Dersînorkirina penaberên sûrîyayî: Çareyeka hilbijartinê ya tarî ye

ŞOREŞ DERWÎŞ

Careka din IYI Partîyê di dawîya meha borî da, doza penaberên sûrîyayî xiste nîqaşa siyasî û rikberîya hilbijartinan. Di vê çarçoveyê da û ji bo dengê tirkên ku ji rewşa giştî ya li welat bi hêrs in qezenc bike, “IYI Partî”yê pêşnîyazek derbarê vegerandina penaberên sûrîyayî yekser li welatê wan, pêşkêşî parlamentoyê kir. Her wiha, beriztirîn partîyên di opozîsyona (maseya şeşalî) da partîya  CHP û IYI Partî, baş dizanin li ser doza penaberan bilîzin û ew wekî dozeka li kêlek dozên ku hişt rewşa aborî xerab bibe, nîşan didin.

Bi awayekî giştî, propogandaya li dij penaberan û zêdebûna xîtaba nefretê li dij bîyanîyan, êdî bûye çareka hilbijartinê ya tarî ku piranîya partîyên Tirkîyayê bi kar tînin. AKP jî dixwaze her tim xwe nîşan bide ku ew bi dengê tirkên ku ji penaberan hêrs bûne re ye, da ku dengên bingehên xwe yên partîyê ku piştgirîyê didin plana dersînorkirinê ji destê xwe winda neke. Lê hikûmeta Tirkîyayê siyaseta qezenckirina demê bi kar anî da ku xwe bigihîne dema hilbijartinan, lewra siyaseteka dualî jî derbarê penaberan bi kar anî. Ji alîyekî ve, ew dixwaze ku bala tirkan li ser mijara penaberan eger di parlamentoyê da an jî di ragihandinê da bû rojev, bibe. Lê ji alîyekî din ve jî, hikûmeta Tirkîyayê plana dersînorkirina penaberan bi darê zorê aktîf dike, da ku metirîsyên alîgirên xwe kêm bike. Di vê çarçoveyê da, li gor rapora “Human Rights Watch”ê  ku sala 2022yan derketiye, bi sedan penaberên sûrîyayî di nav da jî yên ku xwedî mafên parastinê ne, neçar kirin ku li ser belgeyên vegerandina “xweber” îmze bikin. Her wiha, hejmara penaberên sûrîyayî di zindan û navendên ragirtinê da, zêde bûne û ew penaber rastî lêdan û danûstandineka xerab ji alîyê rayedarên tirk ve tên. Ev yek jî tê kirin, tevî ku navendên dersînorkirinên ji alîyê Yekitîya Ewropayê ve têne fînansekirin, ku fînansekirinê taybet bal kişand ser “bipêşxistina pîvanan” û garantîya veguhastina penaberan (dersînorkirin) bi “ewlekarî û rûmet” be.

Di nava parçebûna nêrîn û alîyên siyasî û zêdebûna xîtaba nefretê li dij bîyanan, serokkomarê Tirkîyayê piştî ku di gulana 2022yan da soz da ku ew ê avahîyan ji bo bi dehhezaran kes ava bike û Enqera dê heta dawîya sala 2022yan 500 hezar penaberên sûrîyayî vegerîne, soz da ku milyonek penaberên sûrîyayî ji eslê 3,7 milyon penaberan vegerîne Sûrîyayê û bi cih bike. Ev daxuyanî binpêkirina rêgeza vegera bi ewle û dildarî ya penaberan e, nexasim vegerandina wan li herêmên wan ên resen. Lê tevî alîkarîyên mezin ku komeleyên Qeter, Kuwyet û Filistînê pêşkêş kirin jî, siyaseta avakirina avahîyan ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan û bicihkirina wan, bi ser neket. Di encamê da, Enqerayê gav ji vê çareserîyê bi paş da avêt û berê xwe da çareserîyeka altirnatîf (di rastîyê da, CHPyê di dema borî da ev çareserî pêşkêş kiribû) ku li gorî vê çareserîyê, lihevkirina bi Şamê ra piştre vegerandina penaberan. Bi gotineka din, vegerandina wan bi rêya xebatên dîplomatîk. Lê ev nêrîna ji bo xelasbûna ji bare dosyaya penaberan, li beramberî wê gelek mijarên siyasî yên din hene ku Şam li ser Tirkîyayê feriz dike. Ji nava wan, vekişandina Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê ya ku ji sala 2016an û bi şûn da dagîr kiriye û rawestandina alîkarîyê li ser komên çekdar ku Şam wekî terorîst wan nîşan dide.

Partîya AKP û Hevgirtina Gel, ne tenê ji ber fişarên opozîsyonê û guherîna helwesta alîgirên AKPyê li hemberî penaberên sûrîyayî, berê xwe da siyasetên koçkirin û tengavkirina penaberan û çavên xwe ji êrîşên li dij wan digire. Lê ev siyaset li ser wê têgihaştinê ava kir ku êdî dema siloganên hestyarî yên mîna (hûn koçber in em ensar in) derbas bû. Ew siloganên li ser hişmendîya imperatorî ya derewîn hatiye avakirin ku armanca wê hêmanên “Neteweya Osmanî” di çarçoveyeka bi navê Tirkîyayê de berhev bike. Her wiha, têkçûna hewldana veguhertina Istenbolê ku dema dewleta bilind meterlbola îslamê bû, wekî navendeka nû ya kombûna komên îslamî yên siyasî yên rojhilatî û piştra derkertina wê ji destê AKPyê piştî têkçûna hilbijartinên 2019an, rolek di  têkbirina alîyê wê yê sembolîk û propagandî yê projeya partîya desthildar di avakirina pola îslamî da, lîst. Di encamê da ev yek bandor li ser tevahîya stratejîyên partîya mezin kir û gav bi paş da avêt ji bo parastina bingeha xwe ya hilbijartinê. Lewra jê tê xwestin ku dor li penaberan teng bike û wan bigire û dersînor bike.

Hêjayî gotinê ye ku di dawîya 2017an û destpêka 2018an da, Istenbol û 9 kantonên din ên li ser sînorê bi Sûrîyayê, tomarkirina penaberên nû rawestandin. Bi gotineka din, Istenbol berîya ku ji destpêkê AKP di hilbijartinên şaredarîyê da di her du gerên hilbijartinan ên di adar û hezîrana 2019an da derkeve, derî li pêşîya penaberan girt. Di encamê da, partîya Erdogan wê dest bi tengavkirina li ser penaberan li wir kir.

Penaberên sûrîyayî êdî dilê wan nema ne ji opozîsyonê ra ne jî ji hikûmetê ra dixwaze. Di her du rewşan da, penaberên sûrîyayî rûbirûyî dersînorkirinê ne. Her wiha, eger bernameya CHPyê wiha ye “Em ê bira û xwişkên xwe yên sûrîyayî di nava du salan da, rê bikin” û li gorî demeka dîyar li ser esasê projeya lihevkirina dawî bi Şamê ra, wê hikûmeta Tirkîyayê ya bê vê siyasetê pêk bîne bê demeka dîyar, ev jî tê wateya ku encam yek e.

Di nava vê rewş û fişara gelêrî ya li ser partîyan, HDP û  hevalê wê yê hilbijartinê Partîya Çep a Kesk, dikaribûn xwe ji partîyên din ên Tirkîyayê çi yên opozîsyonê çi jî yên hikûmetê, cuda bikin bi rêya pabendbûna bi têkoşîna li dij nîjadperestîyê û dij penaberan û pêşkêşkirina xizmetguzarîyan “ji her kesê ku li vî welatî dij” di nav da jî penaber, her wiha garantîya bidestxistina mafên xwe yên civakî yên sereke û selametîya jîyan û malûmilkên wan. Gava girîng a her du partîyan ku civîna xwe ya li Enqerayê avêtine, soz da ku ew ê navendên dersînorkirinê bigirin.

Dûrketina partîyê ji sempatîya kolana tirkî ya bi hêrs û piştgirîya dozên modernîteya civakî û siyasî, di nav da jî dozên penaberîyê û awayê parastinê, dibe ku bandorê li ser rêjeya wê ya hilbijartinan bike. Lê li hemberî wê, domandina li ser vê metodê wêneyê partîyê yê piştgirê dozên mirovan jî, wekî pabendbûna bi çaresesrkirina dozên kêmneteweyan û piştgirîya daxwaza komên femînîst û wekhevîya zayendî û dozên jîngehê û kesên paşguhkirî,  dide nîşandan. Lewra, girtina van mijaran, HDP û Çep a Kesk wekî tek alîyê ku piştgirîyê dide têkoşîna hêzên civaka sivîl û yên ku mijarên ku têkçûyî dibîne bi hevrûkirina bi xîtaba sorkirina li dijî penaberan û vejandina xîtaba populîst û baviksalarî û ya herî xerabtir ji van: Xîtaba şer ku hemû dewletên cîran hedef digire. Lê hêvîya ji hilbijartinan wêdetir û hewldanên guhartîna rûyê Tirkîyayê, dihêle ku HDP  û Çep a Kesk li ser siyasetên xwedî meyla çepgir a azadî, israr bikin.

Li gorî pêşbînîyan, wê penaber ku wekî xeleka herî lawaz di Tirkîyayê da ne, piştî hilbijartinan wê rastî gelek awayên tundîyê werin. Mayîna rewşa aborî a xerab, vê metirsîyê zêdetir dike. Her wiha, li gorî daneyan fikarên penaber ji dersînorkirina bi darê zorê berîya çareserîyeka siyasî ya ji bo Sûrîyayê, zêdetir dibe. Lê ji ber ku HDP û Çep a Kesk xwe wekî kozika herî dawî ya parastina penaberan dibînin, hêza pêkanîna projeyên dersînokirinê girêdayî destildarîyê ye, ango hikûmeta niha an jî ya bê.

Rast e ku dengên li dij dersînorkirinê û xîtaba nefretê li dij penaberan her çiqas di hûndirê parlamentoyê da deng vedin, biryarên hikûmetê ranawestînin, lê ev deng têrê dikin ku binpêkirinên hikûmetê eşkere bikin û dîyar bike ku ev dewlet ne pabendî erkên xwe yên navdewletî û ewropayî ne.

Werger ji zimanê erebî: Kendal Cûdî