Dêra Zorê.. Kevntirîn Rêveberiya Xweser di Sûrîyaya nûjen da (2/2)

HISÊN CIMO

Bi dawîbûna serdema osmanîyan û destpêkirina pêvajoya serwerîya Ewropayê, guhartinên bingehîn li herêmê pêk hatin ku êdî navê wê bû “Rojhilata Navîn”.

Yek ji van guhartinên berbiçav ku di alîyê civakî da bû, bedewî li hemberî hêzên hewayî yên artêşa nûjen di dawîya Şerê Cîhanê yê Duyem da, xwe radest kirin. Ji nava van artêşan ên herî lawaz jî, êdî balafirên wan ên şer çêbûn û li dij komên ku serî hildinan bêdudilî bi kar dianîn. Di vê çarçoveyê da, bedewî û êlên niştecihbûyî li Sûrîya û Iraqê, rastî gelek êrîşên bi balafiran hatin, ku kevkêşeya pevçûnê serûbinîhev kir ji ber ku carnan êl bi ser diketin û carnan jî dewlet. Lewra êdî “bajar-paytext” di demeka kurt da di pêvajoya herdu raspêrîyên birîtanî û fransayî da, bû serwerê mutleq  li tevahîya welat, her wiha serwerî li ser sînorê bi dewletên cîran ra dikir. Di vê çarçoveyê da, gerên maratonî yên danûstandinê pêk anî, da ku sînor xêz bike û rê nede ku şaxên qebîleyan sînorê dewletê derbas bikin. Ev yek jî ji bo qebîleyên ku deveyên wan wekî çavkanîyeka sereke bûn, derbeyek bû, bi taybet şemer û iniza ku ev herdu bihêztirîn komên gerok bûn. Lewra, qebîle neçar man ku girêdana xwe bi sazîyeka siyasî ya rewa (hemwelatîbûn) qeyd bikin. Ev sînordarkirina tevgera qebîleyên ku sînor derbas dikirin dê bilez nebûya, eger ku “tevgera ixwanan” a wehabî sala 1929an li dij padîşahê Necid û Hîcazê Ebdullezîz Al Siûd serî hilnedabûya û êrîşên wê yên dervayî sînor li dij Iraqê.

Lewra sînorê başûrrojavayê parêzgeha Enbarê ya li tenişta Erebistana Siûdî û sînorê Iraq-Sûrîyayê, ji ber lihevkirinên sînorî yên li pey hev, seqemgîrîya ewlekarî tê da çêbû. Cara yekem di dîroka herêmê da, ango ji destpêka dîrokê ve, rê nayê dayîn ku komên qebîleyên gerok ku bi awayekî azad di navbera Necid û Biyabana Şamê û Cizîrê da, bi hêza qanûn û çekê biçin û bên.

Ev veguhertin bi derketina dewleta nûjen ra û serwerîya wê li ser sînorê xwe, lezkirina bicihkirina qebîleyan teqez kir. Ev veguhertin kete berjewendîyên êlên çandinîyê û sewalkarîyê ku sûd ji kêmbûna çavkanîyên qebîleyên gerok ên serwerî wekî şaxên Iniza li Biyabana Şamê û Şemer li herêma Cizîrê, girtin. Lewra êdî qebîleyên çandinîyê yên niştecihbûyî (El-Dilêm-El-Igêdat-El-Begara) serwerîyeka berfireh û hêzeka mezintir bi dest xistin, li kêleka wê jî piştî têkçûna Dewleta Osmanî çek bi awayekî berfireh belav bû. Di vê çarçoveyê da, di dehên salên destpêkê yên sedsala 20î da, Şemer rastî gelek êrîşan ji alîyê qebîleyên niştecihbûyî yên herî kevn li herêmê hatin. Di encamê da, Şemer di dawîyê da neçar ma ku xwe veguherîne qebîleyeka çandinîyê piştî xebateka ne hêsan ku şêx Icêl El-Yawer li başûrê Mûsilê pê rabû. Her wiha, El-Fedan ê girêdayî Inizan  bi birêveberîya Miçhim Ibn Mihîd nikarîbû serwerî li ser Dêra Zorê bike, tevî ku ji alîyê Fransayê ve hatibû erkdarkirin, lewra tenê serwerîya wî li ser Reqa û rojhilatê Helebê ma.

Bedewî ji hev belav bûn û eşîr derketin holê

Di heman demê da, hêzên siyasî yên nû li Sûrîya û Iraqê, pêwîstîya wan bi alavên nû hebûn, da ku di nakokîyên burjuwazîya niştimanî li dij desthilatdarîya raspêrîyê da, destkeftîyan bi dest bixin. Lê herêm bi tevahî, ji Beyrûtê heta El-Besrayê, alozî û bêbawerî tê da çêbû, ev yek ji ber nakokîya Ewropayê li ser mîrasa axa ku ji dewleta osmanî qut bû. Dêra Zor jî di nava vê alozîyê da bû.

Albert Houranî hin dîyardeyên guhartinên ku bi taktîkên nû yên bi êlan ra bi jîyana bi dewletê ra, li şûna serîhildana li dij wê, wiha şirove kir:

Ji ber zêdebûna şênîyan heta astekê û hin sedemên din, hevsengîya di navbera beşên civakê yên cuda, hate guhartin. Di salên 20 û 30î (di sedsala 20î da) da, ew dema ku komên şivantîya gerok wekî hêmanekî girîng di civaka ereban da, winda bû. Hatine xetên tirênê û erebeyan, çalakîyên ku aborîya şivantîyê li ser rêyên dirêj radibû, hilweşîya: Xwedîkirina deveyan ji bo veguhastinê. Heta li herêmên ku mêrg heta niha baş bû, an jî tenê ji bo wê guncav bû ji ber mêrg û ava kêm, êdî azadîya veguhastinê ya bedewîyan sînordar bû di bin fişara hêzên çekdar ên hatine leşkerkirin ji nava bedewîyan bi xwe. Êdî bazara pez hebû, lê li herêmên xwedîkirina pez ên li quntarên çiya an jî li derdora deştê. Dirêjbûna serwerîya hikûmetê û guhartinên di daxwazan ji bajaran, hişt ku civakên bedewî û şivan veguhezin herêmên  nêzî bajaran û dibûn cotkarên niştecihbûyî. Ev yek jî  li herêma Cizîrê ya di navbera çemê Dicle û Firatê da çêdibû.

Lê yê ku hiştî hêdî hêdî binesazîya kevneşopî ya êlan belav bibe, dagîrkerîya Birîtanyayê bi xwe bû, ku Dêra Zor sala 1919an tev li Iraqê kir, ku ev yek jî bi rêya avakirina sîstema nakokîyên êlan  di 27ê tîrmeha 1918an da ava kir bi awayekî hişyarîyan, ku hêza wê ya qanûnî hebû. Ev yek jî li ser israra birîtanîyan bû qanûneka li welat di serdema padîşahîyê da li gorî madeya 113 û 114 ji destûra Iraqê ya sala 1925an. Her wiha, bejahî jî ji vê qanûna niştimanî hate derxistin (2). Bi vî awayî, êdî Iraq di alîyê qanûnî da heta tîrmeha 1958an di nava du sîsteman da bû: Yek bi taybet bi bajaran û yê din jî taybet bi bejahîya êlan (3). Li ser vî esasî, Fransa jî rewşeka taybet da qebîleyan û di parlamentoya Sûrîyayê da, kursî veqetandin.

Bi temamkirina dagîrkirina Iraqê sala 1918an ji alîyê Birîtanîyayê ve, herêma Firatê ya jorîn veguherî qadeka nû ya lîstikvanên siyasî piştî bi dehên salan ji paşguhkirinê di bin birêveberîya osmanîyan da. Bi wê ra jî, di alîyê siyasî da êdî cihê êlan ên li gundan û asta girêdana wan bi Birîtanyayê ra, dîyar dibû. Di vê navberê da, alozî li Dêra Zorê serwer bû ku ji hikûmeta erebî li Şamê dûr bû û di heman demê da jî dûrî Bexdadê bû. Rastîyên rojên dawî yên hebûna osmanîyan li Dêra Zorê dîyar dike ku bi awayekî bê pere winda bûye.

Jidestçûna bênirx

Li gorî vegotinên ku Zubêr Sultan Qedûr di lêkolîna xwe ya bi navê “Şoreşa Jibîrbûyî” da li ser vê serdemê berhev kiriye, Dêra Zor di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da û di dema şoreşên ereban da, rastî tu êrîşên derve yên dijî osmanîyan ji alîyê artêşên hevalbendan û şoreşgerên ereban nehat. Êdî li Dêra Zorê rewş aram  bû, tevî ku di gund û bajar da sîxûrên birîtanî bi awayên cuda hebûn û rewşa Dêra Zorê di dema şer da, di alîyê aborî da xerab bû, êdî hejarî, xizanî û birçîbûn li tevahîya herêmên Dêra Zorê belav bûbû. Di vê çarçoveyê da, tirkan di dema şer da, genim û xwarin ji welatîyan stand û rêkir enîyên şer, wekî ku çawa li piranîya bajar û herêmên ereban ên di bin dagîrkerîya osmanî da bû, pêk hat.

Ji ber rewşa aborî û civakî ya xerab ku gihaşt asta birçîbûnê, li herêmê ji alîyê êlên Firatê û xelkê bajaran ve alozî çêbû. Xelkê Dêra Zorê jî ew sal bi salên birçîbûnê bi nav kirin, ku tê da kesk û hişk xwarin û di encamê da karasetên mezin çêbûn ku bandor li zêdebûna parêzgehê û xelkê wê kir.

Wêne di sibata 1894an da ji aliyê rojnameya Osmanî “Tharwat Funun” ve ya vekirina nexweşxaneyekê li Dêra Zorê hate weşandin

Di dawîya şer da, êdî nûçeyên têkçûna tirkan li pêşîya hêzên ereban û hevalbendan û derketina wan ji gelek herêmên ereban, dihatin. Lê çi hêza li dij tirkan çi ereb an jî biyan, negihaştin Dêra Zorê an jî herêmên girêdayî wê. Ji ber belavbûna wan nûçeyan, parêzgerê tirk ê wê demê Hilmî Beg wekî tedbîra êrîşeka gengaz li dij Dêra Zorê, hemû belge û qeyd ku ji bo tirkan girîng in, kom kirin û rêkirin bajarê Rihayê, tevî ku zêdetirî hezar û 500 leşker û efserên tirk tê da hebûn.

Tevî ku rizgarkirina Şamê di cotmeha 1918an da pêk hat, lê parêzgeha  Dêra Zorê tu hêzên ereban an jî inglîz negihaştin wir ku bajarê Anaya Iraqê dagîr kir. Lê ji ber rewşa parêzger a ku di alîyê derûnî da bi fikar bû û ji gihandina hêzên dijberî tirkan li Dêra Zorê bi tirs bû, her wiha vekişandina tirkan ji Sûrîya û Mezopotamyayê û mayîna Dêra Zorê bi tenê, tirs xist dilê wî û ma di heyra xwe da gelo bimîne an jî koçî Tirkîyayê bibe.

Di 4ê mijdara 1918an da, parêzger Hilmî Beg bang li fermandarê artêşê yê parêzgehê Admiralay Cemîl Beg û fermandarê siwaran Îbrahîm Edhem Beg û serokê şaredarîya Dêra Zorê Hac Fadil Ebûd û kesên din kir û ew vexwendin xwarina nîvro. Hilmî Beg rewşa leşkerî û siyasî li herêmê piştî derketina hêzên Tirkîyayê ji Sûrîya û Iraqê, ji bilî Dêra Zorê şirove kir. Her wiha, Hilmî Beg gengaz dibîne ku alîyên ereban an jî inglîzan êrîşî hêzên wî bikin û hêza wî ya bersivdayînê, bêyî ku hêzên Tirkîyayê destekê bidin wî. Piştî nîqaşkirina mijarê bi beşdaran ra, tercîh kir ku nêrîna vekişandina Tirkîyayê ji Dêra Zorê bi awayekî demkî û ji bo parastina leşkeran piştî ku tekez kir ku wê têkçûn ya Tirkîyayê be li pêşîya çi êrîşeka gengaz. Lewra  Hilmî Beg biryar da ku ji Dêra Zorê bi awayekî demkî vekişe û serokê şaredarîyê Hac Fadil Ebûd erkdar kir ku karûbarê parêzgehê  bi rê ve bibe heta ku ji Tirkîyayê vedigere. Di vê çarçoveyê da, hêzên Tirkîyayê di 6ê cotmeha 1918an da, ji Dêra Zorê vekişîyan.

Biryara parêzger a vekişandina ji Dêra Zorê, şaştîyeka mezin bû, her wiha ji fermandarên hinek ji wan xwestin ku vegerin tu hêz nedîtin ku êrîşî wan bikin an jî li pey wan bin û vekişandin biryarek bû ku parêzger û alîgirên wî pêk anîn.  Lê helwesta fermandarê hêzên leşkerî Admiral Cemîl Beg ya bê veger, her kes neçar kir ku li gorî biryara wî biçin. Di wê demê da, biryara agirbesta Mudrosê ya mayîna her hêzek li cihê hebûna xwe, derket. Lewra bê sedemeka ji dervayî îradeyê, dev ji Dêra Zorê berdan. Her wiha, parêzger  û fermandarên wî yên leşkerî, rastî lêpirsînê hatin. Piştî demeka kurt, dadgeha leşkerî biryara kuştinê li ser parêzger û çend fermandaran birî, her wiha yên mayî jî cezayê heta hetayê li wan hate birîn. Bi vî awayî desthildarîya osmanî li Dêra Zorê bi dawî bû.

Dêra Zorê ji derveyî nexşeyê ye

Herêm xwe di nava valahîyeka di navbera hêzên dijber da ku derûdor tijî kirin, dîtin. Dêra Zorê jî li derveyî nexşeyên nû ma, lê rewşeka  wan a balkêş hebû,  ku gelê bajarokên li ber  beravên Firatê, hikûmetek bi birêveberîya Hac Fadil Ebûd ava kirin û di dîrokê da bi navê “hikûmeta Hac Fadil” hate naskirin. Ev yek jî ji girîngtirîn rengên birêveberîya xweser e di dîroka Sûrîyayê ya nûjen da bû, heta destpêkirina şoreşa Sûrîyayê sala 2011an û avakirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.

Sedema herî girîng a avakirina hikûmeta Hac Fadil, tirsa ji derdora êlî bû ku derdora bajarê wan girtî bûn. Heta ku li ser desthilatdarîyeka ku dixwazin girêdayî kê bin li hev bikin, li hev kirin ku hikûmeteka herêmî ku dispilîna ewlekarî biparêze û karûbarê bajar bi awayekî demkî bi rê ve bibin. Lewra di nava xwe da encûmeneka xwecihî ava kirin û navê wê kirin “hikûmeta Hac Fadil a yekem”, an jî wekî ku xelkê bajar binav kirî “hikûmeta El-Filit” ji ber ku ne girêdayî desthilatdarîya navendî bû. Ev hikûmet heta destpêka kanûna 1918an berdewam kir, dema ku hikûmeta erebî li Şamê biryar da ku parêzgeha Dêra Zorê tev li xwe bike. Bi vî awayî rewşa birêveberîya xweser a kurt bi gihandina Şerîf Elî Bin Nasir ên xizmên padîşah Feysel tevî hêza sînor (Hecana)bi dawî bû û rûsipî  û şêxên êlan jî bi xêrhatina wan kir.  Lê gendelîya desthilatdarên nû û di serî da Şerîf Elî Bin Nasir û pisporîya Birîtanyayê ya danûstandina bi êlan ra li Enbarê û dayîna pereyekî zêde ji serokeşîran ra û dagirtina sûkên bajaran bi kelûpelên sereke, têrê dikir ku rûsipîyên bajarê Dêra Zorê dev ji girêdana bi hikûmeta erebî ya li Şamê berdin. Di vê çarçoveyê da, daxwazek ji desthilatdarê leşkerî yê birîtanî yê li Anayê ra nivîsandin, her wiha Hac Fadil jî bi xwe jî serdana Bexdadê kir û daxwaz kir ku Dêra Zor ji hikûmeta erebî qut bibe û tev li raspêrîya birîtanî ya li Iraqê bibe. Ev jî yekem nakokîya nûjen û dirêj a di navbera êl û rûsipîyên bajaran da bû, ku her yek ji wan di wê kêlîyê da xeteka ji hev cuda hilbijart, ango rûsipîyên bajaran bi Birîtanyayê ra bûn û êl jî li dij çi hikûmetê bûn. Di encamê da, hêzên Birîtanyayê bi awayekî aşitîyane bajarê Dêra Zorê di 11ê çileya 1919an dagîr kir. Bi vî awayî desthilatdarîya Şerîf li Dêra Zorê bi dawî bû û êdî Dêra Zorê bû girêdayî Iraqê û hakimê siyasî yê birîtanî li Bexdadê.

Çend meh li ser vê guhartinê ra derbas bûn û êdî careka din meyl guherî. Lewra , dewlemendîya ku xelkê li benda “comerdîya birîtanî” bû, derbasî Dêra Zorê nebû. Di vê çarooveyê da, efserên ji Partîya Ehid a Niştimanî ku piranîya wê iraqî bûn derbasî nava alozîyê bû, bi serokatîya Yasîn El-Haşimî û komek ji efserên ku dixwazin vegerin Bexdadê, lê birîtanî li ser vê yekê erê nekirin, ji ber gumanên wan li ser dilsozîya wan bi osmanîyan ra. Ji ber vê yekê, iraqîyên li Şamê yên di xizmeta padîşah Feysel da biryar dan ku birîtanîyan ji Dêra Zorê derxin û veguherînin baregeheka lidarxistina êrîşan li dij wan, ku birîtanîyan neçar bikin vegera efserên partîya Ehid li Bexdadê, erê bikin.

Ji vir da, êdî efser Remedan Şilaş şagirtê Yasîn El-Haşimî û êrîşa wî li dij Dêra Zorê derket, piştî ku El-Şerîf Hisên kirîna dilsozîyê û kirîna çekan fînanse kir, ew jî bi rêya oldarê navdar Mihemed Siîd El-Irfî. Di vê çarçoveyê da, şerekî piçûk di navbera hêzên Şilaş ku hejmara wan 500 çekdar bû û hêza Birîtanyayê ya piçûk li Dêra Zorê ku hejmara wan ne zêdetirî 100 leşker bûn, rû da. Careka din, gelê bajarê Dêra Zorê poşman bû û li gorî nivîskarê pirtûka “Şoreşa Jibîrbûyî” êrîşa serkeftî veguherî êrîşa êlan li dij xelkê bajar û malûmilkên wan, ku nivîskar bi xwe jî bi şoreşê ra bû. Ev êrîş, rûyê Remedan Şilaş di bîranîna xelkê bajarê Dêra Zorê da reş kir, bi vê yekê ra jî careka din nakokîya êlî-bajarvanî bi awayekî lez vegerîya. Heman tişt li Bûkemalê jî çêbû, ku ev herêm birîtanîyan tu bazar li ser nekirin û li hemberî hêzên Remedan Şilaş û hevalbendê wî yê Igêdatan sekinînin.

Wekî tê gotin, dema ku “şoreşger” ketin Bûkemalê tişta ji destê wan hat dizîn û idîa hate belavkirin ku binpêkirin li dij jinan jî çêbûye. Ji ber van gotegotan û hêrsa Birîtanyayê, hikûmeta Feysel Remedan Şilaş ji erk xistin û efserek ji partîya Ehid a iraqî Mewlûd Mixlis di çileya 1920î da erkdar kirin. Her wiha, di dema êrîşê da, yek ji şêxên Igêdat (ji êla El-Hesûn) Ebd El-Dendel hate kuştin, lê birayê wî Mişrif El-Dendel berpirsyarîya tolhildana birayê xwe ji Birîtanyayê girt ser xwe û ji nava birêveberên qebîleyan bû yê herî navdar, tevî ku birêvebertîya şaxekî ji Igêdatan dikir, ne wekî şêxekî ji şêxên mîrasa dîrokî di malbata El-Hifil da. A ku tê texmînkirin ku fermandarê şerê rizgarîyê li Tirkîyayê Mustefa Kemal destek da Mişrif El-Dendel, her wiha partîya Ehid  a iraqî jî destek da wî, ev yek jî ne dûr e ji ber ku ev destekdayîn di dawîyê da armancên El-Dendel pêk tîne, ew jî têkbirina birîtanîyan e. Bi awayekî lezgîn jî, netewperestên li Şamê cilên netewperestîyê li tevgera Mişrif El-Dendel kirin, ku yek ji serîhildanên sînorî yên herî bi girêk û tevlihev bû. Her wiha, malbata El-Dendel jî desthilatdarîya xwe ya manewî di navbera êlên Igêdatan da li ser bingehê êrîşên demdirêj li dij navendên birîtanyayî yên li ser sînor ava kir, bi hevkarîya hevalbendekî êlên iraqî ku hesabên wî yên kesayetî û niştimanî li gorî vegotinên fermî, ew jî Nicris El-Giûd şêxê êla El-Bûnimir yek ji şaxên qebîleya El-Delîm e.

Projeya mîrnişîna Dêra Zorê

Bi her halî, piştî ku Remedan Şilaş derbasî Dêra Zorê bû  û êrîşî Meyadîn û Bûkemal kir, rewş hat guhartin. Di vê çarçoveyê da, hakimê birîtanî yê Iraqê Arnold Wilson pêşnîyaz kir ku çemê Xabûrê bibe sînorê xwezayî yê di navbera herdu welatan da, lê Meyadîn û Bûkemal li alîyê qiraxa Şamî yê çemê Firatê di destê wan da be.

Lê bê guman ev plan ne li gorî sê armancên lîstikvanên dijber bûn ew jî ev in:

Yekem: Mîr Zêd Bin El-Hisên birayê padîşah Feysel ku li mîrnişîneka taybet ji bo xwe digerîya, berê rayedarekî birîtanî pêşnîyaz kiribû, ku ji Mûsilê heta Dêra Zorê be.

Duyem: Efserên partîya Ehid a iraqî, hewl didan ku çi ji destê wan were xwe nêzî Iraqê bikin.

Sêyem: Qebîleya Igêdatan ku çemê Xabûrê wan dabeşî du beşan dike, beşê Ii alîyê birîtanî yê herî zêde li dij Birîtanyayê bû bi birêveberîya malbata el-Dendel. Di vê pêvajoyê da, serwerîya qebîleyan li ser bajarok û sê bajarên sereke Dêra Zorê, Meyadîn û Bûkemal zêdetir bû. Li her bajarekî ji van jî, di nava xwe da cihêrengîya olî û çandî xiristîyanî-îslamî dihewand û ev yek jî dihîşt ku hemû bibin stûna avakirina bajarên pêşketî yên siyasî, lê serwerî û serxwebûna xwe li hemberî serwerîya birêveberên qebîleyan ên têketin, derketin û rê kontrol dikirin taybet Bûkemal û Meyadîn, winda kirin. Tevî vê yekê jî, balkêş bû ku qebîleyê êdî navendbûna xwe winda dikir, tevî ku wekî rewşeka civakî di naverasta bedewîyet û bajarvanîyê da vejîn bû. Lewra, navlêkirinê berê (şêxê şêxên qebîleyê) xwedî wateyeka rasteqîn bû  û êdî serwerîya şaxên êlan derket holê. Ev yek jî pevçûnên di navbera xizman da derbas kir, wekî rewşa qebîleya El-Dilîm di şerê bi xwîn ê di navbera El-Bûesaf û Bûnemir û sarbûna dirêj a di navbera malbata El-Dendel û El-Hifil di hûndirê Igêdatan da.

Di salên destpêkê yên dagîrkerîya Birîtanîyayê da, El-Dilîm di alîyê siyasî da dabeşî du blokan bû, ango beşê alîgirê Birîtnyayê nûnertîya wan Elî Silêman dike û beşê dijberî Birîtanyayê jî nûnertîya wê Nicris El-Giûd dike. A balkêş ku herdu blokên eşîran bi awayekî dijwar di pêvajoyeka girîng da piştî vekişandina Amerîkayê ji Iraqê di dawîya sala 2011an da parçe bûn û her yek ji wan jî di bin birêveberîya nevîyên Elî Silêman û Nicirs El-Giûd da bûn.

Berîya dîyarkirina sînor di navbera Iraq û Sûrîyayê da, bi serperiştîya  raspêrîya Birîtanya û Fransayê, her wiha û Tirkîya bi birêveberîya Mustefa Kemal, nakokî li ser Dêra Zorê dest pê kir. Her wiha, herdu lîstikvanên xwecihî jî qebîleya Igêdat û  qebîleya El-Dilîm jî ketin nava vê nakokîyê.

Armancên şêx Elî Silêman di sînor qebîleya El-Dilîm da, sînordar nema. Rêbazê danûstandina xwe bi birîtanîyan ra, bê guman nîşan dida ku dixwazin serwerî li ser tevahîya lîwayê Enbarê bike. Ji ber vê yekê, metirsîyeka mezin pêk anî ku şêxên herêmê pê ranebûn, ew jî ji hesabê xwe bijardeya têkbirina birîtanîyan ku di lûtkeya şoreşa 20î da hindik mabû, rakir.

Serdema Igêdatan

Cehwerê peywendîya dijberê xwe yê serhişk Nicris El-Giûd bi partîya El-Ehid a iraqî nehate eşkerekirin, ji ber ku bûyerên wê girêdayî şêxê Igêdatan Mişrif El-Dendel bû û yê Mişrif El-Dendel jî girêdayî partîya El-Ehid bû, bi kêmanî di alîyê tîyorî da. Her du mêr jî berjewendîyên êlî yên ne veşartî ew bi rê ve dibirin. Lewra hersê alî berjewendîyên wan bûne yek ew jî lawazkirina înglîzan û hevalbendên wan li rojavayê Iraqê, yên wekî Elî Silêman (el-Dilîm), Fehed El-Hezal (El-Emarat-Iniza) û Eftan El-Şorcî (Elbûmehel).

Hevalbendîya Igêdat û Bûnemiran diket xizmeta hewldana mîr Zêd Bin El-Hisên bi hevkarîya bi partîya El-Ehid a iraqî ra. Di yek ji êrîşên mezin ên hevalbendîya Igêdat û Bûnemiran a li dij birîtanîyan, nîşaneyên ne eşkere yên sînorê destpêkê yên vê mîrnişînê derketin holê, di vê çarçoveyê da Nicirs El-Giûd erkê qayîmeqam Ana bi dest xist piştî ku komên girêdayî Elî Silêman ji wir û ji Rawa derxistin. Van hewl da ku sînorê serwerîya xwe dirêjî El-Remadî bikin, lê ji ber şanê Elî Silêman ê têkçûna şoreşa 20î di Firata navîn da û birîtanîyan carekda din serwerîya tevahîya Iraqê kir.

Wêneyê şêx Mişrif Dendel sala 1945 hate kişandin

Di gulana 1920î da, komîteyeka hevbeş sînorê di navbera Sûrîya û Iraqê da wekî destpêk xêz kir. Di vê çarçoveyê da, fermandarê leşkerî yê birîtanî Ligman li gorî lihevkirinê, bajarokê Salihîya û Bûkemalê ji hikûmeta erebî ya li Şamê ra vegerand, ku nûnertîya wê di danûstandinan da, efserên ji partîya El-Ehid a iraqî dikirin (4). Bi lihevkirinê, Enbar di alîyê siyasî da bi temamî ji Dêra Zorê qut bû. Her wiha, Nicris El-Giûd jî bi vê lihevkirinê winda kir, lê Igêdat serkeftî jê derketin, ku dîyarkirina berê ya ku çemê Xabûrê wekî sînorekî di navbera serwerîya Fransa û Birîtanyayê da bû, têk çû. Di heman demê da, bajarokên Meyadîn û Bûkemalê ji para Birîtanyayê bûn, lê lihevkirina dawî rê neda dabeşkirina bloka sereke ya qebîleyê ku di navbera di dewletan da parçe bibe. Ku ji bo tiştê ku bi ser mezintirîn qebîle hat bi serê wan jî neyê: Şemer El-Cerba ku sînorên nû feriz kir dabeşî du dewletan bû. Di encamê da, Şemer El-Cerba li Sûrîyayê ji berê li pêşîya êlên din lawaztir bû, ku ew êl zirar ji xêzkirina sînor nedîtin, wekî Begara û Igêdatan.

Kontrolkirina partîya El-Ehid û eşîrên bi wê ra li ser Dêra Zorê di dawîya sala 1919an da, fikareka mezin li gel alîyê alîgirê Birîtanyayê çêkir. Di vê çarçoveyê da, Ibn El-Hezal fikara xwe bi awayekî eşkere ji tevgera Igêdatan li dij înglîzan li Dêra Zorê nîşan da. Her wiha, fermandarê leşkerî yê birîtanî Haldin li ser zimanê Ibin El-Hezal dibêje: “Eger ku hûn Dêra Zorê careka din dagîr nekin, hûn ê li Firata navîn di nava 6 mehan da, rastî şoreşekê werin” (5). Rastîyên li ser erdê jî, nêrîna kalemêrê di hevalbendîya siyasî da zîrek, Ibin El-Hezal piştrast kir.

Piştî kontrolkirina Dêra Zorê, Igêdatan di serdema xwe ya zêrîn da bû ji destpêka dagîrkerîya Birîtanyayê ji Iraqê ra. Her wiha bû yek ji qebîleyên Sûrîyayê yên herî navdar piştî ku bi kêmanî di serdema osmanîyan da, ew dihate bibîranîn. Tevî ku sînor li gorî berjewendîyên xwe xêz kir, lê êrîşên xwe li dij hêzên Birîtanyayê û hevkarên wê yên herêmî di hûndirê sînorê Iraqê da, ranawestand. Tu çavkanî behsa daxwazên vê eşîrê ku partîya El-Ehid bi pere û çek destek dida wê, di hûndirê Iraqê da nekir. Êdî ne tenê ji bo hêzên Birîtanyayê bû gefekî cidî, lê belê ji bo êlên Iraqê yên ku bi Birîtanyayê ra hevalbend bûn jî bû gefek, di serî da jî bloka el-Dilîm a girêdayî Elî Silêman û El-Imêrat ya Ibin El-Hezal.

Tevgera hevalbendîya di navbera Mişrif El-Dendel û Nicris El-Giûd û hevalbendên din, li dij xetên veguhastina hêzên Birîtanyayê berdewam kir. Her wiha, dagîrkirina Fransayê ji Şamê ra jî, nebû astengî li pêşîya êrîşên wan li dij hêzên Birîtanyayê. Di vê çarçoveyê da, komek ji Igêdatan kemînek ji karwanekî leşkerî li ser rêya Baricê ya nêzî bajarê Anayê çêkir, di encamê da sê leşker kuştin û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin. Her wiha, komeka din ji êlên Igêdatan li Bûkemalê êrîşî navendên artêşa Birîtanîyayê li bajarê Rawayê yê cîranê bajarê Anayê kirin. Di heman demê da, hêzên Igêdatan derbasî bajarê Anayê bûn û navenda hikûmetê û malên hemû hevkarên birîtanî li bajarok, talan kirin. Êdî fişara êlan li ser hêzên Birîtanyayê li bajarê Anayê û derdora wê zêdetir bû, lewra Birîtanya di 5ê tebaxa 1920î da ji Anayê derket. (6)

Dagîrkirina Fransayê Şam û derxistina hikûmeta Feysel jê, rewş li herêma di navbera Dêra Zorê û Bexdadê da, tevlîhev kir. Her wiha, meyla partîya E-Ehidê ya iraqî tevlîhev bû, ku êdî efserên wê yên mezin dixwazin vegerin Bexdadê, lê bi awayekî temamî xwe ji armancên mîr Zêd Bin El-Hisên di êrîşên li dij Birîtanyayê da, qut nekirin.

Hêzên kurdan li Dêra Zorê

Di 11ê gulana 1920î da, Ebdulrezaq Munîr wekî qayîmeqamê bajarokê Bûkemalê ji alîyê hikûmeta erebî li Şamê, hate erkdarkirin. Dema ku ew hikûmet li ser destê fransizan di 25ê tîrmeha 1920î da têk çû, Ebdulrezaq cudabûna xwe ji Sûrîyayê ragihand got “Iraqîyan dest danîn ser Bûkemalê û ew girêdayî Iraqê ye, ne Sûrîyayê ye” (7).

Ji wê demê da, êdî Ebdulrezaq amadekarî kirin, da ku dest deyîne ser Anayê û hêzên inglîzan bi hevkarîya bi El-Rawîyîyan û hin êlan wekî El-Igêdat, El-Bûnemir û El-Cexayîfa ji Anayê derxe, êdî bi vê yekê ra jî nakokîyên siyasî lîstoka xwe ya siyasî lîst.

Çawa ku Birîtanyayê dikarîbûn komên serîhildêr (sala 1920) têk bibe, êdî dest bi xurtkirina hevalbendên xwe kir. Di vê çarçoveyê da “hêzeka bedewî ya êlên girêdayî xwe bi navê El-Beyreq ava kir. Her Beyreqek jî ji hêzeka ne kêmî 200 hecanan pêk dihat, lê fermandarê Beyreqê divê birîtanî be û iraqî bi wî ra bibin alîkar” (8).

Di belgeyên destpêkê yên Fransayê li ser herêma Dêra Zorê sala 1920î da, tevlîhevîyek heye. Fransa texmîn dikir ku eşîrên Dêra Zorê şer dikin ji bo ku tev li Iraqê bibin. A ku ev tevlîhevî jî zêdetir kir, qayîmeqamê Bûkemalê tevlîbûna Bûkemalê ji Iraqê ra ragihand. Di demekê da ku Fransa herêm keşif dikir, xwe spart hêzeka nûjen bi serokatîya qebîleya Milan a kurdan, ku beşdarî êrîşên dirêj li dij alîgirên Birîtanîyayê li ser xeta Xabûr-Firatê sala 1921ê bûn. Her wiha dikarîbû piştî şerên dirêj eşîrên ku li dij Birîtanîyayê, Fransa û hikûmeta erebî serîhildan bûn, wan aram bike. Lê di heman demê da, wan eşîran nikarîbû birêveberîyeka xweser a serbixwe ava bikira.

Bi hatina sala 1923yan, şer li Enbarê nema, ev yek jî ji ber ku serwerî ket destê El-Dilîm û şêxê wê Elî Silêman ku sînorekî ji alozîya ji dema derketina osmanîyan sala 1918an da dest pê kirî, danî. Şêx Nicris El-Giûd nikarîbû serokatîya El-Dilîm ji Elî Silêman bistîne, lê wekî dijberê wî ma. Ji ber vê aramîyê û ji bo bidawîbûna alozîya ku êla  Igêdatan a sûrîyayî bû sedema wê, kongreyeka êlan li bajarokê Qayîmê di gulana 1923yan da bi serpereştîya Birîtanya û Fransayê hate lidarxistin û nûnerê Igêdatan di wê kongreyê da şêx Cidan El-Hifil û şêx Mişrif El-Dendel bûn.

Piştre kongreyên êlan gelek hatin lidarxistin, heta ku hemû alî ku fêr bûbûn sînorê navdewletî yê di navbera Sûrîya û Iraqê da derbas bikin, rêzdarî ji serwerîya qanûnê ra bigirin û êdî mijara Dêra Zorê bi awayekî temam bû girêdayî raspêrîya Fransayê.

Eger ku em li rastîyên li ser herdu beşên sînorê Iraq-Sûrîyayê, ango Enbar û Dêra Zorê vegerin, dîyar dibe ku du şepêlên sereke ji êlan hene, li alîyê sereke jê helwesta siyasî bi rewşa kêferata êlî û dijminatîya kevn ya di navbera wan da girêdayî ye. Ne dîyar e ku kîjan êlan piştgirî dane ku Dêra Zorê tev li Bexdadê bibe,û dibe ku ne rêbazekî di cihê xwe da be ku em êlan li gorî siyasetê birêz bikin, ji ber ku hemû ne bi çavkorî girêdayî serokê êlê ne, lê ya piştrastkirî û bi belge, ku nehişt projeya birîtanî ya çemê Xabûrê bibe sînorê di navbera Sûrîya û Iraqê da , di asta yekem da bi saya qebîleya Igêdatan bû.

____________

 

Têbînî û çavkanî:

ألبرت حوراني – تاريخ الشعوب العربية – ترجمة كمال خولي – الناشر هاشيت انطوان – الطبعة الرابعة، 2014 – ص 420-1

2  – حنا بطاطو – العراق، الطبقات الاجتماعية والحركات الثورية من العهد العثماني حتى قيام الجمهورية – الجزء الأول – ترجمة عفيف الرزاز – مؤسسة الأبحاث العربية – ط2 ، 1995 – نسخة الكترونية لمنتدى مكتبة الاسكندرية –  ص42، 43

3 – أنظر تفاصيل ترسيم الحدود في: علي الوردي – لمحات اجتماعية – الجزء الخامس (القسم الأول) – ص 172 – 173

4 – المرجع السابق – ص177

5 – زبير سلطان قدور- الثورة المنسية– ص 113

 

-6Ebdulrezaq El-Munîr di gotina xwe da ya ku dibêje ku iraqîyan dest danîn ser Bûkemalê amajeyê bi wê yekê dike ku efserên El-Şerîfîyîyîn yê ku êrîşên li dij ingilîzan bi rê ve dibirin, piranîya wan iraqî bûn, mîna Yasîn El-Haşimî, Cemîl El-Midfeî, Mewlûd Mixlis û Elî Cewdet El-Eyûbî. Çaxa ku piştî Remedan Şilaş, ew wekî hatim hat erkdarkirin, name ji partîya El-Ehidê li Şam û Helebê şand ku tê da daxwaz dikir iraqîyan rê bikin Dêra Zorê da ku tev li êrîşên li dij Birîtanyayê bibin û çi kesê ku ev daxwaz red kir wan wekî xayin bi nav kir. Gelek iraqî hatin ji wan di navbera 30 heta 40 efserî hebû û zêdetirî 250 leşkî. Lê van iraqîyan xelkên deverê gur kirin ku iraqîyan ji Dêra Zorê biqewirînin, ew jî ber kiryarên wan ên ku pê ve rabûn ku nijdevanî dikirin û birçîyê pereyan bûn, yek ji kiryarên wan dizîya barekî zêr bû ku dikir ew bûyer şerekî li deverê gur bike. Piştî ku fransizan Sûrîya dagîr kir, xwesteka van efseran tenê ew bû ku vegerin Iraqê, her wiha gelek êrîş li Enbar û Mûsilê pêk anîn û alîkarî ji Şareşa 20em ra pêşkêş kirin, ji bo ku Birîtanya rê bide wan vegerin Iraqê û xwe ji şerê wan xilas bike.

للمزيد: علي الوردي – لمحات اجتماعية – الجزء الخامس (القسم الثاني)  – ص 142- 143

7 – عمار يوسف عبدالله – مسألة عشائر الحدود العراقیة – السوریة في العلاقات بین سلطتي الانتداب البریطاني والفرنسي 1920 ، 1932- مجلة أبحاث كلية التربية الأساسية، جامعة الموصل- المجلد 6، العدد 2 – 23، 24 أيار 2007 – ص 207 – 208

8 – عمار يوسف عبدالله – مرجع سابق – ص 210