêkanîna operasyonên ewlekarî bi hevkariya “HSD”, nîşan dide metisiyên rêxistina DAIŞê heta niha heye û meseleyên derketina wê di tevliheviyê de, derketina nifşê nû yê “Eşbal El-Xîlafe” ku dixwaze endam û serekên xwe ji zindanan rizgar bikin, metirsiya wê bêhtir dike.

Her wiha, Amerîkayê ji hevkarê xwe yê “NATO” Tirkiyayê tu aciziyeke cidî nabîne, piştî ku Tirkiyayê şantaj bi tevlêbûna Siwêdê ya nava NATOyê de rawestandin. Di heman demê de, Erdogan û Putin nikarin hevkariyên stratejîk jî berfireh bikin, ku ev yek valahiyeke bizirar ji bo NATOyê bû, bi taybet piştî ku tek nav pelûla Ukraynayê de û belî bû ku ew bikare bibe hevtaya Amerîkayê wekî ku hin dewletên herêmî li hêviya vê yekê bûn, ji jî Tirkiya. Bi ser de jî têkçûna aboriyê û daketina nirxê lîreya tirkî, ku alîkariyê ji rojava û Washingtonê dixwaze.

Siyaseta hewandinê ya dualî ya rêveberiya Biden derfeta dewamkirina bi du hevkariyên bi nakok re, xurt kir: A yekê bi Tirkiyayê re û ya din jî bi “HSD” re. Eger ku Amerîkayê gelek caran çavên xwe li ser binpêkirinên Tirkiyayê û dijminahiya wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê digire, lê dikarîbû rê li pêşiya Tirkiyayê ya pêkanîna êrîşeke bejahî ya din û berifreh da ku dagîrkeriya xwe berfireh bike, bigire. Ji aliyekî din ve jî, rêveberiya Biden karûxebat bi “HSD”yê re di warê têkoşîna li dij “DAIŞ”de xurtir kir, da ku ewlekariya li herêmên di bin serweriya “HSD”yê de têk neçe, ku hate xwestin Amerîka balafireke dron a Tirkiyayê  ku nêzî baregeha Amerîkayê di cotmeha 2023yan de difiriya, xist xwarê. Dibe ku ev cara yekemîn be ku dewleteke NATOyê, balafireke “hevkarê” xwe tîne xwarê û ev yek jî wekî destpêka danîna çarçoveyeke rêxistinkirina tevgerên Tirkiyayê li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, çaxa ku dronê xwest nas bike ku gelo ew dikare heta çi astê nêzî baragehên hevbeş ên “HSD” û amerîkayê bibe.

Di hesabên vekişandinê de, asta zirarê ku hêzên Amerîkayê li Sûriyayê û Iraqê ji ber êrîşên Îranê an jî komên girêdayî wê rastî wê hatine, heye. Êrîşên li dij hêzên Amerîkayê ji 7ê cotmehê ve zêde bûne û tê de mûşek û dronên ne pêşketî zêdetir hatin bikaranîn, lê tu zirareke rasteqîn negihandin baregehên Amerîkayê, lê atmosfêreke propogandeyê ji bo Îranê çêkir û tenê nameyên rêkirin ku pêkan e asta tundiyê bilindtir bibe. Dibe ku tektîka hêzên amerîkayî ya ewlekirina baregehan û sînordarkirina kar di baregehan de û operasyonên hevbeş, defetên armanckirina wê kêm kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber êrîşên domdar heta niha tu leşkerên Amerîkayê nehatine kuştin, her wiha tu zirar neda keda leşkerî ya Amerîkayê û ev hemû jî dikevin hesabên girêdanbûna Amerîka a plana mayînê di demên kurt û dirêj de.

Di her halî de, axaftinên derbarê “vekişandinê” de wê girêdayî çend faktoran be, ji nava wan nêzbûna dema hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê û cudabûna planên Biden û dijberê wî yê muhtemel Trump a derbarê siyaseta xurtkirina hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn û awayê û çarçoveya wê. Her wiha mijara vekişandinê dê bimîne awayên ceribandinên siyasî û pêşniyarên berdem ên karmendên ofîsan û nivîskarên rojnamegeran ên ku hewl didin tiştekî nû bibêjin heta ku bêbandor û pûç be jî. Lewra hesabên mentiqî berovajî pêşniyazên vekişandinê yên ku propogande jêre têne kirin. Di germahiya hevrikiya herêmî û navdewletî li Rojhilata Navîn de ku ev yek jî wekî sedemeke mentiqî ya xurtkirina hebûna Amerîkayê ye, axaftinên derbarê vekişandinê de gurtir dibin û dûrî rastiyê dikevin, nexasim piştî şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de, yê ku wekî dlopa ku qedeha amerîkayî bi ser re bir.