Demîrtaş li ser şerekî nû li Sûriyê nivîsand

Bi pênûsa: SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ

Di zindana xwe ya li Edirinê de, hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş gotareke ji malpera ” Mediascope” re nivîsand. Demîrtaş, di gotara xwe de behs şerê ku desthildarî plan dike li Sûriyeyê pêk bîn, kir û dibêje:”Weke vî şerê ne di berjewendiyên welat û gel de ye. Eger sûda vî şerî hebê jî, wê tenê ji bo berjewendiya desthildariya AKP-MHP`ê de bê. Ji ber vê yekê jî, her kesê ku bi gel difikire û banga demokrasiyê dike, divê dengê xwe bi cesareta li hemberî vî şerî rabike”.

Berfirehiya gotarê wiha ye:

Hikûmeta AKP-MHP`ê ya ku di hûndir de parçe dibe û bi temamî hildiweşe, amadekarî dike ku dagirkeriyê li herêmên Kurdan li Sûriyayê bi operasyona leşkerî ya nû, berfireh bike.  Ev operasyon, wê bibe sedema jinûve vejandina xîtaba “Gefa hebûnê” û afirandina pêleke neteweyî ya şovînist, da ku hewl bidin parçebûn çênebe û desthildarî hilneweşê.

Bi teqandina guleya yekemîn a operasyonê, wê kanalên televizyonê bi awayekî komî dîmenên şer 24 saetan belav bikin. Her wiha, wê analîzvanên ku xwe jêhatî dibînin, analîzên xwe bi awayekî coş li pêşiya nexşereyên rengîn û çoyek di destê wan de, pêşkêş bikin û wê bêjin”Yên ku piştgirî nadin vê operasyonê, ew piştgirî didin “teroristan”. Ango an tu bi me re bî, an jî tu teror î! Yanî cihekî navîn tune ye”.

Lê, gelo ev çiqas li gorî rastiyê ye?  Wê helwesta ku muxalefet bi hev re bigire, li vir giring be. Hin rêveberên muxalefetê daxuyanî dan û têde gûmanên xwe der barê operasyona leşkerî ya gengaz li Sûriyeyê, anîn ziman.

Texmîn dikim ku gelek êdî vê lîstoka xûnî dizanin. Em ê bînin ku kî red bike bibe beşek ji vê lîstokê, wê bibe xwedî gotin û biryar di pêşeroja Tirkiyeyê de ku nekevin vê xefikê.

Kanalên diplomatîk:

Gotineke navdar a Mustefa Kemal hebû”Eger tu ne neçar bû, şer sûc e”. Eger Tirkiyeyê rastî gefekî rasteqîn ango êrişeke tund hat nayê paşguhkirin, tevî bikaranîna hemû rêbazên diplomasî, lewra ji mafê wê yê xwezayî ye ku parastina xwe bike. Lê rewş li Sûriyê ne wisa ye. Hikûmeta AKP`ê şerê ku li Sûriyeyê dimeşînê, ne ji bo ku Tirkiyeyê biparêze, lê belê ji bo ku destwerdana îradeya gelê Sûriyeyê bike, nexasim îradeya Kurdan.

 

Hikûmeta AKP`ê berpirsa herî mezin a gurkirina şerê naxweyî li Sûriyeyê ye.  ji destpêkê ve, hikûmetê, şer bi wekaletê bi rêya hêzên radîkal ku destek û çek da wan, bê ku tu gavên diplomatîk bi hikûmeta Şamê re an jî bi Kurdan re biavêje, dimeşand. Di encamê de, rewşa Sûriyeyê xerab bû. Tevî ku rêveberiya Şamê û Kurd tu gefan ji bo Tirkiyeyê çênakin, lê hikûmeta AKP`ê Esed bi “kûjer” û Kurd jî bi “terorê” binav kir. Her wiha, hemû kanalên diyalogê girtin û bi herdu rêveberiyan itiraf nekir.

Tiştê bi ken ew e ku hinekan”Peywendiya Tirkiyeya gewra bi kûjer an jî bi teroran re”red kirin. Lê piştî tinazên xwe bi wan bikin, ka werin em bînin bîra wan: Danûstandina bi Îsraîlê re çi ye? Danûstandina bi rêveberên Talîbanê re çi ye?

Ma hemû dewlet û aliyên çekdar li cîhanê paqij in, lê dema ku mijar dibe girêdayî Kurdan û hikûmeta Şamê, ew dibin “Terorîst”û “Kûjer”?Serokê Rûsya Pûtin yê ku we, ew duh hembêz û  pêşwazî kir, mane ne berpirsê kuştina 34 leşkerên Tirkiyeyê li Idlibê ye?.

Hemleya hilbijartinan:

Divê tu kes bi daxuyaniyên kesên ku propogandeya operasyonê dikin, ku di bingehê xwe de armanc jê serkeftina di hilbijartinan de ye, ne”Parastina welat e”, neyê xapandin. Dema ku tu pêwîstî bi destpêkirina şer tune be û ev gava dagirkerî ne rewa be, ev yek nayê wateya parastina welat, lê belê ew dibe hemleya hilbijartinan.

 

Eger Tirkiyeyê rastî gefekê tê û bi rastî tu çareyeke din li holê tune be û eger artêşan hewl da Tirkiyeyê dagir bikin, wê demê emê hemû bi awayekî hevgirtî û berpirsyar, li hemberî vê rewşê bisekinin. Lê piştgiriya vê lîstoka xûnî ku armanc jê serkeftina AKP-MHP`ê di hilbijartinan de ye, tê wateya lihevkirin û pêkanîna şaştiyeke dîrokî.

Lê diyar e, operasyona leşkerî li Sûriyeyê destpê bûye, di demekê de ku hemû li dijî vê operasyonê ne, di nav de jî civaka navdewletî û hêzên herêmî. Barê kişanda Tirkiyeyê ber bi çiravekê bi rêya macerekê ku encamê wê ne diyar bin, wê encam giran bin, di demekê de ku aloziya aborî ya hûndirîn li ber têkçûnê ye.

Bargiraniya aborî ku wê şer bixwe re bîne, wê bandorê li ser hikûmet û alîgirên wê nekê, lê belê wê bandorê li ser çînên berfireh ê gel bike. Wê li ser sifreya wan tiştek kêm nebê ne fêkî, ne hingiv û xurme jî, lê wê li ser sifiryên xelkê besît parçeyek nan tune bê. Her wiha, wê xîtaba”Ax û netew”were mezinkirin, da ku li ser axaftin û hevrûkirinên sifireyên qesrê û sifireyên giştî, veşêrin. Di heman demê de, wê êdî axaftina li ser aloziya aborî “Di van rojên zehmet ên em têde ne”, were qedexekirin.

Na ji şer re, na ji dagirkeriyê re: 

Wekî vî şer, wê ne di berjewenidyên welat û gel de bê, lê wê tenê ji bo hikûmeta AKP-MHP`ê sûd be. Lewra, hemû çînên ku bi gel difikirin û parastina demokrasiyê dikin, divê dengê xwe bi cesaret ji bo redkirina vî şerî, rabikin.

Ne ji mafê kesî ye ku zarokên feqîran li Anadolê bibin eniyê, da ku di propogandeya hilbijartinan de, bikar bînin. Na ji şer re, na ji dagirkeriyê re.

Wê HDP`ê meşan di 6`ê Tebaxê de li Amedê û 7`ê Tebaxê li Istenbolê ji bo balkişanda ser siyasetên şer, lidar bixe. Ez bang li hemû kesên ku aşitiyê dixwazin dikim, tevlî van meşan bibin û ji bo aşitiyê, biqîrin.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî