“Dêra Zorê” planên Napolyon û Brîtanyayê (1/2)

HISÊN CIMO

Di sala 1813an da, gundê Dêr El-Şearê bêhnvedaneka ku kêmpeyda dibû li ser rêya dirêj a di navbera Şam-Bexdad û Heleb-Bexdadê da bû. Ev gundê piçûk bi qereqoleka parastinê di gund da ku li başûrê gund bi navê Zorta Siryanî diket û bi navê El-Zor dihat naskirin. Piştre herdu nav bûne yek û navê wê bû “Dêr-Zor”

Di heman salê da, nûnerê Napolyan Bonapart berê xwe da herêma Firatê û biyananê di nav da jî Zor û navçeyên wê, ku dixwest di vê gera xwe ya veşartî da rê li pêşîya hêzên Fransayê veke da ku Hindistanê bi rêya biyabanê û bi alîkarîya qebîleyên wê dagîr bike. Ev agahî jî ji alîyê bazirgan û gerok Fethulah El-Sayix El-Helebî ve hat gotin, ku bi nûnerê Naployan ra di gera wî ya dirêj da bû gerîya, tevî şêxê qebîleya El-Rewla Dirêî El-Şelan yek ji bihêztirîn serekên biyabanê di wê demê da.

Lê têkçûna Naplyon di Rûsyayê da û piştra li Ewropayê sala 1815an, ev plana ku nehatiye eşkerekirin bi dawî bû, ango dagîrkirina Hindistanê û têkbirina taca bazirganîya Birîtanyayê berîya ku Hindistan bikeve bin mêtingerîya Birîtanyayê.

Piranîya caran  ronesansa  bajarvanîyê bi rewşên balkêş ve dihat girêdan, gihaşt astekê ku bûn  pêkenokî, bo mînak gelîyê Firatê ji ber têkçûna Naplyon derfeteka gewre di avakirina bajaran da ji destê xwe winda kir,  lê rastîyên wekî van rewşan li ser Dêra Zorê dubare bûn, tevî ku piranîya caran nakeve dîroka bajarvanîya mirovahîyê. Tevî vê yekê jî, alozîyeka dîrokî li ser vê herêmê; Firat û Xabûrê heye, ku ew di planên mezin ên balkêş da yên wekî “xewna Naployon” û eksenên baziranîya Birîtanyayê, amade ye. Lê tiştên din ên ku  hevrikîya wê zêdetir in hene, dihêle ku ev herêm were jibîrkirin û paşguhkirin.

Berê navê wê kiribûn Dêr El-Riman wekî ku di ferhenga Buldanê a Yaqut El-Hemewî da hatiye gotin û Teymûrleng di hemleya xwe ya dijwar a desteserkirina li ser rojhilatê Deryaya Navîn da, ew wêran kir. Dêra Zor ya herî zêdetir bi ewle bû di pêvajoyên sefera di navbera Şam û Bexdadê da di dirêjahîya sedsala 19an da. Dêra Zorê, bi rûber û girîngîya xwe zora  El-Rehbayê bir, a ku gelekî navdar bû di dîrokê da bi rêya keleha xwe ya Eyûbî ya li ser rêya El-Herîrê ya dîrokî ku dûrî El-Rehbaya kevn bi sê mîlan e ji alîyê Malik bin Tewq ve hatibû avakirin. Sedema bipêşketina Dêra Zorê ji cîranên xwe zêdetir, ji ber ji alîyê birêveberîya osmanî di wê herêmê da hatibû hilbijartin ku bibe navendeka birêveberî ku nêzî Heleb û Şamê ye û qebîleyên bedewî nikarin pir êrîş bikin.

Lê li paş perdeyê bi saya Birîtanyayê bi awayekî mezin herêmên hundirîn ên nenas hatin kifşkirin, hesta astekê bi saya osmanîyan jî bû li hêla rojhilat, ku sedema newindabûna Dêra Zorê ku heta sala 1878an bajarokekî piçûk bû ji alîyê qereqoleka osmanî ve dihat parastin li gorî gerokê birîtanî Lady Ann Blunt, lê di demeka kurt da bû cihê mezintirîn kombûna xelkê li ser çemê Firatê ji çavkanîyê heta Bexdadê. Dema ku birîtanîyan plan dikirin ku xeteka bazirganîyê di navbera El-Besra û Deryaya Spî da vekin, ev bêhinvedana piçûk li ser vê rêya bazirganî dîtin. Ev jî çîroka girîng a herêma Firatê ye di dirêjahîya sedsala 19an da, ku bû navgîna muhtemel a navbera benderên Deryaya Spî û bedera El-Besrayê. Êdî hindik mabû ku ev herêma Firatê hinek ji rojên xwe yên bazirganî yên xweş vegerîne, dema ku dewlet û mîrnişînên li wir gihîştin hev li ser şaristana xwe ya mezin, ang El-Rehbayê pev çûn.

Di destpêka  sedsala 19an da, ji ber derketina serwerîya Mihemed Elî Paşa û malbata wî li Misirê, hişt ku Birîtanya girîngîyê bide rêya Firatê wekî navgîneka sereke di navbera Hindistan û Birîtanyayê da bi rêya axa osmanî. Dema ku Mihemed Elî Paşa Welatê Şamê sala 1831an dagîr kir, Dêra Zor kete bin desthilatdarîya Îbrahîm Paşa kurê Mihemed Elî, ku sinceqeka berfireh bû û kênşênî bû.

Êdî bajarokê Dêra Zorê bû navendeka bazirganî ya geş ku bendera El-Besra û bajarên Şamê yên deryayî bi hev ve girê didan. Înglîzan ev bajarokê nû ku hema bibêje xelk tê da tune bûn, navê wê kirin Dêr El-Esafîr, berîya ku navê wê bibe Dêra Zorê. Her wiha, hindik mabû bibe paytexta bazirganîya Hindistanê li kêleka El-Enbarê (El-Remadî) li Rojhilata Navîn. Li ser esasê girîngîya Birîtanyayê, desthilatdarîya osmanî Senceq Zor, veguherand şeredarek ku ji bajarên cîranên wê yên mîna Bexdad, Mûsil, Sûrîya û Helebê sala 1864an serbixwe kir. Her wiha gelek caran kirin girêdayî wîlayeta Helebê û serxwebûna wê ya birêveberî îbtal kirin.

Eger ku projeya kolandina Kanala Siwêsê heta çend salan dereng mabûya an jî hatiba astengkirin, herêma Firatê ji El-Besra heta Reqayê wê bûbûya yek ji girîngtirîn rêyên bazirganî û leşkerî li Rojhilata Navîn di bin serpereştîya Birîtanyayê da. Dibe ku qedera wê berovajî rewşa wê ya niha bû ku heta roja me ya îro bandora xwe dewam dike.

Birîtanîyan di navbera sala 1830-1840î da, gelek hewldanên lêkolînê li ser çemê Firatê kirin da ku keştîyan ji Firata Jorî li Sûrîyayê heta kendava El-Besrayê, bixin tevgerê. Armanca yekem ji vê yekê “Hevûrkirina di navbera rêyên Misirê  û Iraqê  da bû.”

Efserê leşkerî Francis Jordan Jazni di navbera salên 1830-1831ê da, li gelîyê Firatê erka xwe bi dawî kir. Jordan Jazni di rapora xwe ya ji rayedarên birîtanî ra, îşaret kir ku gelek astengî li ser rêya bazirganî li Firatê heye. Lê ji ber armancên siyasî û stratejî di serî da bipêşketina serwerîya Rûsyayê û derketin û metirsîya Mihemed Elî Paşa li Misirê, hişt ku ew û hikûmeta wî teşwîqî projeya rêya çem li Firatê bibin. Her wiha Jordan Jazni piştrast dike ku rêya Firatê nekêmtirî girîngîya rêya Misirê ye, bi şirovekirina taybetîyên rêya destpêkê ji ber ku ji ya Misirê kurtir e, her wiha ji kirokên Birîtanyayê ra rêyeka sereke û lezgîn di navbera Hindistanê û Birîtanyayê da peyda dike.

Li ser vî esasî, di Encûmena Giştî ya Birîtanyayê da, komîteyeka taybet bi naskirina kîjan rê baş e hate avakirin: Rêya Misirê an jî rêya Firatê? Di encamê da komîte gihaşt biryarekê ku rêya baziganî li Firat û Dicleyê ya baş e.

Lê di tecrubeyên piratîk da, hewldana yekem bi têkçûnê bi dawî bû, dema ku yek ji du keştîyan li beramberî bajarokê Anayê binav bû, ji ber ku beşê derbasî yê Enbarê dibe ne li gorî şerûmercên rêya keştîyên mezin in, lê beşê ji Bûkemalê heta Meskenê rojhilatê Helebê ji bo keştîyên bazirganî guncav bû. Ji ber ku rêya bazirganî ji bendera El-Besrayê dest pê dike, ne guncavbûna çemê Firatê li Enbarê zirareka mezin gihand herêma Dêra Zorê û ji derfeta ku bibe beşek ji çûyîn û hatina bazirganîya navdewletî, derxist.

Di nîvê duyem ê sedsala 19an da, plnanên Birîtanyayê yên nûjen hebû, ew jî avakirina xeta tirêna firatî di navbera Deryaya Spî û kendava El-Besrayê da bû, ku armanc jê parastina kendavê û rêya Hindistanê ji îhtîmala bipêşketina Rûsyayê ku gefê li berjewendîyên Birîtanyayê dixwe. Yekem proje sala 1856an ji alîyê “Komeleya Trakaya Rojhilat li Gelîyê Firatê” ve hate pêşnîyazkirin, lê proje têk çû ji ber ku daxwaza garantîyên darayî ji hikûmetên osmanî û Birîtanyayê dikir.

Piştî çend salan, proje carekda din sala 1862an û sala 1871an kete rojevê dema ku Komîteyeka taybet di Encûmena Giştî ya Birîtanyayê da pêşnîyaz kir ku xeteka tirêna firatî were avakirin ji bo girêdana yek ji benderên Deryaya Spî bi bendera El-Besra ve bi lêçûneka 10 milyon cunehên îstirlînî. Hikûmeta Birîtanyayê piştgirî neda projeyê, ji ber ku rêya Kenala Siwêsê hatibû vekirin û bi awayekî baş ji sala 1869an ve dixebitî.

Tevî ku projeyên din piştra hatin pêşinyazkirin, lê hikûmeta Birîtanyayê guh nedida wan nexasim piştî dagîrkirina Birîtanyayê ji Misirê ra sala 1882 û dapînkirina rêyên Birîtanyayê bi rêya Kenala Siwêsê.

Herêma Firatê ji hesabên navdewletî hate derxistin û li cihê wê mirov dikare bibêje ku “laneta Kenala Siwêsê” hate bicihkirin. Tenê destpêkirina pêkanîna projeya xeta tirinê têrê dikir ku bingeha bajarokên nû bihate danîn, nexasim bipêşxistina bajarokên piçûk ên heyî. Ev hîpotez pêwîstîya wê bi nîqaşkea mezin tuneye, eger ku em li bandorên projeya xeta tirinê “Berlîn-Bexdad”ê li ser niştecihbûna mirovan li Bakurê Sûrîyayê binêrin.

Rast e ku çalakîyên bazirganî yên Birîtanyayê piştî vekirina Kenala Siwêsê pir bû, lê tenê li ser herêma ji Firata navîn a nêzî Bexdadê heta El-Besrayê sînordar ma, bêyî tu bandorên erênî li ser beşê “bê şans” ji Firata ji Enbarê heta Dêra Zorê, çêbibe.

Di bêhtir ji nîv sedsalekê da, heta dagîrkerên Fransa û Birîtanyayê ji axa osmanî sala 1918an, li  herêmên Firatê û Xabûrê geşbûneka mirovan çêdibû ji ber veguhastinê ne ji ber dayîkbûnê; li bakur kurd û li başûr jî qebîleyên Necid û Hail. Di encamê da dîyardeya demografî ya nû derket holê, ku xwedî taybetmîyên çandî ya lez bû, bêyî ku asta nakokîyên di nava qebîleyan da kêm bibe, lê bi awayê berhema çandinî, her wiha ji wan hinek li cihê sabit man û bi awayekî dijwar parastina herêma xwe dikir.

Tevî vê yekê jî, bajarokên nû yên wekî Dêra Zorê, Qamişlo, Hesekê û Serê Kanîyê dûrî dîyardeyên vejînê bû, tevî ku bi awayekî lez nifûsa wê zêdetir bû, ji ber ku herêm dervayî nexşereya bazirganî ye. Wekî tê zanîn jî çandinî xwetêrkirin û seqemgîrîyê peyda dike, lê geşbûnê nayîne, nexasim ku veguhastina ber bi çanda bajarbûyînê ve pir hêdî li van herêman bi pêş diket. Her wiha, ya ku herî zêde hişt herêma Dêra Zorê bê paşguhkirin, ji ber ku siyasetên serbixwe ji navendên bajarên mezin ew jî Şam, Heleb û Bexdadê peyda nekir, lewra di sedsala 20î da xwe dît ku girêdayî dewleta Sûrîyayê ya nûjen e di bin raspêrîya Fransayê da bêyî ku bijarteya wê ya nîqaşê an jî heta daxwaza nîqaşê hebe, ji bilî êrîşên eşîran ku qebîleya Igêdatan bi awayekî sereke pê rabû (Ev mijar em ê di xeleka duyem da şîrove bikin). Ji wê demê ve, bûrjûwazîya Sûrîyayê li Şam û Helebê di destpêka dewleta Sûrîyayê da, tercîh kirin ku rojhilatê Firatê di nav da jî Dêra Zorê li ser berava Şamîyeyê bi civak û şêweyên xwe yên hilbirîna aborî û çandî, tenê bibe herêmeka çandinî ya sabit. Li ser vî esasî rejîmên leşkerî li pey hev heta roja me ya îro hatin.

Alîyekî din heye ku civakên çandinîyê li tevahîya Sûrîyayê temenekî giranbuha bê deng an jî balkişandinê dan, ew jî stratejîya serok Hafiz El-Esed ya xwetêrkirinê ye, ku plana siyaseta çandinî dorpêça hetahetayê li ser Sûrîyayê feriz dikir û dewletê berê xelkê da çandinîya  bêsûd, wekî genim, dexl û pembû bi buhayên ku dewletê dîyar dikir. Her wiha cureyên vê çandinîyê beşek mezin a ava binerd ên gelîyê Firat û Cizîrê xerc kirin, beramberî daheteyên kêm ji cotkaran ra. Di heman demê da li herêma Cizîrê, sazîyên ewlekarîyê rê nedida çandinîya daran û nexasim darên tirî. Her wiha, di derxistina berhemên çandinîyê da bo derve jî têkçûneka mezin hebû.

Di encamê da, civakên Firatê û Xabûrê nikarîbûn li pey hev qezencan kom bike, ji ber bêhevsengîya demsalên çandinîyê û guhartina nirx û lêçûnê ji demsalekê heta demsaleka din û êdî para xwe ji bipêşketinê winda kir, tevî ku li ser asta welat ew ya herî petrol û çandinîyê pêşkêş dike.

____________________

Têbînî:

– Ev lêkolîn beşek mezin jê xwe dispêre pirtûka “Enbar ji şerên mêrgan ber bi rêya El-Herîrê ve” ya nivîskar Hisên Cimo, her wiha xwe dispêre pirtûka “Dîplomatîkên birîtanî li Iraqê” -Salih Xidir Mihemed. Her wiha di mijara bedewî û veguhastina civakî, girîng e ku mirov pirtûka girîng a nivîskar Albert Houranî “Dîroka gelên ereban” û pirtûka Hina Betatu “Iraq..çînên civakî û tevgerên şoreşgerî ji serdema osmanî heta damezrandina komarê” bixwîne.

– Di pirtûka “Şezerat bexdadîye” da ya nivîskar Dr.Xalid El-Sedûn dateyên li ser kedên ku sê kesayet pê rabûn hene, ku Iraqê û Firatê bi Deryaya Spî di sedsala 19an da girêbide, ew jî yê birîtanî Sir William Andrew û endezyarê avdanê yê birîtanî Lian Wilcox û baylozê amerîkayî li Bexdadê. Van hersê kesayetan têkoşîn kirin ji bo pêkanîna vê projeyê ku Bexdadê bi Şamê ve an jî bi Helebê ve girêbidin û piştra Deryaya Spî. Ji bo dîtina girîngtirîn hizirên derbarê girêdana Iraqê bi Ewropayê bi rêya Deryaya Spî, binêre: Xalid El-Sedûn- şezerat bexdadîye – Wşanxaneya El-Hikmayê, London 2015-r.232, 251.