Destpêşxerîya Birêveberîya Xweser a çareserkirina alozîya Sûrîyayê: Proje, name û rewşa derdorê

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, projeya destpêşxerîya çareserkirina alozîya Sûrîyayê di 18ê nîsanê da, pêkêş kir. Destpêşxerî ku ji 9 bendan pêk tê, tê da nêrînên derbarê samanên xwezayî û dewlemendîyê û pêşwazîkirina penaber û koçberan li herêmên Birêveberîya Xweser hatin pêşkêşkirin, her wiha banga li dewletên ereban û Neteweyên Yekbûyî hate kirin da ku beşdarî xebatên ji bo çareserkirina alozîyayê bibin, aktîvkirina derîyê Til Koçerê da ku alîkarîyên mirovahî derbas bibin. Wekî her car jî, Birêveberîya Xweser li ser hin mijaran piştrast kir, wekî yekbûna axa Sûrîyayê, naskirina mafên pêkhateyan, her wiha Birêveberîya Xweser li gorî bendê 9an, piştrast kir ku çareserkirin divê ne li dij biryara 2254an be. Ev bend jî tê wateya ku destpêşxerî ne li dij altirnatîfên xebatên navdewletî di çarçoveya çareserkirina alozîyayê Sûrîyayê ye.

Ji sala 2018an ve, nexasim bi destpêkirina êrîşên dagîrkerîyê yên dewleta Tirkîyayê Ii dij Efrînê, di navbera Birêveberîya Xweser û Şamê da, danûstandin pêk hatin. Di vê çarçoveyê da, Birêveberîya Xweser xwest ku rê li pêşîya êrîşên Tirkîyayê yên dagîrkerîyê û dagîrkirina axa Sûrîyayê bigire. Ev yek dema ku êrîşên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê li dij herêmên Serêkanîyê û Girê Spî jî çêbûn di dawîya sala 2019an da dûbare bû. Ev danûstandin, nêzî hewldanên çareserkirina pirsgirêka berfirehbûna dagîrkerîya Tirkîyayê bû.

Berovajî destpêşxerîyên berê, tiştê balkêş di vê destpêşxerîya Birêveberîya Xweser da, di demekê da ku dewletên ereban ber bi vegerandina têkilîyan bi Şamê ra diçin û di germahîya propogandeya hilbijartinên Tirkîyayê ku wê di 14ê gulanê da were lidarxistin, her wiha hewayeka pir polarîzekirî ya navdewletî ku alozîya Sûrîyayê di asta herî jêrê ya girîngîyên dewletên mezin da ye û ev alozî ji nûkirina tundî û şerên leşkerî ve vekirine û xerabbûna rewşa gelê Sûrîyayê yên di hûndir û kampan da ber bi karaseteka mezin ve, ev destpêşxerî hate pêşkêşkirin.

Di foruma ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 23ê nîsanê da bi sernavê “Nîqaşkirina projeya çareserîya alozîyê Sûrîyayê ya ku ji alîyê Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ve hatiye pêşkêşkirin” organîze kir, Hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Birêveberîya Xweser Bedran Çiya Kurd got “Lezbûna vegerandina têkilîyan bi Şamê ra ji alîyê dewletên ereban  û Tirkîyayê ve, dibe ku hinek kes pê werin xapandin ku wê pêvajoya siyasî bi dawî bike (..) û jinûveavakirina rejîmê û vegerandina serwerîya wê li ser tevahîya axa Sûrîyayê bê ku guhartinên siyasî çêbibin, gengaz e. Ji alîyekî din ve, mêvanê din ê forumê Endamê Nivîsgeha Birêveber a Desteya Tensîqê ya Niştimanî-Tevgera Guhartinê ya Demokratîk Zîyad Wetfe, got “Tiştê tê xwestin normalîzkirina ereban divê bi tevahîya sûrîyayîyan ra be, ne bi rejîmê ra. Lewra, ev destpêşxerî bala dewletên ereban dikişîne ku alîyên sûrîyayî amade ne ji bo bibin beşek ji çareserîyê.”

Dibe ku ji destpêşxerîya Birêveberîya Xweser gelek name werin fêmkirin; nameya yekê ji bo civaka Sûrîyayê ye da ku piştgirîyê bidin vê destpêşxerîyê û di encamê da piştgirîyê bidin nêrîna Birêveberîya Xweser a ji bo çareserîya alozîyê. Nameya din ji bo paytextên ereban bû yên ku hewl didin têkilîyên xwe bi Şamê ra vegerînin û bîne bîra wan ku hebûneka birêveberî-siyasî heye û dikare bibe beşek ji çareserîya ji bo bidawîbûna alozîya Sûrîyayê û formuleka nerm a veguhastina siyasî dabîn bike. Nameya sêyem ji bo alîyên siyasî yên Sûrîyayê bû, ku Birêveberîya Xweser hewl dide di demên pêş da wan beşdarî gavên ji bo çareserîyê bike, bê ku tu alî jê were dûrxistin. Nameya çaran ji bo hikûmeta Sûrîyayê, wekî ku di destpêşxerîyê da hatiye gotin, rêbazê xîtabgirtinê di navbera du hebûnên birêveberî da hate bikaranîn (hikûmeta Şamê û Birêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê), ev xîtab derfetê dide ku her du alî hev du qebûl bikin û pişta xwe bidin samanên  herêma rojhilat ên wekî petrol, çandinî û av ku piştre van hemûyan bixin bin xizmeta tevahîya gelê Sûrîyayê.

Vê carê, Birêveberîya Xweser bi sîfeta xwe yekser xîtabî Şamê, ne bi rêya HSDyê an jî MSDyê, tevî ku sîwana birêveberîya leşkerî û siyasî ne. Dibe ku armanc ji vê yekê jî ew be ku Birêveberîya Xweser hewl dide encamên destpêkê bi dest bixe, da ku piştre ev encam bibin sedema berfirehbûna danûstandinê bi Şamê ra û bi vê yekê ra hemû alîyên siyasî yên wekî MSD û hêzên siyasî û kesayetên demokratîk ên hevkarê wê, bigire nava xwe.

Ji alîyekî din ve jî, Birêveberîya Xweser hewl dide sûdê ji sê mijarên hemwext werbigire: A yekê, sarbûna enîya êrîşên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê û kêmbûna asta gefên şerekî nû li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê. A duyem, heta astekê şertûmerc baş in ji bo rejîma Şamê ji ber vegera têkilîyên ereban, ku ev tê wateya di pêvajoyekê da wê Şam hin daxwazên normalîzkirina ereban bi cih bîne wekî danûstandina hûndirîn û hebûna komên siyasî yên din di hûndirê welat da qebûl bike û divê wan beşdarî birêveberîya dewletê bike. A sêyem, danûstandin û Şam ne li dij xebatên ewlekarî yên ku HSDyê bi hevkarên xwe yên Kwalîsyona Navdewletî pêk tîne, ku destpêşxerîyê bal kişand ser “berdewamkirina şerê li dij DAIŞê û birêxistinên din ên terorîst”. Ev yek tê wateya ku têkilîyên bi Washintgionê ra derbarê dosyaya şerê li dij DAIŞê wê vekirî bin, ku ev yek ne li dij projeya destpêşxerîyê bin ku armanc jê êşa gelê Sûrîyayê bi dawî bibe û aramî li welat pêk were.

Heta van kêlîyan jî, tu bersiveka fermî ji Şamê li ser vê destpêşxerîyê nehatiye, dibe ku ev yek girêdayî nêrîna Şamê li ser pêşketinên herêmî be, ji wan jî wê hilbijartinên Tirkîyayê çi bi xwe ra bînin, her wiha wê encama normalîzekirina ereban çi bi xwe ra bîne. Eger ku Şam dizane kûrbûna pirsgirêkên xwe bi hikûmeteka nû ya Tirkîyayê an jî vegerandina beşek ji têkilîyên xwe bi dewletên ereban, çareser nabin. Lê tecrûbeya di 12 salên borî da, piştrast dike ku rejîm guh nade îradeya hûndirîn a sûrîyayîyan, lê belê li benda guhartinên siyasî yên navdewletî û herêmî ye, di encamê da dibe ku rejîm careka din derfeta danûstandina hûndirîn winda bike.

Wekî encam, divê Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê li ser projeyên dîyalogê yên niştimanî israr bike û bi rêya bipêşkexistina destpêşxerîyê û veguhastina wê di xîtabên gelêrî û niştimanî da vê destpêşxerîyê xurt bike. Ji ber ku li gorî tecrûbeyên sûrîyayîyan yên berê, êş û azara gelê Sûrîyayê bi dewletên mezin an jî dewletên herêmî, bi dawî nabe.