Danûstandinên bidawîkirina erka Hevpeymana Navdewletî; Birêxistinkirin an vekişandin?

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Derbarê destpêkirina danûstandinên fermî di navbera Iraq û Amerîkayê de ji bo bidawîkirina erka Hevpeymana Navdewletî ya li dij rêxistina DAIŞê, nezelalbûn û agahiyên bi nakok derketin holê. Nexasim di demekê de ku raporên çapemeniyê yên ne zelal derbarê vekişandina Amerîkayê ji Sûriya û Iraqê belav bûn, ev danûstandin hatin destpêkirin.

 8 xal derbarê danûstandinan:

1- Di 27ê çileyê de, gera yekem a danûstandinên dualî di navbera Iraq û Amerîkayê de ji bo bidawîkriina erka Hevpeymana Navdewletî li Iraqê, hate destpêkirin. Lê “bidawîkirina erkê” gotineke iyarfireh e, di nava xwe de dateyên ku vê gotinê heta asteke mezin ji naveroka wê vala derdixe, dihewîne. Ji nava van dateyan li gorî daxuyaniya serokwezîrê Iraqê  armanc jê destpêkirina bernameyekê ji bo kêmkirina gav bi gav a hêzên Hevpeymanê li Iraqê ye, lê peyman bi çarçoveya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de sala 2008an hatiye îmzekirin pabend e. Li gorî wê çarçoveyê, hêzên Amerîkayê alîkariyê pêşkêşî hikûmetê dike û di demên pêwîst de, hêzên xwe li ser erdê belav dike.

2- Peyman di nava xwe de, rêbazê danûstandinê di navbera Washington û Bexdadê de ji destpêkirina komên xebatê di çarçoveya “Komîteya Leşkerî ya Bilind” de dihewîne, ku wê siberoja Hevpeymanê bi hebûna “metirsiya” ku rêxistina DAIŞê çêdike û şiyanên hêzên ewlekarî yên Iraqê, lêkolîn bike.

Li gorî Wezareta Derve ya Iraqê, wê komên kar bi erka “rêxistinkirina tabloyeke demê ya sînordarkirî û zelal rabe, ku tê de awayê hebûna şêwidarên Hevpeymana Navdewletî li Iraqê xuya dike û despêkirina kêmkirina hêdî hêdî a şêwirdaran.”

3- Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Komîteya Leşkerî ya Bilind wê sê komên “asta gefên ku rêxistina DAIŞê çêdike” û “pêwîstîyên operasyonî” û herî dawî jî “xurtkirina şiyanên pêşketî yên hêzên ewlekarî yên Iraqê” nîqaş bike. Metna vê xalê jî wiha ye: “Di çarçoveya vê lêvegerînê de, wê ji bo bidawîkirina erka leşkerî ya Hevpeymanê be û êdî derbasî têkiliyên ewlekarî yên dualî di navbera Iraq û Amerîkayê û dewletên ku beşdarî Hevpeymanê bûne de bibe.”

Lê li gorî daxuyaniya Hevpeymana Navdewletî, komên kar ku ji rayedarên leşkerî yên Iraqê û rayedarên leşkerî yên Hevpeymanê pêk tên, wê “gefên ku rêxistina DAIŞê çêdike û û pêwîstiyên karkirin û hawirdorê û şiyanên hêzên ewlekarî yên Iraqê­” binirxînin. Her wiha, komîteya leşkerî ya bilind wê li ser “diyarkirina şertûmercên pêwîst ên veguhestina erkê li Iraqê” bixebitin.

4- Rayedarekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku danûstandin “ne danûstandinên girêdayî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê ne” û tê payîn ku wê danûstandin –li gor helwest û şîroveyên amerîkayî- ji bo jinûve rêxistinkirina hêzên Hevpeymanê li Iraqê be, ne ji bo vekişandina dawî ye. Li Iraqê derdora 2500 leşkerên amerîkayî hene, lê li Sûriyayê 900 leşkerên amerîkayî di çarçoveya xebatên Hevpeymana Navdewletî de, hene.

5- Amerîka red dike ku planên danûstandinên girêdayî êrîşên ku komên çekdar li dij hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyayê pêk tîne. Her wiha, piştrast dike ku şertên bidawîkirina erka Hevpeymanê cara yekem sala par hatin nîqaşkirin û dema danûstandinê tu têkiliya xwe bi êrîşan re tuneye. Tevî ku hemû hêzên şerker ên Iraqê sala 2011an ji Iraqê derketin, lê bi hezaran leşker sala 2014an vegeriyan Iraqê ji bo destekdayîna hikûmeta Iraqê di têkibirina rêxistina DAIŞê de.

6- “Berxwedana Islamê li Iraqê” ku ji komên çekdar ên girêdayî Îranê pêk tê, soza da ku wê êrîşên xwe li dij Hevpeymana Navdewletî dewam bike, tevî ku danûstandinên çav li rê di navbera Bexdad û Washington derbarê hebûna vê hêzên li Iraqê de.

Di daxuyaniya wan de hate gotin “Guhdayîna Amerîkayê ji daxwaza hikûmeta Iraqê pêk nedihat, eger ne ji ber derbeyên Berxwedanê bûne”, lê di heman demê de anî ziman ku ev hewldana amerîkayî ji bo “tevlîhevkirina belgeyan e û maseyê li ser serê Berxwedanê biqulipêne, her wiha demê bi dest bixe.

7- Ji nîvê cotmeha borî ve, komên ku destekdayîna xwe ji Îranê digirin, êrîşên birêxistinkirî li dij hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyayê pêk tînin û gotin ku ev yek wekî tolhildana ji ber destekdayîna Washingtonê ya ji Îsraîlê re di şerê wê yê li dij Xezayê de ye. Çekdaran zêdetirî 150 mûşek û balafirên dron li dij 2500 leşkerên amerîkayî û baregehên Amerîkayê avêtin. Di encamê de, bi dehan leşkerên amerîkayî birîndar bûn, hinek ji wan bi giranî birîndar bûn.  Li beramberî vê jî, Amerîkayê bargehên wan komên çekdar ji nava wan baregehên hêzên girêdayî Heşd El-Şeibî, bombebaran kirin.

8- Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyayê Aleksander Lavrentiev piştrast kir ku Iraq agahî daye Rûsyayê ku Amerîka amadekariyên vekişandina hêzên xwe ji welat dike, lê pirsa niha wê çiqas dem dirêj bike û tedbîrên vekişandinê çi ne? Li gor nêrînên wî, dibe ku di nava mehek an du mehan pêk were wekî çawa li Efganîstanê çêbû, an jî dibe ku bi salan dirêj bike.

Herî dawî, danûstandin û çarçoveya danûstandinê belavbûna heyî ya hêzên Amerîkayê li Sûriyayê, nagire nava xwe. Her wiha, tu daxuyaniyên amerîkayî derneketin ka gelo hebûna Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di çarçoveya şerê li dij rêxistina DAIŞ a terorîst de girêdayî hebûna Amerîkayê li Iraqê ye û an jî gelo guhartina erka xwe li Iraqê dê xweber erka wê li Sûriyayê jî bê guhatin.