“Dewletên li dijî jiyanê”…Êdî cihê cotkarên rojhilat di bajaran de tune ye!

Bi pênûsa: HISÊN CIMO

Tevî encamên karasetî yên guhartina avhewayê li ser rêbazên hilberîna gundewarî û bajarvanî li herêma rojhilatê deryaya navîn û bakurê Afrîkayê, an jî wekî ku tê binavkirin li erdîngariya siyasî ya klasîk”Rojhilata Navîn”, heta roja îro tu helwesteke hevbar tune ye ku siyasetên li ser esasê li gorî pêwîstiyê xwe biguhirin û amadekirina ji bo bandorên hevgirtin ên guhartina avhewayê li ser gelên vê herêmê, ji xwe re esas bigirin. Her wiha, tu nîşaneyên vê siyasê jî tune ye. Heta niha jî metirsiyên jîngehê ên girêdayî guhartina avhewayê an jî çerxên ziwabûnê, li dervayî hêmanên çêkerên  polîtîkeyên herêmî bi awayekî giştî ne.

Ev yek di rastiyê de, rewşeke normal e; ji ber ku di her kombûneke herêmî de bone çi dibin bila bibin ku nexasim Îran û Tirkiyeyê beşek jê ne, ev kombûn li dijî gelan e. Her wiha, piştre hîn sîstemên din li herêmê bi awayekî ji wan kêmtir, wekî wan dewletan in, ev yek jî vedigerê koka avakirina dewleta netewperestî ya yekalî li Tirkiyeyê û formula netewperestî-olî li dewleta Îranê. Her du dewlet, di diyarkirina polîtîkeyên xwe yên herêmî de, dosyayên bi pileyên bilind ên pêşîn birêv dibin. Wekî ku diyar e jî, tu pirsgirêk li gel Tirkiyeyê tune ye ku lez bide çolbûna li Sûriyê û Iraqê û ev yekî li gorî hesabên xwe yên netewperestî ku çavkaniyên xwezayî weke  çekeke ewlekarî, bikar tîne. Ev bikaranîn jî, dûrî analîzkirina wê bi alavên”hilbijartinê”ye, di vê çarçoveyê de, Tirkiyeyê bi hebûna hişmendiya dewleta neteweyî ya nîjadperest, bi rêya faktorên avhewayê, dudilî nabe ku avê weke çekekê ji bo Kurd li ser axa xwe nemînin çi li hûndirê Tirkiyeyê an jî derve, bikar tîne, ji ber ku ev yek ne li dijî berjewendiyên xwe yên ewlekariyê ye. Lê gelo çima wergirtina xelatekê ji xwezayê li hemberî destwerdaneke biçûk, red dike?

Globalîzim û neteweperestî

Di her hal de, cîhan li ser du metodên ên dijî hev û lihevkirî di heman demê de birêve diçe: Globalîzim û îzolasyona netewperestî. Li tevahiya cîhanê, pêlên globalbûnê li hemberî kiryarên îzolasyonê yên dewleta netewperestî, têk çûn. Şerîketên wekî, tiwitter, facebok û googel daxwazên ewlekarî yên dewleta Tirkiyeyê çi li ser asta girtina hesabên kesan û desteyan  pêk tîne, an jî tiştên ku têne belavkirin û naveroka wan siyasî û dewleta wekî metirsiyekê li ser ewlekariya xwe dibîne yên ku di nivîsgehên saziyên wê yên îstixbaratê de têne amadekirin, radikin.

Ji ber van sedeman û sedemên din, herêma Rojhilata Navîn bi sîstemên xwe yên heyî, tiştekî nake ji bilî ku asta lêçûnên avhewayê li ser cotkar û niştecihên bajaran, zêde bike û piştre pêlên nû yên penaberiyê   ava bike û  têvedana ber bi bê ewlehiya civakî ye. Ev yek pêwîstiya wê bi planeke bi zanebûn tune ye, lê belê encama avakirina dewletê û sazûmaniya wê ye. Ew bi rewşa xwe ya netewperestî dixwaze tenê çînekê ji mirovahiyê rizgar bike, ew çîn jî welatiyên xwe yên sitûxwarkirî ye. Madem ku pêşanî me ber bi senifandinê ve dibin, dewlet êdî xêrûbereketê ya giştî naxwazê û ev dubendiya encama avhewayê li ser hejar û feqîrên Rojhilat in.

Tiştê ku tê zanîn li Rojhilata Navîn, dewlet ji gelê xwe hez nake, an jî çînên jê û hemû çavkaniyên xwe ji bo wêrankirina wan bikar tîne, heta dervayî demên şer jî. Projeya ya herî zêde ku aşitiya civakî li Sûriyeyê xerab kiriye, ji dema damezrandina xwe ya pir nûjen û çîrokên ku pê re têne gotin, Pendava Firatê ye. Pendavê derfeteke siyasî ya zêrîn ji rejîma Sûriyeyê bi rêya veguhastina bi hezaran malbatên ku erd û malên xwe di gola Esed de winda kirin, li nava erdên Kurdan li Cizîrê, çêkir. Ev projeya pêşketinê sûdwergirtina ji çemê Firatê û veberhênana ava wê, pêk hat. Eger ku ev rewşa pêşketinê ye, gelo xeyal bikin wê ev dewlet çi bi ser gelê xwe de tînin bê dilovanî û bê dudilî!?.

 Pêşketin di xizmeta hilweşînê de ye:

Li Tirkiyeyê jî, dewletê bi hinceta pendavan û rêvebirina çavkaniyên xwezayî di nava çend salan de, bi deh hezaran malbatên Kurdan erdê wan derxistin. Li Efrînê jî heman sînaryo lê bi awayekî hinekî veşartî, hate dûbarekirin. Encama van mînakên lezgîn, dewleta netewperestî ya xwedî tek çînî çi yên ku bi daxwaza gelê xwe yan jî bi zora gelê xwe rêvebertiyê dikin, ew dewlet li dijî xwezayê ye. Her wiha ev dewlet, mîrata wê jîngehî ya çandinî bi çandina ji sedan ji şitlên di cejna daran de derbas nake, li beramberî wêrankirineke bêsînor a jîngeha dijminên xwe yên herêmî. Dewletê vê yekê jî çi bi wêrankirina bajaran bi hinceta nûjenkirina avahiyan, an jî derxistina agiran li daristanan ku kamîreyên îstixbaratan di aliyê ewlekarî de li çiyayên Kurdistanê nikare bişopîne. Wê ne şaş be vê cehwra li dijî jiyan yekser bi tevahiya sîstema navdewletî de girê bidin. Nexasim di van salên dawî de ku Neteweyên Yekbûyî bi artêşa xwe ya karmendên fermî û yên girêdayî wê bi rêbazên cûda, bi avakirina avahîsaziyeke ku hûndirê wê vala ye tenê bi destkeftiyên”Pêşketina domdar”hatiye xemilandin pir mijûl e û derxistina hişyariyên ku dema xwe bi serketine û behsa guhartina avhewayê dike, ji ber  ku ev dosya di aliyê siyasî de, tiştekî jê naxesir e. Lewra hemû daxuyaniyan didin, dijmin û hevalên xwezayên, hev re dest bi dest.

Di Tebaxa  derbasbûyî de, ji ber kêmbûna ava Firatê ya ji boo lSûriyeyê û Iraqê dihereke, gorên akeolojîk ên ku vedigerin serdema Romaniya li Sûriyeyê ku berê di bin avê de mabûn, derketin. Di heman demê de, bajarê Hesekê rastî tîbûneke giştî tê, di demekê de ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi herkîna Çemê Xabûrî li Serêkaniyê ya dagirkerî li pêşiya çavê tabûra Neteweyên Yekbûyî ya avhewayê, dilîze. Û ji ber civaka Cizîrê cotkar in, bê çandiniyê aboriyeke din tune ye ku bibe alîkar welatî di erd û bajarên xwe de bimînin. Her wiha, rewş li Iraqê jî ne cûda ye. Cotkarên Firatê yên jêrîn û jorîn heta Besrayê, di ezmûneke hebûnê de dijîn, ku encamên wê êdî bi awayekî kûr li nava civakê dixe û çînên metirsîdar û bandor vediguhizin toreyên qaçaxtiya çekdarî. Di heman demê de , piraniya civakên cotkarî li rêbazên din ên debarê an jî çavkaniyên din digerin  û vê yekê jî tenê di nava karkirina nava komên milîs ên çekdar de dibînin. Lê li Îranê jî bi her hal, rewş ne baştir e.

Îran: Milet an jî xweza:

Di 6`ê Îlonê de, rayedarekî Îranê hişyariya ziwabûna gola Urmiyê bi awayekî giştî di nava çend salên bê de da, eger ku hewldanên rizgarkirina wê li ser hesabê dabînkirina pêdiviyên avdanê yên çandiniyê li herêmê, neyên kirin. Çareseriya li holê jî, an zêdekirina hejariya cotkaran bi rêya qedexekirina wan a bikaranîna ava golê û çavkaniyên wê di avdana berhemên xwe de û li gorî vê yekê jî gol tê rizgarkirin, an jî radestebûna ji ziwabûnê re. Çareseriya ku Seroka Daîreya Erdên Şil a girêdayî Wezareta Jîngehê Arzo Eşrefîzade pêşkêş kiriye, bi kurtayî wiha ye:”Heta ku koteyên avê neyên radestkirin û planên hatine danîn bi awayekî giştî pêk neyên, tu hêvî a xelasbûna golê tune ye , ku rojek ji rojan ev gol mezintirîn a li Rojhilata Navîn bû”.

Di heman demê de, em dibînin ku desteyên hikûmetê, dest bi karkirina bi du aliyên dijber de kirin. Pêşniyaza Wezareta Jîngehê, berpirsyartî dixe stûyê Wezareta Enerjiyê û çavkaniyên xwezayî. Ji vê yekê jî tê fêmkirin eger dixwazin gol vegere wekî xwe ya berê, Wezareta Jîngehê banga rawestandina avakirina pendavên nû dike û banga tedbîrên ji bo rawestandina xebatên çandiniyê dike. Bi gotineke din ya ne diyar, wê gol vegere wekî dema berê, eger ku ji niştecihên derdora wê xelas bûn. Ev rastiyeke metirsîdar e ku ev çareseriya piraniya dewletên a herî bi hêz û bi bandor li Rojhilata Navîn e. Her wiha, ev rewş ya gelek dewletên din jî.  Koka îzolasyona a dewleta Rojhilata Navîn gihîşt rêyeke giştî heta gihîşt asta bijartinê: An gel an jî xweza, eger ku wê gavekê ber bi aliyekî çareseriyê ve bavêje. Rêya heyî ya siyaseta van dewletan li hemberî avhewayê û civaka, wê ber bi jihevxistina herduyan (Gel û xwezayê)dibe. Li derdora gola Urmiyê bi awayekî sereke bi milyonan Kurd û Azerî dijîn. Kurd li aliyê rojava ê golê û Azerî jî li aliyê rojhilat ê golê dijîn. Di heman demê de, ava 13 çeman jî diherike gola Urmiyê û ev herêma şil jî li gorî Heypeymana “Ramsar”a erdên şil ku di sala 1971`an de bi sponseriya NY`yê hate îmzekirin, xwedî giringiyeke navdewletî ye.

Encam: Pêlên nû yên penaberiyê:

Di destpêka meha Îlonê de, raporek ku zanyaran amadekiribû bi sponseriya Peymangeha”Makis Plank a Kîmya”û “Navenda Lêkolînên Avhewa û Atmosferê”a girêdayî peymangeha Qubirisê, di çarçoveya kongeya COP27 ku wê li  Misirê Mijdara 2022`an de were lidarxistin, hate weşandin. Wekî her raporeke navdewletî ya girêdayî avhewayê, di raporê de behsa faktorên destwerdanê yên kûrkirina aloziya cotkarên Rojhilata Navîn nehate kirin, lê belê tenê berpirsyarî xistin sitûyê”Metafizîkê”. Lê tevî vê yekê, nirxê zanistê û encamên rastîn ku di nava vî karê akademîkî de bû, nayê paşguhkirin. Her wiha 17 dewletên cihê xwe di vê lêkolînê de digirin wiha ne: Bihrên, Qubirs, Misir, Yewnanistan, Îran, Iraq, Israîl, Urdun, Kiuwêt, Lubnan, Eman, Filistîn, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûriya, Tirkiyeyê û Îmarat.

Mijarên giring ku di lêkolînê de hatin bibîrxistin, hate gotin ku dibe ku guhartina avhewayê bandoreke wêrankar li ser jiyana bi milyonan kes li Rojhilata Navîn bike, ku pileya germahiyê bi awayekî lezgîn du qatî ji navîniya cîhanê zêde dibe. Her wiha, hate bibîrxistin ku ne başbûna şertûmercên avhewayê wekî kêmbûna baranê û zêdebûna pileya germahiyê ya hewayê, wê bibin sedema çêbûna hişksaliyên giran û di encamê de, wê xeteriyekê li ser ewlehiya xwarin û avê çêbike ku gelek gelek welat amadekariyên xwe yên bilindbûna asta deryayê nekirine. Tê pêşbînîkirin ku hemû sektorên civakî û aborî bi awayekî metirsîdar bandor bibe û dibe ku bandoreke wêranker li ser tenduristî û rêbazên debara jiyanê ya 400 milyon kes, çêbibe.

Nivîskarê raporê George Zetis ku wekî mamosteyekî di peymangeha Qubirisê de ye, dibêje:”Ev senaryo ji bo binesaziya peravê û çandiniyê astengiyên metirsîdar çêdike. Dibe ku ev yek bibe sedema şorbûna avgiravên peravê, di nav de jî Dilta Nîl ya ku bi niştecih û çanidniyan, dagirtî ye”.

Ji bilî zêdebûna navînî ya germahiyê, lêkolîner bal dikişînin ser derketina diyardeyên hewayê yên tund ku wê bandoreke wêranker a gengaz hebe, bû nimûne: Zêdebûneke mezin di tundiyê de û dirêjbûna pileyên germahiyê, ziwabûn, bahozên tozê û baranên dijwar dibe ku lehiyên jinişkêve çêbibin. Her wiha, di nirxandinê de   nîqaşên li ser qirêjiya atmosferê û guhartin bikaranîna erê li herêmê hatin kirin, di demekê de ku bajarvanî, çolbûn û şewitandina daristanan çêdibe. Di beşê pêşniyazan de jî, behsa tedbîrên kêmkirin û guhartina li gorî pêwîstiyê bi guhartina avhewayê.

 

Zetis diyar dike ku eger tedbîrên bi lez yên avhewayê tune bin ku rê li pêşiya rêbazên heyî yê avhewayê bigrin, tê wateya “Berbelavbûna ber bi bakur li herêmên avhewa yên hişk li ser hesabê deverên nermtir”.

Di encama vê yekê de, wê herêmên avhewayê yên çiyayî yên bi berf di vê sedsalê de, kêm bibin. Kêmbûna baranê û germbûna zêde, wê bibin sedema rewşên ziwabûnê yên dijwar. Tê pêşbînîkirin ku asta deryayê li rojhilatê deryaya spî û Rojhilata Navîn li gorî texmînên cîhanî, zêde bibe, tevî ku gelek dewlet ji bo vê diyardeyê ne amade ne. Zetis hişyarî da û dibêje:”Di encamê de wê ji bo binesaziya peravê û çandiniyê metirsiyên cidî bi xwe re bîne û dibe ku bibe sedema şorbûna û dibe ku ev yek bibe sedema şorbûna avgiravên peravê, di nav de jî Dilta Nîl a çandiniyê û gelek niştecih têde ne”.

Wê guhartinên pêşbînîkirî bandorê hema bêje li ser hemû sektorên civakî û aborî bikin, nexasim bi hebûna senaryo planên asayî  de. Berpirsê Peymangeha Makis Plank a Kîmyayê  José Lelieveld dibîne ku kesên ku li rojhilatê deryaya navîn û Rojhilata Navîn dijîn, wê rastî astengiyên tenduristî yên mezin werin, nexasim civakên bindest, kesên temen mezin, zarok û jinên ducanî. Ji bo parastina ji guhartinên avhewayê yên tund li herêmê, zanyar balê dikişînin ser ku  xebata avhewa ya lezgîn û çalak mijareke giring e. Lelieveld her wiha dibêje:”Ji ber ku gelek bandora guhartina avhewayê ya herêmî sînoran derbas dike, pêwîstî bi hevkariya di navbera dewletan de ji bo bandora neyînî yên pêşbînîkirî, heye. Êdî ji her demê zêdetir, pêwîstî bi pêkanîna armancên hevpeymana Parîsê heye”.

Her wiha di raporê de wekî hemû raporên navdewletî, behsa çînên ku wê bi guhartina avhewayê bandor bibin kir ku ew jî hemû niştecih in û taybet kesên temen mezin, zarok û jinên ducanî. Di heman demê de, kesên ku rapor amade kirine bal kişand ser kesên astengdar jî.

Ji aliyekî din ve jî, dewletên herêmî yên ku têne texmînkirin ku herî zêde ji dewletên din bihtir zehmetî bibin, ji ber ku dijwar e li gorî guhartinan tevbigerin ev in: Tirkiyeyê û Sûriyeyê  ji ber kêmbûna ava binerd û xebatên çandiniyê bi awayekî mezin û Iraq ji ber cihê wê ku Firat û Dicle li wir bidawî dibin  û Urdun ji ber çavkaniyên wê yên avê yên biçûk ji bo her kesî ye, li kêleka wê jî vebijarkên wê yên şirîna avê kêm in. Her wiha, tê texmînkirin ku çandî li hewza deryaya Spî bi awayekî dijwar bandor bibe. Di heman demê de, wê berhemên ku herî zêde ji bo cotkaran bi sûde wekî”Zeytûn, rez, genim, ceh û garis û taybet jî gûz û fistiq” wê bandor bibin.

Her wiha di lêkolînê de hate bibîrxistin ku guhartina avhewayê gefê li ser ewlekariya mirovahî bi rêya sê xalan, çêdike:

A-Kêmbûna rêbazên debara jiyanê û çanda mafên mirovan.

B-Zêdebûna penaberiyê.

C- Bandoreke ne yekser li ser aloziyên çekdarî.

Tê payîn ku ji ber guhartina avhewayê ya pêşbînîkirî, daxwaza herêmî ya li ser enerjiyê zêde bibe û dibe ku bibe sedema kêmbûna berhemên çandiniyê. Ji ber van bandoran jî, wê ferq û cudahiyên civakî yên heyî di navbera niştecihên li herêmê de fireh bibe û ev yek jî wê bi xwe re zêdebûna tunebûna ewlekariya xwarinê bîne. Di heman demê de, dibe ku ji ber van guhartinan, aloziyên siyasî û bêaramî jî çêbibin û di dawiyê de bibin sedema derketina şeran û aloziyên mirovahî û derketina pêlên nû yên penaberiyê. Dibe ku ast û erdîngariya ya vê penaberiya nifûsê yek ji mezintirîn astengiyên mafên mirovan di serdema me de bê.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî