Dêra Zorê di navbera çespandina Rêveberîya Xweser û tevlîhevîya milîsên çekdar da

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Sê meh li ser operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk di 17ê tebaxa borî da dest pê kiribû, derbas bû û armanc ji vê operasyonê ew bû ku têkbirina şaneyên birêxistina DAIŞê û hevkarên bi rejîma Sûrîyayê û qaçaxçîyan. Her wiha, di vê operasyonê da, fermandarê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla jî hat girtin, bi tawanên  girêdayî gendelî û êrîşa li ser berjwendîyên welatîyan û heqareta sembolên eşîr û civakan li herêmê. Ji alîyekî din ve jî, hêzeka mezin a dijberî Rêveberîya Xweser ku rejîma Sûrîyayê, milîsên Îranê û bi awayekî yekser dewleta tirk an jî bi rêya alavên xwe yên di “Artêşa Niştimanî” da digirt nava xwe, operasyona ewlekarî û bûyera girtina Ebû Xewla bikar anîn û li dij HSDyê xwe kom kirin û tevgereka bi nave “bihawaçûna êlan” lê kirin, ku alavên ragihandinê operasyoneka mezin li dij sazîyên Rêveberîya xweser çêkirin û cudahê di navbera pêkhateyên deverê çêkirin û xwestin heta ji wan were tevlihevîyê çêkin.

Ji alîyekî din ve jî, topbaran û bombebarana Tirkîyayê ya bi dron û topavêjan li ser bejahîyên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Tiltemir û Şehbayê pêk hat, her wiha endamên “Artêşa Niştimanî” jî hewl dan ku derbasî herêmên bibin. Hemwextî vê yekê jî, çekdarên rejîma Sûrîyayê û Îranê di 25ê îlona borî da ketin bajarokên Zîban û Hecînê bi armanca dagîrkerîyê û xerabkirinê, lê hêzên HSDyê bersiv dan û di encamê da 50 çekdarên ji komên êrîşkar hatin kuştin û birîndarkirin. Piştî paqijkirina herêmê ku çekdarên rejîma Sûrîyayê û Îranê ketibûnê û di encamê da stasyonên kehrebe wêran kirin, xestxane û deverên çandinîyê talan kirin û derî û pencere, tabloyên enerjîya rojê û kondîş dizîn, HSDyê operasyona jinûveavakirina tiştên ku hatine wêrankirin û dizîn dest pê kir, her wiha lêborîneka giştî derbarê kesên ku beşdarî bûyerên dawî bûne, derxist. Di heman demê da, Encûmana Sivîl a Dêra Zorê di 22yê cotmehê da ji nû ve hat birêxistinkirin li gorî zemîn û mekanîzmeya ku garantîya desthilatdarîya xelkê herêmê berfireh bibe û xizmetguzarîyên zêdetir,  lê milîsên girêdayî rejîma Sûrîyayê êrîşên xwe li dij baregehên HSDyê li bejahîya rojhilatê Dêra Zorê di bin navê “hêzên êlan” berdewam kir. Di vê çarçoveyê da, di navbera destpêka cotmeha borî û heta nîvê mijdarê da, bi dehan êrîş ji herêmên di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da li dij bargehên HSDyê pêk hatin, her wiha sazîyên xizmetguzarî û sivîl û karmendên tê da jî armanc kirin.

Êrîş li dij HSDyê û baregehên Hevpeymana Navdewletî zêde bûn

Bi zêdebûna şerê li Rojhilata Navîn ra piştî êrîşên tevgera Hemasê ya Filistînê li dij baregeh û dagîrgehên Îsraîlê li derdora Xezayê û di encamê da, /1400/ sivîl û leşkerên îsraîlî hatin kuştin û /241/ sivîl jî hatin revandin. Di heman demê da, Amerîkayê ku hevkarî û piştgirîya xwe ya tam bi îsraîlê ra ragihand û keştîyên şer ûkeştîyên binav  ên nuklerî rê kirin herêmê, wekî bergirîyên bersivdayîn û gefa li dij Îranê, herêmên di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da li Dêra Zorê veguherî qada rûbirûna vekirî (bombebarana bi balafiran a dualî û êrîşên bi moşekan) di navbera milîsên ku piştgirîya xwe ji Îranê digirin û hêzên Amerîkayê ku baregehên wê li herêmên rojhilatê Firatê di nava sînorê parêzgeha  Dêra Zorê û Hesekê da hene.

Her wiha, hêzên rejîma Sûrîyayê jî tevlî van êrîşan bû û ji hebûna leşkerî ya Îranê ya xurt sûd wergirt û li dij baregehên HSDê li herêmên rojhilatê Firatê êrîş pêk anîn. Ev yek jî wekî hewldana rejîma Sûrîyayê ya mayîna “hawarçûna êlan” û tomarkirina êrîş û operasyonên li dij HSDyê di bin navê qaşo ku eşîr hebûna HSD û sazîyên Rêveberîya Xweser li herêmê red dikin. Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku piranîya şervanên HSDyê li Dêra Zorê, ewladên êlên Dêra Zorê ne ku şerê birêxistina DAIŞê kirin û herêmên û malbatên xwe ji êrîşên şaneyên birêxistina DAIŞê parastin, her wiha li pêşîya dîyardeya belavbûna Îranê jî sekinîn.

 Her wiha, bajarokên Zîban, Cerzî, Teyana, Şihêl, Ebû Hemam û Ebû Herdûb rastî êrîşên ji alîyê herêmên rojavayê Firatê hatin ku çekdarên rejîma Sûrîyayê ew xistin bi navê “Hêzên Êlan” ev êrîş pêk anîn û baregehên HSD û navendên sazîyên xizmetguzarî armanc kirin. Di vê çarçoveyê da, HSDyê di 29ê cotmhê da ragihand ku şervanên wan êrîşa berfireh a çekên giran ku milîsên çekdar ên girêdayî rejîma Sûrîyayê li dij bajarokên Ebû Herdûb, Zîban û Ebû Hemam pêk anîn, têk birin. Her wiha, navenda ragihandinê ya HSDyê li ser malpera xwe daxuyanîyek da û tê da bi bîr xist ku çekdarên ku ji bajarok û bajarên Sibîxan, Diwîr û Meyadînê yên li alîyê rojavayê çemê Firatê yên di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da, ji sê alîyan ve êrîşî herêmên serwerîya HSDyê kirin  û di encama şer da, /19/ çekdarên êrîşkar hatin kuştin û /20/ jî birîndar bûn, di nava wan da jî kesê bi navê Merwan Fadil yek ji berpirsên milîsên bi navê “Isûd Şerqîyê­” yê girêdayî rejîma Sûrîyayê. Di heman demê da, HSDyê nasnameya /3/ şervanên xwe ku di wan êrîşan da jîyana xwe ji dest dane aşkere kir û li gor daxuyanîyê nasnameya wan wiha ye: Samir Ehmed Îbrahîm, Ciwan Remedan û Xalid Horan Etîya.

Ji alîyekî din ve jî HSDyê gelek operasyonên pêşwext li dij şaneyên milîsên girêdayî rejîma Sûrîyayê û birêxistina DAIŞê li herêmê pêk anîn. Di vê çarçoveyê da, di hefteyên borî da, bi dehan operasyonên girtin û serdegirtinê, bi armanca têkbirina kiryarên xerabkirinê û êrîşên ku milîsan amade dikir li dij baregehên HSDyê û sazîyên sivîl û xizmetguzarî pêk bîne, li dar xistin. Her wiha Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) operasyonên serdigirtinê li dij çekdarên girêdayî rejîma Sûrîyayê û endamên birêxistina DAIŞê pêk anîn û bi dehan ji wan girtin û gelek çek û cebilxane û mayîn jî bi wan ra girtin.

Ev zêdetirî mehekê ye ku, li parêzgeha Dêra Zorê êrîşên dualî di navbera milîsên ku moşek û balafirên dron bikar tînin û di navbera hêzên Amerîkayê da ku moşekan bi balafirên şer bersivê dide, rû didin. Di vê çarçoveyê da, Navenda Çavdêrîyê ya Mafên Mirovan a Sûrîyayê ragihand ku ji ber êrîşên balafirên Amerîkayê di 12ê cotmehê da, /8/ milîsên girêdayî Îranê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne, her wiha balafiran depoyên çek û cebilxane û dikeyên avêtina moşekan li bejahîya Bûkemalê û gundê nêzî bajarê Meyadîn ku Îran bi wir da bi cih bûye, armanc kirin. Her wiha, li gorî rapora Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyayê ku li ser malpera xwe belav kir, baregehên Hevpeymana Navendewletî  rastî /32/ êrîşan ji alîyê milîsan ve ji dîrokê 19ê cotmehê ve hatin. Êrîşên ku pêk hatin ev baregeh kirin armanc: /6/  caran baregeha Tenefê, /7/ caran zevîyê El-Umerê yê petrolê, /5/ caran baregeha zevîyê Konîkoyê yê gazê, /1/ baregeha Amerîkayê li Rûbarîyayê li gundewarê Dêrîkê, /5/ caran baregeha Xerabcîrê ya Rimêlanê, /6/ caran baregeha Şedadîyê, /1/ car baregeha Tilbêderê û carekê jî baregeha Qesrikê.

Bi awayekî giştî, çavkanîyên Amerîkayê behsa armanckirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûrîyayê û Iraqê kirin û ragihand ku ji 17ê cotmehê ve rastî /45/ êrîşan hatine. Her wiha hêza bi navê “Berxwedana Islamê li Iraqê” (alîyê Iraqê ku cara yekem di 21ê cotmeha borî da navê wê derket ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê armanc dike) li ser malpera xwe êrîşên bi balafirên dron û moşkean ên li dij baregeha Amerîkayê li zevîyê El-Umerê li Dêra Zorê û baregeha Xerabcîrê ya li gundewarê Rimêlanê ya girêdayî parêzgeha Hesekê (êrîşên herî dawî, bi rêya balafirên dron û moşekan ku baregeha El-Umerê di 16 û 14ê mijdarê da armanc kirin) girtin ser xwe û ragihandin ku di encama van êrîşan da, bi dehan leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Ji alîyekî din  ve jî, çavkanîyên amerîkayî jî dibêjin ku hêza bi navê “Berxwedana Islamê li Iraqê” di rastîyê da odeya operasyoneka hevbeş a milîsên Iraqê ye û ji alîyê Pasdarên Îranê ve tê birêvebirin, her wiha erka wê jî gefên li dij hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê ye û bi Amerîkayê bidin fêmkirin ku ev bargeh û leşkerên tê da, di armanca Îranê û şaxên wê da ne. Di heman demê da, di nameyên Îranê yên ji Washingtonê ra jî, milîsên Iraqê yên çekdar ji alîyê efserên Pasdarên Îranê  ve tê birêvebirin û dikarin ku di her demê da, baregehên Amerîkayê bi dehan moşek û balafiran armanc bikin, eger ku Amerîkayê berê xwe da gurkirina şer bi Tehranê ra û berjewendîyên wê li herêmê armanc kirin. Ev yek di demekê da ku helwesta hikûmeta Iraqê ne zelal e pêk tê, ku Bexdad hewl dide xwe ji şerê Îranê (çi yekser çi jî wekaletê) bi Amerîkayê ra dûr bixe, nexasim li qadên Libnan û Sûrîyayê. Di heman demê da, Bexdad hevsengîyên lawaz di hundirê Iraqê da di berçavan ra derbas dike, di demekê da ku partîyên nêzî Îranê serwerîya sîyasî ya Iraqê dikin û hêza wê ya milîsên çekdar heye ku li ser hêz û desthilatê (komikên Heşd El-Şeibî û yên din) pev diçin, ku bi Îranê ve girêdayî ne.

Tehran hebûna xwe ya leşkerî xurt dike

Di hefte û rojên borî da, Îranê hêzên din ên leşkerî rê kirin herêma Dêra Zorê. Di vê çarçoveyê da, çavkanîyan bi bîr xist ku bi dehan endamên milîsên iraqî û libnanî derbasî axa Sûrîyayê bûne û bi dehan endamên girêdayî Heşd El-Şeibîyê ya Iraqê bi erebeyên sivîl di bajarokê Bûkemalê ra ku di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da ye, derbasî parêzgeha Dêra Zorê bûn û li wir jî ew endam, tev li komên milîsên girêdayî Îranê bûne yên li parêzgehê. Her wiha, çavkanîyên ku xwe spartin xelkê, piştrast kirin ku hêzên leşkerî yên ji Iraqê gihaştin herêmên Bûkemal, Qorîya û Teybayê û dane zanîn ku Pasdarên Îranê serpereştîya derbasbûna van hêzên leşkerî kirin û ew derbasî baregehên veşartî yên li gundewarên bajarokên navborî kirin. Çavkanîyên din jî  behsa planên Îranê yên şandina endamên pakistanî û efgaxî li Dêra Zorê kirin, bi armanca perwerdekirina ciwanan ku xwebexşî tev li milîsên xwecihî bûne, milîsên ku efserên Pasdarên Îranê û milîsên Heşd El-Şeibî serperiştîya wan dikin. Tê texmînkirin ku ev kes dê erka êrîşkirina HSDyê hilgirin ser milên xwe û kiryarên tevlihevî û xerabkirinê li dever û bajarokên Dêra Zorê yên rojhilatî bikin.

Şandina hêzê û civînên zêde yên rayedarên Pasdarên Îranê bi efserên rejîma Sûrîyayê ra, di çarçoveya hewldanên Îranê yên xurtkirina helweseta xwe li parêzgeha Dêra Zorê pêk tê, bi rêya anîna endaman ji dervayî Sûrîyayê da ku milîsên xwe xurt bike û ciwanên deverê erkdar bikin bi rêya pêşkêşkirina arandekan yên mîna kerta ewlekarî û çeka kesî û mûçeyekî baş (kêferateka veşartî di avbera Îran û rêjîma Sûrîyayê da heye ew jî bo erkdarkirina ciwanan). Her wiha, milîsên îranî jî hewl didin ku hejmareka mezin ji ciwanan piştî perwerdeyê tev li xwe bikin û piştra jî erkan bidin pêşîya wan ku ew erk jî wê zêdetir pêkanîna êrîşan li dij baregehên HSDyê û sivîlên ku di sazîyên xizmetguzarî yên girêdayî Encûmena Sivîl a Dêra Zorê da, kar dikin. Ji alîyekî din ve jî, analîzkar tercîh dikin ku Îran wiha difikire ku zêdekirina êrîşan li dij herêmên rojhilatê Firatê, wê hêzên Amerîkayê û hevalbendên wê tevlihev bike û bibe kaxezeka fişarê û gefeka xurt li dij gefên Amerîkayê yên li ser wê.

Di demên dawî jî û di çarçoveya planên veşartî da, milîsên nêzî Îranê careka din li baregehên nû hatin bicihkirin. Her wiha  çavkanîyên xwecihî ji Dêra Zorê jî ragihand ku ferman hatîye dayîn ku endamên girêdayî Îranê baregehên xwe radestî rejîma Sûrîyayê bikin û zêdetir bi awayekî veşartî tev bigerin û wêne û sembolên girêdayî Pasdarên Îranê  ranekin û tenê yên girêdayî rejîma Sûrîyayê û serokê rakin. Her wiha, çavkanîyan ragihand ku komên girêdayî Îranê dest bi fişara li ser xelkê Dêra Zorê kirine, da ku ji malên xwe derkevin. Di heman demê da, hin caran jî komên girêdayî Îranê bi darê zorê û bi gefê çek dest datînin ser malên sivîlan û sivîlên ku red dikin jî tawanan jê ra derdixin, ku rewşa aborî ya zehmet ya xelkê deverê keysbaz dikin da ku wan neçar bikin ji mal û milkên xwe derkevin û wan veguhêzînin deverên leşkerî. Di vê çarçoveyê da, ji destpêka cotmehê ve, komên girêdayî Îranê dest danîn ser bi dehan malên sivîlan da ku ji bo armacên leşkerî bi kar bînin. Her wiha, ji destpêka salê ve, zêdetirî /150/ malan veguherîn baregehên leşkerî.

 Sîstema birêveberîya sivîl li Dêra Zorê û xurtkirina aşitîya civakî

Piştî bûyerên li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê, jinûvesazkirina Encûmena Sivîl a Dêra Zorê, yek ji erk û bergirîyên bilez ên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bû, bi armanca ku jinûveavakirina tiştên ku milîsên girêdayî rejîma Sûrîyayê wêran kirin. Lê bi garantîya beşdarbûna berfireh a sivîl di birêveberîya herêmê da, bi rêya jinûnvesazkirina encûmanên xwecihî, qanûnsazî, birêveberî, şaredarî û başkirina rewşa xizmetguzarî û aborî û jinûvesazkirina Hêzên Ewlekarîya Hûndirîn û Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê. Di vê çarçoveyê da, di 22ê cotmeha borî da, kongreya “Xurtkirina ewlekarî û aramîyê ber bi pêşxistin û çespandina beşdarbûnê li Dêra Zorê” bi beşdarbûna Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û Encûmena Sûrîyaya Demokratk hate lidarxistin, ji bo nîqaşkirina rewşa aborî, ewlekarî û civakî li Dêra Zorê. Di kongreya (jinûveavakirina encûmenên birêveberîyê û şopandin û hêsankirina xebatê li gundewarê Dêra Zorê) da, rûsipîyên êlan, çalakvanên sivîl û birêveberên wan, her wiha xelkê Dêra Zorê û bejahîyên derdora wê, seroka Desteya Birêveber a MSDyê Îlham Ehmed, şandeyên Rêveberîya Xweser, partîyên sîyasî, sazîyên sivîl û leşkerî amade bûn. Di heman demê da, di kongreyê da, xelkê herêmên û rayedarên wê axivîn û bal kişandin ser pêwîstîya xurtkirina ewlekarîyê û berfirehkirina xebatên xizmetguzarî û bipêşxistina asta borî û girîngîdayîna bipêşxistina xebatên çandinîyê.

Di alîyê sîyasî da jî, ji encamên kongreyê hate gotin ku divê rê li pêşîya partîyên sîyasî were vekirin û garantîya derfteka mezintir ji bo birêxistinên sivîl û komeleyên sivîl derbarê karûxebata wan di nava sivîlan da were dayîn û navendên wan werin vekirin, bi hevkarîya Encûmena Birêveber a Dêra Zorê, heta ku qanûna partîyan li herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê were derxistin. Her wiha, ji encamên kongreyê aktîfkirina rola Encûmana Edaletê, da ku di biryarên xwe da serbixwe be. Di heman demê da, di daxuyanîya kongreyê da, biryar hate dayîn ku komîteyek ji birêveberîya sivîl a Dêra Zorê û hêzên ewlekarîyê were avakirin, da ku /4/ derîyên mirovahî û bazirganî vekin û birêxistin bikin, her wiha sazûmanîya sazîya çavdêrîyê û lêgerînê ji nû ve were avakirin û rola wê were aktîfkirin bi kordîneya bi Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ra. Her wiha, ji bendên encamnameyê derxistina malbatên  li Kampa Holê yên ku bi eslê xwe ji Dêra Zorê ne bi awayekî birêxistinkirî û malbatên ku di dema êrîşên milîsên rejîma Sûrîyayê li ser sazîyên Rêveberîya Xweser û baregehên HSDyê zirar dîtine, werin qerebûkirin û rola ragihandinê were aktîfkirin. Di heman demê da, biryar hate dayîn ku depoyên navendî werin çeksazkirin û girîngîyê bidin projeyên xizmetguzarî, tenduristî, berhemînan û perwerdeyê di budceya sala 2024an da jî girîngîyê bidin van projeyan.

Di heman demê da, HSDyê di 28ê îlona borî da, bang li çekdarên ku derbasî herêmên di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da bûne û beşdarî kiryarên xerabkirinê û dizîyê li bajarokên bejahîya rojhilatê Dêra Zorê bûne, kir ku peywendîyê bi HSDyê ra çêbikin da ku di nava /15/ rojan da vegerin herêmên xwe û rewşa wan were çareserkirin. Di vê çarçoveyê da, /100/ kesî sûd ji vê lêborîna HSDyê girt û rewşa wan hate çareserkirin, lê hin çekdarên din jî hîna li herêmên di bin serwerîya rejîma Sûrîyayê da ne. Her wiha, HSDyê di 20ê cotmehê da, dema lêborînê dirêj kir û bang li hemû welatîyên beşdarî bûyerên dawî bûne, peywendîyê bi navendên HSDyê ra çêkin û sûdê ji derfeta lêborînê bigirin, da ku rewşa wan were çareserkirin û vegerin jîyana xwe ya normal. Di heman demê da, HSDyê bang li her kesê ku çek rakirîye kir ku xwe radest bikin û bergirîyên qanûnî yên pêwîst werin girtin û da zanîn ku wê destekê bide her kesê ku zirar ji ber êrîşên komên çekdar ên li ser sazîyên xizmetguzarî dîtine û wê her tiştî bike da ku ewlekarî û aramî li herêmê were sepandin. Di heman demê da, HSDyê bi kesayetên civakî û eşîran û rûspîyên naskirî li herêmê û rayedarên Encûmena Sivîl a Dêra Zorê di nava peywendîyan da ye, bi armanca ku çareserîyê ji gelek dosyayan ra peyda bikin û di serî da jî dosyaya aktîfkirina lêborînê ji kesê ku beşdarî tevlihevî û xerabîyê bûye û peywendî bi milîsên rejîma Sûrîyayê ra çêkirine, her wiha lezkirina çareserkirina rewşa wan kesan û komkirina çekên di destê wan da, di heman demê da planên lezgîn bo geşedankirina deverê, xurtkirina birêveberîya xwecihî, tevlbûna gel û girîngî dana kesên bihêz û zana bi awayekî mezintir.

Wekî puxte mirov dikare van xalan piştrast bike:

Yekem: Dêra Zorê di hesabên stratejîk ên gelek hêzên herêmî da, herêmeka girîng e, ew navgîn û rêya bejahî ya tekane di navbera Îran, Iraq, Sûrîya û Libnanê da ye, ku tê da hin hebûna leşkerî ya Amerîkayê heye. Her wiha, li nêzî wê li Hesekê baregehên Amerîkayê hene ku di armanca çeka milîsên Îranê da ye, ku Îran fêr bûye wan di şerê wekaletê da li dij dijminên xwe li herêmê bi kar bîne. Her wiha, piştî şerê dawî yê di navbera tevgera Hemasê û Îsraîlê li Xezayê û gefên cezakirina Îranê û xurtkirina Amerîkayê ya leşkerî li herêmê, Îranê girîngîyeka zêde da Dêra Zorê.

Duyem: Îran niha di bin navê gelek navan da, hebûna xwe ya leşkerî li Dêra Zorê xurt dike û dest bi belavkirina milîsên xwe li gundewarên cuda û dûrî hev dike, bi armanca veşartin û nezelalîyê.  Her wiha Îran endamên bîyan ên perwerdekirî tîne, bi armanca ku serpereştîyê û xebatên perwerdeyê bikin, di demekê da ku van milîsan dest bi êrîşa moşekan li dij baregehên Amerîkayê kirine. Di heman demê da, niha meyleka Îranê heye ku milîsên xwecihî yên girêdayî rejîma Sûrîyayê ji nû ve ava bike û erka êrîşên li dij HSDyê li bejahîya rojhilatê Dêra Zorê, bide pêşîya wan.

 Sêyem: Rêjîma Sûrîyayê keysa xwe li xurtkirina Îranê ji hêzên xwe ra tîne, da ku milîsên xwecihî amade bike û ciwanan di bin navê “hawarçûna êlan” da erkdar bike û êrîşan li dij baregehên HSDyê zêde bike. Her wiha, rejîma Sûrîyayê sembolên civakî yên ku beşdarî tundîyê bûne û ketine xefka îstixbaratên Sûrîyayê (Îbrahîm El-Hifil) aktîf dike, bi armanca ku derbasî nava xelkê bibin û li dij HSD û Rêveberîya Xweser, propogendeyên dijber bikin. Tê texîmkirin ku êrîşên milîsên girêdayî rejîma Sûrîyayê di demên pêş da, zêdetir bibin.

Çarem: Amerîkayê berê xwe da sîyaseta bersivdayîn û armanckirina hebûna leşkerî ya Îranê  bi awayekî xurt. Washington di vê çarçoveyê da, çekên cur bi cur û bipêşketî (balafirên F-35ê) bi kar tîne, ev yek jî wekî nameyeka aşkere ji Îranê ra ye ku ew jê ra herêmê nahêle û dê rê nede wê ku hebûna xwe ya leşkerî li devereka ji hêla stratejî ve girîng a wekî Dêra Zorê xurt bike, bêyî ku rastî êrîşên wêranker were.

Pênc: Rêveberîya Xweser berê xwe da bipêşxistina herêmên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê û jinûvesazkirina Encûmena Sivîl a Dêra Zorê û desthilata wê zêdetir kir û  bipêşxistina herêmê ji alîyê aborî, xizmetguzarî û civakî. Her wiha, aktîfkirina rola kesayetên civakî di pêkanîna aşitîya civakî û bibin navbeyankar ji bo kesên ku beşdarî bûyerên dawî bûne, da ku vegerin û çekên xwe radest bikin û têkilîyên xwe bi milîsên rejîma Sûrîyayê ra qut bikin û sûdê ji lêborînê bigirin. Li beramberî vê yekê jî, HSDyê operasyonên li dij şaneyên birêxistina DAIŞê û milîsên rejîma Sûrîyayê berdewam dike û ji vê yekê qezenc dike ku gel ber bi xwe ve tîne, gelê ku alîgirê Rêveberîya Xweser e û li dij hebûna rêjîma Sûrîyayê û hevalên wê ye.

Têbinî: Ev lêkolîn ji servîsa beşê erebî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînan wergerî kurmancîyê bûye, lewra çavkanîyên vê lêkolînê wekî ku di zimanê erebî da hatine bibîrîxstin, em ê wekî wê bihêlin da ku xwendevanên me karibin li çavkanîyan bi zimanê wê yê resen vegerin.

Çavkanî:

 Yekem bi zimanê erebî:

1ـ مقتل 19 مرتزقاً للنظام السوري في هجوم أحبطته قواتنا بدير الزور. موقع المركز الإعلامي في قوات سوريا الديمقراطية. تاريخ 29 أكتوبر/ تشرين الأول 2023.

2ـ في أعنف هجوم من داخل سورية..15 صاروخ أطلقته الميليشيات المدعومة من إيران على القاعدة الأميركية في حقل كونيكو. موقع المرصد السوري لحقوق الإنسان. 13 نوفمبر/ تشرين الثاني 2023.

3ـ المقاومة الإسلامية في العراق تستهدف قاعدة الإحتلال الأميركي في حقل العمر النفطي بسوريا. موقع قناة المنار التابعة لحزب الله اللبناني. 15 نوفمبر/ تشرين الثاني 2023.

4ـ إيران تواصل إدخال التعزيزات العسكرية إلى سوريا: تعرض مغريات على وجهاء العشائر لتطويع أبنائهم في ميليشياتها. موقع صحيفة الشرق الأوسط السعودية. 5 نوفمبر/ تشرين الثاني 2023.

5ـ دير الزور..الحرس الإيراني يحوّل منازل مدنيين لنقاط عسكرية. موقع نورث بريس السوري. نوفمبر/ تشرين الثاني 2023.

6ـ مخرجات هامة عن مؤتمر تطوير وترسيخ التشاركية في دير الزور. موقع مجلس سوريا الديمقراطية. 22 أكتوبر/ تشرين الأول 2023.

7ـ قرارات عدة تنتج عن مؤتمر تعزيز الأمن والاستقرار بدير الزور. موقع نورث بريس السوري. 22 أكتوبر/ تشرين الأول 2023.

8ـ قواتنا تمدد قرار العفو عن المتورطين في أحداث دير الزور لتسوية أوضاعهم. موقع المركز الإعلامي في قوات سوريا الديمقراطية. 20 أكتوبر/ تشرين الأول 2023.

Duyem bi zimanê kurdî:

1- Li Dêra Zorê çeteyek hat kuştin û yek jî hate girtin. Ajansa Firatê ya Nûçeyan. 11. Sermawez. 2023.

 Sêyem bi zimanê almanî:

1- Robert Wagner: Krieg in Israel könnte auf Irak übergreifen – Bagdad um Eindämmung pro – iranischer Milizen bemüht. Frankfurter Runschau. 15.November. 2023: